‘Berxwedan Jiyane’

- Zeynep ERDEM
1.1K views

24’ê Tîrmeha 2015’an Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê biryara qirkirina Kurdan da. Çawa ku li Dersim’ê ji erd û esman ve êrîşên qirkirinê pêk anîn, li Mereşê û gelek dem û cîhên cuda de komkujî li ser Kurdan pêk anîn. Xwestin bi van êrîşan beşeke mezin ya Kurdan bi komkujiyan ji holê rakin û serî li yên mayî jî bitewînin, bê îrade bikin û teslîm bigrin.

Xwestin çanda berxwedanê ku bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan’ê re geş bûye û li hemû Kurdistanê ji 7 heya 70’î belav bûye biqedînin, têk bibin. Amadekariyên wan gelek berfereh bûn û her tişt fikirîbûn. Ji her alî ve bi berferehî planên xwe yên qirêj xistin meriyetê. Despêkê zexta herî mezin bi pergala Îmarlî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan despêkirin. Piştî ku dehan caran şandeyên dewlet’ê û yên  HDP’ê çûn Îmrali di encama hewldanên Reber Apo de  hêviyên aşitiyê şîn bûn. Hem di civaka Tirk ya ku bi salanê li ser siyaseta şer û xwînê hatibû motîvekirin hem jî di civaka Kurd a ku di şerê çil salên dawî de rastî pêkanînên herî qirên yên dewletê hatibû de hêviyên çareseriyek aştiyane afrand. Hêviyên jiyana hevbeş a gelan û aştiyê bi hewldanên Ocalan hate avakirin. Di serî de li ser Ocalan tecrîda girangirî dan destpêrkirin. Bi wê ve girêdayî AKP-Dewleta Tirk bi hemu hêza xwe ji hewayî û bejayî ve êrîşî Kurdistanê kir. Li hemberî êrişan Farqîn, Cizîr, Silopya, Sur, Gever û herî dawî jî Nisêbîn û Şirnex bûn qadên berxwedanê. Dewleta Tirk tevî artêşa xwe bi hemû hêza xwe ji bo fetisandina daxwazê gel yên Rêveberiyên Xweser êriş kir û hîna jî dike. Qesra Erdogan bi ser qadên berxwedanê de zilma xwe barand.. Tevî ku seferên ji nûve fethê da destpêkirin jî lê li hemberî xwe berxwedanek bê hempa dît.

Her çiqas tirsa dewleta Tirk ji çanda berxwedanê ya li Kurdistanê hateye avakirin hebû jî ne li bendê bû ku ji heftan heya heftêyî Kurd li dijî artêşa dagirker bê tirs rabe ser piya li ber xwe bide û nehêlê çeteyên AKP’ê li Kurdistanê nefesê bistîne.

Pêwîste pêşî em nirxên hêza berxwedanê di gelê Kurd de daye avakirin bi bîr bixin. Gelê Kurd bi salan bu şopdarên milîtanên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ku di bê derfetiyê de derfetên azadiyê dan avakirin. Yek ji wan kelehên berxwedanê ku ji bê derfetiyê derfeteke mezin da avakirin zindana Amedê bû. Di salên 1980 de berxwedana mîlîtanên PKK’ê li dijî zilma dewleta Tirk rastiyeke wisa ava kir ku gelê Kurd kete ferqa hêza xwe. Herwiha berxwedana zindana Amedê destnîşan kir ku di her şert û mercî de dikare derfetên parastina nîrxên xwe biafrîne.  Ji bo vê tenê yek tişt lazime ew jî ji bo jiyaneke bi rûmet berdêlên herî giran dayina ber çavane. Di zindana Amad’ê de Mazlum Doqan got: ”Berxwedan jiyane”. Diruşma berxwedan jiyane bu şêwazê jiyana milîtanên PKK. Mazlum Dogan jî bu xeta jiyanê li Kurdistanê. Kîjan demê nêzikatiyên teslimgirtinê pêş ket xeta sereke ya jiyanê bû Mazlum Doga, pivana jiyanê bû ew. Li Kurdistanê ti kesî ji xwere heq nedît ku bêje ma ew tişt ji destê min nayê ez çibikim. Her kesî li hember zor û zahmetiyê got: Berxwedan Jiyane. Û bi vê diruşmê derfetên jiyana bi rûmet dan avakirin.

