Her şer bû jiyana min

- Newaya Jin
1.7K views


Di 12 Sibata sala 1958’an de, li gundê Tahtî Halîl a bi ser Dêrsimê de hatime dinyayê. Dema ku ez têm dinyayê bavê min li leşkeriyê ye. Ji bo wê jî qeyda min di meha sibatê de çêdikin.  Gelo di çilê zivistanê de hatina dinyayê şenseke? Ligor min di destpêka salê de û di orta zivistanê de, hem jî li erdnîgariyekê ku lê gelek befir tê, hatina dinyayê şenseke.

Gundê me ji bîst malan pêk tê û mal li du qiraxên rêya ku di nav gund de derbas dibe, hatiye lê kirin. Mala me tam li orta gund, hema li nêzî kaniyê bû. Dayîk û bavê min zarokên komkujiya Dêrsimê bûn. Di wan salan de hatibûn dinyayê. Bavê min, zext û zora piştî komkujiyê ku li dijî wan pêk hatibû bîr nekiribû û qalê dikir.

“Ji Kurdayetiyê şerm neke!”

Di encama hewldanên bavê min de, em derbasî lojmanên qişlayê bûn ku ji bo karmendan  hatibûn destnîşan kirin. Derveyê pereyê berq û avê, me pere nedida. Lojman zêdetir ji bo karmendên dewletê bûn. Mala ku em lê diman, banije, du ode û ji êzîngxaneyê pêk dihat. Di heman korîdorê de em sê malbat diman.

Li Dêrsimê lojmanên karmendan di hat wê watê ku tu nêzî dewletê yî, di saziyên wî de kar dikî. Bi awayek xwezayî îmajek wiha dihat avakirin. Di nav malbatên ku kêmekê Tirkî fêr bûne, hin ji wan karmendin û dîsan nêzî malbatên polîsan mayîn bi xwe re Tirkbûyîn jî bi lez dikir. Van deveran rola dibistanê dilîst. Bê guman me jî ev yeka ji bo xwe wek avantajekê didît. Ji xwe em bi lez fêrî Tirkî dibûn. Ew di heman demê de destpêka êşeke kûr bû ku dayîka min dida rûyê min û wê piştî bîst salan jî ev êş bi awayek herê dijwar bihata hîs kirin: “Ji Kurdayetiyê şerm neke!” 

Hin ciwan, bi kelecana ciwantiyê tevdigerîn. Nezan bûn. Bi xwîngermiya xwe dikarîn ji xwe re belayê çêbikin! Ev dewlet, dewletek bêbext e. Tu caran ji Dêrsimiyan re nebû yar, bi wan bawer nekir. Yên ku bi xwe re îxanet kirin jî hatin tîrbaran kirin, dardekirin. Yên ku di vê astê de pişta xwe dan nirxên xwe yên hebûnê, bi awayek bê wijdan ên nêzî xwe re îxanet kirin, dewletê jî dizanî wê tu xêra wan jê re nîn be. Dewletê Dêrsimî baş nas dikirin. Kurdayetî ji bo cara dawî, lê bi awayek ku ders jê bê derxistin, di şexsê Dêrsimiyan de hatibû binaxkirin.

Li taxa Çiya (Dağ) min dest bi dibistana navîn kir. Nûçeyên di derbarên bûyeran de di Radyo û rojnameyan de zêde bibûn. Vê carê navê Denîz Gezmîşan zêde dihat bikaranîn. Di nav gelek navan de a ku herê zêde derdiket pêş, navê Deniz Gezmîş bû. Min hîn baş fam nedikir ka çima ewqas behsê dikin. Lê her ku diçû zêdetir vê yekê rojev dadigirt.

