´Di hindûrê min de qêrînek ji agir bilind dibû´

- Newaya Jin
733 views

 MANSETFodul Algunerhan dayîka gerîllaya YJA-STAR´ê Sevcan Algunerhan (Rûken Bîngul) ê ye ku di navbera 24-22 Cotmeha sala 2011´an de li herêma Hekarî, di encama topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. Dema ku me bi dayîka Fodul re hevpeyvîn çêdikir, gelek caran kêliyên pirr bi hestyar jî hate jîn. Di her peyvê de û bi herikîna her peyvekê re girî girê bi girê diherikî di qirikê de. Bi her herikîna peyvê re em jî diherikîn di nav hestên bi êş yên dayîka Fodul de.

Dayîka Fodul di destpêka axaftina xwe de heyfa xwe bi rojên berê tîne û balê dikşîne ser jiyana jinên Kurd û dibêje: “Jiyana her yek ji jinên Kurd wek romanekê dimîne. Xweziya ku xwendin û nivîsîna min hebûya ku min karîba tevahiya jiyana xwe binivîsim. Min dikarî ji vê jiyana xwe deh pirtûk derbixista. Ji ber ku her yek ji me jinên Kurd jiyanek wisa dijî ku ne pêkane bi çend gotinan dawî lê bê.” Dayîka Fodul wiha pêde diçe: “Ez di nav malbatek ne pirr xêzan û ne jî ewçend dewlemend de mezin bûm. Ez li gundê Keşkan hatim dinyayê û mezin bûm. Gundê Keşkan girêdayî nehiya Gêxiyê û ewder jî girêdayî bajarê Bîngulê ye. Navê bavê min Yasîn û navê dîya min jî Zekiye ye. Em sêzdeh xwîşk û bira ne ku ji wan sê mirin e. Ji pênc keç û pênc birayan ya herî mezin ez im. Malbatê debara xwe bi xwedî kirina dewaran dibohirand. Helbet ne tenê malbata me, wê demê debara tevahiya gund li ser xwedî kirina pez û dewaran bû.”

´Temenê min biçûk, lê barê jiyanê giran bû´

Dayîka Fodul behsa jiyana li gund û zaroktiya xwe dike û wiha pêde diçe: “Di wan deman de li gundê herêmê qet dibistan nînbûn, li gundê me jî dibistan nînbû, lê di malekê de dest bi perwerdeyê hatibû kirin. Lêbelê, ji bo ku zarokên keç neçin dibistinê; wê demê baş tê bîra min ku hemû şêniyên gund kom bibûn û di nav xwe de nîqaş kiribûn ku zarokên keç neşînin dibistanê. Herê dawî jî dixwazin bên cem bavê min û nêrîna wî a di vê mijarê de bigirin ku a rast kes di gund de ne li gel bû ku zarokên keç bixwînin. Ji ber ku di gund de gotina bavê min dihat pejirandin, gundiyan dixwest nêrîna wî a di vê mijarê de bizanibin. A rast bavê min yek ser da zanîn ku ew ne li dijî xwendina zarokên keç e. Ji xwe heya wê demê me bi Tirkî nedizanî. Ji ber feraseta şaş a di nav gel de hatibû belavkirin û dihat gotin ku jin wê çi bi xwendinê bike, ji xwe dem wê bê ku bizewicin û bibin kabaniya malbatekê; me nekarî bixwînin û bala xwe bidin dibistan ê. Min pênc salan xwend, lê ger mirov komê ser hev bike, salek nebû. Ji ber ku em hefteyekê diçûn, deh rojan nediçûn dibistan ê. Ji ber ku em diçûn bêriyê, zarok nexweş diketin, kar û barê malê jî li ser pişta me zarokên keç bû. Dibe ku wê demê temenê me biçûk bû, lê karê ku me dikir û berpirsyariya ku me hildida ser milê xwe pirr giran bû.”

Dayîka Fodul wiha didomîne: “Dem hat û çû, ez mezin bûm. Her ku ez mezin bûm kar û barê jiyanê zêdetir dibû bar û pişt ji min re. Her karê ku bê bîra we a pêdiwiya jiyana li gund pê hebe, min kiriye. Min hema bêje her kilama welatekê dizanî. Di her dawetekê de min kilam digotin, ez kilam bêjek baş bûm, ji xwe bê min tawet nedibûhirîn. Lazim bû ez berê her kesekê/î di civatê de amade bam.”

