Dara bixwîn

- Nujiyan ERHAN
592 views

dara-bixwin-3Di civakên ku xwe li ser hîmên manevî ava kirine de wateya jiyan û mirinê bê guman cûda ye. Jiyan ne tenê hebûn e û mirin jî nayê wateya tunebûnê. Jiyan û mirin, tarî û ronî, reş û spî li gor zagonên pergala analitîk ji me re danîne, nayên fêm kirin. Ji bo vê jî di civakên wisa de  mêzekirina cihanê dervayî qalibên hatine danîn de ye. Gerdûn di mêyzîna vîcdanê de tê pîvan û nêrîn ji çavê dîlê mirov tê ava kirin. Ji bo vê jî wate û hîma tiştan di civakên wisa de dervayî lîteratûra pergala heyî de ye.

Ez niha bi heyraniyeke mezin di civakekên wisa de têkoşîna gihiştina heqîqetê ya mirovan temeşa dikim. Dîwarên ku di mêjiyê min de hatine ava kirin, nahêlên ez bigehêjim rastiya gerdûnî a wan rastiyan. Taqet û mecala dilê min ger dixwaze bila tenê dilopek be jî vê heqîqetê tahm bike. Ji bo fêm kirina vê divê mirov ji xwe derbas bike, qalibên hatiye dayîn bi  hêza manevî bişkêne, jêberên bi hezaran salan mejiyê me dagir kiriye paqîj bibe û bi çavê dilê xwe bimeşe. Lê di şert û mercên heyî de bi vê şêweya girtinê, gihiştina vê astê gelek zehmet e. Ji bo vê jî şîrove kirina hin tiştan ez wek heddê xwe nabînim û ez tenê dibim hincetek ji bo ku bikarim vê yekê bigihînim we. Êdî gotin ji min, wate ji we ye..!

Çilmêra û rastiya qehremaniyekê

Civaka Êzîdî  ku çiqas lêkolîn li ser hatibin kirin, çiqas nîqaş û nêrîn li ser hatibin meşandin, hîna jî gelek tiştên wan baş nehatiye fêm kirin û têkilîya wan bi xweza yê re, gihiştina wan ya uhrewî hîn jî wek nepeniyekê ye. Bê guman, ji bo hemû Êzîdiyan ev derbas nabe. Ez qala Êzîdiyên ku hîn li ser koka xwe û parastina nirxên xwe dikin, dikim. Gelek bûyer û metelokên ku nav civakê de tê gotin û baweriya wan pê heye, em nikarin bi fêmkirina xwe ya modernîta kapîtalîst bigihêjin wan. Rojên derbas bûyî de jî tiştekî wisa hat jiyan kirin.

dara-bixwin-4Çilmêra, cihê herî bilind a çiyayê Şengalê ye. Ligor gotinan, di dema qirkirina Ermeniyan de gelê Ermenî yên ku xwestine ji fermanê birevin, xwe spartine çiyayê Şengalê û xwe avêtine paşila gelê Êzîdî. Herkes jî dizane ku di çanda Êzîdiyan de ger yek xwe bavêje ber bextê wan, xwe bidin kuştin jî mivanê xwe radestê dijmin nakin. Di wê demê de jî artêşa Osmanî hatiye û daxwaza wan Ermeniyan kiriye, lê gelê Êzîdî ev yeka han nepejirandiye. Dibêjin li serê Çilmêra şerekî pirr giran qewimiye. Çil mêrên egît yên Êzidiyan derketine pêşiya dewleta Romî û heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine. Gelek derbên giran li Osmaniyan dane û artêşê wendahiyên zêde hebûne; lê, dema ew 40 kes şehit ketine Tawusê Melek top û agir barandiye ser artêşê û artêş neçar maye paşve vekişiya ye. Piştî vî şerê giran, gel ji vir re gotiye warê çil mêran û navê vir bûye Çilmêra. Niha li vir qubeyek heye û li gor baweriyê her hefteyê, şeva Çarşemê dîwana çil mêran li vê qubê kom dibe. Ji bo vê jî aliyê rojhilatê çiyê ku şer li wir qewimiye gelek bi sehm e.

Nifrîna çiyayê Çilmêra

Di dema Sadam de, ji bo bişavtina Êzîdiyan gelek rê û rêbaz hatiye meşandin. Ji bo Êzîdî ji çiyan werin qut kirin jî rê birine ser çiyayê Şengalê û li her derê gel daxistine nava deşt an. Li ser Çilmêran jî cihekî leşkeri hatiye çêkirin. Hîn jî şûnşopên artêşa Iraqê li ser Çilmêran heye. Gelek dîwarên bilind yên ku sarux jê tê avêtin heye. Dema Emerîqayê Iraq dagir kir,  di destpêkê de hatiye vir û beregeheke xwe ya lêşkerî li vir çêkiriye. Ev cihên ji dar hatine çêkirin jî bermahiyên Emerîqayê ne. Dibêjîn dema artêşa Emerîqayê hatiye Çilmêr an, bê hurmetî li hemberî qubê kiriye û bi tevî pêlavên xwe ketine nav qubê de. Her çiqas Mûcêwir xwestiye wana agahdar bike, dîsan jî wan bi gotinên Mûcêwir guhdarî nekirine. Hema bêbela sebeb û di heman demê de hemû tiştên teknîkî yên artêşê sekinîne. Telefon, kompîtur, erebe, yanî hemû teknîka di dest wan de sekiniye, nexebitiye. Hemû leşker ecêp mayî mane. Nêzî du saetan tiştek neşiqulî ye. Mûcewir ji wan re gotiye ku zû lêborîna xwe bixwazin û hurmet li qubê re bidin nişandayîn; fermandarekî wan pêlavê xwe li dur daniye, çûye qube maç kiriye û tiştên wan yên teknîkî dîsan wek berê dest bi xebitînê kiriye.

