Armanca pergalê, lewaz kirina hêviyên têkoşînê ye

- Evin ZİLAN
690 views

2-Dema ku em behsa îranê dikin dibe ku yekem tişta tê bîra mirov dewlata dagirker û çewsîner a vê pergalê be. Ev li aliyekê rastîya xwe ya berbiçav heye û nayê înkar kirin, lê li aliyêkî din jî Îran weke çand û coxrafiya welatek here dewlemend e ku rexmê ew qas zext û dagirkariya li ser gel û bi taybetî jî li ser jinê, ev yek jî ji bo gelên li ser vê axê dibe hêvî û ji mirovan dibe çavkaniya bi hev re jiyan kirinek bi hev re a hemû gelên ku têkoşîna azadiyê didin. Bê goman ev xweşkbûn ne ayidê dewlet û hêzên desthilatdar in; ev pergal ya civak û dîroka dewlemed a vê civakê ye. Li Îran û rojhilatê Kurditanê dema ku em rewşa jinê jî dinirxînin, bêgoman bê  ku em van mijaran pişt guh bikin an jî ji nedîtî bên nagirin dest û nanirxînin. Raste, civak xwedî dewlemendî û xweşikbûnên pirr cihê ye, lê mixabin bandora pergala deshilatdar û teokratîk a Îranê li ser jiyan û hebûna vê civakê pirr zêde ye û li ser bandor daye çêkirin, bitaybetî di roja îro de ku em bigirin dest û binirxînin, tiştêk bi navê jiyan ji jinan re nehîştine.

Ji bo jinan jiyan wek girtîgehê dimîne

Dewleta qaşo îslamî û bi navê îslamiyetê heya dawiyê hişmendiya xwe ya nêr û babiksalar li ser civak û jinê daye ferz kirin. Her car ji bo guhertina pergalê jinê weke amorekê bikar tîne, hezar û yek sozan ji bo guhertina rewşa jinan didin, lê piştî ku serkeftinê bidest dixin, di encamê de weke xwe dewam dikin, her gotinên ku ji bo bidest xistina desthilatdariya xwe wê demê dabûn ji bîr dibin. Ji ber vê çendê jî her ku diçe di rewşa jinê de paş ketin çêdibe, lê pêş ketin çênabe. Ji xwe şoreşa Îranê ger ne ji beşdarbûna jinan bûye nedikarîn serkeftinê bidest bixin. Piştî şoreşa komara îslamî ya Îranê ji xwe rewşa jinan her ku çû xirabtir bû û jiyan ji bo jinan weke girtîgehekê lê kirin. Ew qas serok komar hatin guhertin, lê her yek ji yê berê xirabtir, ji yê berê zêdetir mudaxeleyê rewşa jinê a di nav civakê de dike û dixwaze bandora feraseta desthilatdariya xwe di nav civakê de bide çêkirin. Heya demekê ji 60% xwendekarên zanîngehan jin bûn, lê niha ji bo ev rêje dakeve û jin nexwînin, gelek beşên pêşeyê nadin xwendekarên jin. Propagandayên dewletê yên ji bo malbatêkî baş çêkirina zarokên zêde ye û di vê mijarê de jî hewldanên wan yên teşwîq kirinê bi rêbazên cûda cûda tê çêkirin; ji ber vê çendê didin diyar kirin ku ne pêwîste jin li zanîngehê û dibistanê pirr bixwîne ango weke zilam li her beşekê a pêşeyan de beşdar bibe. Ji xwe dema zanîngehê jî biqedînin vê dîsan bê kar bimînin û di encama van nêzikatiyan de kar nadin jinan.