´Jiyan honandinek ji keseran bû´

Dayîk4-DAYIKA FODUL ALGUNERHANa Fodul balê dikşîne ser irf û adetên berê û rewşa wê demê wiha tîne ziman: “Hevserê min ji gundê Simsorê a bi ser Bîngulê ye. A rast baş nizanim ka emrê min çend bû, ji ber ku heya ez zewicîm bi çend salan şûnde jî paşê nasnameya min derxistin. Wan deman keç û law hev û du nas nedikirin, malbatan dixwest û hertişt erê dikirin. Rojekê malbata ku ez ji lawê xwe re xwestim wêneyê lawê xwe anîn û gotin bila keça we binêre ka çi dibêje. Min li wêne mêze nekir û min got ma dibe ku wiha bê ku ez wî bibînim, bêjim erê. Ji xwe bavê min jî xwest lawik bibîne, ji wan re jî da diyar kirin ku bi vî şêweyî nabe. Dovre bavê lawik, lawê xwe xwest û anî. Lawik hatibû, lê xebera min pê nîn bû, ez yek car çûm xenî ku xweliya sobê birêjim, jinapa min gazî min kir, dema ez li pişt xwe zivirîm çavê min bi wan ket. Min nedizanî ku lawik ew hatine û di xanî de ne. Ez di cihê xwe de mam! Bi lerzê ketim! Heya wê demê tu lawikekê bi xwe re ev cisaret nedîtibû. Kesê cisaret nedikir bê û min bixwaze. Ji xwe ez ditirsandim û ji min re digot; ger tu bi min nekî ezê te di riya bêriyê an jî dema diçî kinc şûştinê, birevînim. Bi dehan caran hatin û çûn, di dawiyê de bi hezar zor û zehmetiyan gotina erê ji min girtin.”

Dayîka Fodul dide diyar kirin ku ew sal ji bo wê salên herê bi zehmet bûn û axaftina xwe wiha didomîne: “Di sala 1976´an de ez dezgirtî bûm, di meha danzdehan a dawiya salê jî dawet çêbû û ez birim. Xwezûyê min du caran zewicî bû. Malbatek pirr qelebalix bûn. Jiyan pirr zûr bû, ez bi hezar zor û zehmetiyan re rû bi rû dibûm. Jiyan ji bo min honandinek ji keseran bû. Di wan deman de bûk heya salekê nedikarîn biçin mala bavê xwe. Xerîbî û li malê ewqas dûr mayîn ji min re gelek zehmet dihat. Qet ji bîra min naçe, mamê min hatibû serdana min, dema diçû ez çûm destê wî û min xatir jê xwest, di wê kêliyê de ez pirr hestyar bûm û giriyam. Di mitbexê de bi dengê nizm ez digiriyam ku bi nişka we hevserê min ket hindûr, dema ku dît ez digirîm, dest bi gotinan kir. Nezantî ewqas zêde bû ku tenê ji bo ku ez digiriyam, zext li min dikir. Dixwest ji destpêka bi hev re jiyanê ez jê bitirsim.”

Qêrînek ku olan dide

Dayîka Fodul wiha pêde diçe û dibêje: “Li ser min pirr zext dida çêkirin, lê min qet nedikarî dengê xwe bikim. Dengê me dibû qêrînek ku di hindûrê me de olan dida. Di wan deman de ger zilam çi biguta jî ji fediyan ne pêkan bû ku tu dengê xwe bikî. Me nedikarî biaxivin, ji xwe dema xwezûyê me biaxiva ne pêkan bû ku em li ber de biaxivin an jî bersiva wî bidin. Dema xwezûyê min biketa hindûr, ger her du destê min di nav xwînê de baya jî lazim bû min bihêla û çûbam. Ji xwe ger xwezûrê min hindûrê xanî de baya ne pêkan bû ku hevserê min biketa hindûr, heya ku bavê wî derbiketa. Me bi destmala xwe devê xwe digirt û heya salekê jî xêlî (xêlî destmalek ku roja bûkiniyê ji bo kes bûkê nebîne tavêtin ser serê wê) li ser serê me ranedibû.

Piştî sê mehan şûnde ez ducanî bûm. Hevserê min ez hîn bûka sê mehan bûm, tevî yek ji gundiyê me çû Ewrûpa. Saleke sax karê min girî bû. Jiyan ewqas zehmet bû ku anîna ziman a wan şert û mercên ez di nav debûm, gelek zehmet e. Ji bo min jiyan weke ku tu gorzek giya bînî û bixî nav agir û bi xim ximê deng bi ser bike we, wisan bû. Wisa qêrînek bilind dibû di hindûrê min de.”

Dayîka Fodul dema ku behsa keça xwe Sevcan ango Rûkenê dike pirr hestyar dibe û bê hemdê wê fêrmêsk di çav an de dest bi herikînê dike. Herçend ji bo wê behsa Rûkenê kirin zehmet be jî ji aliyekê bi her du destan fêrmêskên xwe paqij dike û ji aliyê din de jî dest bi axaftinê dike û dibêje: “Zaroka min Rûken hîn bîst rojî bû ku bavê wê zivirî. Piştî hat bi demek kin şûnde biryar da ku hin ji endamê malbatê bigire û biçe Manîsayê. Sedema vê yekê jî zêdebûna nifûsa malê û bêkarî dida nîşandayîn. Ez û xwesûya xwe û xwezûyê min, em li gund man. Piştî sê çar mehan şûnde hat û em jî bi xwe re birin. Rûkena keça min ewqas lewaz bû ku hema te digot wê bimire. Nebêje ji bîrça ev zarok ketiye vî halî. Şîrê min kêm bû û ew her birçî dima. Em hatin nehatin yek ser çûn gel bijîşk. Bijîşk ji rewşa zarok şaş mabû. Hey ji min dipirsî û digor ma keça min te li ku jiyan kiriye û çima zarok di vî halî de ye?”

