Di Ola Êzdayî de rol û cihê jinê

- Aysel AVESTA
838 views

Di dîrokê de jinên êzîdî ji bo bîr û baweriya xwe ya kevnar, parastina çand û netewa xwe gelek berdelên giran dane….

Ola êzîdî di rojhilata navîn de Ola herî qedîme…

Ji hemû baweriyên pîroz re bûye dayik û ji şaristaniyan re dergûşî kiriye..

73 ferman derbaskiriye û rasti gelek talan û cûdekariyan hatiye.

Lê tevî talan, kocberî, qirkirin û fermanan jî heta roja îro baweriya xwe parasti ye.…

Ev bawerî bi gelek taybetmendiyên xwe, ji Ol û baweriyên din cûda ye.

EZIDI GENCLER

‘Jin hêza afirandinê ye’

Di nava bawerî û civaka kurdên Êzîdayî de, jin xwedî cihekî pîroz in. Ne tenê jin, hemû zayenda “MÊ” pîroz tê dîtin. Ji ber ku ew hêza afirandinê ne.

Nimûne dema mirov bala xwe dide helbesta li ser cejna Pîrê Alê yanî Batizmî ku êzdî weke sersala kurdî bi nav dikin, mirov dibîne ku di serî de jin, paşê zarok û di rêza dawî de mêr hene.

Batizmiya Pîrê Al Cejneke xweş û delale ku her sal ji aliyê Jin û zarok, mêr û kalan We tê pîroz kirin.

Li gori mitolajiya Ola Êzdî, jin xwedî qedr û qîmeteke mezinin.

‘Di Ola Êzdayî de Xwedawenda jin, Star’

Di baweriya vê olê de gelek xwedawendên jin hene: Yek ji wan, Anahîta, Nahît, Îştar, ango Star e, ku hin jî kurd baweriya xwe pê tinine.

Îro jî gelek kes bi xwedawenda Starê bawer dikin. Û bi gotina “Ya Star” hawara xwe jê re dibin.

Star bi xwe xwedawenda av, ba, xweza û bi giştî xwedawenda evîn û hezkirinê ye.

Dîsa xwedawend Mîtra ku heta serdema dawî jî, gelek bawermendê wê hene û nezikî 6 hezar peykerê wê li Dêrên Ewrûpayê hatine ditin û tên parastin.

‘Jineke Êzîdî, Meryem Xatûn’

Belê li gorî mîtolojiya Êzdayî Xatûna Fexra jî sembola zayîn, bereket û zêdebûnê ye.

Beşek ji jinên civaka Êzdayî ji bo Xatûna Fexra rojiyê jî digirin, lê belê ne ferz e ku her jinek bigire.

Li hin herêmên Kurdistanê ji Xatûna Fexra re “Xas” an jî “Xasa” tê gotin. Yanî kesa qenc, kesa baş. Ji ber vê yekê beşek ji kurdên êzidî ji bo rêza Xatûna Fexra ango ji bo rêzgirtina “Xasa”, Marolê naxwin..

Di nava êzidiyan de jin di asta desthilatiyê de jî cih digirin û heta dikarin bibin mîr jî. Di dîrokê de mînakên vê yekê hene.

Di sala 1913’an li Mûsilê Meyan Xatûn bi Osmaniyan re dikeve nava bazarê û dan û standinê bi wan re çêdike. Di encam de di sala 1914’an de Meyan Xatûn bi ser dikeve û Ola êzdiyan bi awayekî fermî bi desthilatdaran dide qebûlkirin.

Di dîroka jinên kurd yên Êzîdî de dema ku şerek diqewime, eger jin biçin hewarê şer radiweste.

Dema jinek bikeve navbera du eşîran û laçika li serê xwe bavêje navberê jî, her du alî disekinin.

EZIDI KADINLAR

‘Ligor Êzdayetî pirr zewacî qedexe ye’

Di warê zewacê de jî tekzewacî esas tê girtin. Ger jin sax be, mêr nikare bi jineke din re bizewice. Yanî pirr jinî ango pirr zewacî qedexe ye.

Eger hin kesan ev pîvan binpê kiribin jî, heta niha di felsefa ola êzîdî de ev yek helal nehatiye dîtin. Ji ber ku di nava civaka êzidî de pirr zewacî heram e.

Belkî jî ji ber dewlemendî û xwezaya vê civakê ewçend Ferman û talan bi serê wan de hatiye.

‘DAIŞ herê zêde êrîşê jinan deke’

Fermana herî mezin belkî jî ya ku ti carî ji hiş û mêjiyê mirovan dernakeve, Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an ya Şengalê ye.

Di van êrîşên hovane de çeteyên DAIŞ’ê herî zêde êrîşê jinan kiribûn.

Li gorî lêkolîn û agahiyan 7 hezar êzdî ku tê gotin 5 hezar ji wan jinin, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin û li bazarê koleyan hatin firotin û tên firotin.

Xelkê şengalê yên ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûnê hinek ji wan, xwe spartin çiyayê Şengalê gelek ji wan li Bakûr, Başûr û Rojavayê kurdistanê belav bûn.

‘Dixwazin şengalê ji Êzdiyan xalî bikin’

Piştî selake bi êş, vê carê bi destê hêzên xêrnexwez û neyarên koka êzdîxan, dixwezin bi plan û komployan berê êzdiyan bidin welatên Ewropa.

Bi salaye ji bo ku ev civak bê asîmlekirin û ji neteweyitiya xwe dûr bikeve, çi ji destê Dewletên Ewropa, Tirkiye û PDK’ê tê dikin. Niha jî ji bo ku Şengala pîroz ji Êzdiyan xalî bikin, derketine nêçîra mirovan.

Ji bo valaderxistina van planên qirêj, çawa ku heta niha jinên Êzdî hebûna civaka xwe parastine, divê ji niha û pêde jî, bi vê erkê rabin, hebûn, nasname û ola xwe biparêzin..