Li pey sê kulîlkên berxwedêr…

yazan Sara AKTAŞ


Azadî û pêwîstî di zik hev de, bi hev re dimeşe. Her kes wek tê xwestin wê bîryara xwe bide û çalakiyên pêwîst ên jiyana ku pê bawere, pêk bîne. Kesek bê ku bifikire, ger meyla xwe ji aliyê  zordestiyê de bikar bîne, wê demê ew ê çalakiya herê metirsiyar a ji vê yekê re pêwîst e, pêk bîne; ji ber ku bi hilbijartina zordestiyê re, her cûre xirabiya ku jê re hewceye jî wê wek çarenûsê bide diyar kirin. Di heman demê de, jiyana bi rûmet; kesek ku jiyana bi rûmet hilbijartiye jî rexmê hemû şert û mercên bi zehmet ên heyî, rexmê zordarî, her cûre zûr û zehmetiyê, ji rêya ku diçe ber bi jiyana bi rûmet dernakeve, dibe xwedî çalakiyên ku ji bo vê yekê hewceye. Di vê wateyê de, bikaranîna azadiyê bi xwe jî pirsgirêkeke azadiyê ye; ji ber ku azadî bi xwe jî tercîhek e. Ji lewra, tişta ku mirov pê re rû bi rû dimîne, jiyan bi xwe ye. Ji ber vê çendê, azadî bi awayekî giştî bi hilbijartinên jiyanê re têkildar e. Ev hilbijartin, nêrînên giştî yên kes, ên di derbarê ka pêdiwî bi cîhanek çawa heye, dîsan meyla kes a ka kirdeyê jiyanek bi çi rengî be û bendewariyên wî/wê ên jiyanê dide nîşandayîn. Ji bo jiyanek ku di bin serweriya rûmetê deye, kesek ku di nav hewldana pêk anîna çalakî û kirina vê yekê deye, ji xwe ew kes hîn ji destpêkê de ev jiyan hilbijartiye, bedelên ji bo vê yekê daye ber çav an.               

Jiyana ku wan hilbijart

Rosa Luxemburg dema ku biryara jiyana xwe, bi xwe dida, wê wiha binivîsa; “ Ez ê li ser erk, di pevçûneke li kolanê an jî di zîndanê de bimrim.” Wisa jî çêbû. Ligor gotina Lenîn,  “balindeya şoreşê” Rosa, dema ku di sala 1919’an de, di encama dek û dolabên xedar de hat qetilkirin, heta ji laşê wê yê mirî jî tirsiyan û bedenê wê di kûrahiya Robarê “Spree” ê de berdan. Bedela ku wê da, ligor pêdiviyên baweriya wê û tiştên ku hilbijartibûn bû. Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di 4 Çileya 2015’an de hatin qetil kirin, her wekî Sakîne Cansiz û hevalên wê ku di 9 Çileya 2013’an de hatibûn qetil kirin, heman hilbijartina bi rûmet kirin, li hemberî êrîşên wehşiyane heman bedela bi rûmet dan. Bê guman dema ku wan jî biryara jiyana xwe a çawa didan, baş dizanîn ku wê di heman dezgahê zilmê de derbaz bibin.  

Bi vê komkujiyê sê jin ji nav me hatin girtin û em baş dizanin ku ev ne rasthatinek bû, ji xwe gelek bûyerên wiha yên ku me şahidî jê re kiriye, hene. Ger em bi bîra xwe bînin, dîsan di dema operasyonên qirkirinê ên KCK’ê de jî Sêvê û Fatma rastê êrîşan hatibûn û li hemberî wan neheqiyan karîbûn bibin xwedî sekneke bi vîn. Di van operasyonan de jî dîsan hedefa yekemîn Tevgera Jin bû. Ji ber ku jin kedkar û şaneya jiyanê a Tevgera Azadiya Kurd bûn. Ew mîmarê exlaq, têkiliyên insan û feraseta heq a ku ji aliyê tevgerê ve hatibû avakirin bûn; barê vê yekê wan hildida.         

Rihê jina serhildêr

Bê guman hikûmeta AKP’ê ji sala 2000’an şûnde li Kurdistanê bi hev girtina jin û zilam; bi polîtîkayên civakî ên hatine zayendî kirin, cemaet û komelan wisa dipa ku bi ser bikeve. Dema ku vê stratejiyê encam neda, vê cara bi darê zorê ji bo ku vê yekê bi dest bixe, her cûre êrîşkarî xist rewşeke asayî. Lêbelê li hemberî sozê etîk, azadî û nasnameyê ku Tevgera Azadiya Kurd ji jinê re dabû, nekarî zêde serketinê bi dest bixe. Li gor min, Tevgera Azadiya Jin, îro li Tirkiye û Rojhelata Navîn yek ji hêza herê bi hêz a veguherînê ye, her wiha li hemberî hikûmeta AKP’ê jî yek ji mezintirîn enerjiya şoreşgerî ye. Ji ber ku jinên bi temamî ji jiyanê hatine veder kirin, wek muxalîf, serhildêr, tevî jiyanê dibin û ev yek jî tê wateya tune hesibandin û vala derxistina hemû polîtîkayên kole kirinê ên dewlet ê. Hebûna jinê a ji hêla vîn û hêza biryardayînê a di nav Tevgera Azadiya Kurd de, îro hemû projeyên zayendperest, modernîteyê ên Komara Tirkiyê ji kok de hilweşandiye.

