Li Rojhelatê Kurdistan dayikên aşitiyê

- Zeynep ERDEM
875 views

Dayikên aşitiyê li Rojhelatê Kurdistan’ê bi şêwazekî bê tirs di nava sîstema Îran ku nahêlên ti deng derkeve derve de her roj li dîjî pergala dagirker-desthilatdar a Îranê li hev dicivin.Pêvajoya siyasî, rudanên li beşên Kurdistan yên dîtir wan ji nêz ve DAYIKeleqedar dike.Xala giring jî ewe ku li hemu beşên Kurdistanê çawa berdêlên giran dayik didin li Rojhelatê Kurdiatan jî wisaye.Dayikan cangoriyên xwe di serîde li Kobanê, li hemu deverên Rojava kirin qurbanî.Dîsa li Şengalê bi dehan ciwanên ji Rojhelat şehît ketîn, li Bakurê Kurdistanê jî bi heman şêwaziye.

Ji ber wê jî dayikên aşitiyê bi qasî berdêlên mezin dane şoreşa Kurdistan, xebata wan jî ewqas mezin û bi wateye.Hele li cihekî di bin desthilatdariya Îranê de dengê xwe bilind kirin ne karê herkesîye.

Çima karê dayikên aşitiyê ewqas giranbuha û bi wateye.Ji ber ku li Îranê her tişt di bin desthilatdariya pergalê deye.Kes nikare xwe bilebitine.Mînak; rêjeya nexweşiyê jinan di asta herî bilind deye, emrê jinan ji ber ku nikarin bi şêwazekî azad tevbigerin derkevin derve, her tim di hundir dene gelekî kine.Rojane jin bi talukeyên ciyawaz re rubirune.Her roj li kolanan jin bi êrişên asîd rijandina ser ruyê wan re rubiru dimînin.Li Îranê bi taybet ji bo jinan jiyan tenge, di nava çar dîwaran deye.Dengê jinan tuneye.

Di nava tabloyeke wisa de jinên Kurd xwe bi rêxistin dikin.Bi taybet yek ji xebatên dayikên eşitiyê ewe ku bîranînên şehîdên şoreşê li dardixin.Dîsa şînên şehîdan datînin.Li Îranê şîn danîn an jî bîranînên şehîdan qedexene.Heya niha çend milîtanên PJAK’ê îdam kirine cenazê wan teslîmî malbatan nehatiye kirin.Di nava ewqas qedexede dayikên aşitiyê dengê xwe bilind dikin, diqîrîn û qêrîna wan dighêje hemu beşên Kurdistan’ê.

Old Kurdish Woman With Her Fingers On Her Eyes, Palangan, IranDayik herwiha di warê piştgirî dayina tekoşîna azadiyê ya li beşên Kurdistan yên dîtir jî de aktîfin. Mînak di demê dorpêça çeteyên DAIŞ ya li ser Kobanê bi pêşegiya dayikan bi rojan çalaki hatin li darxistin.Dîsa di pêvajoya destwerdana Şengalê û fermana li ser xelkê me yê Êzîdî de hat, dayik aktîfbun.Hem alîkariya maddî û pêdiviyên jiyanê kom kirin, hem jî bi çalakiyên xwe ev xezeba bi ser gelê Kurd li Şengalê şermezar kirin.

