“Bi xebatê li ser piya me…”

- Döne GÜZEL
561 views

IMG_0165Meyrem Gumuş; “Jiyana kar, baweriya min a bixwe zêde kir. Bêbabweriya ku li malê li ser min hatibû ferzkirin, bû sedem ku ez xwe li derveyî malê ango di kar de nas bikim û baweriya min a kesayetî pêş de çû.

 

Carina devera ku lê dijî, carina çand, û carina jî dawaz û awayê jiyana ku dayî pêşiya xwe, dibe sedema dewamkirina jiyanê. Di eslê xwe de jiyan jî xwe di van sedeman de îfade dike. Li gor devera ku Tu lê dijî, Jiyan û têkoşîna Te diguhere. Li gor hin kesan zehmete ku serê sibê zû rabî û biçî kar û li gor hinekê din, lazime siberoja zarokên xwe misoger bike û muhtacê ti kesî neke. Jiyana Jinên kurd yên li dasporayê dijîn jî guhêrbare; li gor hinekan di jiyanê de surprîz hene û li gor hinekên din, jiyan bi xwe zehmetiye. Herwisa li gor hinekan jiyana jinên diaspoyayê baş û xweş e û li gor hinekê din, di nava keft û leftan de digevizin û têkoşîna jiyanê didin.

Li aliyekî xebatên çandê, pirsgirêkên ziman, rastî muameleyê biçukxistin ango; muameleya welatiyê duyemîn û sêyemîn tên. An jî pirr pere qezenc dikin, xaniyên wan yên baş û xweşik hene û dilê wan çi bixwaze dikin û dikirrin.

Belê, eger mirov bi çavên hinekan nêzî jiyana kesekî din bibe, gelek caran dibe sedema şaşî û helwestên nebaş. ji ber wê yekê, ne tiş û rewşa tê xuyakirin, lazime mirov li pişt rewş û tiştên ku nayên xuyakirin mêzeke da ku rewşê zelaltir bibîne û şîrove bike. Me jî jiyana Meryem Gumuş a li diasporayê kir mijara xwe. Bi hemû aliyên xwe yên şadî, bextewerî û zehmetiyên jiyanê ve emê Gumuş binirxînin. Carina di van nirxandinan de me xwe dît û carina jî kesên nêzî xwe.

 

Her tim di nava lêgerinênê de bû

 

Meyrem Gumuş, di sala 1969an de li Hatay-Antakyayê ji dayik dibe û di deh saliya xwe de tê Hollandayê. Tevî ku bi eslê xwe ji Elbîstanê ye jî, lê li ser xaka xwe mezin nabe. Di zarokatiya xwe de çandên cûda nas dike. Li aliyekî ji çanda xwe dûr dikeve, li aliyê din dikeve nava pêlên çandên cihêreng. Ji ber vê yekê weke gelek jinan demeke dirêj nikare jiyana xwe bi rêkûpêk bike û bixwe biryar bide.

Li Hollandayê rojên têkoşînê, zor û zehmet li benda Meryem Gumuş’in. Di serî de pirr zehmetî dikşîne da ku li gor çandên cuda tevbigere. Dibistana ku diçê, ti kes bi kurdî û tirkî nizane. Bila famkirin li wê bimîne, ti zarokek kurd li dibistanê tine ye. Ne ji çanda wan û ne jî ji zimanê wan fêm dike. Lewma Meryem dibêje, Li gor min Şansê zarok û nifşên niha hinek zêdetire. Ji ber ku niha li Hollandayê gelek kurd hene.