Ji ber vê çendê, dewlet encax xwe bi bê nirx hiştina jinê, ciza kirin, tune kirina wê dikare ji nû de avabike. Bi vê re girêdayî, di nav konjoktûra demê de bi mehan ji aliyê cûntaya qesrê û desthilatdariya AKP’ê “Plana hilweşandinê” a di dema pêvajoya bêçalakîtiyê de hatî amade kirin, bi awayek berfireh li Kurdistanê dikeve meriyetê. Di encama vê planê de bi dehezaran sivîl ji cih û warê xwe dibin, bi dehan jin, zarok, îxtiyar û zarokên hîn nehatine dinyayê, di encama van polîtîkayên qirêj de tên qetil kirin û bê ku bibêjin jin û zarok in, tên înfaz kirin. Tam jî di pêvajoyek wiha a bi zilm de, 3 jinên şoreşger, sê kulîlkên azadiyê di encama belgeyên taybet ên bi  “fermana lêde” ji aliyê Polîsên Hêzên Taybet we tên qetil kirin, rexmê ku rewşa wan ji yekîneya herê jor a dewletê re tê ragihandin jî rê nadin ku ambulans derbasî cihê bûyerê bibe.

Xwestin vîna azad dîl bigrin

Pirr eşkereye ku armanca wan dîl girtina vîna azad a rêheval Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bû û di şexsê wan de peyam didan tevahiya jinan. Hikûmeta AKP’ê, her wekî generalê faşîst yê Emerîqaya Latîn bi du destan dirûşma “Destpêkê li jinan bidin” girtiye û hewl dide desthilatdariya xwe a ber bi hilweşandinê ye, bi bêdeng kirina jinan, bîat kirina wan bigihîne saxlemiyê. Lêbelê tiştek ku lazim bû bê fêm kirin hebû: Hilbijartina azadiyê a ji hêla van jinan û berpirsyartiya mezin a ku wan rakiribû, ji êşên ku wê wan bikşanda û ji bedelên ku wê wan bida mezintir bû. Qaranfîlên ku hatin qutkirin, perperîkên ku hatin qetilkirin, di mijara rê nedana bê dawîtiya zivistanê de bi rik bûn, bi vîna xwe wê ji vê axê, jinan û mirovahiyê re dîsan bihar bianîna. Ji xwe ev nêziktiya siyaseta qirkirin û şer a deshilatdariya AKP’ê dide nîşandayîn ka çima ew jinên siyasetvan ên li dijî polîtîkayên şer disekinîn û ji vê têkoşînê re pêşengtî dikirin, hatin hedef girtin. Bi qetil kirina siyasetvanên jin xwestin tevahiya jinan bêdeng bikin.          

Ew li dijî siyaseta zilamê serdest, paşverû, dijminê jinê, xwedî li gelê xwe, her qada jiyanê û biryara ka wê çawa bijîn dan û li hemberî AKP’ê li berxwedan. Ji ber vê çendê jî ew bûn hedefa polîtîkayên şerxwaz ên desthilatdariyê. Ji roja ku qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û şûnde, li Cizîr, Silopî, Sûr ê, şîddeta zilam û dewletê a ku ji AKP’ê hêz digire li ser kar bû û yên ku li hemberî vê ferasetê têkoşîn kirin, rêya berxwedanê hilbijartin jî ew jin bûn. Di heman demê de, bi qetilkirina wan jinan êrîşê azadî û nasnameya jinê dikirin. Her wekî rêheval Sakîne, Sêvê, Fatma û Pakîze jî xwedî nasnameyek jin a şoreşgerî bûn û di nav vê têkoşînê de hatin sitrandin, bi vê sekna xwe di nav tevgerê de bûn xwedî sekneke cihê û bûne nûnerên nû ên werçerxê yên tevgera ku hêza wê a sereke ji jinan pêk dihat. Li kolanên ku wan sê jinên şoreşger gav bi gav azadî lê neqişandin, îro bi dehezaran jinên Kurd ku xwedî li vê mîrateyê derdikevin, têdikoşin.    

Di jiyana azad de bi israr bûn

Sêvê sembola vîn û israra di rastiyê de bû. Ji armancê re girêdayîn, jiyanek di rêya azadiyê de bexşandin û heya dawî di azadiyê de bi israr nêz bûn, senteza li hev anîna zanebûna Kurdayetî a bi zanebûna jinê bû, heya dawî xwedî senkneke şoreşger bû û serî neditewant, dileke ji heskirina sûlav, jîndariyek ku mirror heyîrî dihêle, bi tevger û herikbar bû.

