19 Tîrmehê berdewama çanda xwedavenda dayîk e

- Newaya Jin
624 views

1Li rojhelata navîn û bi taybetî jî li Mezopotamya jorîn, beriya niha pênc hezar sal an çanda dayîka xwedavend bi rengekî herî kûr dihat jiyan kirin. Mirov dikare vê çandê weke koka jiyana morvahiyê bigire dest û binirxîne. Ji ber ku ev çand dibe şêwaza jiyana mirovan a despêk ê; her mirovek jiyana xwe ligor vê ava dikin û her vedîtineke jiyanê dibe çanda wê civak ê. Ev çand bi taybetî li dora jinê tê honandin. Ji ber vê, jin di pêşengiya vê çandê de hêmaneke diyarker in.

‘Bi eşq beşdarî nav jiyanê dibin’

Bê goman ev yek bi xwezaya jinê ve girêdayî ye. Ji ber xwezaya jinê a hem afirîner e û hem jê gerdûnî ye, li milekî dinê jî jin di her keşfeke xwe de, naskirina wê ya ji xwezayê re dihişt ku civat li dora wê kom bibe. Ev kombûyîn rengê çanda civaka azad û wekhev e. Ji ber di vê kombûyînê de tu cûdahî di navbera civakan de an jî mirov û xwezayê de nîne; xwezaya yekemîn û xwezaya duyemîn di nava hevsengiyekê de jiyana xwe didomînin. Bê ku kiryar û kirde (ozne-nesne) bikeve navbera xweza û mirov, mirov û mirov de, her zîndiyekê/î di nav jiyaneke wehkhev de jiyana xwe didomandin.

Li vê derê zîhniyet an jî kesayeta dayîka xwedavend diyarker bû. Ji ber ku civakan di kesayeta dayîka xwedavend de hebûna xwe didîtin. Jin hem di aliyê afirîneriya xwe de, hem jî di rêvebirina civakê de xwedî zîhniyeteke azad bû. Bi wekheviyê, heqîqeta civakê û xwezayê temsîl dikir. Ev çand dibe şaristanî û rehên xwe berdide nava axa ku mirovahî li ser jiyan dike. Her kes ji vê  çandê sûd werdigire. Ji ber ku di vê çandê de heskirin, wekhevî, bawerî û eşqa jiyanê dibînin, dixwazin bi vê eşqê beşdarî nav jiyanê bibin. Lêbelê zîhniyeta desthilatdar ku ji çanda mirovahiyê dûr e, êrîşên mezin dibe ser çanda xwedavend dayîk ê.

‘Têkoşîna jiyana azad’

2Jı ber pergala desthilatdar di kesayeta jin dayîkê de çanda demkrasî û azadî yê dibîne, ji bo têkbirina vê çandê dikeve nav hewldanên mezin. Şerê Înanna û Enkî, Mardûk û Tîamatê yek ji şerên herê bi nav û deng in, ku jin dayîk bi têkoşîneke mezin hewl dide çanda civaka azad li hemberê êrîşên zilamê xasûk biparêze. Ev şer yek ji şerên li dijî çanda demokratîk a xwedavenda jin bû.  Bitaybetî jî bi xistina kesayeta jinê, xwestin vê çandê perçe perçe bikin, belav bikin û bixin bin tehekûma xwe de. Ji ber vê yekê jî hemû rêbazên ji derveyî exlaqê mirovahiyê bikar tînin. Lêbelê çanda dayîkê weke ku em îro jî dibînin, di her kêliya dîrokê de xwe dide jiyan kirin.