Bê guman aliyekî din yên vê berxwedanê jî ew e ku jinan di bereya pêş de cîhê xwe girt. Di berxwedana qadên xweser de jinan rengê xwe dan barxwedanê weke di dîroka çil salî ya tevgera azadiyê de dîsa bi zanebûna bi rolê xwe rabûn. Jinan li dijî vê wahşeta Dewleta Tirk bi biryardarî di berxwedanê de cîhê xwe girtin. Ji xwe re Sakine Cansiz û berxwedana wê minak girtin. Jin bûn şopdarên heqîqetê ku ew jî encax bi berdêlên giran avakirina jiyaneke azade.

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP’ê li Kurdistanê rê li pêşiya berxwedana ku xwe dispêre vê mîrasa me behs kir vekiriye. Vê berxwedanê di eynî demê de mîlîtanên pêşeng dan avakirin. Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar bi cesareteke mezin li Slopî di qada berxwedanê de man û bi gel re heta dawî li berxwe dan.

Li Cizîrê Mehmet Tunç got; Me çog nedan erdê, em li berxwe didin, bi me serbilindbin. Ev axaftin ji bo gelê Kurd bû manîfestoya jiyana bi rûmet. Pêşengê berxwedanê Mehmet Tunç ev axaftin di demê şer ya herî dijwar de li Cizîra Botan kir.

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku dayika du zarokan bû heta dawî li Cizîra Botan ma û bi ciwanan re tevlî berxwedanê bu. Di bodrumên berxwedanê de ciwanên li der û dora xwe tenê nehîşt. Li wan xwedî derket, bi wan re ma. Asya bu sembola serhildanê. Li mirasa berxwedanê ya gelê Kurd xelekeke din ya bi rûmet zêdekir. Dê û bavê wê, keça wê Jiyan û hemû gelê Kurd bi wê serbilindin. Asya mirateyeke mezin li pey xwe hîşt.

Van mînakên ku di vê demê de derketin pêş hêvîyên dijminê gelê Kurd yên têkbirin û teslîmgirtinê li Kurdistanê hilweşandin. Li hember vê berxwedanê hêzên taybet ên Artêşa Tirk hem di warê pîskolojîk de hem di warê leşkerî de li hember gelê Kurd û vê îradeya ji pola têk çun.

Ji ber wê jî vê têkçuna çeteyên AKP’ê li Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd, jin û ciwanên Kurdan cîhan matmayî hîşt. Em li bajarên bi tanq û topan hatine hilweşandin mêzedikin dimenên şerê cîhanê tîne bîra mirovan. Li qadên berxwedanê kevir li ser kevir nehîştine. Erdnîgariya Kurdistanê bi tang û topan guhertine. Lê di bin van xirbeyan de îradeyeke wisa li ser lingan maye ku artêşa Tirk, çeteyên AKP’ê aniye ser çogan.

Wekî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç gotiye, nikarîbûn Gelê Kurd bînin ser çogan. Di şexsê Mehmed, Pakîze û Asya’yan de gelê Kurd xeyalên dijmin yên teslîmgirtinê têk birin. Careke din çanda ‘berxwedan jiyane’ kete meriyetê. Li hember zilma dijmin careke din îradeyeke ji pola rabû û li berxwe da.

Vê carê demsala zivistanê kete navbera gerîllayên tevgera azadiyê û gelê Kurd. Artêşa Tirk- çeteyên AKP’ê xwestin ji vê sud werbigrin. Lê tiştek hebû ku çavê dijmin korkiribû û dijmin ji bîrkiribû ku; çanda ‘berxwedan jiyane’ êdî bûye felsefeya jiyana gelê Kurd. Ji ber wê jî gelê Kurd bi jin, zarok, ciwan, kal û pîrên xwe li berxwe dan, li vê çanda berxwedanê xwedî derketin. Zivistanêke pir dur û dirêj derbaskirin. Berdêlên gelekî mezin û giranbuha dan. Lê serê xwe netewandin, rê li ber serkeftina dijmin venekirin. Ew xeyalên dijmin di qirika wande hîştin. Rê li pêşiya hatina biharê vekirin. Ji ber ku çeteyên AKP’ê dixwestin di zivistanê de gelê Kurd bifetisîne.

Niha jî bihar hat, gelê Kurd teslîm nebû, berxwedana zivistana dur û dirêj miraseke giranbuha ya bexwedanê da avakirin. Berxwedana qadên xweser didome.

Êdî sonda her ferdekî Kurd ew e ku ala berxwedanê ya Mehmet Tunçan, Pakîze Nayiran û Asya Yukselan bilind bikin û bibin serkeftinê ye.