17 salên desthilatariya AKP’ê: Çem û gir hatin talankirin

- Newaya Jin
1.5K views

AKP’ê di 17 salên desthilatdariya xwe de li her çar aliyê Tirkiyê li qadên xwezayê madenên kanê, santralên HES’ê, santralên termîkê, projeyên mega xist jiyanê û di demên dawî de jî talana xwezayê zêde kir. Bi yekdestîbûn a Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ), muafiyetên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) û bi hevkariya gelek qanûn û rêziknameyên wek Pêşnûmeya Qanûnî ya Prastina Curbicurkirina Biyolojîk rant heta îro berdewa

Hilweşîna ekolojîk û bandora neyînî

Li gorî guherîna di Qanûna Teşkîlata Karê Avê ya Dewletê de riya taybetkirina avê hat vekirin. Guherîn bi vê jî sînor nîne. Li gorî vê wê daristan hem dewrê sektora taybet bê kirin hem jî wek qada depokirinê bê bikaranîn. Xala wek ‘dewlet dest dide ser xwezayê’ tê zanîn, hukmên sînorkirinên li pêş projeyên talanê rakir. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê li seranserê Tirkiyeyê 2 mîlyon nîv hektar qadên sît li ber çavan derbas kir. Hinek cih ji qada sît hatin derxistin û hinek jî asta wan hat xistin. 

Di 2015’an de, meha Tîrmehê de bi pêvajoya pevçûnê re talana xwezayê jî destpê kir. Li Cizîr, Nisêbîn û Colemêrgê beşek mezin a daristanan hat şewitandin. Sewalên kovî hatin qetilkirin. Di pêvajoya dawî de li Grava Marmara, Mugla, Kestel, Îznîk, Seyîtgazî, Eskîşehîrê û gelek herêmên din şewata daristanan hat jîn. AKP’ê her wiha lihevkirinên nukleerî jî kir. Li Mersîn Akkuyu, Sînop Abalî, Îgneada hat plankirin ku santrala nukleerê bê avakirin û li Akkûyu hîmê vê avêt. Ev projeyên ku rê li ber gelek xetereyan vedikin, gelek caran ji aliyê gel ve hat protestokirin.

Talana xwezayê

Her wiha li Deşta Alp ya qada sît ê û di navbera sînorê şaredariya Alpu û Tepebaşi ya Eskîşehîrê ye jî tê xwetin ku santrala termîkê ya bi komir bê avakirin. Herêma Behrareş ya bi çem, hewa, daristan û nebatên endemîk tê zanîn, di nav lepê polîtîkayên rantê de ma. HES’an çem ziwa kirin. Tesîsên li daristanan hatin avakirin, ekolojî xera kir. Li gorî daneyên Wezareta Karê Av û Daristan ê, di 10 salan de li Behrareş bi giştî 203 HES hatine çêkirin. Înşata 20 HES’an didome. Ya 123 heban jî di asta çêkirinê de ye.

Li herêma Cerattepe ya Zozanên Kafkasor a Artbînê madena zêr a Cengîz Holdîng rastî bertekên mezin a gel hat. Tevî vê dest bi xebatan kir. AKP’ê destûr da înşata Cengîz û pêşî li talankirina Cerattepe vekir. Ligel birîna daran, bermahiyên jehrî yên têje metalên giran tevlî çeman bûn. Projeya Yeşîl Yol, ya 2 hezar û 600 kîlometre rê ya 8 bajaran bi hev girê dide ya li Artvînê dihat plankirin bê çêkirin, rastî bertekan hat. Ev projeya bi hinceta ‘turîzma rê’ hat çêkirin, rê li ber texrîbatên mezin vekir. Ji ber polîtîkayên şaş, ji ber nekontrolkirina fabrîkayan û avêtina bermahiyan, çavkaniyên avê qirêj bûn. Di serî de jî gola Beyşehîr û Çemê Ergene tê. Li Gola Beyşehîr a Konyayê masîvanî qediya. Çemê Ergene ya li Trakyayê terkî bermahiyên fabrîkayan hat kirin. 

