Beginnen – Beşek ji dîroka tevgera jinên Ewrûpa

- Sandra KREIL
442 views

Dema ku em behsa tevgerên jin û femînîst ên li Ewrûpayê dikin, yekser çend nav têne bîra mirov. Jinên têkoşer ên wek Olympe de Gouges, Mary Wollstonecraft, Emmeline Pankhurst, Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Emma Goldman û Alexandra Kollontai, Mujeres Libres (jinên azad) û tevgera jinan a salên 1970’yî, jinên mîna Helke Sander, Ulrike Meinhof û bi hezaran jinên ku bi hêza jinê li hemberî desthilatdariya zilam bûne yek. Jin û rêxistinên wan di 200 salên dawî de daxwaz û têkoşîna mafên siyasî, mafê dengdanê, mafê perwerde û girtina pîşe, mafê biryardayîna di derheqê bedenê xwe û seksualîteya xwe, jiyanek bê tund û tujî a di nav malbat û jiyana komeleyatî de dan meşandin. Bêguman li Ewrûpayê jinên bi hêz û tevgerên bi bandor ên serdema navîn jî hebûn. Lê mixabin zêde nayên nasîn û di pirtûkên dîrokî de cih nagrin.   

Tevgera “Beguines” di sedsala 12’an de pêşdikeve. Dibe wan xwe wek tevgera jin binav nekiribe, lê em behsa wan jinan dikin ku jiyana rojane û hemû pêdiviyên xwe bi awayekî kolektîf, serbixwe û xweser birêve birine. Di çaxa xwe de, wan jinan hemû pêdiviyên olî, aborî, tenduristî û civakî xwebixwe pêkanîne. Fikir û ramanên wan li herêmên Ewrûpaya naverast belav dibe (Holanda, Belçîka, Fransa, Îspanya, Elmanya, Polonya û her wekî din): Wan bi sedan salan temsîla tevgerek alternatîf a li hemberî desthilatdariya zilam û kevneşopiya civakî ya dij jinan kirin.

Jinên serdema navîn

Serdema navîn a dawî li Ewrûpayê çaxeke tije guhertinên civakî bû. Bajarbûn pêşdiket. Li şûna bazirganiya berheman êdî bazirganiya pereyan diket devrê. Pergala koletî, gundî û cotkaran ber bi hilweşandinê ve diçû. Li kêleka çina xanedanan, çina cotkar, pîşe û burjûva ava dibû; êdî çineke din pêşdiket: Çina mirovên bê semyan, rêncber û terîqetên lavayan. Nexweşiya veba û şerên bê navber yên desthilatdariyê ên di navbera xanedanên Ewrûpî de mîna şerê sed salan wê civak bandor bikira û binesaziya civakê bi awayek mayinde biguherta.

Dêr hîn desthilatdariya xwe bi gelemperî bi dest nexistibû. Terîqet û mezhebên Xristiyanan ên cûda hebûn. Wan bingehê xwe hem ji bîrdoziyên zanistên siruştî yên herêmî, hem jî ji tevgerên Rojhelata Navîn ên wek Manî û Mazdek digirt. Di wê demê de jinan temsîla beşek çalak û zana ya civakê dikir. Bi xurtbûna pîşe û burjûvaziya baviksalar, di despêka engîzîsyon û reformasyona bi dîtina dij jinê, jin ji jiyana civakî hatin qewitandin û her ku çû jin zêdetir mehkûmê nava çar dîwarên mal û malbatê hatin kirin. Dengê jinê di siyasetê de hatibû tune kirin, yan jî di bin siya bav, hevjîn û qanûnên bê heq de hat hîştin. Di jiyana civakî û olî de, jin di dema  çaxa vejînê (Renaissance) de hîn zêdetir serbixwe bûn. Mafê jinê yê bazirganî û karê destan hebû. Jin endamên pîşeyên hesinkarî û karkeriya dar an, aşxane û kelxaneyan bûn. Pîşeyên taybet ên jinan hebûn. Destgehên jinan hebûn û her wiha karê mamostatî jî dikirin. Di jiyana olî de jin jî mîna zilaman çalak bûn û navê wan dihat zanîn. Çend tesewûfên bi nav û deng, nivîskar û wênesazên wê demê hebûn. Yek ji wan Hildegard von Bingen e ku berhemên wê heta roja îro tên nasîn û hezkirin.

