Berxwedana YPJ’ê Bersiva Komkujiya Parîsê ye

- Zeynep ERDEM
633 views

Hin rojan di nava rupelên dîrokê de cih girtine ku buyêrên diltevzîner di wande qewimîne. Gelê kurd ew roj, bi êşên mezin pêşwazikirine, lê serê xwe li hember wan êşan netewandine. Ew êş tu carî nepejirandine û veguherandine rojên berxwedanê.

Yek ji wan rojan jî 9ê çileya 2013ê ye. Hêzên tari û desthilatdar, beriya ku rêxistinên terorîst û faşîst ên weke DAIŞ li seranserî Rojhelata Navin bibin bela serê gelê Kurd, hemu gelên herêmê û jinan, li Parisê êrişî sê jinên tekoşer kirin.

Pergala desthilatdar û Dewlet Netew ji jinên azad ditirsin, ji ber ku, dema di civakekê de jin azad be, ew civak nakeve bin xizmeta tu desthilatdariyan.

Ji ber wê jî Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîs’ê bûn hedefa êrişek hovane û şehîd bûn. Bi qetilkirina van sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Jinên Kurd re, hemû cîhan bi hêza tevgera jin û asta birêxistinkirina wê hesiya.

Di şexsê Sakine Cansiz de diroka zêdeyî çil sal a Tevgera Azadiyê veşartiye. Bi rêwitiya wê, jina Kurd dest bi rêwîiya azadiyê kir. Ew ji bo jina Kurd despêkek bu ku sala 1978an di kongra yekemîn a PKK’ê de destpê kir. Despêkek zor û zahmet, lê bi bawerî û biryardariyek mezin bû. Bingeheke gelek saxlem bi meşa xwe da avakirin. Û bi wê re di nava zêdeyi çil salî de bi hezaran jin ketin riya azadiyê. Artêşa jin hat avakirin. Partiya Jin û Pergala Konfederal a jin li ser vê bingehê mezin bû û şax û per vedan.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dengê Tevgera Azadiya Jina Kurd gerdunî kirin. Şehadeta wan di nava tevgera jin û bi giştî jinên Kurd de bandorek mezin çêkir. Bû pengavek mezin di tekoşina jina kurd de.

Kurda bi ti awayi ev komkujî nepejirandin, her li kujeran geriyan û daxwaza zelalkirina buyerê kirin. Her hefte rojên çarşeman bun rojên lêgerina gelê Kurd a li edaletê.

Lê bê guman tekoşina Gelê Kurd bi vê ve sînordar nema. Berxwedana jina kurd a li Rojavayê Kurdistanê bû bersiva herî mezin ji komkujiya Parîsê re. Bi taybet di berxwedana Kobanê de rola ku jin dilîze û pêşengtiya ku di şoreşê de dike, li herçar aliyê cihanê deng veda. Ev berxwedan bersiva herî bi wate bû ji vê komkujiyê re. Lewra jinên ku îro di enyên şer de pêşengtiyê dikin şervanên Heval Sara ne. Ew jinên leheng, bi çanda ku pêşengtiya wê heval Sara dikir mezin bûne. Gelek ji wan jinan, yeka yek di perwerda ku wê daye re derbas bûne. Dayikên gelekan ji wan jî, ew bi serpêhatî û berxwedana heval Sara mezin kirine.

Jina ku xwe dispêre vê mîrasa giranbuha, di nava şoreşa Rojava de bi erka azadkirina civaka xwe tevdigere. Herwiha ew çeteyên DAIŞ ku dest davêjin hemu nirxên Gelê Kurd û hemu gelan, xwe li hember berxwedana jinên Kurd ranagirin. Li Rojhelata Navin, ev çeteyên rûreş dixwazin weke ewrekî reş pêşeroja gelan tarî bikin. YPJ jî bi tekoşîna xwe pêşerojek ronahî ji gelan re ava dike, hêviya gelan a azadiyê geş dike û dixe bin ewlekariyê.

Di nava sala derbasbûyî de, heri zêde tekoşîna ku jina Kurd dide meşandin kete rojevê, her kes li hember asta vê tekoşinê matmayî ma. Ev tekoşîn xwe dispêre vê mîrasa giranbuha. Ji ber wê jî jinên Kurd ji dijmin natirsin, weke li Kobanê, destana berxwedan û azadiyê dinivîsin û axa xwe diparêzin. Ji ber ku wan li ser bingehê 5 rêgezên Îdeolojiya Rizgariya jinê, bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re hevpeyman çêkirine.

Yek ji wan xalan, welatparêzî, yanî heskirin û parastina axa ku li ser ji dayik bûye. Ya duyemîn; karibe bibe xwedî îrade û fikrek azad. Ya sêyemin ji bo fikrek azad xwe birêxistin bike. Ya çaremin jî tekoşîn e. Ji bo ku jin karibe tekoşineke bi hêz bide, lazime hêz û îrada cewherî bi xwe re pêş xistibe û xwe birêxistin kiribe. Ya pêncemin jî, xweşikbuna estetîk e. Dema bahsa xweşikbûn, an jî ciwanbûnê tê kirin, bê guman tenê bahsa ciwantiya fîzîki nayê kirin. Ew jî di navde heye, lê jineke bibe xwedî fikrêk û îradeyek azad û xwe birêxistin bike, ev bandorê li fizîka wê û xîtabeta wê jî dike.

Çawa piştrast bûye, jinên YPJê ji aliyê estetik de jî gelek bala raya giştî kişandine. Ewqas xweşikbûn ji vir tê. Jinên YPJyî, taybetmendiyên ku mirov an jî jinan azad dike, di şexsê xwe de çêkirine. Xwe di nava agirê tekoşinê de ava dikin. Erka xwe ya li hember civaka xwe pêk tînin û ya heri gîring jî, hevpeymana ku 8î adara 1998an jina Kurd bi rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re îmze kirine pêk tînin. Û bi vi awayî bersivê didin dijminê gelê Kurd û dijminê jinên azad.

Ji ber wê jî YPJê bi berxwedana xwe bersiva herî mezin da komkujiya Parisê…