40 hezar dar hatin birîn

Li gelek herêmên Egeyê, ji bo santralên termîkê bi hezaran darên zeytunan hatin birîn. Di serî de jî komkujiya daran a li Yirca ya girêdayê Soma ya Manîsayê tê. Li gundê Okluk a Marmarîsê jî li qada 65 hektarî ji bo qesra havînê ya serokomariyê 40 hezar dar hatin birîn. Her wiha daristana ODTU’yê jî di şevekê de tune bû. Stenbolê jî nesîbê xwe ji vê girt. Bi projeyên ‘Daristanên Mega ên Bakur’ ji talanê re hat vekirin. Her wiha gelek projeyên din yên wek vê pêk hatin û xweza bi vê hat talankirin.

ARI KOVANLARININ BULUNDUĞU BÖLGEDE YANGIN

Proje wê ji Gola Kuçukçekmeceyê dest pê bike û heya Bendava Sazlidere wê bidome, ji gundê Sazlibosna derbas bibe û heta rojhilatê Dursunkoy biçe; ji Baklali wê derbas bibe û piştî vê wê bigihêje Behrareş. Ev proja ku hewzayên komkirina avê talan dike, zirarên wê jî bê sînorin. Daristanên Bakur jî rastî talana pira sêyemîn û balafirgeha sêyemîn hat. Li daristanê jiyan neyînî bi bandor bû. Sewalên kovî qadên jiyanê û xwarin nedîtin. Hikûmetê herî dawî li Çiyayên Kaz, , Gola Salda û Heskîfê hilweşîn pêk anîn û ligel vê jî hilweşîn li Fatsa, Fînîke, Sarok jî didome.

Li Mûnzurê 43 hezar û 350 hektar qad wek qada madenê hat îlankirin. Li Mûnzurê bi giştî 145 projeyên madenê hene û ruhsata hatiye dayîn jî Çavînên Mûnzurê, Ava Mûnzurê, Geliyê Mercan, Sulavên Kirk Merdiven, Tulîn Tepe, Tepecîk û hoyukên Pilurê digire nav xwe.

Di çarçoveya porojeya Bendeva Ilisuyê de xala ji bo barkirina Heskîfê jî di qanûna tûrik de hat bicihkirin. Herî dawî di rojên borî de Heskîf hat dînamîtkirin. 

Şîrketên herî zêde para wan di hilweşîn û rantê de heye wihane:

* Cengiz Holding: Şîrketa herî çavsor a van axan

* Nurol Înşat: Bendava Ilisu û HES, Marmara, Bendava Kurtun û Bendva Oymapinar.

* Koma Şîrketên Agaoglu: Proja Avahiyên 1453 a Maslak, Agaoglu My Home Ayazaga, Navenda Fînans a Stenbolê, My World Europe, My Home Yeşil Maslak, My Office Ataşehir, My Towerland, My Office Gold, My Prestige.

* Lîmat Holdîng: Sêyemîn Pira Stenbolê, Sêyemîn balafirgeha Stenbolê, bendava Yusufelî û HES, Bendava Uzuçayir û HES, Bendava Tatar û HES, Bendava Pembelîk û HES, Bendava Alkumru, Lîmana Çîmentoya Îgneada.

* Kolîn Înşaat: Pira sêyemîn a Stenbol, Balafirgeha Sêyemîn a Stenbol, riyên bihev girêdayî ya Marmara Bakur, Santrala Termîk a Soma, Bendava Yusufelî û HES.

* Çalik Holdîng: Proja Nûkirina Bajarvanî ya Tarlabaşi, Proja Veguhestina Fener Balat, Santrala Termîk a Çatalagzi, Adacamî HES, Santrala Termîk a Çankirî, Metropol Stenbol, Avahiyên Şehrîzar, Madena Zêr a Çopler.

*Kalyon Înşat: Balafiregeha sêyemîn a Stenbolê, Projeya zozankirina Taksîmê, Riya Stenbol- Şîle-Agva, Xeta Melen Îshale. 

*Hattat Holdîng: Dîamond of Stenbol, Santrala Termîka Amasra Hema, Santrala Termîk a Bartin, Santrala Termîk a Kîreçlîk.

* Doguş Holdîng: Galataport, Poroja Parkormanî ya Fatîh, Boyabat HES.

*Alarko Holdîng: Santrala Termîk a Karabîga, Projeya Xeta Metro ya Beşîktaş-Parka Findikli, Bendava Karakuz û HES, HES Tohma, Berdan HES, Hasanlar HES. 

Çavkanî: JIN NEWS