Mirov difikire di nava ewqas zilm û zordariya deweleta Îranê de dayikan çawa di pergalê de kuneke biçuk be jî vekirine û xwe îfade dikin.Bê guman ev ji hêza xwe birêxistinkirinê tê.Ya dîtir jî tekoşîna çil salan ya Tevgera Azadiyê li çar beşên Kurdistan meşandiye, di serîde dayikên me ruhekî azad di nava civakê de afirandiye.Mirov dikare bêje ku xelkê Kurd ew tirsa mirinê ya ku dijminê gelê Kurd di nava civakê de pêş xistibu êdî derbas kiriye. Ev rastî dide nîşadan ku di civaka Kurd de berî nan û av civak li azadiya xwe xwedî derdikeve.Ev jî bi rastiya dayikan ve girêdayî ye. Min heya niha nedîtiye ku ti dayikeke şehîdan di wextên herî hestiyar de ku demê kurê xwe an jî keça xwe dispêre axê gotibe çima şehîd ket,  an jî bertekeke cuda nîşan dabe.Di wan wextana de dayik hertim serê xwe bilind dikin, nagrîn û kujerên zarokên xwe kêfxweş nakin.Ya din di ferqa berdêl dayinê dene, ji ber wê jî ti caran li şehadeta zarokên xwe ne poşmanin.Dizanin zarokên wan ji bo pêşerojeke azad biafirînin derketine ser rê.Di ferqa vê erka giranbuha ya zarokên xwe dene.

Dayikên aşitiyê yên Rojhelat jî beşek ji sekna van dayikana li deverê Kurdistanê yên ku lê dijîn pêş dixin. Bê guman ev jî cesaret û morelekî mezin dide civakê.Mirov dikre bêje ku dayik li Rojhelat pêşengiya şoreşê dikin.Ji Kirmaşan bigre heta Îlam, Sine û bi dehan bajar û bajarokan dayikên aşitiyê bi laçikên xwe yên sipî di berxwedanê dene. Ji ber ku wan dayikana tiştê xwe yê herî giran buha zarokên xwe di vê dozê de şehîd dane. Ma ji vê bi rumattir tiştek heye gelo? Ji ber wê jî ew doza zarokên xwe dişopînin, ala ku zarokên wan bilind kirin li erdê nahêlin şert û merc çi dibe bila bibe.Êdî doza zarokên wan doza wane û cîhekî ku di nava tekoşînê de di serîde dayik, jin çalakbin ew doz têk naçe wê biser Old Woman From The Old Kurdish Village Of Palangan, Iranbikeve.Ji ber ku jin di nava civakê de nunertiya cewherê civakê dike.

Dayikên aşitiyê yên Rojhelat li çend bajarên Rojhelatê Kurdistanê xwe birêxistin kirine û çen kesên ku di vê xebatê de pêşengiyê dikin evin: Dayika şehîd Armanc li Mehabad (du kurê wê şehîdin) dayika Ferzad Kemanger li bajarê Kamêran, dayika Zîlan Pepulê li Urmiyê, dayikên Hebîbullah Gulperîpur, Ferhat Wekîlî û şehîd Harun li bajarê Sine xebatên xwe yên dayikên aşitiyê dimeşînin. Bê guman ev çen dayikên ji xebata dayikên aşitiyê re pêşengiyê dikine lê hejmara wan ji vê zêdetire.Bê guman li Kurdistanê hejmara şehêdên şoreşê çiqas zêde dibe, hejmara dayikên li pişt doza zarokên xwe ala wan a berxwedanê hildidin jî ewqas zêde dibe.

Dijminên Kurdan ji zarokên tekoşer ên Kurd ditirsin, her ku derfet dibînin wan li sêdarê didin,dikujin dixwazin di şexsê wan tekoşeran de gelê Kurd bêdeng bikin.Lê ew nizanin ku ji her malbatekê demê ferdek şehîd dikeve êdî di serî de dayik hemu civak li ser şopa wan şehîdana dimeşe û ala berxwedanê ji bo bibe serkeftinê her kes dikeve nava lêgerîneke kur.Di nava tevgera azadiyê ya çil salan de artêşeke şehîdan pêk hatiye û li du vê artêşa şehîdan ew qas jî dayik ketine nava liv û tevgerê ku bikaribin li ser doza zarokên xwe bimeşin û bibin dengê tekoşîna wan, nehêlin di nava civakê de ala wan li erdê bimîne.

Dayikên aşitiyê yên Rojhelat jî di vî warî de bi biryarin.Belki hemu çalaki û aktivîteyên wan her kes nabhîze û nikare bişopîne lê ew di nava hewldana dengê xwe bilindkirinê dene û xebatên xwe didomînin.