Jiyan ji ezmûn û tecrubeyan pêk tê. Meryem jî dest pê dike hêdî hêdî xwe ferî jiyana xerîbiyê dike. Pêşî ji bo pişeya kuaforiyê fêr bibe, diçe dibistanê. Paşê ji bo ku karibe li nexweşxaneyan sekreteriya bijîjkan bike, perwerdeya Tibbê dibîne. Meryem bêyî ku zarokatiya xwe bijî, mezin dibe. Weke gelek keçan, ew jî zû mezin dibe û di 21 saliya xwe de dizewice. Herwisa di 23 saliya xwe de zarokek wê çêdibe û dibe dayik. Meryem Gumuş piştî ku dibe dayik, êdî zarokê xwe datîne mala zarokan-kirêşê û dîsa li nexweşxaneyê dixebite. Di salên destpêkê de ji ber kurê xwe, rojê tenê 3-4 saet dixebite û paşê dîsa destpê dike û rojê 8 saet dixebite. Li gelek beşên nexweşxaneyê sekreteriyê dike. Meryem wiha pêde diçe; di van salan de êdî kurê min dest bi dibistanê kir û ji min re digot; ‘Dayê dayika her kesî ew dibe dibistanê, lê tu min nabî, çima? Dema ku li arşîva nexweşxaneyê dixebitîm, 10 roj li ser hev kar dikir da ku di dawiya hefteyan de karibim bi kurê xwe re mijûl bibim. Li wê derê, min bixwe roj û dema karê xwe destnîşan dikir û bi vî awayî wext çêdibû ku ez bêtir bi kurê xwe re mijûl bibim.

 

Li hember zor û zehmetiyan li ber xwe da

 

Lêbelê, weke tê gotin jiyana Meryem Gumuş ne hêsan bû. Zewaca wê dilikume û nameşe. Û di dema zewacê de rastî her cûre şîddetê tê. Ji bo wê, êdî kar dibe sedemeke derketina ji malê. Bi awayekî rizgar bûna ji şîddetê ye. Li hember zext û zordestiya hevjînê xwe ya berê nizane çi bike, gelek nakokî li serê wê diçin û tên. Êdî wisa dibe, ku her tevgera wê ya li malê dibe sedema mijareke neyînî. Lê li ser kar ne wisa ye. Meryem Gumuş tiştên jiya ye û hatine serê wê wiha vedibêje; Ji bo min çûyina kar azadbûn bû. Li ser kar min xwe rehet hîs dikir û ti bûyer û helwestên neyînî nebûn. Şefên min digotin, ‘Tu karê xwe pirr baş dikî, em bi te serbilindin.  Lêbelê, dema ku diçûm malê, weke miroveke bêhiş û ne biaqil dihatim pêşwazîkirin. Di rewşeke wiha de mirov ji xwe dipirse, ‘Gelo ez kîjanim; ya bêaqil an jî ya serkeftî’? Ji ber vê yekê li ser kar bêtir bextewer bûm. Dema ku serê sibê radibûm, weke çûkek ji qefesa xwe derê û bifire diçûm ser kar. Jiyana min a kar bû sedem, ku baweriya min a li min xurttir bibe. Ew jiyana ku dihat xwestin ez li malê bimînin, min bi xebata li derve çareser kir.

Dema ku kurê Meryem Gumuş dibe du salî, biryar dide, ku ji  hevjînê xwe veqete, lêbelê ji ber zexta malbat û derdorê careke din vedigere malê. Gumuş vê rewşê jî wiha şîrove dike; ‘Dema ku cara duyemîn em hatin cem hev, min ji xwe re got, ‘ez nikarim bi vî mirovî re bijîm’. Edî hêz û teqeta min nemabû, ku ez karibim vê zewacê birêve bibim û li hember zextên wî tehamul bikim. Û min sond xwar ku careke din venegerim ji malê derketim û min xwe sipart sitargeha jinan ya dewleta Hollandayê. di vê navberê de ne tenê min malê terk kir, herwisa ez neçar mam dest ji karê xwe jî berdim û koçî bajarekî din bikim. Minê bi kurê xwe re ji sifirê dest bi jiyaneke nû bikira. Piştî demekê ji mala-stargeha jinan derketim û min koçî bajareke din kir. Li vê derê salek û nîv li malê mam û bi kurê xwe re mijûl bûm.

