Di qada zanist de keda jina Kurd 

- Berjin TEKOŞER
663 views

DI DIROKE DE JINEN KURDDi her serdemekê de, jinên Kurd ji bo pêşxistina civaka xwe rol lîstine û pêşengtî kirine. Jinên Kurd xwedî kesayetek wiha bûn ku di qada zanist de jî bikaribin di serdema tê de dijiyan, bibin hêvî û ronahî li pêşiya civak ê. Helbet ne tenê di qada zanist û hedîs de, bê guman di gelek qadên din de jî bi heman rol û nêzikatiyê tevgerîne. Cih hatiye di kar û barê rêvebirênê de û cih hatiye jî di karê siyaset û pirsgirêkên civakî de, rola ketiye ser milê wan bi cih anîne. Jinên Kurd di her şert û mercî de xwedî kedek mezin bûye, gelek kar û xebat dane meşandin ku di roja me ya îro de mixabin nayê zanîn. Ne tenê xebat û karê ku encam dane nayê zanîn, sed mixabin ku navê wan jinan jî ber bi bîr kirinê diçe.

Esma: Ew di 715 H. (1315.M) de tê dinyayê, keça Ehmed bîn husin el-Hekarî ye. Esma ku hedîsvanek bi nav û deng e, li gel Ehmet bin Îdrîs el-Hamavî û Fadil Ramazan perwerde dibîne. Ebû Hamît bin Zahir, di sala 770.H (1369.M) de, li Qahîre wê guhdarî dike.

Emetûllah: Keça Ebû Elî bin el-Şarap Ehmet el-Kurdî ye. Li cem Ebû el-Ferec bîn el-Zabûb fêrî hedîsa El Salil dibe. Di sedsala 9.an ya H. de, di nav rêza zanistan de cih digire û bi hîn kirinê re mijûl dibû. Destûra berhema El Zaul´lamî ji aliyê Emetûllah we tê dayîn. Dema ku çavê xwe ji cîhanê digire 60 salî ye.

Ummû Muhemed: Keça Yusif el-Hekarî ye, di nav hedîsvanên navdar de cihê xwe digire. Di sala 714.H (1314.M) de, gelek kesên navdar yên wek Ebû Ebdullah Muhemed bîn Omer û Ebdûllatîf, Ummû Muhemed guhdarî dikin û di heman demê de ev kesane jî ji wê hedîsan fêr dibin.

Navên ku hatine ji bîr kirin

Cuveyriyet: Bi xwe keça Ehmet bin Ehmet el-Hekarî ye. Di meha remezan a 704.H (1305.M) de tê dinyayê. Ji hedîsvan û zanyarên wek Ebû Hesen bîn Sivan, El Nîsaî, Mûsned el-Hamirî, Elî bîn Îsa, Îbn el-Kayim, El Nûr el-Salebî, El Şerîf Musa, Îbn el-Suhne û Sîtel Vîzera-i fêrî zanistê dibe. Îbnî Hacar û gelek kesên wek wî, li gel Cuveyriyetê perwerde dibînin. Tê gotin ku Cuveyriyet di 783.H ( 1381.M) jiyana xwe ji dest dide.

Cuveriye: Ew keça El Hekarî ye û bi xwe hedîsvanek bi nav û deng e. Li gel Elî bîn Nasrûllah Omer el-Karşî el-Misrî fêrî zanistê dibe. Di sala 712-H (1312.M) de, dema ku jiyana xwe ji dest dide 90 salî ye.

Sakîne: Keça Bedîr Muhemed e. Sakîne ku jinek zanyar bûye, di sedsala 9. Hîcrî de jiyaye. A rast di derbarê wê de zêde agahî nînin. Bedir Muhemed kurê Cemal Yusif e, xwîşka Fatime ku ji neviyê Goranî Xidir ê Kurd e û di heman demê de jî dayîka Hesen e. Tenê ev çend rêzik agahî di derbarê wê de di dest me de ne.

