Wê bi HDP re şoreşa civakî pêkwere

- Besê HOZAT
558 views

Peyama Newrozê ya Rêveberiya me di çawaniya manîfestoyekê de bû û li gor pêvajoyê giringiyeke dîrokî wergirt. Pêvajo êdî li ber veguhestina ser merheleya lihevkirinê bû. Hêvî û bendewariya her kesî li ser vê bingehî bû. Piştgiriyeke girîng ya bala giştî jî pêkhatibû. Lê li pey Newrozê xwerû jî piştî daxuyaniya Dolmabahçeyê Erdogan û AKP ê peyamên nepejirandina vê lihevkirinê dan. Piştre got; „Kêşeya Kurd tune!“ Li gel wê şiyar û gotinên wek “Pejirandina lijneya çavdêriyê tiştekî ne rast e. Bi pêkhatina lijneya çavderiyê wê rewabûna Rêveberiyê pêkwere. Bi vê rewabûnê rastiya Ocalan û PKKê tê pejirandin, ev jî tê wateya têkçûna Tirkiyê“ derxistin pêş. Ev awa bilêvkirin bûn kelemên pêş pêvajoyê. Di vê rewşê de pêvajo bi destê AKP ê hatiye qedandin. Ev nêzîkê mehekê ye ku tu hevditin bi Rêberiya me re pêknayên. Her çendî heyetê gelek caran serî lê dane jî, bersivekê nestandine.

Bêguman ev nêzîkbûn û kirinên bi vî awayî, rengê politika AKP’ê ya Kurd bê kêmasî li ber çavan radixîne. Bi zelalî tê xuyakirin ku polîtîka wan a tasvîyekirinê ye. Tu politîkayeke wan a çareserkirinê nîne, ev du sal in ku sîyaseta bilîkirineke xapînok dimeşînin. Xuyaye ku armanca wan a bingehîn; kêşeya Kurd ji bo hilbijartinên di nava van herdu salna de bikaranin bû. AKP’ê hê jî ji siyaseta bilîkirina xapînok hêvî dike. Ew wer zendike ku dê bikane ba li Kurdan bîne, wan bixapîne bi wê şêweyê dengê wan bistîne. Belê ew li pey vê hesabên wiha ne.

2

Di bûyarên 6, 7 ê Cotmehê de bi dehan ciwan û zarok hatin kuştin

Belê rastiya rastiyê ev e; maskeya li ser rûçikê AKP’ê ketiye. Polîtîka wan bi her awayî deşîfre bûye. Rûdana li Agiriyê mînaka vê ya herî balkêş e. Dîsa daxuyaniyên wan ên li ser kêşeya Kurd xwerû yên vê dawiyê rûçikê wan bê kêmasî li ber çavan raxistiye. Erdogan bi gotina xwe ya “Kêşeya Kurd tune!“ armanca xwe ya bingehîn daye der. Wî bi vê kêşeya maf û azadiyên Kurd, kêşeya nasnameya Kurd înkar kiriye. Bi gotineke kurt û kurmancî Erdogan û AKP ezbereya bîrdoza fermî neguherîne. Ew wê ezberê li ser bingehê înkar û têkbirinê didomînin.

Baş tê xuyakirin ku AKPê ji polîtîka înkar û têkbirinê bi qasê mîlîmekî jî be, bi paş ve gav neavêtiye. Gelek zelale ku AKPê biryara şer daye û wan ev biryar di civîna konseya ewlekariya netewî ya di 30 Cotmehê de girtine. Hima li pey vê civînê zagona “Pakêta ewlekarî ya navxweyî dan derxistin. Bi vî awayî bingehê rewa yê şer danîn. Bê vê rastiyê pêvajoyeke hilbijartinê heye, wan xwestin ku bi vê pakêta ewlekariyê zemîneke rewa ji bo, sextekarî, komplo, dek û doloaban pêkbînin. Dewlet berê vê jî di nava amadekariya şer de bû, li her derî çewisandin hebû. Di bûyarên 6, 7 ê Cotmehê de bi dehan ciwan û zarok hatin kuştin. Biserdeçûn her çû zêde bû, binçavkirin û girtin her domiya. Lêkirin û avakirina qereqol û bendavan weş girt. Leşker veguheztin sînoran. Jixwe polîtîka wan a li hemberê Rojava ji destpêkê ve dijminane bû. Li hember Rojava bi DAÎŞ û El Nusra yê re hevkarî kirin. Ev hevkariya wan hê îro jî didome. Ango AKPê tu carî dev ji polîtîka îmha û têkbirinê berneda.

Ev sê hilbijartine ku bendewariyeke gel heye, civak êdî aşitiyê û çareseriyê dixwaze. Hem gelê kurd û û hem jî gelên Tirkiyê li benda aşitiyê ne. Dewleta AKP bi sextekarî û lîstikan xeyalên aşîtî yê civakê ruxandiye. Bilîkirin û xapandina civakê ji xwe re kiriye armanc. Di daxuyaniya Dolmabahçeyê de jî bi hewesa xapandina civakê tevgeriyaye. Lê ket nav şaşiyeke gelek mezin, lewre bihêzbûn û di nava baxçeyê gelan de geşedana HDPê armanca AKPe vala derxist. Nîyeta AKPê ya rasteqîn niha hê baştir xuya dike. Bêguman ev ne tenê bi hesabên hilbijartinan yan jî demî ye, rastiya AKPê ev e. Em bi polîtîkayeke; înkarkirin, nedîtin, yê hemberê xwe têkbirinê re rû bi rû ne.

