YPJ GERDÛNÎ BÛYE!

- Necîbe QEREDAXî
686 views

Cîhan ji Kobanê bi nasnameya nû ya jina Kûrd şîyar û serwext dibe ku mînaka wê li cîhanê nîne. Cîhan matmayî dibe, bi modêlek nû ya jîyan û têkoşînê ku niha di dema şer de xwe nîşan dide. Bi pêleke berxwedanê kû cihêk namaye ew nebe manşêt , sernivîs û dimenên wan ên bi heybet neherikin nava mêjî û dilê milyonan mirov. Ew niha di rêza pêşî de ne, ji ber kû rewşa şer heye, lê ew bi xwe jî dilopekin ji deryayek ku di encama têkoşînek dehê salan de derketîye ser dika dîrokê. YPJ êdî nasnameye û navnîşanek berxwedanê ye.

Êdî Rojhilata Navîn di mijara jinê de, tenê bi buyerên şîdet û tecawizê nayê rojevê, lê bi qehremanî û berxwedanê di rojevê de ye. Cîhan bi rêz û dilsozî li nasnameya YPJ dinêrê . Berxwedana jinan li Rojava, bi taybet li Kobanê, çi qasî bingeha wê ji berê de hebe jî, peleke nû ye di dîroka Rojhilata Navîn de. Jina belengaz ku rojane bi şedetê re rû bi rû ye, xwedî biyar nîne, hebûn û îradeya wê di destê kesên din de ye, îro li hember hêza herî hov a sedsala 21ê, mîna çîyayekî rawestîya ye, bûye îlham ji bo hemû jinên cîhanê. Jinan ji Hindistan heta Afganistan, ji Arjantîn heya Misrê, ji Marocko heya Îranê, ji Ewrupa heya Japonya û Fîlîpînê bûye çavkanîya hêz û îradê. Ev ne xwin û xeyal e, ev rastiyek e ku bûye mijara nîqaş û giftûgoyan. Matmayîbûna cihanê ne tenê ji bo hêza jinan a di şer de, lê ji hêz û îradeya li pişt namlûya silahên wan e. Ji hizr û sistema kû li kêleka dengê tifingan tê avakirin, sistemek kû piştî bêdengbûna çekan, garantî dide ku jin nazivirin mitbexan, lê êdî ew hevbeşek serekene, di rêvebirî û avakirina jîyan û civikeke azad de. Hevbeşîya wan ne tenê dekorek ji bo xemilandina sistemê, lê sistemek ku ji kokê û ji dilbawer bin ku jin hevbeşeke sereke û pêşenge di hemû qadên sîyasî, aborî , civakî û kultûrî û hwd de. Berê vî şerî tenê li derve, li hember hêza tarî ya DAÎŞ û dagîrkerên Kurdistanê nîne, lê şerê qezenckirina îradeya azad a jinê û avakirina civakek wekhev, bi îradeya azad a jinê ye.

Çawa Narîn Efrîn fermandara YPG li Kobanê di namye xwe ya ji bo Rojnameya L’Humanite a Frensî de dibêjê “jinên kû belgeyên dewreyên perwerdê digirin, di rastiyê de belgeya derewderxistina ji bo yên dibêjn ew nikarin şer bikin digirin, em li vir tenê ji bo mebesteke serbazî şer nakinn, lê em xwe diparêzin, em ji bo mirovahiyê têdikoşin”. Niha jî mirovahî xwe li Kobanê dibinê. Ji bo wê jî, li sedan navendên cîhanê wêneyê Arîn Mîrkan û şervanên YPJ tên bilindkirin. Ji ber kû ev têkoşîn êdî gerdûnî bûye.

Nesrîn Ebdî ya20 salî kû kolêja pizişkî bicih hişt û berê xwe da nav refên YPJ, ji Rojnameye Dailymail a Îngilîz re dibêjê “em dizanin dema em bikevin destê DAIŞê, tecawiz an jî serjêkirin li benda me ye, yan emê wan bikujin yan jî xwe.“ Şervanên YPJ yên di xeta Berîtan de, heya deqîqeya dawî berxwedanê dikin. Lê dema neçar bimênin, amade ne xwe bikujin, lê red dikin ku bikevin destê hêzeke hov a mîna DAÎŞê. Bi vê helwesta xwe ew peyama an jîyaneke azad an mirinek bi rûmet didin.

Arîn Mîrkan û Berîvan tenê ne di çapemeniya welatên Rojavayî de, lê di kanal û çapemenîya Ereb de jî cihek taybet girtin. Kanala Misir Al-Youm bi çîroka berxwedana şervanên YPJ cîhana Ereb serwext dike. Pêşkêşvana bernamê dibêjê “cîhan şahîdê Kobanê ye, lê li Kobanê şahidê jinên qehremane ku şerefa xwe û ya me diparêzin. Ev naxwazin mîna kole di destê DAIŞ‎ê de bijîn. Ji bo wê jî fîşeka dawî li xwe dixin. Di vî şerî de, wê îradeya jinan biserbikeve.” Heya vê astê şervanên jin bandor li cîhanê kirine. Yek ji van qehremanan, şervana YPJê Dastîna Qendîl ku bi xwîna xwe di vî şer û têkoşînê de peyama nemirêyê da, bû yekemîn şervana jin a Başurê Kurdistanê kû li Kobanê şehîd bû. Nefela YPJ yî û bi sedan ên mîna wan, ku ji asoyan, Azadîya Bakurê Kurdistanê ji Kobanê dibînê, bê kû çavên xwe bigire, di heman çaperê de bi Xelîl Osman, ango “Nemir”ê 63 salê re, rengê berxwedanê dineqişîne û ji cîhanê re dibêjin ”ne temen, ne jî sînor, ne astengin ji bo kû mirov bibe pelek ji dîroka hertim geş a mirovahiyê”. Nefela YPJ`yî ku di çeperê de li berxwe dide û sileha wê, di hembêza wê de ye, rê nade hovên xwînxwar derbasî Kobanê bibin.  Destîna Qendîl kû bi xwe ji Çarqurne ye, bersiv da peyamên dibêjin ”çi eleqeya Amedê bi Kobanê re heye” û dibêje “ne tenê li Amed, Silêmanî , Hewlêr, Sine û Sêrtê, îro dilê Kobanê li her çar aliyên cîhanê lê dide.”