Tişta ku dihat jîn, pêşketin, fikirandin û cîhana me a hest serûbinî dikir. Em fêrî tiştên cûda dikirin. Hîn di destpêka pêvajoya dibistana amadeyî de, min xwe di nav boykotekê de dît. Wê rojê baranek horik horik dibarî. Kesên ku wê li bexçê dibistanê kom biban, bi kelecan bûn. Ew birayên mezin ên ku ber bi her alî de dibezîn, komên belav komê bi ser hev dikirin û  herkesekê ew dinasîn; ev mezinên me, dem bi dem derveyê kombûnên wiha dihatin cem hev, li ser lingan dicivîn, bi lehnekê ku derdor nebihîse diaxivîn û dîsan belav dibûn. Wê rojê polîsan êrîş kir, qad binguhê hev ket.

Di dilê min de pêtên çepgiriyê gor dibû 

Bûyera Kizildereyê di dilê min de pêtên ‘çepgiriyek zarokwarî’ gor kiribû. Di rojnameyan de, piştî pevçûnê şûnde wêneyên gund, xaniyên şewitî û rûxandî, wêneyên kesên hatibûn kuştin hebûn. Deh kes hatibûn qetilkirin. Ax! Te çawa karî xwe ragirî Kizildere? Ji aliyekê rojnameyê dinêrim, ji aliyê din de jî difikirîm. Çavên min ez ber bi lêgerînê de dibirim. Dardekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî ketibû rojevê. Ji ber vê çendê, li beregeha NATO yê hin erkdar rehîn girtibûn. Armanca wan asteng kirina dardekirina Denîz Gezmîş wan bû. Dovre di 6 Gulanê de Denîz û hevalên wî hatin dardekirin. Ew şoreşger bû, mîlîtanek bû, hem jî komînîstek bi tehlûke bû ji bo dewlet ê.  

Di serê min de her ku diçû zêdetir diyardeya şoreşgerî, çepgirî zelal dibû. Êdî stranên ku me digotin jî guherî bûn; Denîz, Mahîr ketibûn nav stranên me. Sînema, stran, pirtûk, êdî pîvan her ku diçû diguherîn.

Ez ji rastiya şoreşgerî, aliyên wê ên teorîk û îdeolojîk, rêxistinî û pratîkî xerîb bûm. Ez ji hin tiştên bi giştî bandor bibûm ewqas. Min digot, “heya ku ez bi xwe îkna nebim, tenê li gor daxwazên hin kesan ez ê nebim şoreşger, yan jî beştarî tu freksiyonê nebim.” Ev nêzikatiyek min a bi plankirî an jî bi zanebûn nebû, lêbelê ji destpêkê de ev nêzikatiya min mijara gotinê bû. Ji bo mirov pêşketinan baş bişopîne, rast ref bigire, fêr bûn girîng bû. Di bin gelek navan de, gelek tişt didanîn holê û hin tişt dihatin kirin û ev yek jî bi navê şoreşgertiyê dihat kirin, lê tenê yek ji vane jî nedikarî ji lêgerînên min re bibin bersiv. Şoreşgerî ne karê xatir xahiyê bû!..

Pêngava ber bi Apocîtiyê

Şeveke dirêj a zivistanê bû. D.K. wê şevê mêvanê me bû. Heya wê rojê tenê me ji dûr de hev dîtibû, me li ser lingan hev pirsîbû û axivîbûn. Bi gelemperî Velî ew dihatin û diçûn. Lêbelê serlêdana vê carê ne serlêdanek ji rêzê bû. Hîsek wisa bi min re hebû ku min digot teqez wê vê carê tiştekê bibêje, xeberek nû wê bide, ji xwe bendewariyek wiha jî hebû.

Behsa Kurdan kir ku ji nijada Arî ne, cihên bi cih bûne Mezopotamya, Mîsak-î Mîllî, mêtîngehî; bi dîroka wê re, çima û encamên wê re dirêj û dirêj behs kir. Herê zêde jî li ser serhildana 38’an ya Dêrsimê sekinî. Ew hîn berfirehtir vegut. Rûyê rast ê komkujiyê, dîroka tunebûna gelekê, netewekê, bi mînakên bijare û bi awayekê ku mirov hilweşîne tanî ziman. Tê bîra min ez heya hestiyên xwe veciniqîm. Em hemû bêdeng bibûn. Çawa çêdibû ku gelek heya vê demê tune hatibû hesibandin? Di tu pirtûkekê de navê Kurdistanê nîn bû. Navê welatê me Kurdistan bû, lê ev bi salan bû me jê re digot Komara Tirkiyê. D.K. didomand. Behsa ka Kurdistan çawa bû çar perçe, Sevr, Lozan, serhildanên Kurd an… Bidawî nedibû…

