Xweseriya Demokratîk Pêdiviya Bingehîn Ya Jiyanê Ye

- Zeynep ERDEM
594 views

Li Bakurê Kurdistanê piştî ku qadên xweser hatin avakirin,gelek derdor matmayî man,fêm nekirin ku ev çi sîsteme hatiye avakirin.Lê gelê Kurd hem di zanebûna avakirina vê sîstemê de bû hem jî di ferqa pêdiviya wê debû.Ji ber wê jî piştî ku hikûmeta AKP’ê polîtîkaya şerê sertaserî xiste dewrê gelê Kurd jî li Bakurê Kurdistanê tedbîrên xwe parastine û avakirina pergala xwe xist meriyetê.
Çima gelê Kurd di  zanebûneke di asta bilind de, di ferqa vê pêdiviyê de ye? Ji ber ku dewleta dagirker ku li Kurdistanê zilm û zordariyeke mezin dide meşandin pir baş nas dike.Ew saziyên dewletê yên li Kurdistanê, tenê li ser xelkê zilmê didin meşandin.Heroj li kolanan ciwan û zarokan qetil dikin,malan talan dikin,bêrêziyê li hember gel dikin.Em dikarin bêjin ku li Kurdistanê bi darê zorê dimînin.Rûyê dewletê xelk bi vê rastiyê nasdike.Yanî Gelê Kurd rojane bi zilm û zordariya dewletê re rû bi rû dimîne.Ji ber wê jî êdî sebra gelê Kurd nema ku vê zilma ku dewlet dixwaze rewa bike bi pejirîne.
Bi despêkirina şerê sertaserî yê hikûmeta AKP’ê û R.Tayip Erdogan ve xelk jî kete nava hewladana pergala xwe avakirinê.Di nava vê meha derbasbuyî de jî me dît, gel ne tenê ji bo xwe ji zilma dewletê biparêze, bi berxwedanek bêhempa, li ber xwe da û edî pergala xwe avadike.Di heman demê de bi xweseriya demokratîk pergaleke ku jê re wek nan û av lazime û karibe jiyana xwe li ser saz bike dide avakirin.

Gel dibêje bi salane ku saziyên leşkerî yên bi armanca dagirkirina Kurdistanê hatine avakirin, zilmê li me dikin me dikujin û desteser dikin edî ti rewabûna wan nemaye!

Lê ne tenê saziyê leşkerî, di heman demê de saziyê din yên dewletê jî li Kurdistanê zerareke mezin didin gel.

Saziyên perwerdê,saziyên tenduristiyê û hrwd.Mînak dibistanên dewletê yên li Kurdistanê tekane armanca wan asîmîle kirina zarokên Kurde.Dixwazin Nivşeke ku ji hebûna xwe,çanda xwe û hemu nirxên xwe yên civakî şerm dike,înkar dike bidin afirandin.Neçûna dibistanên dagirkeran ya herî raste.Li şûna wê bi zimanê dayikê pergaleke perwerdê avakirin pêdiviyeke bingehîne.Dîsa saziyên tenduristiyê jî û saziyên ji pêşketina aboriyê berpirs bikaribin werin avakirin û lazimiyên bingehîn werin pêşwazî kirin.
Bê guman gel bi zanebûneke kûr di ferqa vê pêdiviyê deye ku gava yekemîn taxên xwe ji polîs û leşkerên artêşa Tirk re girtin.Ji ber ku wan polîs û leşkerana dixwestin bikevin taxan û wan desteser bikin anjî qetil bikin.Li Cizîra Botan bi rojan di serîde Jin û ciwan xelkê Cizîrê li berxweda û sekneke li gor dîroka xwe ya berxwedanê nîşanda.Rê nedan ku dagirger bikevin taxên wan.Qedexeya li bajêr ji aliyê walîtiyê ve hate îlankirin nas nekirin û bê wate hiştin.Vê rewşê li Kurdistanê pêngavek nû da avakirin.
Cizîra botan pêşengî ji pergala rêveberiyên herêmî re kir.Berdêla wê her çiqas gelek girn be jî , ji ber ku di vê berxwedanê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan,gel ev berdêl dan ber çavan û li berxwe dan.Di encam de hemû raya giştî dît ku yan wê xelkê Kurd teslîmî vî dijminî bibe û jiyaneke bê rumet bijî,yan jî wê li ber xwe bi de û bedêlên giran bide û jiyaneke bi rumet  bijî.