‘Her civak li ser kokên xwe ava dibe’

Di dîrokê de bi navê ol xwestin jinê yan jî civaka xwezayî têxin bin perdeya reş. Hemû rastiyan ji nedîtî bên, ji cewherê wê derxînin û bi civakê bidin qebûl kirin. Zanista ku çanda herî dewlemend a ku pêşketinan di hundirê xwe de dihewîne ji nedîtî hatin û yên herî zana nezan, paşketî hesiband. Bi navê pêşketinan rastiyên civakî ji cewherê wê hatin dûr xistin, bi  tiştên heyî bi cîlayek ku li ser hatî xistin, careke din pêşkêşî civakê dikin. Ev êrîşan li ser çanda jinê bandorek çêkiribe jî ew çend bibandor nebûye û çanda xwedavend dayîkê di her kêliya dîrokê de xwe daye jiyan kirin. Civak rastî kîjan êrîşan bên bila bên, civakên wiha resen tu caran dest ji çanda xwe ya destpêkê bernadin. Ji ber ku ev çand, çanda bi kok a vê erdnîgariyê ye û civakîbûna mirovahiyê ye. Dema derfetek herê biçûk bê avakirin, carekedin her wekî ku li ser van axan jiyanek dabûdestpê kirin, dîsan xwebûna xwe vedigere û dîsan li ser rehên xwe şîn dibe. Ji ber ku her civak li ser kokên xwe ava dibe. Weke ku bi dengeke berz gazî bike û bibêje; “ez ev im, çanda min ev e.”

‘Jinê xweşikbûna di ruh û beden de derxis holê’

Mînaka vê rastiyê jî îro li Rojavayê Kurdistanê şênber tê jiyan kirin. Bi taybetî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû ji nû de vejîna çanda xwedavend dayîk; çanda ku hezar salan li ser axa Mezopotamya yê jiyana xwe didomand. Îro carekedin ev çanda xwedavendî li ser vê axê li berxwe dide. Bi vê vejînê re civakê carekedinê xwebûna xwe derxiste holê. Bi taybetî jî jinan bi reng, deng û fedakariyeke mezin beşdarî nav vê şoreşê bûn, bi vî ruhî şoreşa 19′ ê Tîrmehê bi eşqeke mezin pêşwazî kirin. Ji ber wê, her tim ev roj di xeyal, ruh û zîhniyeta xwe de jiyan dikir û dida jiyan kirin. Jinê xweşikbûna di ruh û beden de derxis holê.

MANSETBê ku kelemên li pêşiya xwe nas bike, sînga xwe dike sîper ji bo azadî yê. Bê ku bikevin nav dudiliyan, bê ku tirsê jiyan bikin, daketin kolanan; bi eşq, bawerî û hêviyê beşdarî nav reqsa azadiyê bûn. Ji ber vê em dibêjin; şoreşa 19′ ê Tîrmehê, şoreşa jinê ye. Ev şoreş tolhildana hezarî salan a li dijî pergala desthilatdar û zîhniyeta wî bû. Bi vê şoreşê re jiyana azad û wekhev birêxistin kirin. Jinê cihê xwe di vê şoreşê de di asta herî pêş de girt. Bi vê re jî nema, li her devera welat xwe birêxistin kir. Li her bajar, bajarok, gund û kolanan de komunên xwe yên xweser ava kirin, xwe birêxistin kirin. Ji bo xwe pergala komunan wek çavkaniya jiyaneke nû dîdîtin û li ser vê bingehê xwe ji nû de birêxistin kirin. Di van komunan de hem xwedî nêrîn bûn, hem jî dikarîbûn ji bo pirsgirêkên jinan û jiyanê rêbazên herî çareserker pêş bixînin.            

‘Ziman nasnameya xwe îfade kirinê ye’

