Biryara çawa birêve birinê dide

- Berjin TEKOŞER
666 views

2-JIN LI SER PISTA HESPJinên Kurd di dîrokê de hertim bûne xwedî rol û gelek serkeftin, qehremaniyên mezin bi dest xistine. Di her qadekê de cih girtine, ked dane û erk û berpirsyarî hilgirtine ser milê xwe. Deyfe Xatûn jî yek ji wan jinan e ku bûye sembolek herê girîng a berxwedêriya jina Kurd. Jinên Kurd her wekî berê, îro jî di nav civak û her qadekê de bi rol û mîsyona xwe radibin. Ji bo azadiyeke civakî pêk bê ked û xebat didin meşandin.

 Sembola berxwedanê

Deyfe Xatun biraziya Selahedînê Eyûbî ye. Di sala 1186’ê hicrî de, di qela Helebê de tê dinya yê. Di 25 saliya xwe de bi lawê Elmelîk Elzahirê ji xanedaniya Eyûbî re dizewice. Di pêvajoya ku hevserê wê li ser desthilatdariyê ye, jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku kurê wê biçûk e, ew tê ser erk û rêveberiyê digire dest xwe û heya ku kurê wê dibe 17 salî, ew bi tena serê xwe xanedaniyê birêve dibe. Lawê wê di sala 1236’an de, dema hîn 24 salî ye dimire. Rêveberî dikeve destê lawê wê ku wek Selahedînê II. tê nasîn. Dema ew jî dimire, vê carê rêveberî ji neviyê wê ku hîn 7 salî ye re dimîne, lê ji ber ku temenê wî biçûk e, carededin Deyfe Xatun di temenê xwe yê 50 salî de erka rêvebirinê digire dest xwe. Helep û derdora wê hema bêje 6 salan birêve dibe.

Serî natewîne

Di dema rêveberiya xwe de, bi berpirsên Hama, Tunus, Şam û Kurdistanê re hevdîtinan çêdike. Dîsan bi Selçûkiyan re hevdîtinê çêdike. Ji bo pêşî girtina êrîşên Xaçan û Moxol an, ji wan arikariyê dixwaze. Di dema êrîşan de nêzikatî û helwestek bi wêrek raber dike. Di sala 1219’an de, (li gor dîroka hîcrî) Moxol, dibin rêveberiya Cengîz Xan de, bi awayek hovane êrîşê Buhara û Semerkantê dikin. Tevkujiyên nayên dîtin, bihîstin, pêk tînin. Bajarên misilmanan, camî û dibistanan talan dikin. Pirtûkan tevî aliman dişewitînin. Talanek wehşiyane pêk tînin. Li hemberî vê wehşetê, dema ku gelek rêveber ditirsin, Deyfe Xanim di pêvajoyek wiha de ji wan natirse, serî natewîne. Di sala 1226’an de Cengîz Xan dimire. Lê, piştî çarsalan şûn de, li hemberî Saruhan, Kîşlohan, Berdîhan û Xûwarîzma yê êrîş pêk tên. Vê carê dora Selçûkiyan tê. Heya keviyên Firatê nêz dibin. Bi êrîşa li ser Qela Cihberê gel tirsand in. Beşek ji artêşa Deyfe Xanimê ji bo kela Cihber ê, beşek jî ji bo Şîrez û ya din jî ji bo ku kela Harîmê biparêze, dikeve rê. Di encama vê parastinê de Moxol bera xwe didin Heleb ê. Deyfe Xanim, li hemberî vê êrîşê bi gelê xwe re dibe yek û ji wan dixwaze ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Gelê ku li dor hev civiya ye, di kelheyê de dest bi parastina xwe dike.

Li hemberî îxanetê tawîz nade

Moxolan, bi dehan caran êrîşê Heleb ê, Xanedaniya Eyûbiyan kir. Her carekê jî Deyfe Xanim tevî leşkerên xwe berxwedaniyek mezin raber dike û rê nade Moxol bi pêş de biçin. Tê gotin ku Sûhabutîn Eyûbî, nikare xwe li ber vê nêzikatî û jêhatîbûna Deyfe Xanimê rabigire û dixwaze bi xwe rêveberiyê birêve bibe. Lê, bi tena serê xwe cisareta vê yekê di xwe de nabîne û diçe cem Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref û wiha jê re dibêje: “Mîr û begên li derdora te wê naxwazin. Dixwazin di bin desthilatdariya wê de derkevin û azad bin. Ji ber ku ew li pey padişahekê ne.” Padişahê Şamê jî wiha wî dibersivîne û dibêje; “ Ezê xirabiyê li neviya Eyûbiyan nekim.” Û bi vî rengî vê daxwaza Sûhabutîn Eyûbî paşde dizivirîne. Deyfe Xanim, dema ku vê yekê dibihîse, leşkerên xwe derdixîne pişiya vî zilamê ku dixwaze îxanetê lê bike û tevahiya mal û milkê wî ji dest digire. Wî û hevkarên wî di kela Helebê de heps dike.

Piştî êrîşên Moxolan şûnde, dîsan Xaçî derdikevin ser dîka dîrok ê. Her cûre êrîşan dibin ser gel. Deyfe Xanim li hemberî Xaçiyan jî şer dike. Tevî leşkerên xwe berxwedaniyek mezin raber dike.

59 salên bi têkoşînê barkirî

Deyfe Xanim ku di qada rêvebirinê de serkeftinên mezin, qehremantî da nîşandayîn, her wiha di qala medreseyan de jî gelek xebat û keda wê çêbûye.

Li Helebê medreseya Fîrdewsî da çêkirin. Di sala 1236’an de, li wê derê tekke û mezargehekê dide avakirin.

Mînakek din, şexsiyetek hêja ku di dema xwe de hewl daye karê baş û xêrê bike, Sîtû Şam e. Navê wê yê rastîn Zumrût Xatûn e. Wek Îsmetûdîn jî tê nasîn. Dovre di nav gel de wek Sîtû Şam hat nasîn û bibîranîn. Îbnî Kesîr di derbarê Sîtû Şam de wiah dibêje; “ ew xwîşka siltanan, meta zarokan û dayîka siltanan bû. Sîtû Şam ku seltenetê di dest xwe de digire, ji gelê xwe re xizmetên giranbiha dike, her wiha di çavkaniyên dîrokî de behsa du medreseyên ku wê avakirine jî tê kirin.

Deyfe Xanım, hicrî 1242’an de, di 59 saliya xwe, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.