Sebra Meyrem Gumuş, li malê nayê, ji ber ew dizane jiyana kar û xebatê baştire ji bo wê. Û careke din ji bo kar serî li saziyên pêwendîdar dide. Vê carê li wezareta av û rê ya Hollandayê kar dibîne. Dest pê dike weke stajyer li vê saziyê dixebite û paşê karê wê dibe daîmî. Lêbelê, kirîza aborî ya van salên dawiyê li ewropayê xist, tesîr li Gumuş jî dike. Gumuş vê rewşê jî wiha şîrove dike;’Berê maaş-heqdestên me têrî me dikir, lê piştî kirîza aborî bihayê her tişt giran bû û niha em neçarin quriş bi quriş hesab bikin. Bi awayekî me jî para xwe ji kirîza aborî wergirt. Meryem Gumuş dibêje, kirîza aborî herî zêde tesîr li penaberan kir û bi taybetî li jinana kir; lewre niha pirr zehmete ku jinên biyanî li Hollandayê kar bibînin. Li aliyê din, dewleta Hollandayê nîvê destek û alîkariya ku dida jinan birrî. Gelek mafên sosyalî birrîn û niha jiyan zehmet bûye. Wekî din, Hollanda li hember biyaniyan tedbîrên tund werdigre û ji bo me koçberan her ku diçe jiyana li Hollandayê zehmettir dibe.

 

Ji bo Kobanê her kes dikare tiştek bike

 

Meyrem Gumuş, ne jiyana aborî, herwisa ji aliyê baldarî û helwesta xwe ya di derbarê bûyerên civakî de jî bala me kişand. Di derbarê bûyerên derdora xwe û Kobanê de jî Meryem xwedî fikir û helweste. Meryem Gumuş, ji bo Kobanê bi rêya medya sosyalî re têkilî bi nas û dostên xwe re datîne, tevî kurê xwe diçe serdana malbatan û dibêje, ‘Hun jî dikarin ji bo Kobanê tiştek bikin’ û alîkarî dixwaze. Ji destên we çi tê wê bikin, bila keda we jî di berxwedana Kobanê de hebe. Gumuş, ji bo Kobanê diçe komeleyên Elewiyan û her çend kêm be jî, ji her komeleyê alîkarî kom dike. Gumuş bûyereke komkirina alîkariya ji bo Kobanê wiha vedibêje; Bavê min got, ‘keça min, min kampanya xwe daye û ez nikarim careke din bidim, min jî got, Bavo 5 euro be jî bide, bi vî awayî min ji derdora nas û malbata xwe alîkariyeke maqul kom kir. Min hewl da ku ji kes û derdorên cihêreng alîkariyê kom bikim, ji ber kesên tên komeleyan destekê didin. Lewma ez dixwazim ji bo Kobanê bêtir bixebitim û alîkarî kom bikim. Kurê min pere û alîkariya ku me kom kir, bir Kobanê û dema ku hat got, ‘Daye, rewşa wê derê ne rehete, weke ku tê texmînkirin nîne; pêwistiya mirovan bi gelek tiştan heye. Pirr girînge ku em ji vê derê alîkariya pêwist bigihînin wê derê. Divê em vala nesekinin. Li wê derê mirov di nava şert û mercên zivistanê yên dijwar de dijîn. Em di nava livinên xwe yên germ de ne, lazime em wan ji bîr nekin û di her kêliyê de xwe bixin dewsa wan.

Meyrem Gumuş, demeke dirêje ku bi hesreta dîtina çiyayên Kurdistanê bi kurê xwe re dijî û dibêje, ‘ez û kurê min em dixwazin biçin û deverên ku gerila lê dijîn bibînin. Demeke dirêje em vê yekê dixwazin, lê hêna daxwaza me bicih nehatiye. Ez hêvî dikim, ku di demke kin de ev daxwaza me bicih were.