Serxwebûna olî û ruhî

Bi taybetî jiyana jinên xanedan ne di destê wan de bû. Wan nedikarî hevjînê xwe hilbijêrin, an jî fêrî pîşeyekê bin. Di wê demê de gelek jinên ku zewaca bi darê zorê nepejirandin, li perestgehan bi cih bûne û jiyana xwe wek rahîbe û ezîze domandin. Di perestgehan de jinan dikarî tevlî pergala perwerdeyê bibin û pîşeyên mîna dermanzanî fêr bibin. Jiyana rahîbeyan dihat vê wateyê ku ne xwedî semyan bûn, ne jî têkiliyên wan ên ser esasê zayînê hebûn.

Di sedsala 12 û 13’an de mafê jinê yê di perestgehên xweser de ji aliyê dêrê ve tê qedexe kirin. Jin ji ast û rêza xwe dikevin bin berdevkiya keşeyên mêr. Êdî hîn bûna teolojî û çalakbûna di nava civakê de ji jinan re tê qedexe kirin. Wan Tevgera Beginan ji lêgerîna giyanî û li derveyê dîwarên perestgehan afirand. Vê tevgerê civatek temsîl dikir, civatek ku li dijî desthilatdarî û kontrola dêrê serî hildida. Hîna jî, ji sala 1140’an ve belgeyên destpêkê yên li ser jinên ku ji derveyê çerçoveya dêrê xebatên olî dimeşandin, derdikevin holê. Di van belgeyan de qala Beginan tê kirin. Ew xwe li bajarên “Liège”, “Lüttich” a Belçîkayê birêxistin dikin. Li vî bajarî gelek “Beginnen” bê semyan û tenê bi karê xwe yê belavkirina mizgîniyê, bajar bi bajar, gund bi gund, li seranserê Ewrûpayê digerin.

‘Marguerite von Porete’

Papa di sala 1216’an de wan wek civatek olî dipejirîne. Lê ew ne girêdayî terîqet, ne jî girêdayî hiyerarşiya dêrê bûn. Wan xwebixwe, xwe birêxistin kirin û berpirsyarên xwe jî bixwe hildibijartin. Wan nîqaşên li ser teolojiyê pêşxistin û bi vî awayî binesaziya dêrê ya baviksalar ji binî ve xistin bin lêpirsînê. Wan Încîl û nivîsên teolojiyê wergerandine zimanên gel an. Ji vê zêdetir ew nivîsên xwe, xwebixwe çap dikin. Ji ber vê jî zanebûna wan a olî di nava gel de dihat nasîn. Hin tesewûfên bi nav û deng ên wek “Mechthild von Magdeburg”, “Marguerite von Porete” û “Juliana von Lüttich” di nava tevgera Beginan de cih digirtin. Li ser lêgerîna tesewûf ya azadiya ruh û li ser hezkirina xwedê a bê saziya dêrê dinivîsînin: ‘Ji bona me rê û resmên bi darê zorê ne hewce ne, em bi awayekî xwezayî xwedî canên paqij û ji hezkirinê ne.’

Ji bo jinên Beginan dêr û keşe ne hewce û bêkêr bûn. Jina Begine ya yekem ku di sala 1310’an de ji aliyê dadgeha engîzîsyonê tê dardekirin, “Marguerite von Porete” e. Sedema dardekirina wê nivîsa wê a bi navê ‘Eynîka Ruhên Xwerû’ (Le miroir des simples âmes et anéanties) bû.

Parastina li hember tundiya zayendî

Yek ji rêgezên hîmî yên Beginan biryariya wan a jiyanek bê têkiliyên bi mêr an û jiyanek di nav civatek jinan a ji mêran dûr, bû.

Jinên Beginan kincên taybet li xwe dikirin. Ew kinc dişibîn kincên rahîbe û ezîzeyan. Bi vê awayî di nava civakê de her kes dikaribû wan bibîne û nas bike.

Her wekî roja îro, duh û beriya wê jî tundiya zayendî a di nav malbat û her qadeke civakê ku li dijî jinan pêk tê, di rojeva jinan de bû. Wan tacîza rahîbeyan a li dêrê bi destê keşeyan pêk dihat, sediqandin. Jinên Beginan bi awayek vekirî li ser tundiya zayendî a bi destê keşeyan dinivîsand û ew tewanbar dikirin.    

Li gor hiqûqê jin tune bûn, jixwe derfetên wan a parastina hiqûqî jî tune bû. Malên jinên Beginen ên hevbeş cihên parastî bûn. Her jina ku dixwest xwe li hemberî zewac û tundiya malbatê biparêze, dikarîbû were van malan. Piştgiriya kolektîf û xweseriya wan a aborî hemû jinên Beginen li hemberî vederkirina civakî û encamên wek xizantî û fuhûşê diparast.

