Çîrok zimanê xwe pênase kirinê ye

- Rojin Zerdal
776 views

2Zaroktî hinek jî cîhana çîrokan e. Em di nav çîrokên ku dapîr û dayîkên me ji me re vedigotin, dibûn rêvî û me ji çîrokekê ber bi çîrokek din we koç dikir. Çîrokên ku dihatin gotin, cîhana me a xeyalan mezin dikir, di zêhnê me de hin wêne avadikirin û feraseteke nû bi me dida qezenc kirin. Zarokê ku dikare xeyalan avabike hîn zêdetir afirîner e. Ew di nav çîrokan de bi hemû xirabiyên heyî têdikoşe. Her zarokek dibe qehremanek ku xirabiyan têk dibe. Bi xaliya ku li ser behrê difire, di cîhana şahmaran de, bi odeyên tarî yên rih û bi serhatiyên ku ji dewlemendan digire û di nav xêzanan de belav dike; pêwîste zarok di gera di nav bexçeyên sêhr ê de mezin bibe.

Mixabin di nav dîwarên cîhana modern de yek ji tişta ku herê kêm zarok dibihîsin jî çîrok in. Di roja me ya îro de cihê çîrok an, film karton, televîzyon, aypet û telefonan pêşketî girtiye. Ji ber vê çendê jî her rojek ku diçe zêdetir zarok ji cîhana xwe a xeyalan dûr dikevin. Her çîrok hinek jî paşeroj, dîrok û bîr e. Bîr zînde dimîne, ji bûyeran bi rêya van çêrokan ders derdixîne, encam jê digire. Mixabin di roja me a îro de ne zarokên ku çîrokan guhdar dikin, ne jî kesên ku çîrokan dibêjin mane. Ew çîrokbêjên ku her şev dibûn mêvanên xewnên me, her roja ku diçe zêdetir kêm dibin û bi wan re çîrok jî wenda dibin.

Li şûna nifşê ku bi çîrokan mezin dibûn, nifşeke ku bi fîlm karton, aypet û telefonên pêşketî mezîn dibin, digire. Nifşên ku bi bûyer û çîrokên dîrokî mezin dibûn, cihê xwe ji nifşeke ku bi agahiyên rojane mezin dibe re dihêle.

Nebêjin çîroke û derbas nekin 

Ez bawerim we pirê caran ji kesên ku bi çîrokan mezin bûne gotina,´nebêjin çîroke û derbas nekin´ bihistîbe. Ji ber ku  dema çîrok tê gotin, dorhêleke germ tê bîra mirov. Çîrok bêdengî ye… Di nav wê bêdengiyê de mirov vedigere serhildêrekê ku li dijî xirabiyan e û qeheremanek şerker e… Çîrok herê zêde jî dayîk e, germahî û rehma wê ye. Dengê wê bi awayek wisa nerm di hindûrê we de tê jîn ku hûn dikarin heya dawiya emrê xwe bi wî dengî re bimeşin. Çîrok bêhna dayîkê ye, sîngeke ku dema hûn bi kelecan yan jî çavên we mezin dibe, serê xwe deynin ser, sîngek ji bo bêhn vedana heskirin ê.

Zarok bi çîrokan re fêrî jiyanê dibin. Pê dihesin ku li gel başan, nebaş jî hene. Di nav têkoşîna baş û nebaşan de refa zarokan diyar e. Ew baş dizanin ka wê di kîjan refê de cih bigirin. Dema ku hûn dest bi çîrokê dikin, wê bê sebriya di çavên zarokan de bala we bikşîne.

Di her kêliya çîrokê de, di nav têkoşînekê dene. Ewqas pirsan pirs dikin ku ev yek tenê têrê dike ku di zarok de heya astekê jêpirsîn pêş bikeve. Bi jêpirsînê hîn zêdetir baldar nêzî jiyan û bûyerên li derdora wan diqewime dibin û hişyar tevdigerin.