Ji xwe dema ferman çêbû piraniya gel berê xwe dide Çilmêra, ji ber ku hîn pê bawer dikin ku ev der wan diparêze. Her wiha ji ber ku li wir konên malên ku sewalan xwedî dikin û av heye, gerîlayên HPG û YJA Starê jî li wir bi cih bûne û parastina çiya dikin. Ji roja fermanê heya îro hêzên jin parastina qube û gelê li Çilmêra dikin. Niha li Çilmêra nêzî 50 mal hene. Ji ber ku vir zivistanê pirr sare, malbatên din aliyê Serdeştê ya çiyayê Şengalê de bi cîh bûne.

Dar bi xwînê digirî û gazî dike

mansetDi van rojên derbasbûyî de hevalên jin yên ku xwestine amadekariyên xwe yên zivistanê bikin, çûne hinek dar kom bikin. Darên vir hurîk û zirav in. Piranî jî darên berû ne. Du hevalên jîn jî ji aliye rojhilatê çiyê de xwe berdidin ku hinek darên hişk peyda bikin. Dema ku hinekê ji beregehên xwe dûr ketine û darekî nîv ter nîv hişt dîtine, xwestine ku bi birekê çiqila darê a hişk jê bikin. Çawan ku birekê datînin ser, hinek jê birîne û anîne; di vê kêliyê de qêrînek bihîstine. Hinek guhdar kirine mêze kirine ku kes nîne û ne gengaze ku dengê beregehê be jî ji ber ku gelek dûr in. Hinek din berdewam kirine û bi nalînekî re avekî sor ser wan de pijîqî ye. Her du heval hema sekinîne û dîtine ku ji darê avekî sor tê. Hevalek yekser destmala serê xwe derxistiye û dar girê daye. Piştre çûne wargehê û gazî dayê Mercan kirine. Dayê Mercan, jineke ku ji aliyê olî û civakî de xwedî gelek agahiya ne, gelek zane û xwedî ezmûn e. Dayîka Mercan ji wan re dibêje ku bi lez û bez min bibin gel wê darê. Li gor gotinên Dayê Mercan, ev dara Sahabeyan (mirovên ku di dinyayê de xwedî keramet in û dema dimirin jî rihê wan li dinyayê dimîne) ye. Dibêjin ku rihê sahabekî di vê darê de bûye. Ew ava sor xwin e. Sahab zû bi zû xwe nîşanî însanan nake. Ewqas rêyekî dûr hatina van hevalên jin vala nîne. Ev sahab hiştiye û gazî wê hevalê kiriye ku were vir. Ew sahab xwestiye ku cihê wê/wî diyar bibe û kerameta xwe belav bike.

Dayê, piştika xwe ya spî li ser bîrîna darê baş dizivirîne û birînê girê dide, her wiha bi alikariya hevalên jin, cihê darê ji bo were diyar kirin jî derdora wê bi keviran wek dîwarekê lê dikin. Niha gelek kes ji bo dua kirinê tên ber vê darê, mirazê xwe ji xwedê dikin û paçikekê bi vê darê we girê didin.

Helbet ev tiştên ku em niha li ser dipeyvin, dibe ku ji bo mirovên xwe modern dîbînin gelek pêkenok an jî komik be. Lê divê em bîr nekin ku hîn jî nepeniyên gerdûnê nehatine kifş kirin. Dibe ku gerdûn, zîndîtî, rih, mijarên metafizik bin û gelek pisporên ku çend zaningeh qedandibin, li ser van mijaran lêkolîn dikin jî hebin. Lê hîna jî gelek tiştên civakên xwezayî hene ku ne teknolojî, ne jî zanînên demê dikare têbigehêje û fêm bike. Civaka Êzîdî ya ku pala xwe da ye çiyayê pîroz yê Şengalê û rastiya wan di kurahiya dîrokê de veşartiye, xwedî gelek zanînane ku bi zanîna roja îro nayê fêmkirin in.

Hîs kîrîn, çavê dîlê civakên xwezayî ye. Kesên ku dixwazin bigihêjîn rastî û cewhera Êzdatiyê, divê destpêkê jê bawer bike. Bawerî mifteya ketina nav cihana vê civakê ye…