Xweseriya Aborî

Di despêkê de piraniya Beginan rêwiyên daîmî bûn û bi rêya axaftin û mizgîniyên wan, her wiha bi lavakirinê debara xwe kirine. Bi demê re aboriya xwe pêş dixînin. Yek ji rêgezên Beginan jî ev bû ku her yek ji wan para xwe ji bo debara giştî a civatê didanî. Bi vî rengî  hemû bi hev re xweseriya xwe ya aborî ava dikin û diparêzên. Ew di nav civata xwe de dixebitîn, lê di heman demê de bi pîşeyên xwe pere qezenç dikirin. Ew wek mamoste, pîrik, cûmker û nivîskar dixebitîn. Her wiha ew di karên din de jî ku ji bo jinan hatibû qedexe kirin, kar dikirin. Ew nanpêj, xerat, hesinkar, çerxvan, keştîvan û baxçevan bûn. Her wekî xebata wan, qezenca wan jî kolektîf bû. Darayiya xwe, xwe bi xwe birêve dibirin.

Her distûrên Beginan ne wekhev bûn. Her herêm û mal bi rêgez û distûrên xwe, jiyana xwe birêve dibir. Tu jin ne sondxwarî, ne jî neçar bû heta dawiya jiyana xwe li wir bima. Lê, gelek jinên Beginan heta mirina xwe di nava civatê de mane. Ger jinek li dijî rêzikên civatê derbiketa, dibû ku ew ji civatê bihata derxistin jî. Rêzikên aboriya komînal, jiyana bi hev re û çareserkirina gengeşeyan hebûn. Wan du sal carekê berpirsyara xwe hildibijart. Jina berpirsyar hem li darayî dinêra, hem jî li derve temsîla civatê dikir. Hemû biryarên wan di çarçoveya civînên bi rêk û pêk de, bihevre dihat girtin.

Malên mezin ku 60 jin û malên biçûk ên ku ji 5 jinan pêk dihat, hebûn. Li gel karên xwe, hemû jin bi awayek çalak di nav civakê de cih digirtin û alikariya mirovên nexweş, xêzan, pîr û kal dikirin. Di heman demê de dibistanên wan ên ku lê zarok û jinên ciwan perwerde dikirin, hebûn.

Tunekirin û jibîrkirin

Jin hem ji hêla ruhî, hem jî ji hêla aborî de serbixwe û xweser bûn, ev yek jî bi zora pergala baviksar diçû û êrîşê dijminane pêş dixistin. Dêr û saziyên girêdayî wî her tim li hember tevger û çalakiyên Beginan biryarên qedexekirinê derdixistin. Armanc asteng kirin û kontrol kirina wan bû. Rexmê astengiyan jî heya sedsala 15’an tevgera Beginan pir bi hêz bû û her diçû berfirehtir dibû. Bi sedhezaran jin endama tevgera Beginan bûn. Lê di sala 1566’an de, Papa Pius ê pêncemîn qedexeya gelemperî a li dijî Beginan îlan kir. Papa biryara desteserkirina mal û milkê wan da.

Li gelek bajaran ixtilaf di nava jinên kedkar ên Beginan û zilamên di bin banê sinhetkaran de pêş ketibû. Ji bo ku ev jin ji nav civak û pîşeyan de derbixînin, gilî li wan dihat kirin û ew li dadgehên engîzîsyonê dihatin darizanin û kuştin. Nexasim bi reformasyona Luther şikleke nû bi jinê tê dayîn: Jina malê ya ku tenê li ber argûn rûdine û li zarokên xwe mêze dike. Jina zana, serbixwe û bi xwe bawer êdî di nava civakê de nedihat qebûlkirin. Jinên ku bi tena serê xwe dijîn êdî ji nav civakê dihatin vederkirin. Beginan her ku diçû kêmtir dibûn, hemcivakên wan dihatin girtin û şewitandin. Hin ji wan karîn xwe rizgar bikin û civatên xwe wek perestgeh îlan bikin. Jixwe li Holandayê bihevre jiyan kirina jinên nezewicî bi giştî hat qedexe kirin. Tenê li Belçîka îstîsnayek tê jîn û heya sedsala 20’an civata Beginan xwe di çerçoveya dêrê de birêxistin dike. Beginan ên dawî yên Ewrûpayê karîn heya sala 1981’an li bajarê Kortrijk bijîn. Lê wê demê jî  kesê nedizanî ku ew tevgerek jin bûne. Ji ber ku wan ji derveyê dêr, pergala desthilatdar û baviksalar, pergalek xweser, komînal avakiribûn.   

Bi saya tevgerên femînîst û lêkolînên dîrokî ên jinan em îro hay li vê rastiyê dibin. Çend civatên jinan hene ku li ser şopa Beginan dimeşin: Civatên jiyan û xebata ji bo jinan, ji bo jiyanek kolektîf, bi piştgirî û destdana hevdu, çend ji van minakan in.