Azadîya jin û cîvakê bî parastina rawa gengaze

- Zeynep ERDEM
742 views

Bêyi hêza parastina rewa rewşa jinê di metirsiyeke mezinde ye. Jina ku ewlekariya xwe û parastina xwe teslîmî zilam û desthilatdariyê bike, wê her roj bi metirsiyan re rû bi rû bimîne, were qetilkirin û kuştin. Her wiha di şexsê jinê de civak jî wê ji parastina rawa bê par bimîne û bi metirsiyan re rû bi rû bimîne. Nexasim me li Şengalê dît ku çawa dema hêza parastina rewa ya jinan nebû, bi sedan jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ û niha li bazaran tên firotin. Lê me li Kobanê jî dit ku çawa civakek ku hêza jinê bi rêxistinkiribe, dikare li hember her cure dagirkerî, destwerdan û êrişan li berxwe bide.

Civaka desthilatdar rê vedike ku jin di nava malbatê de an jî di nava dewletê de bi hin qanûnan xwe di ewlehiyê de hîs bike. Lê mixabin di nava salekê de me dît ku rêjeya kuştina jinan gelek zêde bûye. Ew jinên tên kuştin û rastî şîdet û destavêtinan tên, gelek ji wan ji aliyê kesên herî nêzî wan ve ev tê kirin . Ev yek jî dide xuyakirin ku ev qanûn û tedbîrên parastinê ku guya ji bo parastina jinê hatine çêkirin, di warê huquqî de tenê liser kaxizan dimînin û nabin asteng. Ji ber wê jî heyanî mafê jinê ewle nebe, civak jî bi jinê re di bin metirsiyeke mezinde ye.

Lazime jin karibe di hemû qadên jiyanê de bibe xwedî hêza xwe parastinê. Ji bo jinê yekane rê ye ku bibe xwedî jiyaneke di nava ewlehiyê de. Di nava malbatê de, xwe li hember zilamên ferdên malbata xwe û pergala desthilatdar biparêzê.

Di nava civakê de li ser navê hevjînî, hezkirin û eşqê jî hejmarek zêde jin tên kuştin, bi her cure şidetê re rûbirû dimînin. Bê guman beşeke parastina rawa ewe ku di nava pergala desthilatdar a zilam de jin bi hin axaftinên xemilandî nexapin.Di warê fikir de bikaribin bibin xwedî şiroveyekê. Yanî parastina rewa beşeke wê xwe dispêre pivanên qebul û redkirinê. Ji bo ku jin karibe li hember van rewşên xeternak xwe biparêze, lazime zanibin bi kîjan metirsiyan re rû bi rû ne. Dema jin di vî warî de ne xwedî zîhnîyetek rast be, dikare bi pergala desthilatdar bixape û ev rewş jî ji qirkirina jinê re rê vedike.

Di qanunên dewleta Îranê de jî hin xalên jinê diparêze kêmbe jî hene.Lê van xalan di pêşiya asîd avêtina ruyê jinan de ne astengin.

Îsal li gelek bajarên Îranê bi dehan jin rastî êrîşên bi asîdê hatin, birîndar bûn, hin jiwan çavê xwe wenda kirin. Lê ti qanunên ku jinan ji vê êrîşê biparêze nine. Dewlet di bin re van êrîşan birêxistin dike. Heyanî ew jin hişyar nebin û xwe neparêzin, bi ti awayî em nikarin bahsa ewlekariya wan bikin.

Xaleke dîtîr di warê ewlekariya jiyana jinan de, şer û şideta ji aliyê dagirkeran ve li ser civakan, netew, ol û baweriyan pêk tê herî zêde jin jê zerarê dibine.

Me li jor du mînakên cuda dabûn; Şengal û Kobanê. Li Kobanê civakek di zanebûna parastina rewa û jina bi rêxistinkirî, li Şengalê jî civatek ji parastina rewa ne agahdar ku parastina nirxên xwe yên hezarê sala, bi metirsiyan re rû bi rû dihêle û dispêre sîstema deshilatdar.

Civaka ku di vî warî de ne xwedî zanyarî be, keç û jinên wê dikevîn destê dijmin, rastî destavêtin û tecawizê tên, têne redkirin, ji civakê têne îzolekirin û neçarî xwe kuştinê dimînin. Lê em dizanin ku civakeke di vî warî de xwedî zanyarî, ji tu mirov an jî jinê re, cih û war ewqasî teng nake. Ji ber ku di şexsê civakê de dijminê civakan êrîşî jinan dikin û dixwazin civakek îrade şikestî derxin holê.

Em bûn şahidê pêşketineke dîtir; jinên Êzdî ku ji aliyê DAIŞ ve weke xenîmeta şer dihatin ditin û revandin, niha xwe li quntara Çiyayê Şengalê birêxistin kirine, bûne xwedî hêza parastina xwe û civaka xwe. Jinên Şengalî, çeteyên ku bêyi rastî ti astengiyekê werin Şengal dagir kirin, bi hêza xwe ya serbazî yek bi yek ji axa xwe paqij dikin û derdixin. Jinên Şengalê, tirsa herî mezin xistine dilê çeteyên bikirêgirtî û dijminên mirovahiyê.

Di xwezayêde jî parastina cewherî heye. Minak: gul bi stiryên xwe ciwantiya xwe diparêze û di jiyana gerdunê de ev yek bi gelek minakan tê dîtin.

Ji ber wê jî parastina rawa gava bingehin e ku jinê û civakê ber bi azadiyê ve bibe.