Akademiyan çi guherand?

- Hevîdar XALID
639 views

Akademiyên fikrî yek ji van navendên girîng yên perwerde û hînbûnê ne ku guhertinên bingehîn di jiyana mirovan de didin çêkirin. JineolojiJi despêka dîrokê û heta roja me ya îro, akademiyan rolek pîroz di perwerdekirina mirovan de ji gelek aliyan ve lîstiye. Ji ber ku rolek girîng û bingehîn di avakirina ferdê demokrat û azad de dilîze. Her wiha rolek mezin di avakirina civakek axlaqî û polîtk de jî dilîze û ji bo ku ev civak xwe bi xwe, bikaribe xwe ji tevahî siyasetên pergala desthilatdar biparêze; pergala ku bi her cûre amûrên di dest xwe de li ser civakê cehalet û nijadperestiyê ferz dike.

Avakirina civak û ferdên azad

Bê guman avakirina pergala akademiyên azad, yên ku xwe dispêrin feraseta jiyanek demokratîk û azad, akademiyên ku bingehê hizrandinek vekirî û rêbazê perwerdeyek ji pergala heyî cihê pêşkêşê civakan dikin, girîng in. Ji ber ku bi sedsalane pergala serdest bi pergala perwerdeyê a ku hizr û ramanên kes, civakê ditevizîne, hewl dide civak û kesên bê lêger ava bike. Civak û ferdên ku azad dihizirin û tev digerin ne ligor van civakên desthilatdar in.

Di tevahiya dîrokê de gelek tevgerên demokratîk yên ku ji bo pêşengtî ji civak ango feraseta xwe a jiyanî bikin, derketin; ji bo ku bikaribin kadroyên xwe perwerde bikin jî gelek rêbazên cûda bikaranîn. Armanc ew bû ku bikaribin di riya van perwerdeyan de parastina doz û ramanên xwe yên felsefî bikin. Daku bikaribin feraset û felsefeya xwe ya jiyanê ya ku pê banga jinanek cihê dikin, bawer dikin, biparêzin. Ji xwe gelek akademiyên felsefe û zanistê yên di demên cûda de jî bi vê armancê vebûne. Armanca hin ji van akademiyan jî civaka ku ji aliyê pergala desthilatdar û hiyerarşîk ji her cûre nakokiyan dûr tê xistin, li şûna kes û civakê difikire, parastin e.

Girîngiya navendên perwerdê

JIN U PERWERDE-3Ji bo ku xwe û civaka xwe perwerde bikin, gelek cih û navendên perwerdeyê avadikin. A rast rola akademiyên fikrî yên di roja me ya îro de dilîstin. Lê, ji yên niha cihê bûn. Civak û kes jî bi xwe re pêş dixistin, nêrînên xwe hevbeş dikirin û bi civakê re nîqaş pêşdixistin. Helbet bi demê re ev mekanên ku ji bo perwerdê dihatin avakirin dibûn navendên têkoşîna li dijî kiryarên zîhniyeta koletî û desthilatdariyê yên li ser civakê dihatin ferz kirin. Ji ber ku civak bi zanist û ferasetek azad a ku dihizire, bi vîna xwe biryar dide û tevdigere, dihat perwerde kirin. Civakê jiyanek polîtîk û exlaqî ji xwe re esas digirt û ligor wê tevdigerî. Her wiha ev rêbaz dibû rêbaza herê avaker a ku ji bo ferd bikaribe xwe birêxistin bike û vîna xwe ya azad di her dem û kêliyê de bide nîşandayîn.

Di roja me ya îroyîn de jî akademî di guhertin û veguhertina jiyana jinan de xwedî rolek girîng bûye. Bi taybetî jî akademiyên fikrî yên xweser ên jinan ku navendên herê bi hêz yên afirandina hizrî a ji hêla jinan e. Her wiha navendek xwe îfade kirin û birêxistin kirina jinê ye. Ji bo vê yekê, ji her demê zêdetir pêdiviya jinan a ji perwerdeyê re derdikeve holê. Pêwîste her jinek bi awayek çalak ji bo ku bikaribe xwe avabike, bibe xwedî kesayet, her wiha bikaribe di xwe de rêbaz û rêgezên azadiyê bide destpê kirin, beşdarî perwerdeyan bibe. Ji ber ku perwerdeyên fikrî girîng in, kesayet dikşîne nav lêgerînek kûr a hizrî, mîna ku mirov bibêje berxwedana herî mezin a li dijî zîhniyeta desthilatdar e ku her cûre zilm û zûriyê li ser jinê dide meşandin.

Têkoşîna exlaqî û civakî

Bi rêya van akademiyên ku jin tê de perwerde dibînin, rê li pêşiya jinan vedibe daku bikaribin xweseriya xwe bidest bixin, azad bijîn û bihizirin. Baweriya wan a ji xwe tê çêkirin. Kesayet xwe ji nû de avadike, hizr û ramana ku ´ez nikarim´ ji holê tê rakirin. Îro akademiyên fikrî yên jiyana azad gihane astekê û bûne yek ji navendên sereke yên ku hêza jinê derdixîne pêş, kesayeta jinê avadike, baweriya wê ya bi têkoşîna civakî û exlaqî mezin dike.

Bê guman a herê girîng jî ew e ku akademî rolek hêja di avakirina zîhniyeta azad de dilîze û riyên guncav yên çareseriya pirsgirêkên jinan re dibîne. Pirsgirêkên biçûk bigire heya yên mezin ku ji aliyê pergala desthilatdar ve tên avakirin û her ku diçe kûrtir dibe, encax bi rêya van akademiyan û fikreke azad a di vir de derdikeve holê, dikare bê çareser kirin.

Jiyan fêm kirin

JIN U PERWERDE-1Dîsan jin dikarin li van cihên ku navendên têkoşînê ne, xwe ji hêla fikrî û çandî de pêş bixînin. Ne tenê xwe pêş bixînin, di heman demê de dikarin xwe bi awayek xûr rêxistin bikin. Ji ber ku xwe perwerde kirin gava yekemîn a ber bi azadî û jiyana demokratîk ve çûn e, gavek din a ber bi guhertin û veguhertinê ye. Bê guman perwerdeya ku li ser hîm û ramanê jinê û her wiha li ser bingehê feraseta jina azad tê pêşxistin rolek mezin di avakirina civakê de dilîze.

Ev akademiyên fikrî yên ku bi keda jinan a sedsalan hatiye avakirin, îro li rojavayê Kurdistanê bûye hêviya jiyanek azad a tevahiya jinan. Ji ber ku îro êdî hemû jin rizgariya xwe di nava van akademiyên jiyana azad de dibînin. Her wiha bandorek mezin ya naveroka perwerdeyê jî li ser jiyana jinan a rojane û asta wan ya zanebûnê zêde dike. Ew êdî di ferqa ´çawa jiyan kirin´ ê de ne.

Wek encam jî mirov dikare bêje ku akademiyên jinê yên li Rojavayê Kurdistanê guhertinek mezin di jiyana jinan de daye çêkirin. Bi taybetî jî di mijara derbaskirina qalibên hişmendiya koletiyê ku bi sedsalane pergala heyî li ser ferz dike. Jin ji her demê zêdetir di vê demê de karîbû di her qadeke civakê an jî pêvajoya bisazîbûnê ku di nav civakê de bi lez û bez pêş diket re beştariya xwe bide çêkirin û têkoşîna xwe ya azadiyê pêş bixîne.