Çîrokên şoreşê

- Necîbe QEREDAXî
647 views

Kobanê û Şengalê du nav, du bûyer, du bajar, ji du beşên Kurdistanê ku sînorên xêzkirî ew ji hev dûr xistiye. Lê bi qasî ruh û bedenê her du bajaran nêzî hev in. Her du jî di sala 2014’an de bi awayekî cuda ketin rojeva me, lê herikîn rûbarê ruhê me. Bi çîrokên hem qehremanî hem jî trajîk mîna Dîcle û Firatê piştî cudabûneke dirêj bi hev re têkilî danîn. Ya ku ew gihand hev jî ruhê berxwedanê ye. Ya ku wan gihand hev çîrokên destanwarî ne, ku aliyên wan ên trajîk ne kêm in. Dibêjin “piştî her ketinê rabûnek heye”, lê rabûna vê carê ya Şengalê pir cuda ye. Ev ketin çiqasî giran be, rabûna wê jî ewqasî bi heybet e. Yên ku ji her her kesî zêdetir travmaya komkujiyê dîtine û heta hestiyên xwe ev travma hîs kirine û dikin, hînê mîna di xewnê de ne naxwazin şiyar bibin. Ne kêm in ên travmaya vê komkujiyê hîs nakin, yên hîs nakin wê çi bikin? Ji bo hîs bike ka êşa wê çi ye, gelo divê bi serê wan de jî were? Ji xwe ev pirsgirêka herî mezine. Yên hîs jî dikin, pêdiviya wê pêk tînin, gaveke din nêzî azadiyê dibin û bi xwe re jî civakê azad dikin. Yên ev komkujî kirine, em bi tenê wan bi şeklên qebe dibînin; kesên bi çek, hov, yan dîmenên wan dibînin serî jê dikin û dikujin, yan mirî wan dibînin. Lê yên dimirin tenê bedeneke, bi hezaran bin an bi deh hezaran bin. Bi fîşekekê werin kuştin an jî bi balafirên qaşo koalîsyonê. Lê DAIŞ a di zîhniyetê de ye, gelo em wan çawa pênase dikin û çawa bi wan re şer dikin? Ji bo bersiva wan pirsan em giranî bê deng in û heta matmayî dimînin. Çima? Ji ber ku ev hovîtî bi tenê bi şêwaza xwe ya qebe tê dîtin. Gelo ji aliyê civakî û mejî ve çiqasî serê me ji vê zîhniyetê paqij bûye, ku jinan bi hêsanî li ser sifreyeka amade pêşkêşî wan kir? Di nava civaka me de yên hîn jî pirjinî rewa dike, qelen normal dibîne, dibêje DAIŞ’ê “Namûsa” me dikire û difiroşe, gelo çi kir? Ma qelen jî ne şêwazeke din a firotinê ye? Ma pirjinî ne heman rêbaza serçeteyane ku ji jinekê zêdetir dikirin û rojane dest diavêje wan? Mîna keça ciwan a Êzidî di konferanseke li Silêmanî de got” DAIŞ di nava serê me de ye, divê em rast li zihniyeta xwe vegerîn û rast bi wan re şer bikin”. Ev DAIŞ, hem bi aliyê xwe yê qebe hem jî bi şeklê xwe yê zirav li Rojava, bi taybetî jî li Kobanê rast hat pênasekirin. Lewma ji vê rabûna dîrokî ya jinan re Şoreş tê gotin. Her biçekkirin û qelebalixiya girseyî nayê wateya şoreşê. Jinên rahiştine çekan û şer dikin, mîna rojnamevana Awûstûralyayî Tara Browan dibêje “Jin di şerê xwe yê li hemberî DAIŞ’ê ti rehmê nîşan nadin. Ji ber ku dizanin bi serketina DAIŞ’ê re wê jiyana jinê çawa be”. Bê guman wê xerabtir bibe, wê werin firotin, werin kolekirin û tecawiz kirin. Jinên bi hilgirtina çekê re şer dikin, di asta herî jorîn de erk û wezîfeya paqijkirina herêmê ji qirêjiya bicih tînin. Yên çek di destê wan de nîne, çawa li jiyanê, mêr, jin, civak, xweza û her tiştê din dinêrin û dixwazin çawa bijîn? Niha di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jin li her qasdên jiyanê bi bersivdayîna van pirsan re eleqedar in. Ji ber vê yekê Rojava û bi taybetî jî Kobanê navnîşana Ronesansa Rojhilata Navîn e. Ev der bi hemû hebûna xwe ya manewî û madî îspat kir ku civakek dikare bê dewlet jî bijî. Ne tenê ev rastî îspat kir, di heman demê de nîşanî hemû cihanê da ku dewlet çiqasî dikare hov û bê perwa be; bi rengê xwe yê dewleta bê sînor DAIŞ û dewletên qaşo xwedî sînor ên Rojhilata Navîn mîna Tirkiye, Îran û hwd. Vî şerî û têkoşîna jinan, rastiya Kobanê û Şengalê gihand hev. Li Şengalê ji mexdûran leheng, ji şikestîyan pêşengan, ji bindestan şoereşger afirîn. Ev şer û têkoşîn, rêbaza rast a operasyona paqijkirina hundirîn e. Ev nivîsandina dîroka rast a gelan û jinan e. Ev Şoereş bi xwe ye, heta duh hebûna jinên Êzidî di refên têkoşîna azadî de tilêyên her du destan derbas nedikir. Lê niha ref bi ref diherikin nava qadên têkoşînê. Jinên Êzidî êdî hemû bendan dişkînin û xwe di neynika rastiya hezaran salan de dibînin. Axa xwe hembêz dikin û civakê bi azadiyê dixemilînin. Ew vedigerin lê vegereke hemû çîrokên trajîk dide ji bîr kirin û dawî li dîroka travmayan tînin, dengê guleyên jinên Kurd û bi taybet jinên Êzidî Rojhilata Navîn û cîhanê şiyar dike.