‘Bê Serok jiyan nabe’

- Zeynep ERDEM
771 views

Ji sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve radestî dewleta Tirk hatiye kirin û ji wê rojê û vir ve di mercên esaretê de tê ragirtin. Gelê Kurd tu caran ev mercên esaretê nepejirand û her kêlî bi yek dengî got; Bê Serok jiyan nabe û bi serokê xwe re jiyan. Nehîşt ku dîwarên zindanan bikeve navbera wan. Li aliyê din birêz Ocalan jî di nava van mercên zahmet de rola xwe ya rêbertiyê lîst, mercên însan nikaribe têde bijîn veguherand qadeke jiyana azad û bi afirîneriya xwe ya li girava Îmralî yê nunertiya îradeya azad ya gelê Kurd û mirovahiya azad kir.

Îro jî bi yek dengî Gelê Kurd û dostên wan dibêjin ‘bê serok jiyan nabe’. Ka em mêzekin çima ‘bê serok jiyan nabe’?

Birêz Ocalan her demê ji tinebûnê hebûn avakir. Tu caran ji bo wî tiştekî ne mumkune nîne. Bi taybet tiştên ku çarenûsa gelê Kurd û gelan diyar bike, her tim ji bo wî tişteke ku nebe nabe ye û teqez ew tişt pêk aniye.

Ew di nava mercên esaretê de dikare azad bifikire û bi afirîne. Diyar dibe ku mesele ne derfet an jî merc in, mesele serbixwe û azad fikirandin e. Bîst û çar saetan di bin çavdêriya dijminê xwede bê derfet, ji hemû mafên însanî bê par, lê bi awayekî azad fikirandin û afirandin bê guman ne hêsan e.

Îro gengeşiya li Rojhelata Navîn pêş dikeve di serê setsala 21’ê de birêz Ocalan tahlîl kiribû û kaosa ku li herêmê wê rû bide, dîsa rê û rêbazên ji kaosê derketine jî di paraznameyên xwe de weke çareseriya pisgirêkên herêmê diyar kiribû. Dîsa krîza pergala Modernîteya Kapîtalîst di nav deye jî bi berferehî nîrxandibû û alternatîfa vê pergalê jî weke pergala Modernîteya Demokratîk bi nav kiribû. Her wiha ev pergal ji bo azadiya gelan û avakirina pergaleke demokratîk û azad wê bi kîjan rê û rêbazan jiyanî bibe jî dabû diyarkirin. Di tahlîlên xwe yên krîza li herêmê û cîhanê de ku pergal jîyan dike, bi xetên zirav û perspektifeke berfereh diyar kiribû. Wê demê şerê mezhebî, etnîkî û erdnîgarî ewqasî kûr nebibû. Hêzeke faşîst weke DAIŞ´ ê tunebû, lê dîsa jî wî bal kişandibû ser talûkeyên ku wê li herêmê pêş bikevin. Xala herî jiyanî û berbiçav ku birêz Ocalan li ser hişyarî dabû û bal kişandibû ser jî ewlekariya xelkê me yê Êzdî bû ku dabû diyar kirin ku bi talukeya komkujiyê re rû bi rû ne; gerek ewlekariya wan were girtin û di vî warî de Tevgera Azadiyê erkdar kiribû. Weke ku tê zanîn bi destwerdana DAIŞ´ ê ya Şengalê re gelê me yê Êzdî bi fermaneke dîtir re rû bir rû man û bi hezaran kes hatin qetil kirin, bi hezaran kes di serî de jin û zarok dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ ê. Bê guman hêza ku pêşî li fermanê girt jî Tevgera Azadiyê bû.

Xaleke din jî ew bû ku bal kişandibû ser destwerdana hêzên Modernîteya Kapîtalîst a li herêmê û behsa rastiya gelan ya li herêmê kiribû. Em îro mêze dikin ku destwerdana hêzên derve a li ser herêmê, bi xwe re krîz û kaoseke mezin aniye. Faşîzma DAIŞ’ ê bûye belayeke mezin li serê gelan. Herêma weke mozaîka gelane ku bi dehan ol û bawerî û gel bi hevre dijîn, îro veguhezîye mezbaxaneya mirovan, rojane bi hezaran însan ji cîh û warên xwe koçber dibin, tên revandin û qetil kirin.

Îro qada ku herî zêde şer lê kur bûye û xetimiye Surî ye. Bi caran hêzên derve xwestin vê kirîzê ligor şêweyên xwe û bi li jor de mudaxele kirinê çareser bikin, lê nikaribûn. Her ku çû kirîz kûrtir bû.

Di nava vê kaosa herêmê de gelê Kurd bi perspektîfên ji birêz Ocalan girtine, çareseriya pirsgirêkê bi xwe afirandin. Li Rojavayê Kurdistanê avakirina pergaleke xweser û îlana Kantonan, bê guman rêya çareseriya birsgirêka li herêmê daye nîşandan.

Şoreşa Rojava bi rengê jinan, hemû gelan, ol û baweriyan pêk hatiye. Pergala azadiya gelan û avakirina Neteweya Demokratîke pêk tê. Hêzên pêşengên şoreşa Rojava bi îdiaya ku pêşengiyê ji şoreşa Suriyê re bikin, pêşde diçin. Li qadên di bin destê çeteyên DAIŞ’ ê de rizgar bibûn de, jinan ew cilên reş yên ku bi darê zorê bi ser wan de kiribûn avêtin û fistanên wan yên rengîn bûye rengê şoreşa Rojava û Suriya nû.

Di encama perspektîfê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de hem gelek tişt hatine avakirin û hem jî pêşiya gelek karesatan hatiye girtin. Di Rojhelata Navîn de di serî de jin Gelê Kurd pêşengiyê ji çareseriya pirsgirêkên herêmê re dike. Ev xwe dispêre Îdeolojiya birêz Ocalan.

Ji nîsana 2015’ an û vir ve tu hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk nehatine. Piştî darbeya 15’ ê Tîrmahê a ku li Tirkiyê pêş ket, Gelê Kurd ji ewlekarî û tenduristiya Rêberê xwe gelekî bi fikarin. Hemû cihên ku Kurd lê hene li ser piya ne û  bi şiyara ‘Bê Serok jiyan nabe’ dengê ji nerazîbûna xwe digihînin her deverî. Di serîde dewleta Tirk hemû hêzên desthilatdar lazime vê rastiyê bibînin û li gor wê polîtîkayên xwe pêş bixin. Bi hesasiyetên gelê Kurd nelîzin. Nexwe encamên pêş bikevin wê van hêzana jî gelekî tengav bike.