Di serî de gelê Cizîrê li sernaserê Bakûrê Kurdistanê  gelê Kurd li her qadê ji bo jiyanek birumet ku berdêla wê çidibe bila bibe ji xwe re neqandiye.
Ji niha û pêde jî li der û dora pergala xwerêveberiyên herêmî kombûyin û ev pergal dayina rûnişkandin erka her mirovê Kurde.
Pergala xweseriya demokratîk dikare ji Başur û Rojhelatê Kurdistanê re jî bibe serçaveyeke bingehîn.
Li Başurê Kurdistanê dengê muxalefetê ji aliyê PDK ve herdemî tê tepisandin.Pergaleke desthilatdar di meriyetê deye.Bi salane ji aliyê Kurdan ve ev herêm tê birêvebirin.Lê mixabin hewladana civaka yek rengî û bi rengê desthilatdariya zilam bi rêvebirinê tê esas girtin.Saziyên civaka sîvîl bê bandor tên hîştin,di siyasetê de deng û rengê jin û ciwanan tuneye.Polîtikaya herêma Kurdistanê bi yekdestî tê destnîşankirin, derfetê ku civak di biryarên siyasî de xwedî mafê axaftinê bi nîne.Demê derbasbûyî li Şengalê xelkê me yê Êzîdî mesclîs avakirin ku bikaribin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi xwe pêk bînin, rastî nerazîbûnên tun yên rayedarên PDK hatin.Ji ber ku feraseta PDK’ê rê nade ku civak bibe xwedî mafê axaftinê.Dixwaze di her warî de civakê muhtacî xwe bike.Lê me dît civaka muhtacî hêzeke weke PDK’ê ku li Şengalê çi hat serê wan.Bi hezaran jinên Êzîdî dîl ketin destê dijminekî weke DAIŞ’a hov.Bi hezar kes hatin qetilkirin.Lê îro heman civak xwe û nirxên xwe diparêze.Pergala xwe bi xwe avadike.Belkî berya vê karasatê ev zanabûn bi xelkê me yên Êzdî re hebûna wê ev hovîtî bi serê wan de nehata.Ji ber wê jî pergala rêveberiyên xweser ji bo Başur jî pêdiviyeke bingehîne.
Ji bo Rojhelatê Kurdistanê jî her wiha tekoşina pergala xwe avakirinê esase.Ji ber ku pargala heye ya Îranê li ser bingeha înkar û îmhakirina Kurdan hatiye avakirin.Bê guman tekoşîneke bê hempa li serê çiyayên Kurdistanê tê dayin.Bi avakirina KODAR û KJAR’ê re pergaleke konfederal ji bo çareserkirina prsgirêka Kurd li Rojhelatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin.Lê ji bo avakirina vê pergalê lazime di nava civakê de li hember pergala dagirker ya Îranê gel serî hilde. Lazime dema ku ciwanekî Kurd li sêdarê dan li wir qiyamet rabe li hember van kirinana serî nê tewandin.Lazime dayikên Kurd ji bo cangoriyên azadiyê şehîdên xwe bi dizî şînê nekin.Êşên xwe kêfxweşiyên xwe aşkere bijîn.Lazime bedel dayinê bidin ber çavan.Di vê pêvajoya şerê sertaserî ku hukumeta AKP’ê û dewleta Tayip Erdogan li Bakurê Kurdistan’ê  dan despêkirin gelek bedelên mezin hatin dayin û wê hê jî werin dayin.Li Rojhelatê Kurdistanê jî bê guman xebateke wisa dest pê bike wê berdêlên wê jî giranbin.Lê di rewşa heyî de mafê dayikan nîne ku şîna kurê xwe yan jî keça xwe ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin bike.
Civakeke di her warî de mafê wê ji dest hatiye girtin, ew hêza ku ev maf desteser kirine ki dibe bila bibe, çi sîstem dibe bila bibe,karikî rawaye ku ew civak van mafên xwe yên hatine desteserkirin ji dewletê, ji pergala dagirker bistîne.

Wekîn din li kîjan beşê kurdistanê dibê bila bibe ji bilî xwe parastinê xwerêve birinê jiyanek azad û hekhev ne mumkune.