´Min nedikarî tiştekê bikim´

2-DAYIKA FODUL ALGUNERHANDayîka Fodul bi her axaftina xwe re dîsan dest bi giriyê dike û her gotinek li ser lêv ên wê perçe bi perçe, nîvco û perekende diherike. Ji bo kêliyekê be jî disekine û dîsan bi awayek aram dest bi axaftinê dike: “Em du malbat di heman xanî de diman. Lê, piştî demekê şûn de me xaniyek kirê kir û em çûn wêderê. Min pênc zarok hene. Rûken (Sevcan) zaroka min a mezin bû.  Zarokek min din ku hîn heft mehî bû di zik min de mir. Jiyana min ewçend zehmet bû ku min birastî jî nedixwest ev zaroka min bê dinya yê. Min digot ez nikarim wan her çar zarokan xwedî bikim, ezê çavan vî zarokî xwedî bikim. Jiyana min ewqas nexweş bû, her ku zarokên min dihatin ber çavên min, ez dîn dibûm û min nedikarî tiştekê bikim. Nivîn nînbûn ku ez zarokên xwe li ser bidim xew kirin. Digotin em ji wan hez dikin, lê hez kirin ne wisan e. Hez kirin xwedî kirin e, hez kirin têr kirin e û hez kirin li wan hişyarbûn e.”

Dayîka Fodul behsa zehmetiyên mezin kirina zarokên xwe dike û wiha qala wan rojan dike û dibêje: “Ez neçar dimam ku zarokan li ser mînderên zirav yên ji paç hatibûn çêkirin, razînim. Her sibe ku zarok ji xew radibûn, digotin dayê pişta me têşe. Digotin, lê min nedikarî tiştekê bikim! Rûkenê dest bi dibistanê kir û her carê digot dayê pênûs û lênûs hewceye, lê ezê çibikim û li ku bînim. Ji xwezû, xwesû û ji kê pere dixwazim nadin. Bav dixebite û peran rêdike, dema bê keyfa wan didin, lê ger nexwazin jî qet nedidan. Tu çare ji min re nemabû, min nedizanî ka ez ji zarokên xwe re çi bikim. Rojekê min dît ku Ruken digirî, min jê pirsî ka çima digirî, wê ez berzivandim û got; ´yadê îro mamoste ji min xeyîdî û ji ber ku çenteyê min nînbû, bi ser min de hat. Ji xwe zarok jî henekên xwe bi min dikin.´ Ji ber ku pere nîn bû ez ji Rûkenê re çente bikirim. Min ji paç jê re çenteyek çêkiribû, ji ber vê jî hemû hevalên wê pêkenîbûn û mamoste jî jê aciz bibû. Rûkenê roja xweş nedît..! Jiyan nekir!”

Dayîka Fodul bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Di wan salan de Rûken diçû komelê û dihat, beştarî nav kar dibû. Piştî dibistanê dihat yek ser diçû perwerdeya govend ê. Ji ber ku komel ji malê dûr bû gelek caran direng dihat mal ê. Min jê re digot ku ji vê pêde yan bila tevî hevalên xwe bê yan jî bila şev neyê û li gel hevalên xwe bimîne. Ji ber ku ez ditirsiyam tiştek bê serê wê. Êdî jiyana Rûkenê wiha domkir. Bi awayek çalak di nav kar û barê welatparêziyê de cih girt. Ji xwe piştî demekê şûnde jî ew bi xwe bû mamosteya govend ê.  Piştî demek dirêj derbaz bû şûnde Rûkenê biryara xwe a beşdarbûnê da. Wê dixwest meşa xwe li ser çiyayên azad bidomîne. Min hertim û dayîm digot, ezê tu caran li pêşiya wê nebim asteng. Her biryara ku wê bida ezê li pişt bama. Di dawiya her tiştî de dilê min rehet e û ez gelek caran dibêjim, şikur ku min pêşiya wê negirt û wê rêya xwe bi xwe peyda kir.  Rûken di sala 1994´an de biryara xwe da û beştarî nav refên gerîla bû. Lêbelê berê ku ew birê bikeve, şevek berê ku biçe, me mivandahiyek mezin jê re da û me dixwest wê bi şahî û dilek xweş oxir bikin. Şev jî min hene germ kir û min por û destên wê hene kirin. Min Rûkena xwe wiha birê kir.”