Yek ji mijarên din yên di nav çîrokan de ku pirr zêde bala me dikşîne jî nêrandina ji jiyanê re ye. Tiştin wek ezperestî, hesûdî, niyetên xirab û hwd. şêweyê jiyana kesên xirab in. Ez ji we re mînakekê ji çîroka ´diz´ a ku diya min digot, bibêjim: ´Diz´ tiştên ku ji axayan digirt, di nav feqîran de belav dike. Li vir zarok di pencereya ´diz´ de li jiyanê dinêrin. ´Diz´ ji bo xwe nadize, ji bo xêzanan digire û tiştên ku girtiye jî gund bi gund digere û di nav kesên xêzan de belav dike. Li kuderê zarokên birçî hebin, li wêderê tiştin ku girtiye belav dike. Di vê çîrokê de ezperestî tûneye, em qet rastê hesûdiyê jî nayên, em di armanc de qet rastê niyeteke xirab a ´diz´ nayên. Di vê çîrokê de hêvî, heskirin, parve kirin heye. Di heman demê de jêpirsîn heye. Hin kes ku xwediyê her tiştekê ne, hin kes jî birsî. Başe ji bo çi? Ligor kê û ligor çi dewlemendî, ji bo kê wekhevî? Dema mirov bi van pirsan bikeve rê, pê dihese ku neheqiyek heye.

Bandora çîrokan li ser zimanê dayîkê

Her zarokek 3pêwîste çîroka xwe a ewil bi zimanê xwe yê dayîkê guhdar bike. Ev yek ji bo pêşketina zarok pirr girîng e. Zarok çîrokên ku bi zimanê xwe yê dayîkê guhdar dikin, di tevahiya jiyana xwe de ji bîr nabin. Her wiha di pêşketina zêhnê zarokan de jî xwedî roleke girîng e. Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayîkê çîrokan guhdar dike, fêrî ziman dibe, xwedî zêhneke vekiriye û ji xwe baweriya wê/wî zêde ye. Ev çîrok di jiyana wan de ciheke wisan digire ku di kêliyeke herê biçûk a xwe hesînê de dikare dîsan vegere wê kêliyê. Dibe ku ji ber vê çendê be ku çîrok ji her nifşekê derbasî nifşeke din bûye û wisa di nav herikîneke bê rawest de heya rojame ya îro hatiye, nehatiye ji bîr kirin. Bi dilnizmî û heskirinê guhdar dikin, xeyal dikin û digihînin roja me ya îro. Ji ber vê çendê, hebûna her çîrokekê yan jî tûnebûna wê, hebûn-tûnebûna zimanekê ye. Wek hûn jî dibînin çîrok xwedî girîngiyeke evçend jiyanî ye.

Ligor pedagogan jî dema zarok hîn di zikê diya xwe deye, vegotina çîrokan bi zimanê dayîkê pirr girîng e, ji bo zarok tişteke wisan e ku ne mimkune ku mirov bikare dest jê berde. Zarok, rihê germ yê çîrokan dema ku hîn nikarin biaxivin jî hîs dikin. Dibe ku nekaribin biaxivin lê, we fêm dikin û her çi tê gotin li ser wan bandoreke mayînde dide çêkirin. Piştî ku peyvên ewil di devê wan de derdikeve şûnde; ger tevahiya çîrokê fêm nekin jî çîrokek ku bi zimaneke baş yan jî hatiye nivîsîn, xezîneya peyvan a zarokan dewlemend dike. Her çîrokek ji bo zarokan tê wateya peyveke nû, vegotineke bi hêz, rengareng û tê wateya qabiliyeta fikirînek razber. Ji ber vê em dikarin bibêjin; “çîrok ji bo zarokan xuraka hest û zêhn e.”

