8’ê Adarê û Îdeolojiya Rizgariya Jin

- Zeynep ERDEM
820 views

JIN JIYANDi tekoşîna çil salan ya Tevgera Azadiyê de jinên Kurd di her rojeke salê de dîrokek bi cih kirine. 8’ê adarê jî yek ji van rojane.

Di 8’ê adara sala 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îdeolojiya Rizfariya Jinê îlan kir. Bê guman jinên Kurd heyanî wê rojê di tekoşîna azadiyê de gavên gelek mezin avêtibûn. Hêza berxwedaneke bê hempa nîşan dabûn. Di hemû qadên berxwedanê de bûn xwedî têdikoşîneke bê hempa. Tirsa ku dijmin di dilê gelê Kurd de dabû avakirin, şikandibûn û bibûn pêşengên jiyana berxwedêr. Lê rêberê gelê Kurd ev bes nedîdit.

Desthilatdariya zilam bi hezarên sala xwe li ser civakê birêxistin kiribû, jin di nava civakê de ker û lal hatibû hîştin, zar û ziman jê hatibû stendin. Ji artêşan bigire heyanî saziyên civakî hemû di bin kontrola zilam debûn. Jin jî di bin vê desthilatdariyê de heciqîye. Bê guman têkbirina vê desthilatdariyê bi hêzeke mezin ya jin gengaz e.

Ji bo ku jin bikaribin vê desthilatdariyê têk bibin û bi jinê re civak jî azad bibe; Îdeolojiya Rizgariya Jin pêdiviyeke bingehîn e. Rêberê Gelê Kurd vê rastiyê dibîne. Di heman wextê de hêza jinan ya vê îdeolojiyê bixe meriyetê jî heye.

Herwiha cûdatiya Tevera Azadiyê ya ji tevgerên din yên şoreşger û sosyalîst jî berbiçav dike. Di tevgerên şoreşger û bi taybet tevgerên sosyalîst de despêkê azadkirina axê û xelasiya civakê esas tê girtin. Mafê jinan û azadiya jinê dihêlin piştî şoreş ê. Hemû tevger û partiyên ketin nava vê helwestê di demeke kurt de şibiyan yê hemberî xwe û têk çûn. Civakeke ji ya berya xwe bindesttir avakirin û bûn serdestên herî mezin. Di civakekê de jin nebe xwedî maf, bindest be, civak jî nikare azad bibe. Rêgeza sosyalîzmê ya bingehîn azadiya jinê ye. Lê, mixabin gelek tevgerên sosyalîs pisrgirêka azadiya jinê ji nedîtîve hatine û bi vê yekê emrê xwe kurt kirine. Ev taluke hemû di nava Tevgera Azadiyê de jî hebûn. Di encam de zilamê ku jin mil bi mil di eniya şer de pêre ye, ji nava vê desthilatdariyê hatiye. Li dijî dijmin xwedî hêrseke mezine, lê ewqas! Piştî wê zêde tiştek nîne. Bi hemû taybetmendiyên xwe yên paşverû bi jinê re dimeşe. Ev ji bo jinan talukeyeke mezin e. Berxwedan û şer kirin têra vê paşverûtiyê derbaskirinê nake. Ji bo vê jina Kurd xwedî hêzeke birêxistinkiri ya mezin e.

btm-kadin-miting3Heman paşverûtî bi jinê re jî heye. Bi mehû taybetmendiyên xwe yên klasîk di eniya şer deye. Hêza têkbirina serdestiya zilam îradeyeke azad û serbixwe dixwaze. Rêberê Gelê Kurd van taybetmendiyên di nava tevgerê de derdikevin pêş ji nêz ve dişopîne. Herçend asteke bilin hatibe avakirin jî vê yekê bes nabîne. Pêşengiya ji gelê Kurd re jî bes nabîne. Hedefa pêşengiya ji mirovahiyê re dide pêşiya jinên Kurd. Li ser vê yekê Îdeolojiya Rizgariya Jin îlan dike. Pênc rêgezên bingehîn yên Îdeolojiya Rizgariya Jin hene; Jin bi ax û nîrxên xwe yên bingehîn ve girêdayî ye ji ber wê jî welatparêzî rêgeza yekemîn e. Ji bo ku jin bikaribe bibe xwedî îrade û bi jinê re civak azad bibe lazime bibe xwedî fikr û vîna azad. Bê guman saziyên desthilatdariya zilam xwe baş birêxistin kirine. Ji bo bikaribe van saziyan têk bibe û civakê li dora xwe kom bike lazime xwe birêxistin bike. Ji bo jiyaneke azad tekoşîn kirin jî rêgeza çaremîn e. Jin xwedî xweşikahî û estetîka jiyanê ye. Ji ber ku ev xweşikahî hemû jê hatine stendin, di fikir, îrade û xwe îfadekirinê, tevgerandinê de estetîk û xweşikahî rêgeza pêncemîne.

Pêvajoya ku di 8’ê adara sala 1998’an de hate avakirin ji bo jinên Kurd pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê bû. Jin li ser teorîya qutbûnê ketin nava lêhurbûneke mezin. Di heman demê de Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan ji bo zilam jî hedefa kuştina zilam danî holê û di destpêkê de behsa xwe kir. Zilamtiya ku li dijî wî şer kiriye danî holê û got; ´Min zilamtî di xwe de kuşt!´

Ji wê rojê û heya roja meya îro li ser van rêgezên bingehîn di nava tekoşîna azadiyê de jin bûne temînata hebûnê. Jinan li dijî paşverûtiyên xwe û yên zilam şerekî mezin dan meşandin. Şerê avakirina şexsiyeteke azad, şerê bingehîn ya Tevgera Jina Kurd e.

Îro li herêmê ne tenê civaka Kurd, hemû gelên herêmê di bin talukeyên mezin dene. Hemû endamên tevgera azadiyê li herêmê di nava berxwedana parastina nîrxên mirovahiyê dene. Bê guman pêşengiya jinan bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Sekna jinan di nava şer de, ji şerkirina wê bigre heyanî xweşikahiya wê ya estetîk bala humû cîhanê dikşîne. Ev cesaret û xweşikahî bê guman xwe dispêre rêgezên Îdeolojiya Rizgariya Jin. Yên vê paşerojê nizanibin û neşopandibin şaş û matmayî dimîn.

Lê em dizanin ev xweşikahiya jiyanê xwe dispêre vê mîras ê. Ji ber wê jî Rêberê gelê Kurd dibêje; Yê şerbike azad dibe, yê azad bibe xweşik dibe, yê xweşikbe jê tê hezkirin.

Bi van xweşikahiyên jiyanê 8’ê adara we pîroz be.