Desthilatdarî têk diçe, têkoşîna gelan serdikeve

- Zeynep ERDEM
634 views

Li welatê me geşedanên dîrokî pêk tên ku ji bo siberoja hemû gelan gelek girîng e. Hevsengiyên polîtîk rojane cîh diguherin. Desthilatdarên Modernîteya Kapîtalîst di nava hewldaneke mezin de ne ku dixwazin serdestiya xwe bi statukoyê nû bidomînin. Hêzên parastina rewa ya gelan jî di nava hewldaneke mezin de ne ku rojek ji ya din zûtir bi feraseta Neteweya Demokratîk pergalekê nû ava bike û li derdora wê gelan kom bike.

Herwiha desthilatdarên li Başûrê Kurdistanê jî hewldaneke mezin dimeşînin ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê de rêxistineke ji bo serkeftina îradeya gelan pêk neyê. Ji ber vê ew hêzên serdest destkeftiyên gelan ji xwe re hedef digrin. Li aliyekî şahiya gelan ya serkeftin û azadiyê ye, li aliyê din şîna hêzên dagirker ya binkeftinê ye.

Bi taybet Îran, Tirkiyê û Îraq di vê demê de bi saya referanduma PDK/Barzanî xwe gihandin hev. Barzaniyê ku heta niha gelek caran bi hêzên Kurdan qetil dike re bi taybetî jî bi rejîma AKP-MHPê re gelek peyman, lihevkirin pêkaniye û di nav hewldana ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê de cih girtiye. Bi referandumê ve hêviyeke mezin da gelê Kurd ku wê serxwebûn û azadiyê bîne. Her çiqas KCKê bal kişand ser vê siyaseta bi xefik û necidî de jî bi israr referandum pêk hat. PDK’ê bi vê yekê xwest ku îxaneta xwe ya di Qetlîama Şengalê û rûreşiya xwe ya ji ber hevkariya dijminên Kurdan re bide jibîrkirin. Ji bo vê jî bi hestên gelê Kurd lîst. Ji ber ku ti planeke bi vî awayî ku destkeftiyekê ji gelê xwe re bîne tinebû. Di rewşa niha de li çar perçeyê Kurdistanê, piştî 100 salan cara yekem hemû dijminên Kurdan lihevkirin û îro bi hevkarî êriş dibin ser xaka Kurdistanê.

Vê rewşê li herêmê destê Îranê xurt kir. Berê li Iraqê siyaseteke neyênî dida meşandin lê niha rasterast bû hêza mudaxaleyê. Bi destê çeteyên Heşdî Şabî û di desthilatdariyê de feraseta Şiaperest qada xwe ya propagandayê gelek zêde kir.Her wiha sînorê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hêzeke mezin ya leşkerî amade kiriye, di vî warî de şerekî psîkolojîk dide meşandin. Îranê bi Tirkiyê re jî di vê demê de têkiliyeke ‘germ’ daniye. Destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û hedefa Federasyona Bakurê Suriyê herî zêde van herdu dewletên faşîst tengav dike. Ji ber ku hêzên herî sereke ne ku ji mudaxaleyeke derve û muxalefeta hundirîn ditirsin.

Em di demeke wisa de ne ku Tirkiyê bi dîktatoriya Erdogan berbi binkeftineke mezin ve diçe, di serî de Emerîka hêzên hegemonîk gefên mezin li Îranê dixwin û her kat ji mudaxaleyeke hundirîn û muxalefetê re derî vekiriye. Di vê rewşê de hêzên gelê Kurd li herêmê siyaseta Neteweya Demokratîk dimeşîne. Gelê Kurd hêviya azadiyê bi xwe re dibin her derê. Ev yek jî tirseke mezin dixe dilê van dewletên faşîst ku me li jor behsa wan kir.

Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê dagirkerên Kurdistan in. Lêbelê ji xeynî dagirkirina Kurdistan û qetilkirina Kurdan, ev dewletên faşîst li ser ti mijarê nabin hevkar. Ji ber ku her çar jî di warê desthilatdariyê de xwediyê paradîgmayên cuda ne. Hevkarî û lihevkirina navbera van hêzan de îro di asta herî jor de ye. Bêguman yekbûna dijminên Kurdan di encama siyaseta malbatî, berjewendiyên teng, lihevkirina bi dijminên gelê Kurd re derket holê.

Li gorî qanûnnameya Îraqê Şengal, Mûsil û Kerkûk jî tê de gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi awayekî statunediyar ve dihat nîşandan. Lêbelê ev herêman jî bi awayekî fiîlî di bin kontrola pêşmergeyan de bû. PDKê û hemû partiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd xistin telukê, careke din prestîjê pêşmergeyan kete ber lingan. Ji ber ku ti parastin an berxwedaneke ji bo axa xwe nekiririn. Wan hemû deveran radestî çeteyên Heşdî Şabî kirin.

Her çiqas li Başûrê Kurdistanê xem û xedariyeke bi vî rengî hebe jî, li Rojavayê Kurdistanê QSDê di pêşengiya jinên Kurd de, bajarê Reqayê ku DAIŞê kiribû paytexta wehşet û zilmê, rizgar kir. Bi rizgarkirina Reqayê ve hemû cîhanê careke din dît ku şervanên Kurd çiqas leheng, berxwedêr û qehreman in. Lêbelê mixabin li gel vê wêneyê Reqayê, teslîmiyeta li Başurê Kurdistanê jî li ber çavê cîhanê hate raxistin.

Li aliyekî bi pêşengiya jinan jiyana nû tê afirandin, li aliyek din feraseta desthilatdar Kurdistanê perçe perçe pêşkeşî dijminê gelê Kurd dike. Yên ku pêşiya vê siyasetê bigrin di serî de jinên Kurd in ku bi serkeftinên xwe mohra xwe li pêşketinên vê sedsalê dane.