Çêkirina leşkerên zêde ji bo pergelê wek erka jinê dane destnîşan kirin û lewma ligor pergala Îranê lazime jin li malê rûnên; ji xwe xwendina zêde û kar dîtin ji bo jinê zêde nepêwîste,  ligor pergala desthilatdar a zilam, qaşo ger jin dayîk û hevjîneke baş be bes e, di vê mijarê de jî pergal ji aliyê ragihandinê de gelek ser vê mijarê disekine û bikartîne. Ji xwe li gor pergala Îranê di derece yekem de kar ji bo zilamên zewicî, piştre ji bo yên nezewcî û pey vê re eger karek hebe ji bo jinên ku zewicîne dikare hebe. Ji her alî de li ser jinan zext didin çêkirin, wan neçarê pejirandina rewşê heyî dikin. Rexmê ku zewaca di temenê biçûk û jêr 18 sal de di zagonan de qedexeye, lê şerîet û axondeyên ku qaşo nûnertiya zagon û dewletê dikin, bi xwe zewaca di temenê biçûk de meşrû dibînin û vê yekê erê dikin û  tu seknandinek an jî narazîbûnek xurt li hember van pêkanînan nîne. Lewma zewaca di temenê biçûk de bûye pirsgirêk û girêyek kûr a di nav civakê de, her wiha li ser rewşa tendirustî û derûniya jinan  bandorek gelek xirab daye çêkirin. Ji xwe armanca wan ev e ku bi vî rengî pêşî li mezin bûna hizrê jinê bigirin û jinê hertim û dayîm di bin xizmet û serdestiya zilam de bihêlin.

Dewlet nûnerê xwedê yê li ser rûye erdê

Mijarek din ku li Îranê bûye sedema qirîza civakî û zextên pisîkolojîk dide ava kirin, ev e ku heta mudaxeleyê rengê cilên jinan jî tê kirin; biryara ka jin vê biçin cehenem an jî bihoştê jî dewlet dide. Dewlet bûye nûnerê xwedê yê li ser rûyê erdê û qaşo erkê wî bûye serirast kirina jiyana jinan û anîne rêka rast e. Jiyan ji jinan re kirine cehenem û bi tu şêwazekê jinê mafê xwe bi xwe a biryardanê nîne.

Îran ku qaşo bûye parêzerê mafê mirovan û hema bêje li hember her cûre bê mafiyan nêrîn dide, di hundir de bûye mekîneya daqortandina mafê mirovan û bi taybet jî mafê jin. Ne tenê mafê jin nayê parastin, jin xistine rewşekî ku nikare xwe jî biparêze. Her cûre zext, şîdet, kuştin, destdirêjî, sîxe, (cûreyek fuhuşê a resmî ku di encama polîtîkayên dewletê de jinek dikare ji aliyê zilamekê ji saetekê heya du roj an jî zêdetir li beramberê pere pêre bimîne) zêde bûna darvekirin, zêde bûna kesên xêzan û bê xwedî, belav bûna 3-madeyên hişber, artişa bêkaran a jinan, recim kirin û gelek pirsgirêkên din ku li hember jinê pêk tên. Li hember van nêzikatiyan kes dengê xwe nake û nerazîbûna xwe naîne ziman û ji xwe zagonên heyî rewşê yek ser bi sekna jinê re digire dest, wek her car jinê sûçdar dibîne, rewşa heyî encama sekna jinê dinirxîne û zagon jî zilam diparêze ku ji xwe jin berê de di van zagonan de ciza û sûçbariyên wê hatine erê kirin. Azadiyeke bê sînor ji bo îstismar kirina jinê ji zilam re hatiye dayîn û jin jî heya dawiyê hatiye bisînor kirin. Ji bo rastê van şîdet, destdirêjî, tacîz û neyê kuştin û zilam êrişê wê neke, pêwîste ji mal dernekeve, ango bi baldarî cil li xwe bike ku bala zilam nekşîne ser xwe. Ev jî tedbîrên dewletê yên ji bo bê reng kirin, pasîf hîştin û bisînor kirina rola jinê a di nav civakê de ye. Lewaz kirina îradeya wan û di hemen demê de tune kirina hêviyên ji bo têkoşîn û serkeftinê ye.

