Erk û berpirsyariya jinan mezintir bûye

- Zeynep ERDEM
660 views

Em di serdemekê de ne ku li Rojhelata Navîn pêwistî bi hêzekê heye ku pêşengiyê ji avakirina civakeke demokratîk re bike.

Vê axê malovanî ji şaristaniya ku mirovahî afirandiye re kiriye. Ji ber wê jî di nava civakên vê herêmê de dinamîka civaka demokratîk gelek bi hêze. Lê Netew Dewletê di vê erdnîgariyê de mirovahî û civak ji cewherê wê dur xistine.

Em dikarin bêjin ku di vê serdemê de gelê Kurd bi tekoşina ku li her çar beşên Kurdistanê pêş xistiye, bû ye modêla jiyaneke azad û demokratîk. Bê guman di  bîr, bawerî û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala Koferderalîzma Demokratîk û xweseriya demokratîk niha pêdiviya herî bingehîn e, ji bo civakên ku bi metirsiyên bi feraseta desthilatdariya zilam re rû bi rû mane.

Tekoşîna gelê Kurd, rengê xwe ji her alî ve dide azadiya civaka Kurd û civakên li vê erdnîgariyê dijîn. Berxwedana Kobanê, şoreşa Rojava, berxwedana Şengalê, parastina Kerkûk û derdora wê ji çeteyên hov DAIŞ, di serî de hêza jina Kurd derxiste holê û bi cîhanê da nasandin.

Bi dehê salan bû, vê hêzê li çiyayên Kurdistanê yên azad xwe komî ser hev kiribû û xwe bi rêxistin kiribû. Lê asta ku hatibû hin hêzan ne dixwest bibîne, hin hêz  jî jê ne agahdar bun. Lê di vê pêvajoyê de bi her awayî hêza jina Kurd derkete holê û peyama dixwest bide gihişt bi mîlyonan jin û derdorên dilsozên azadiyê. Şoreşa Kurdistanê îro herî zêde jî bi xeta xwe ya azadiya jinê balê dikşine ser xwe.

Bê guman tevgera jina Kurd li her çar beşên Kurdistanê xwe bi rêxistin kirye. Belkî herî zêde bi şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê kete rojevê ev hêz û asta jina Kurd. Lê di hilbijartina li Turkiye û Bakurê Kurdistanê de performansa namzetên jin, hejamar û hêza wan li cîhanê baleke mezin kişand ser xwe. Heya niha li gelek qadên jiyanê jina Kurd hêza xwe derxistiye holê. Lê li qada legal-siyasî her çiqas xebat meşandibe jî, yekem care di vê astê de hêza xwe ya bi rêxistinkirî di nava civakê de dixe tevgerê û pêşengiyê ji civakê re dike. Em dikarin bêjin ku hilbijartina 7ê hezîranê bi rengê jinê hate meşandin. Di encamê de benda ku ji bo gelê Kurd têde bifetise hatibû danîn, hate hilweşandin. Ev bû sedem ku siyaseta înkar, îmha û tinekirina gelê Kurd di bin vê bendê de bimîne. Siyaseta dagirkeran a li Kurdistanê bi rengekî fermî têk çû. Ev serkeftin di serî de serkeftina jina Kurd e. Jinan bi îradeya xwe ya azad, bi keda xwe ya salan ku tekoşin dane, 32 parlementer şandin meclîsa Tirkiyê.

Partiyên sîstemê yên heyî bi ti awayi cih nadin jinan. Di nava wan de hejmara parlementerên jin gelekî kêm e. Ji ber wê jî xeta HDP’ê bi her awayi balê dikşine ser xwe. Gelên cuda, ol û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne û bi taybetî giringiya dide jin ê, bala raya giştî gelekî dikişine.

Careke din derkete holê; teza ku azadiya jin û civakê bi hevre digre dest çiqas di cihê xwe de ye. Bi salane jina Kurd ji bo di nava civaka xwe de guherandin û veguherandina pêk bîne di hemu qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kiriye. Em dikarin bêjin ku vê xebata jina Kurd di nava civakê de pivanên azadiyê derxistine holê. Asta îro ya tekoşina jina Kurd, rengê xwe dide hemu beşên Kurdistanê û her wiha Rojhelata Navin bi giştî. Ji ber vê sedemê jî di meclisekê de ku bi makezagonên darbeyan û li ser esasê çewisandin, tinekirin û inkarkirinê hatiye avakirin jinên Kurd di seride, parlementerên HDP’ê wê vê saziyê li ser bingehê xizmeta gel, careke din ji nû ve ava bikin.

Bê guman li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin heye. Ev pêvajo heya îro bi hêza birêz Ocalan û hewldanên wî hatiye astek ku bi hemu beşên civakê û raya giştî bide qebul kirin ku serkeftina vê pêvajoyê lazimiya bingehîn a hemu civakê ye. Ji ber ku di vê sedsalê de siyaseta înkar û tinekirinê ya li ser gelê Kurd têkçûye. Ya gelê Kurd wê di xeta parastina rawa de li mafê xwe yên bingehîn bigere û bi dest bixe kî ev jî bi xwe re wê êş û berdelên giran bîne yan jî pêvajoya ku birêz Ocalan daye despêkirin, wê biser bikeve. Ev serkeftin jî wê bi xwe re biratî û azadiya civakan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê binê. Hêza herî bingehin ku di pêvajoya çareseriya demokratîk û muzakereyan de rol bilîze jine. Lewra Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan rol û misyoneke girîng daye jinan. Erka jina ya herî bingehîn jî ewe ku di vê pêvajoyê de rolê xwe bileyizin.

Di hilbijartinê de jî piştgiriya gel û derxistina 32 namzetên jin, erkek dîrokî dixe situyê van jinên hatine hilbijartin.