Em jin nîvê cîhanê ne!

- Site varsayılanı
578 views

“Em dikarin jiyanek azad ava bikin, ji ber em ji sedî pênce ne!

Em jin Tirkiyeyek nû xeyal dikin:

Em Tirkiyeyek ku jin rastî şîdeta mêr nayên, nayên qaetilkirin, rastî tacîzê nayê, li kolanê azad bigerin, cilên ku dixwazin li xwe bikin…

Dibistana ku dixwazin bixînin, perwerdeya zimanê dayikê bibînin, fikrên xwe, baweriya xwe azad bînin ziman, dikarin bixebitin, bixwînin û siyasetê bikin…

Karê ku em jê hez dikin, bikin, ji bo ku jinên cuda neyên dîtin, heqdestê wek hev bigirin û rastî tacîz û tecawizê neyên….

Mirov karibin li benden, nasnameya xwe xwedî derkevin, xeyal bikin….

Em xeyal bikin ji ber emê karibin xeyalên xwe pêk bînin.

Ji ber em jin,

Em jin nîvê cîhanê ne!

Êdî Bes e!

Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde newekheviya jin û mêr lê tê jiyîne. Li gor lêkolîna Foruma Aboriya Cîhanê ya li ser 142 welatan hatiye kirin, Tirkiye di newekheviya jin û mêr de di rêza 125. de ye.

Em jin dibêjin êdî bes e, em ji darizandina ne adîlane ya kujerên jinan, eciz bûne. Em ji bêkarî, birçîbûn, koçberkirinê eciz bûne!

Em dixwazin li welatekî ku bi hiqûq û edelet heye, li welatekî ku şîdet rine, li welatekî ku 24 saetan kreşên bê pere hene, meclîseke ku nîvê wê jinin û ti serdestî tine, bijîn.

Emê hemû cil û bergên qirêj û firaqên qirêj yên cîhanê neşon. Emê hemû cîhanê bi keda xwe têr nekin.

Em welatekî azad xeyal dikin, em dikarin vê bikin! 

Em dikarin bêhiqûqî û newekheviya ku jin pê re rû bi rû tên ji holê rabikin. Hêza me ya ku em vê bikin heye.

Ji ber ku dîroka jinan ne dîroka mexduriyetan, ya têkoşînan e…

Banga me bo hemû jina ye!

Jiyana Nû, welatekî ku jin azad û wekhev e.

Em bang li hemû jinan dikin ku bendan hilweşînin û Jiyana Nû bi hev re ava bikin.

Deng ji HDP’ê re!

Jin berbi siyasetê, xwedî gotinê….

Newekheviya zayenda civakî pirgirêka herî sereke ya roja îro ye. Ji bo ku li her qadê wekhevî pêk bê divê têkoşîn bê dayîn, ev jî peywira me ya serekeye.

Em jinên HDP’î xwedî li tecrube, qezencên têkoşîna bi dehan salî ya tevgera jinan a Kurdistan û Tirkiyeyê derketin. Em têkoşîna xwe li ser vê qezencê ava kir.

Em ji bo tiştên nehatine dîtin, tine hatine hesibandin, heyî bikin beşdarî siyasetê dibin.

HDP partiyek jina ye

Ji ber ku tevlîker, wekhev û azadîxwaz e.

Ji ber ku helwesta wan ya li dijî newekhevî, bindestî, şîdest, serdestî, yekparêziyê, zelal e.

Ji ber ku ligel xizan, bindest, mêtînger û JINAN E

Di hilbijartinên Giştî yê 2015’an de nîvê namzetên me jinin. Namzetên jin, jinan diyar kirin.

Rojava… Şoreşa Jinê

Rojava û Kobanê bû mînakeke şênber ya jiyana nû ya ku em diparêzin.

Li aliyekî li zemîna reş û tarî ya Rojhilata Navîn, gel jiyanek nû ava dikin û li aliyê din jî li dijî çeteyê çavsor yê DAIŞ’ê ku mirovahî û baweriyan tine dike, jinan li bazaran difiroşin, têkoşînek bêhempa hat dayîn.

Li Rojava jinan di avakirina jiyana nû de û hem jî di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de roleke pêşeng lîst.

Berxwedana Rojava û Kobanê bo me hemûyan bû hêvî, bû mînak. Em di şer de û hem jî di avakirina civakî de, di meclîs û akademiyan de jinên Kobanê pêşengî kir û hemû cîhan rakirin berxwedanê. Li dijî çeteyên çavsor serkeftin qezenc kir.

Peymaneke civakî ya nû ya ku dibêje ‘Ji bo tesîskirina demorkasî, azadî û edeleta civakê; Ji bo jiyaneke hevşar û xweser, ji bo mafê jinan û zarokan bê dayîn, ji bo baweriyan re azadî’ hat qebûlkirin.

Em jî dikarin bikin.

Em jin di pêvajoya çareserî û muzakereyê de

Em jin pêvajoya muzakereyê wek têkoşîna demokratîkkirina dewlet, civak û azadiya gelên Tirkiyeyê dibînin û mudaxîlê pêvajoyê ne. Pêkanîna aştiyê û mayîndebûna aştaiyê bi tevlibûna jinan a pêvajoya muzakere û aştiyê pêkane.

Emê hemû bendên hilbijartinê hilweşînin!

Li gorî rapora Foruma Aboriya Cîhanê, Tirkiye di warê hejmara parlamenterên jin de di nava 142 welatan de di rêza 98. de ye. Di alî hejmara jinan a kabîneyê de jî di rêza 133. de ye.

HDP dizane ku demokrastiya ku beşdar nebe, ne demokrasiye. Ji bo vê jî beşdarbûna jinan, peywira ferzkirî dibîne.

