Gelo pirsgirêka me pirsgirêka jinê ?

- Gulan BOTAN
704 views

Bi sedan salan e em hewl didin pirsgirêkên xwe yên civakî fêm bikin û wan çareser bikin. Di vê mijarê de rê û rêbaz nemane me neceribandine. Di nava pirsgirêkên xwe yên civakî de ya sereke jî me weke pirsgirêka jinê destnîşan kir. Pirsgirêka jinê roj bi roj kûr bû, mezin bû û niha mîna girêka kor li pêşiya me ye. Aliyê herî balkêş ê mijarê jî; me çiqasî hewl da pirsgirêka xwe ya civakî weke pirsgirêka jinê binirxîne, ev pirsgirêk mîna avgerekê her kes kişand nava xwe û mezin bû. Pirsgirêka me bi rastî jî bi tenê pirsgirêka jinê ye? Pêwendiya vê pirsgirêka jinê bi civakê re çi ye? Ya herî girîng jî, gelo wê ne şaş be ku mirov vê pirsgirêkê bi tenê weke pirsgirêka jinê pênase bikin? Heta ku weke civak û jinê em vê pirsgirêkê rast nenirxînin, bingeha wê fêm nekin û çareser nekin, ev pirsgirêka ku em jê re dibêjin pirsgirêka jinê ye û xwe jê vedigirin, wê her tim mîna avgereke civakî hebûna xwe dewam bike.

Di demekê û cihekî de jinek li êrîşê rast hat. Ev jin kî bû? Em pirsê bi vî rengî biguherînin; ev jin kîjan parçeyê civakê ye? Weke takekes navê jinê negirîng e, lê belê jinbûyîna wê gelekî girîng e. Dibe ku ew jin diya min, diya te, xwişka min, xwişka te be. Gelo weke civakê em vê êrîşê xwe êrîşa li hemberî xwe dibînin? Yan jî em pirsgirêkên jinê weke pirsgirêkên xwe dibînin? Ji ber ku em van pirsan nakin, mixabin pirsgirêk her tim weke pirsgirêka ya li derveyî me dimîne. Êrîş, tacîz û tecawizên li hemberî jinê naqedin. Lê em nabînin ku ev êrîş exlaq û cîhana ruh û manewî ya civakê çiqasî dikuje. Em hîn bêhtir bi kûrahî li tabloya li pêşberî xwe temaşe bikin. Çima li mafê jiyanê yê jinê tê gerîn? Çima ji jinê re cihên kar tên vekirin? Çima ji bo jinê stargeh tên avakirin? Gelo em nîvê jiyana xwe ji xwe cuda dibînin? Em hewl didin azadiya wê ku mafê wê yê herî xwezayî ye, mîna xêrekê dibexşînin wê. Em çi ji kê digirin û didin kê? Em kî ne?

Pirsgirêkên ku em jê re dibêjin pirsgirêkên jinê û her tim xwe jê vedigirin, her roj ruhê me dikujin. Eger ya ku li goşeyeke tarî ya kolanê li êrîşê rast hat xwişka min, diya te, xwişka yên din bûya. Me ev nedît. Sîstemê em ewqasî ji hiş xist, ku me her tim a li êrîşê rast hat mîna ‘ya din’ dît. Jina li êrîşê hat me ji xwe nedît, lê belê di cewhera xwe de jî me cesaret nekir ku rizandina dînamîkên xwe yên civakî, bibînin.

Lê belê weke civak, em êdî bêhtir bi mezinahî li eynika jiyanê dinêrin. Em êdî dizanin ku pirsgirêkên bi ser me de hatine, pirsgirêkên civakî ne. Zîhniyeta ku jinê û civakê weke vîn nabîne, her roj hilweşînan li ser me ferz dike. Lê em êdî dizanin ku êrîşa li hemberî jinê êrîşa li dijî vîna civakê ye. Em ê bi rawestandina çerxa vê sîstema em kiriye xerîbê me’ pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em bi vê dizanin; Zîhniyeta êrîşa li hemberî jinê rewa dibîne, zîhniyeta civakê hildiweşîne ye. Îdeala jiyaneke wekhev, serbilind û bi rûmet a civakê, bi têkoşîna li hemberî vê zîhniyetê dibe.