Bêguman ev tevlîbûna jinan ne tenê bi jiyana komunan re sînordar ma, jinan di her qada civakê de cihê xwe girtin. Di qada polîtîk de jî jin bû xwedî nêrîn û karî nûnertîya civaka xwe bike. Di qada aborî de jî jin xwedî bandoreke esasî û çêker bûn. Ji bo cara ewil di Rojavayê Kurdistanê de jin, ji bo xwe qadên xebatê yên xweser ava kirin. Wekî qadên çandinî, dirûnxane û hwd. Li aliyeke din de jî jinan ji bo xwe qada perwerdeyê, pêşxistina zimanê zikmakî weke qadeke xebatê a bingehîn dîtin û pêş xistin. Jinan baş dizanin ku ziman hebûna wê ye. Ziman nasnameya xwe îrade kirinê ye. Ji ber vê, her qadên jiyanê kirin cihê fêrkirina zimanê dayîk ê. Di her bajarekî de malên jinan hatin avakirin.  Ev cih ji bo pêkanîna pêdiviyên jinan hatin vekirin. Armanc, çi ji hêla pêşeyî û çi jî ji hêla perwerde kirinê de, pêşxistina jinana bû.      

‘Jiyanek bê parastin, jiyanek mirî ye’

Perwerdeyên birdozî ji bo jinan bûn hêza xwe naskirin, dîroka xwe naskirin û bi nêrîna xwe pêşengî ji jiyanê re kirin ê. Erka herî girîng a jinê yek jî parastin bû. Jinê ev erka xwe di asta herî jor de pêk anî. Jinan biqasî ku girîngî didan perwerdeyên zanistî, civakî û siyasî, ewqas jî girîngî bi perwerdeya xwe parastinê didan. Ji ber ku baş dizanîn ku jiyanek bê parastin, jiyaneke mirî ye. Jinan hem perwerdeya leşkerî û xwe parastinê didîtin, hem di her qadeke parastinê de cih girtin û bûn xwedî erk. Ji ber ku jinan baş dizanî, pergala ku ava bike, bê parastin ne gengaze ser lingan bimîne û hebûna xwe berdewam bike. Ji bo ku di jiyana xwe de azadî û wekheviyê misoger bike; parastin pêdiwiyek bû ku bê wê ne gengaz e xwe birêxistinek3 demdirêj bête avakirin.

Ev pergala ku îro jin li Rojavayê Kurdistanê ava dikin, ji bo ku carekedin rastê êrîşên desthilatdaran neyê, pêwîstî bi xwe birêxistin kirina qadên parastinê heye. Çavan ku di dîrokê de civakan bi têkoşîna xwe, bi pergala xwe, xwe heya roja me a îro parastibin û hemû êrîşên heyî vala derxistibin, îro li Rojavyê Kurdistanê jî jinan bi birêxistin kirina xwe û hêza xwe ya parastinê hemû êrîş vala derxistine.

‘Tu êrîş nikarin berxwedana gelan têk bibe’

Dema ku mirov van rastiyên civakî digire dest û dinirxîne, mirov pirr zelal dikare bibîne ka civakên xwezayî çawan heya roja me ya îro karîne xwe li hemberê êrîşan biparêzin. Ji ber vê çendê jî tu êrîş nikarin berxwedana gelan têk bibe, berxwedana hêzên demokratîk ji holê rake. Ji ber ku her saziyek, navendek ku hatine avakirin, berhema çanda jina xwedavend e. Ji bo vê em dibêjin; îro a li Rojava tê jiyan kirin, berhema çanda dayîk e, dengê berxwedêr a jin dayîkê ye.

Jin bi pergal in û di her qadeke civakî de rêxistinkirî ne. Ev rêxistinbûyîn wê bibe modeleke nû di Rojhelata navîn de û wê bibe dengê çareseriyê ji bo hemû jinan. Bi wê şêwazê em dikarin bibêjin; ‘dîrok di roja me ya îro de dijî.’ Bi jiyan kirina dîrokê re wê rengê xwe ji nû de bigire. Ev jî wê ji bo hemû gelên li herêmê bibe menewiyat, hezkirin û baweriya jiyaneke nû a bi hev re. Çawa ku mirovahiyê di civaka xwezayî de, bi pêşengiya jin dayîkê, di nava jiyaneke aram û demokratîk de jiyan kir, wê îro dîsan jin pêşengiya jiyaneke wiha bikin. Ji ber vê em dibêjin, 19′ ê Tîrmehê vejîna jinan û hemû gelên herêmê ye.