Benda ji sedî 10 ya ku herî zêde bandorê li jinan dike wê rabike.

Li şûna wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî wê wezareta Jinan, wezareta Wekhevî û Wezareta Polîtîkayên civakî ava bike.

Wê Komîsyona Wekheviya Derfetê ya Jin-Mêr, wek Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr biguhere.

Keda lênerînê nekare tenê li milê jinan bê barkirin

Pegala kapîtalîst ya serdest a mêran keda jinê ya li malê nabîne. Karê malê jin dîl girtine, jin cilan dişon, xwarinê çêdikin, bi zarokan re mijul dibin, li extiyaran dinêrin. Jiyanê ji nûve diafirînin.

Em wek HDP wê ji jin û mêr jiyanek civakî di şert û mercên wekhev de ava bikin, wê hewl bidin. Emê jiyaneke nû ya ku piştevanî di navbera jin û mêran de pêkane ava bikin.

Emê li her bajar, gund, tax, kargerî û herêmên sanayî organizeyê kreşên bê pere yên 24 saetan xizmetê didin vebikin.

Li her bajarî wê malên lênerînê bê vekirin bê pere wê zimetê bide civakê. Îstîhdama jinê wê bê zêdekirin, bêkarî wê bê kêmkirin, newekhevî wê bê rakirin

Li welatê me ji sedî 64.8 mêr dixebitin. Rêjeya jinan jî ji sedî 26.7 e.

Nîvê jinan yanî ji sedî 47 bê qeyd dixebitin. Nîvê jinên bê qeyd dixebitin jî karkerên li malbatan dixebiitne.

Ji bo zêdekirina îstîhdamê, kêmkirina betaliyê û rakirina newekheviyê;

Wê dawî li pêkanîn zayendperest yên li dijî jinan bê dayîn.

Li saziyên wekê ÎŞ-KUR’ê wê rêgeza wekheviya pozîtîf bê pêkanîn.

Ji bo lênerîna extiyar, nexweş û zarokan wê zimet bê dayîn.

Kreşên bê pere wê bên vekirin.

Wê hewl bê dayîn ku li her taxê kreş bê vekirin.

Pergala xebatê ya cihên kar wê li gorî ku jin û mêr li zarokên xwe binêre, bê sazkirin.

Saetên xebatê rojê 7 saet û heftane wê 35 saet be.

Ewlehiya kar wê bo her kesî mafekî teqez be.

Di maeşên jinên teqawît de salê zêdebûnek baş bêkirin.

8’ê Adarê de hemû jin wê bikevin betlanê û jin wê bê pere wesayîtên veguhestinê bikarbînin.

Karkerên jin yê malê wê bikevin çarçoveya qanûna kar

Piranî jin di karên malê de dixebitin. Hejmara karkerên malê di ser mîlyonekê de ye. Ev karker wê bikevin çarçoveya qanûna ewlehiya kar.

Ji karkerên avhewayî yên jin re li cihê ku dijîn kar

Karkerên avhewayî li cihên ku diçinû dixebitin rastî her cureyê pêkanînê tên. Têkildarî wan de wê tedbîr bên girtin.

Bi taybet jî jibo jinên ku li cihên dijîn, bixebitin, tedbîr wê bên girtin.

Wê azadiya wan ya rêxistibûnê bikeve bin ewlehiyê.

Ji bo jinên astengdar, jiyanek bê asteng

Ji bo jinên astendar jî wê Serokatiya Daîreya Polîtîkaya Jinan a di bin bana Wezareta Astengdaran de wê xebatê bimeşîne, polîtîka û çareseriyan pêş bixîne.

Ji bo zarokên keç yên astendar wê mafê perwerdê bê dayîn.

Ji kuştinên jinan re bes e!

Têkoşîna li dijî şîdet û kuştinên jinan, têkoşîna me ya serekeye. Li her qadê jiyanê emê li dijî şîdeta li ser jinê di nava têkoşînê de bin.

Emê qanûnên ku şîdetê zêde dikin,biguherin.

Stargeh, mîvanxane û qadên jiyana azad

Ji aliyê wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî d eli 14 bajaran ŞOMÎN, 94 mîvaxane û her wiha 33 yên rêveberiyên herêmî û 3 yên STK’yan xizmetê didin, lê ev têr nake.

HDP ji bo her cureyê newekheviyê ji holê rabe wê di serî de peymana CEDAW û yên din ên navneteweyî bîne cih.

Jiyanek ekolojîk

HDP ya ku parastina ekosîstemê ya li dijî kapîtalîzmê wek rêgez dibîne, mafê xwezayê diparêze û her wiha têkoşîn ekolojiyê bi têkoşîna li dijî zayendpersetiyê digire dest.

Di perwerdehiyê de dawî li newekhevî û zayendperestiyê tê

Em HDP wê zemîna perwerdehiyeke demorkatîk, zanistî û bi zimanê dayikê ava bikin.

Mufredata perwerdê wê ji naveroka şoven, nîjadperest, yekparêz, erîl û mîlîtarîst bê paqijkirin.

Hemû jin ji kîjan baweriyê dibin bila bibin wê ji mafê wekhev yê perwerdê fêdeyê bigirin.

Ji bo jinan wê xizmeta perwerdehiya bê pere, wekhev wê bêdayîn.

Di sporê de jî dawî li zayendperestiyê bê dayîn!

Çavkaniyên bo sporê hatibin veqetandin di serî de ji bo jinan û hemû girseyên berfireh wê cihên sporê bên çêkirin.

Tesîsên sporê li taxan ku jin dikarin xwe bigihînin wê bên avakirin.”

Beyannama Jinan ya Hilbijartinê