Her wiha Îran kirine girtîgehek mezin ji bo hizrên azad û fikrên cûda. Yên derveyê pergala Îranê bihizire, misogere ku vê bi şêweyekê bê tewanbar kirin û bi cizayê dijbertiya pergalê bê darizandin. Lewma yê ku bixwaze xwedî hizrekê azad be bêgoman ji welat derdikeve û koçberê welatên derva dibe, ji xwe armanca dewletê jî ev e. Dixwazin her cûre dengê cûde û derveyê xwe ji xwe dûr bixin, bi vî rengî deshilatdariya xwe biparêzin. Niha jî girtîgehên Îranê bi jinan hatiye tije kirin, ji jinên ku xwedî nêrînên cûda ne ango nexwestine weke pergala dewleta Îranê bijîn. Dewlet jinên ku berxwedaniyê dikin ji xwe re weke asteng dibînin, ji jnên wiha ditirsin. Tevahî kesên ku teslîmê van siyasetên dewletê nebûn hatin kom kirin û li girtîgehekê ku hinekê ji girtîgeha civakî biçûktir bû, bi cih kirin. Ji bo dîl girtina vîna kesên wiha gelek rêbazên cûda bikartînên. Yek ji van rêbazan jî pêk neanîna mafê wan a sereke ye. Gelek ji wan jinan ji ber nebaş bûna rewşa wan a tendirûstiyê jiyana wan di xeteriyê deye. Siyaseta yan hûnê serê xwe bitewînên yan jî hûnê wiha bimirin, didin meşandin. Bitaybetî li girtîgehên Îranê li ser jinan îşkenceyên giran tê meşandin. Rojnamewan, çalakvanên civakî, siyasî, çandî, parêzer, û kesên xwedî baweriyên cûda weke Behayiyan (Baweriyek cûdaye ku ji aliyê dewleta Îranê ve nayê pejirandin) bi şêweyekê ne qanûnî tên darizandin. Yek ji mînaka herê ber çav jî Zeyneb Celaliyan e ku rewşa tendirustî û bi taybetî jî rewşa çavên wê pirr nebaş e. Ji ber ku bi ragihandina dewletê re naxive û ligor daxwazin wan tevnagere, li ser rewşa tendirustiya wê nasekinin. Li girtîgehên Îranê gelek jinên wek Zeyneb hene ku ji mafê herê xwezayî bê par in. Ji xwe ligor Îranê girtî an jî mafê girtiyên siyasî tu ne, Îran tu caran hebûna girtiyên siyasî nepejirand ku mafê wan bipejirîne.

Jin ji her hêlê de bê parastin ma ye

Ji bo dewleta Îranê bin pê kirina mafê mirovan û bê rêzî tiştekî herê xwezayî ye, ji ber vê yekê jî mudaxele kirina her şaneyek civakê û bi taybetî jî mudaxele kirina jiyana jinê ji xwe re heq dihesibîne. Di bin navên cihê de asîtê dirêjin ser rûyê jinan û heya niha jî tu kes û tu zagonekî ji kesên tawanbar hesab nepirsiye. Ji xwe wek her carekê li vir jî dîsan jin tê tawanbar kirin. Ji xwe civak wisan lê kirine ku ji her alî de bê parastin hîştin e. Civak xistine rewşekê ku şîdet û her cûre tund û tujî rewa bihesibîne.