Rêhevalên Sêvê bi îfadeyek giştî wiha wê vedibêjin…Jina por xelek, ew heskirina Tevgera Jinên Kurd bû. Ew yek ji kadroya pêşeng a çalakiyên gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bû ku di sala 2012’an de hatibû destpê kirin. Ew bi cisaret bû û wê bi gotina, “hewceye em heya dawiyê biçin, ji xwe vana ji hestiyên me ên dihelin zêdetir ditirsin” sekneke wêrek raber bikira. Ew karkerek ji nû de înşa kirina sekn û rêgezên jinê bû û bi israr di her ciha ku têde bihûrî be, destê xwe lê dabe, li wê derê ev jiyan belav dikir. Di serî de li hemberî tevahiya civakê ku tê de doktirînên jina feodal û saziya malbatê mijara gotinê ye, diket nav hesap pirsînê; ew karkerek avakirinê ku xwedî qerekterek diguherî û vediguherand bû.      

Fatma; dema ku wê li dijî şaneya kevneşopiyên malbatî û eşîrî ên Botanê serî radikir, şaneya berxwedanê tercîh dikir û ev yek jî bi berdêla mirinê temsîl kir. Ew kulîlka ciwan, bi xem a cûdiyê bû… Ji Botanê heya Serhed ê, hema bêje bi hemû jinên li welatê xwe ket govenda azadiyê, tucaran nexeyîdî, bi tu awayî li hemberî êrîşan bes nekir. Li girtîgeh û dadgehan de bû xwedî sekneke bi vîn; bi çavên xwe yên bi hezn awir dibarandin ser kesên zalimkar. Bi guhdar kirina çîrok û destanên Kurdan ên Zîn û Sitiyan mezin bibû. Têkiliya bi rêhevalên xwe yên jin re dabû avakirin, ji êşên axa ku li ser dimeşî girtibû.    

Pakîze jinek bû ku di temenê xwe yê zarok de fêr bibû ka çawa bi keda xwe jiyan bike. Di heman demê de, jinek bû ku êşa gelê xwe û jinan di kûrahiya giyana xwe de hîs dikir. Li erdnîgariya ku jiyan dikir, baş dizanî ku ne pêkane ji siyasetê bi dûr bisekine û tiştên heyî ji nedîtî bê. Dema ku nasîna wê bi Sêvê re çêdibe, êdî wek jin hay xwe heye û bi wêrekî bi ser cîhana nêr de diçe. Pakîze li pey Sêvê de ku bêhna azadiyê girtibû, bi dilpakî ber bi têkoşînê we diherike. Ji xwe dayîka wê vê wiha qala wê û Sêvê bikira: “Ew êdî ne Pakîzeya min, Pakîzeya Sêvê bû. Têkiliya di navberê wan de ewçend bi hêz bû ku mirinê jî nekarî wan ji hev veqetîne.”        

Armanc tune kirina têkoşîna jinê bû

Heval Sêvê, Fatma û pakîze ku pirr girîngî bi tevlîbûna jinan a di nav têkoşînê de didan, bi nasnameya jinê a ku avakiribûn di jinan de bîr û baweriyek mezin dabûn çêkirin. Di tevahiya dîrokê de têkoşîna azadiya jinê, hebûna wan wek tehdît hatiye dîtin û xwestine pêşî li vê têkoşînê bigrin. Ji xwe ma êrîş û qetilkirina wan jinên ku di refên pêş de têdikoşîn jî rastiya vî wechê sar, tirsa herê mezin a desthilatdaran nîne? Di çavdêriyên li ser komîna Parîs ê, rojnamevanek Îngîlîz, bi awayekî ku ji wêrekiya jinan ketibû nav tirs û xofê, vê wiha binivîsa: “Xwedêyo, ger netewa Fransî hemû jin bana, wê çi biba? Belê, dema ku Sêvê, Fatma û Pakîze wek kaniya xeman di nav dilê me de diherikin, di nav dilên neyaran de jî bûn herikînek ji tirsê. Lê dema ku vê xemê serhildêrî û kerba me mezin dikir, di nav dilê dijmin de jî wek pêlên tirsê her ku diçû belav dibû. A ku di dilê neyaran de mezin dibû tirsa ji têkoşîna jinên şoreşger ên wek Rosa, Sakîne, Sêvê û Aysel Yukselan bû ku temenek di vê rêyê de bexşandibûn. Ji xwe, ji ber vê tirsê bû ku qesta canê wan şoreşgeran kirin.     

Ew di hedefa gule, top û zilmê de bûn, lê bê ku vê yekê bikin xem, bûn dengê jinên ku digotin, “ger Botan bikeve, wê tevahiya mirovatiyê winda bike.” Di demekê de ku her roj nûçeyên mirinê dihatin, her roj dengê qêrîn û hawarê bilind dibû, ew bûn jinûn cengawer û berxwedêr.

Vaye, ev jin xwedî wêneyek mezin a dîrokî ne ku îro li pêşberê mene. Dîrokek ku can û hêz dide tevahiya jinên şoreşger. Dîrokek ku bi vîna jinê hatiye nivîsîn û wê bê nivîsîn. Çiqas jî xweş pênase kirine hunermendên şoreşê: ‘Hûn dikarin gulek, du gul, sê gulan jê bikin lê, hûn nikarin pêşiya hatina biharê bigrin.’