Weke ku tişta ku ez li pey bûm, min dîtibe. Gelek dîrok û mijar hîn di wê demê de hatibûn ji bîr kirin. Lê, hin tiştên destnîşankirî yên wek ‘Kurdistan mêtîngeh e. Gelê Kurd vê bi hêza xwe,  bi rêbertiya xwe re têkoşîna rêxistinbûyîn û rizgariya netewî bide: Kurdistana serbixwe yekgirtî a demokratîk, azad û geş, ava bibe…’ di serê min de hey xwe dobare dikirin. Zarokên vî gelî wê vê têkoşînê bimeşîne, ‘ewladên wê bi xwe… bi hêza xwe… bi rêxistinbûna xwe…’ Heya wê rojê kesê ev hevok bikar neanîbûn.

Şoreşgerî hembêz kirina zoriyane

Di 12 Adara 1975’an de ji bo cara ewil Dêrsimê şoreşgerên Kurdistanê nasî. Ji bo cara pêşîn em kadro, sempatîzan û alîgirên komê di meşekê de dihatin cem hev. Meşa ku li dibistana amadehiyê destpê kir heya avahiya hikûmetê, taxa jêr û ber bi mala mamosteyan dom kir. Hemû polîs û leşker ketibûn nav tevgerê. Wê rojê weke ku hemû Dêrsim rabibe ser pêyan. Pirr bi heybet bû. Darbeya faşîst ya 12 Adarê a leşkerî dihat lanet kirin. Dirûşma hevbeş, dirûşma ‘Lanet be 12 Adar ê’ bû. Yek jî dirûşma ‘Ji Kurdan re azadî’ bû ku ji bo cara ewil dihat gotin. Komek ji hevalan serê xwe bi exebaniyê girê dabûn ku piraniya wan hevalan ji Urfayê bûn. Piştî wan hevalan me jî yek ser heman dirûşm diqêra.

Heval Malûm Dogan li wêderê bû. Ji bo car yekemîn min ew ji nêz de didît. Li taxa Dag, li wê malê, min berê qet nedîtibû. Dema ku min ew nasî derfeta me a axaftinê jî çêbû. Min hin pirs pirsîn, xwest bersivnan bigrim. Bi taybetî di mijara feodalîzma li Kurdistan ê, revîzyonîzma modern û dirûşma ‘Ji Kurdan re azadî’ min jê pirs pirsîn. Heval Mazlûm jî: “Dirûşma ‘Ji Kurdan re azadî’ ne dirûşmeyek şaş e. Mirov dikare vê dirûşmê biqêre. Lêbelê teng û xwedî taybetmendiyek neteweperest e. Tenê ji bo Kurdan azadî ne bes e! Hewceye  mirov bikare hemû gelên li Kurdistanê hembêz bike!”

Kongreya damezirandinê 

Li ser partî, partîbûyîn lêhûrbûn, nîqaş û xebatên me dimeşiya. Heval Cemîl jî li destnivîsên ku me amade kiribûn dinêrî, li ser hin mijaran nîqaş vedikir. Pirsên cihêreng dikir, dîsan xwe dibersivand. A rast ev amadekarî bû. Lê, me nedizanî ka ev amadekariya çiye. Me wisa texmîn dikir ku wê ji hêla rêxistinî de biçin hin guherînan. Ji xwe di vê mijarê de me tu pirs nedikirin. Ji ber bi weşartî tevgerîna şoreşgerî û disîplînê, em li ser mijarên wiha de nediçûn. Bêdengiyek hebû û ev yek ne ji ber ku Rêbertî li wêderê bû, wiha bû. Min dişopand, lê her çend min li gor xwe hin tişt şêrove bikira jî fêm kirin û bi wate kirina wê zehmet bû. Dema ku Rêbertî xwarin dixwar jî car bi car li pirtûkan dinêrî. Pirs dipirsî, di hin mijaran de nirxandin dikir. Yanî çend kar bi hev re çareser dikir. Di wê kêliyê de dengê derî hat. Gotin, “erebe hat, amadeye.” Rêbertî bi yek carî rabû ser xwe û got, “Dê em herin!”   