Siyaseta HDPê wek siyaseteke alternatîv her diçe xurt dibe

Şêwaza salên nodî bikaranîna AKPê rasterast bi projeya HDPê ku li Tirkiye hatiye pejirandin, di nava civakê de her diçe bi hêztir dibe, ango bi geşedana siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. HDP partiyeke ku lê bangî li gelên Tirkiyê dike, siyaseta wê bi aliyê civakê ve tê ecibandin û siyaseta wê bandoreke erênî li civakê dike. Bi giştî meyleke ji her beşên civakê digire û bi coş tê pêşwazîkirin. Bêguman ev AKPê ditirsîne. Di van 13 salên serkariya AKPê de cara yekem partiyeke muxalîfa cidî derketiye pêş wan. Bê hêzên demokratîk û Kurdan muxalefeteke cidî derneketibû pêş AKP’ ê. Siyaseta CHPê û ya MHPê tenê hêz da AKPê. Ev partiyên navborî tu carî neketin nav pozisyona ku bikarin AKPê têkin tengasiyê. Niha bi HDPê re partiya muxalîf a bi hêz geş dibe. HDPê bi projeyeke cidî û bi îdîa di siyasetê de cihê xwe girt. Piroja “netewa demokratîk” pirojeyeke  wisa ye ku dikare îdeolojiya dewletê ya fermî ya ji netewperestî, mezhebî, cudahiya zayendan sud wedigire têk bibe. Siyaseta HDPê wek siyaseteke alternatîv her diçe xurt dibe. Derfeten ku biratî û yektiya gelan, tevahiya kêmar, baweri û çandîn cûda bikare li gel hev bijî diafirîne. Di vî warî de siyaseteke ji bo her  cure birêkxistinî, mafê xweseriya xwe pêkanînê derxistiye pêş. Belê AKPê aha ji vê rastiyê ditirse û di nava gumanan de ye. Di binê van êrişên bêperwa de ev rastî heye.

dyb-24-05-15-kursu-kadinlar-bulusma

Serkeftina HDPê serkeftina tekoşîna jina azad e

HDP çi qas partiya gelan be, ew qas jî partiya jina ye. Daxuyannameya hilbijartinê ya HDP ê di çawaniya şoreşeke civakî de ye. Di vê hilbijartinê de serkeftina HDPê serkeftina tekoşîna jina azad e jî.

Di vê hilbijartinê de tevlêbûna jinê ji sedî pêncî ye. Profila berendaman di rêjeyek wek hev de ye. Bi projeya pergala hevserokatîyê re bi îdeaya tekoşîn û azadiya jinê wergirtina nav xwe dikeve hilbijartinan. Ev tê we wateyê ku ev hilbijartin wek pêşbirkekê di navbera pradigma jina azad û pradigma serdest ya dewleta serkariya mêr de pêk tê. Di heman demê de ev tê wateya tekoşîna di navbera pergala serdestiya mêr û pergala azadixwaz ya jinê. Di vê hilbijartinê de serkeftina HDPê di warê siyasî de jî di çawaniya şoreşê de ye. Lewre ev di wateya serkeftina siyaseta demokratîk de ye. Dê jin jî di nava vê siyaseta demokratîk de bi vîn û birêkxistiniya xwe ve tevê siyasetê bibe. Li gel wê dê di warê demokratizebûna civakê de jî encamên gelek bi bandor derxe. Lewre siyaset di teşegirtina civakê de roleke sereke dilîze. Siyaset çendî demokratîk be, demokratîzebûna civakê jî ew çend zêde dibe. Ji ber vê rastiyê di mijara li dijê hestên zayendiya civakê bi ser ketin, geşandindayîna çand û hişmendiyeke li ser azadiya jinê de serkeftina vê siyasetê pir girîng e. Ji ber vê ev hilbijartin di heman demê de hilbijartineke jinê ye. Jin dikevin hilbijartinê, di kesayetiya HDPê de bi şêweyeke xwerû partiya jinê dikeve hilbijartinê. HDP hem bi aliyê çendayetî û hem jî bi aliyê çewaniyê ve bi rastî jî partiyeke jinê ye. Mabesta angaşta zagona bingehîn ya jinê heye, demezrandina serokatiyeke jinê û li her deverê pêkanîna meclîsên jinê heye. Ev tên wateya pêngavên redîkal yên demokratîk. Ji ber van egeran jî divê jin bi hemû hêza xwe ve tevê hilbijartinan bibin û baş bixebitin. Li her derê, gund bi gund, tax bi tax, mal bi mal bigihîjin her kesî. Divê li her deriyê bidin. Divê hemû jin serkeftina vê hilbijartinê wekî emcama bi salan e ku berdêla wê didin, êşa wê dikişînin, di rêya wê de ditekoşin bibînin û bi vê mebestê tevê xebatên hilbijartinan bibin.

Mafên hebûn jî ji destên jinan girtin

AKP partiyek e ku nûnertiya lûtkeya serdestiya pergala mêr dike. Di nava van 13 salên serkariya AKPê de koteka li dij jinê gihîştiye radeke nayê kişandin. Kuştina jinan her roj di rojevê de ye. Ji bo pêşî li mafê jinan bigirin, serî li her rêyî dan. Mafên hebûn jî ji destên jinan girtin. AKP ji bo bi sînorkirina mafê jinê her tişt kir, polîtîkayeke bi wê rengî meşand. Bersiva ku jin bidin AKP û partiyên din ev e; divê biçin ser sandiqan û dengên xwe bidin HDPê. Em bawer dikin ku wê jin li dora HDPê bicivin, bi dil û can bixebitin û ji wan re dibêjin serkeftin.