Di çîrokan de zimanê cînsiyetparêz

Çanda desthilatdar di pirtûkên zarokan de û bitaybetî di çîrokan de guherînên pirr zêde çê dike, li şûna ew zimanê erênî zimaneke neyînî ku hemû rengên xweşik, zimanê ku tuje dersên jiyanî ne, çîrokên ku hemû reng û xweşikiyên civakî di nav de tune dibin, raberê me dike. A herê berbiçav jî bi rêya çîrokan xisleta zarokan ligor hestên serdestî û cînsiyetparêziyê ji nû de tê dest girtin, di temeneke biçûk de bi rêya çîrokan rola zarokên keç û kur tê diyar kirin. Ji her yek ji wan re bi rêya çîrokan çandeke cînsiyetparêz a ku ligor erêyên pergala desthilatdar e, di zêhn û rihê wan de tê bi cih kirin, tê
pêşxistin. Hema bêje di her pirtûkek a çîrokan de ji qehremanê pîrtûkê re ku zilam e, rol û zimanek nêr tê dayîn û çîrok li ser vî zimanî tê pêşxistin. Dema wiha dibe, em hîn di zarokatiya xwe de, ji dema ku tên dinya yê, di dibistan, malbat û di nav civakê de bi rol û mîsyona ku civaka cînsiyetparêz ji me re erê kiriye, tên nasîn û ev wek kirasekê biser me de tê kirin. Weke ku a xwezayî ev be, rolek ji me re tê destnîşan kirin.4

Ev rol jî bi rêya çîrok, efsane, fêrbûyînan di her firsendê de tê pêşxistin û pejirandin. Pergala babiksalarî bi rêya ziman dixwaze di her şaneyekê de xwe belav bike û bi pêşxistina zimanê nêr a di nav wêjeyê de desthilatiya xwe hîn zêdetir bihêz bike. Ji ber ku baş tê zanîn ku ziman destpêka fêrbûna xwe bi xwe ye. Bi vî rengî bi rêya ziman cînsiyetparêzî tê pêşxistin, di nav civakê de bi rêya ziman rola kes jî tê destnîşan kirin. Êdî ne di çîrokan de di nav civakê de jî rol û mîsyona zarokên keç, wek dayîk û bavê wan, wê bê guherîn. Bi rêya pirtûkên çîrokan ku ji zarokan re hatine amade kirin, êdî ji rihê azad, a ku ji xwe bûnê tawîz nade û nasnameyek xweser behs kirin zehmet e.

Ji çîrokên cînsiyetparêz dûr bisekinin

Cîhana çîrokan cîhanek dewlemend e. Hezar cureyên çîrokan hene. Hin ji wan ji civakekê derbasî nav civakeke din bûne û êdî gerdûnine. Çîrok vegotinin ku di zêhnê zarokan de bi awayeke kûr cih digirin. Ji ber vê jî pêwîste em pirr hişyar tevbigerin ka di van çîrokan de zimaneke cûda ku tundiyê di nav xwe de dihevîne û zimaneke ku jinê neyînî dinirxîne heye an na. Lazime em pirr bi baldarî nêz bibin û ger zimaneke wiha hatibe bikaranîn, hişyar tevbigerin. Mînak di çîrokên ku dayîk û dapîrên me li ber agir ji me re vedigotin de zimanê nêr nîn bû, biçûk xistina jinê nîn bû û ev yek ne pêkan bû ku bibe mijara gotinê jî

Mînak di hin çîrokan de rola ku ji jin re tê dayîn, a ku bêdeng, ji her tiştî re dibêje erê, serê wê li ber de û gelek caran jî a herê nexweşik tê raber kirin. Di çîrokan de gelek caran em rastê zarokên keç tên ku derveyê erê kirina her peyvek ku ji devê zilam derdikeve, tiştek din nabêje, zaroka baş a bavê xwe, birayê xwe û ji ber stûxwariya xwe di nav civakê de a herê baş e. Di vir de em tu sekneke xwe bawer, keseke xwedî feraseta azad nabînin. Ji ber ku a li vir baş e û wisan ji xwendevan an jî guhdarvanan re tê pêşkêş kirin, êdî di şexsê zarokan de civakeke têk çûyî ye. Bi rêya çîrokên ku bi zimaneke cînsiyetparêz hatiye nixumandin, kontrol kirina kes tê hedef kirin. Kontrol kirina kes ji hêla rih û fikir jî tê wateya bi cih kirina zimanê nêr di her qadeke civakî de.