Xala herê girîng jî ku di vê dawiyê de pirr bû mijara ragihandinan, pêşnûmeya mafê hemwelatî bû ku ji bo cara duyemîn di dema serok komariya Ruhanî de hatiye pêşkeş kirin. Lê, tişta balkêş jî ev e ku di pêşnûmeyê de li ser mafê hemwelatî tu tişt nehatiye gotin.1-MANSET Rexmê ku hatiye gotin; lêpirsîn li ser hizir û şêwazê fikrandinên cûda qedexeye, lê bi navê şerîet û qanûnên îslamî, xwe bi xwe axaftinên xwe vala derdixînin û her ramanên derveyê xwe yekser didarêzin. Ji xwe ji bo jinê mafê heyî jî ji holê hatiye rakirin. Dewletê di pêvajoya van 4 salan de hewl daye ku bi rengên li ser siyaseta xwe daye nixumandin, rewşa xwe a heyî ji civakê veşêre. Bi taybet zextên ku li ser jinê dane meşandin bû sedem ku di pêvajoya van 4 salan de jin neçar bimînin; heta ji bidest xistina gelek mafên seretayî weke beşdar bûna nav komên muzîk, siwar bûn pisîkletê, beşdar bûna li stadyoma spor ji bo temaşa kirinê û hwd. têbikoşin. Bi nizîkbûna dema hilbijartinê dîsan gelek mijarên wek mafê hemwelatî û gelek pirsgirîkên hesas yên civakî xistine nîqaşê û dixwazin ku hebûna xwe bi van tiştan misoger bikin. Ger hûn xalên di pêşnûmeyê de binêrîn hûnê bibînin ku ji erkên dewletê zêdetir,  behsa   erkên jinê yên li hember dewletê tê kirin.  A rast ji jina tê xwestin ku bi şêwazên herî baş erkên xwe yên li hember zagona bingehîn ku ji aliyê zîhniyeta serdest a zilam hatine çêkirin, pêk bînin.  Di vê pêşnûmeyê de baştirîn kar û xebat ji bo jinê avakirina malbatê tê destnîşan kirin. Ji bo jinê cihê herê bi ewle mal ango mitbex tê destnîşan kirin û bi vî rengî jin ji qada siyasî, civakî tê dûr xistin.  A li vir ji jinê tê xwestin jî parastina zagonên zilam in.

Em li vir dikarin bipirsin ku gelo di vê pêşnûmeyê de wê mafê jin çibe? Ger sînorên ji aliyê hişmendiya pergala babiksalar we hatine çêkirin, hebûna jin diyar bike, jin neçar bike di navbera xirab û xirabtir de hilbijêre û vê jî nav lê bikin demokrasî, vê demê mefê hemweletî bûn çi wateya xwe dimîne? Ger jin pêşengên civakê ne wê demê pêwîste qadeke ku ev serkeftin were dayîn, derfetê xebat kirinê were çê kirin. Tişta ku pêwîste em bizanîn ev e ku ew jinên  di bin banê perlementoyê de cih digirin jî dibin fîlterê zilam. Ne wisa be çima zilam ew qas ji hêza azad a jinê ditirse. Bê goman dewlet tu caran nikare îdîaya demokrasî û parastina mafê jinan bike. Bersiva ji bo her daxwazên jinan ji aliyê dewletê de girtîgeh û girtin e. Roj bi roj girtîgehên ji bo girtina hizir û ramanên mirovan zêdetir dibe. Di rewşeke wisa de em çewan dikarin li ser pirr rengbûn û cûdahiyan biaxivin. Jin ji bo parastina xwe û rizgar bûna ji rewşa heyî ku civak xeniqandiye, bedelên tiştên tên jîn bi canê xwe didin. Di rewşeke wisa de bê goman em nikarin li Îranê behsa azadî, nasname û îradeya azad bikin, nikarin behsa mafê mirov, kêm bûna xwe şewitandin, recm, şîdeta li ser jinê, rakirina sêdarê û gelek mijarên din bikin. Lewma têkoşînekî demokratîk li Îran û tevahiya rojhelatê Kurdistanê ji bo jinan pêwîst dike. Encax jin bi xwe bikare mafê xwe bi dest bixe û parastina xwe bike. Ji ber ku ne ji dewleta Îranê û ne ji tu dewletên din em weke jin dikarin hêvî bikin û ne jî bendewar bin ku li ser mafê me biaxivin û bibin xwedî nêrîn.