Di dawiyê de em gihan gundê Lîcê Fîs ê. Hema nêzî çar rêyê, diket rastê cada mezin, gundek bi bexçe bû. Mala ku em ketnê ji derve mezin dihat xûyan. Em bi baldarî diçûn. Sibehê kongre destpê kir, axaftina destpêkê Rêbertiyê kir. Nîqaş bi berfirehî didomîn, li ser navê partiyê jî nîqaş pêşketin û pêşniyara ‘Partiya Karkerên Kurdistan ê’ ji aliyê hemû hevalan hat erê kirin. Piştî ku em ji Kongreya avakirinê vegerîn şûnde ji bo me pêvajoyek nû destpê kir. Êdî em PKK’yî bûn! Partiya me hatibû damezirandin, bername û rêziknameya me çêbibû. Ez hîn di bin bandora tiştên ku min jiyan kirî de bûm. 

‘Berxwedan jiyane’

Ji bo cara ewil ez li Îzmîrê rastê polîsan hatibûm. Ji ber berxwedana karkerên bornovayê ez girtibûm. Lêbelê vê carê cûda ye, ev êrîşeke berfireh e. Berpirsyariya rêxistinî giran bû. Parastina nirxan, ji her tişta ku zirarê bide dûr sekinîn, li hemberî her cûre êrîşên dijmin bi vîn, bi bawerî li ser lingan mayîn; ev yek jî di heman demê de şereke her alî ye. Bi taybetî jî tuyê ne di nav şert û mercên wekhev de şer bikî. Dijmin her cûre teknîk û amûrê bikar tîne, tuyê jî bi vîna xwe a şoreşgerî, bi wê baweriyê şer bikî.

Sibeha wê rojê ez di lêpirsîneke berfireh de derbas kirim. Di odeya ku Zekî Budak, Riza, Elî, Hamîlî lê bûn, xistibûn feleqeyê. Min ew ji dengê wan nasîn, dibe yên din jî hebûn. Çavên min girê dabûn. Ez wer bawrim çavê wan jî girtî bû.       

Mazlûm her kes gihand hev, ronahî xist nav her dilekê, tovên kîn û nefretê çand. Kesên herê kêrnehatî jî wê şevê li hemberî çalakiya Mazlûm ji xwe şerm kirin, pelçiqîn û daweşîn. Nivîsa ‘teslîmiyet îxanetê, berxwedan serkeftinê tîne’ hebû. Me ji nû de dîsan dest bi nîqaşa wê kir. Dijmin îxanet ferz dikir û lez dabû sîxurtiyê. Rêheval Mazlûm ji bo ku dorpêça vê îxanetê bişkêne, di şeva Newrozê de dest bi çalakiyek wiha da. Û rewşa xirab a heyî da sekinandin. Lê hewcebû her kes tiştekê bike. Bê guman şêweyê çalakiya çaran, amadekarî, heta dawiyê bi biryarbûyîn pirr girîng bû. Ger çalakiyek wê bi ser çalakiya Mazlûm de zêde biba, lazim bû di cih û dema xwe de û teqez bi ser biketa. Ji bo çalakiyek bi vî rengî jî bawerî û wêrekiyek mezin hewce bû. Dijmin ji agir tirsiya, ji qêrîna serkeftinê tirsiya, ji perçeyên canê ku diweşiya, ji xwîna ku diherikî ditirsiya. Ji bo carekedin dijmin ji PKK’ ê wiha bi xofê ket. Nexwe PKK ev e!  

Ji pênûsa Sakîne Cansız