Fahrûnîsa Şûhde Dînoriye: Dînor, navê bajarokeke çiyayî a Kurdistanê ye. Hin zanyar didin diyarkirin ku dibe, Fahrûnîsa Şûhde, navê xwe ji vê derê girtibe. Di dema ku jiyaye, ew wek “ya ku ewdê xwedayê xwe ye”, ” pal û pişta Iraqê”, “ji jinan a herê bi qîmet”, “a herê bi qîmet” hatiye bi nav kirin. Îmam Zehebî ji bo wê dibêje; “Şûhde kesek oldar, abid û salih bû. Bavê wê, ji gelek hedîsvanan hedîs pê da guhdarî kirin û ew bû pal û pişta Iraq ê”.

Şûhde, jinek bawermend bû. Bavê wê, wê perwerde dike û di heman demê de di nav xeleka şêxan a hedîsan de cih digire. Ji gelek kesan hedîsan dibihîse û ji kesên serdema xwe re bûye  çavkaniya zanist û hedîs an. Ew bi xwe, wek zanyarek tê destnîşan kirin. Her wiha wek xetatek a herê baş tê dîtin. Ji ber ku xetatek pirr baş bû, ew wek “Katîbe” an jî “Sitû Katîbe” dihat bibîranîn.

Şohret el-Dîneweriye: Şohre an jî Şehre el-Dîneweriye ku di du pirtûkên cûda de, her yek bi şêweyekê hatiye nivisîn. Ango dibe ku; ez bi xwe wisa texmîn dikim, Şohret el-Dîneweriye heman Fahrûnîsa Şûhde Dînoriye be ku me li jûr qala wê kiriye. Ji ber ku li gelek cihan de, an jî nivîsên heyî de cûda navê wê hatiye û agahî jî cûda ne, dibe şaşî hatibe kirin.

Şehre el Dînoriye ku bi navê Fahrûlnîsa tê nasîn, keça Ehmet bîn el-Ferec bîn Omer el-Dînoriye ye. Li Bexdayê tê dinyayê û mezin dibe. Jina ku bi fezîlet û xêrxwaziya xwe dihat nasîn, di nav nivîskarên bi nav û deng de cihê xwe digirt. Li cem gelek zanyarên wek Ebî el-Hatab Nasir bîn Ehmet el-Batirvanî, Ebî Ebdullah el-Huseyîn bîn Ehmet el-Neabî û Talha bîn Muhemed el-Zeynebî perwerde dibîne. Îbn el-Cevzî, di pirtûka xwe a bi navê El Tasdîk Bîlnazar Îlallah Azze Vecel û zanyarên wek Ebdûlrehman bin Ebdulvehap, gelek behsa Fahrûlnîsa kirine. Fehrûlnîsa, dema ku di sala 574.H (1179.M) de diçe ser dilovaniya xwe, temenê wê 90 e.

Ji bo jinê girîngiya perwerdeyê

Fatma Xatûn: Bi navê Fatma Xatûn behsa şeş jinan tê kirin.

1-Fatma Xatûn: Keça Îbrahîm bîn Davut bin Nasir el-Hekarî ye. Fatma Xatûn ku hedîsvanek pirr baş bû, di sala 683.H (1284.M) de tê dinyayê. Li gel zanyarên herê bi nav û deng yê wê demê, tê perwerde kirin. Fatma Xatûn ku di meha Remezana sala 758.H (1357.M) de jiyana xwe ji dest dide, li gel Şeh Caferê Iraqî fêrî zanistê dibe.

2-Fatma Xatûn: Keça Ehmed el-Kurdî ye. Siyasetvanek baş û kesek jîr bûye. Di sala 358.H (969.M) de, bi arikariya kurê xwe Ebû Taxlûp, Nasir el-Devleyî dîl digire.

3-Fatma Xatûn: Keça Ehmed bin Yûsif Selahedîn bîn Eyûb e. Di sala 597.H ( 1201.M) de, tê dinyayê. Bi xwe hedîsvanek bi nav û deng e. Li gel hedîsvanê wek Nîmet perwerde dibîne. Li mala xwe ya li Şamê, ji gelek kesên wek Ebû Omer Muhemed re ders dide û wan perwerde dike. Di sala 661.H (1263.M) de diçe ser dilovaniya xwe.

4-Fatma Xatûn: Keça Melîk Muhemed bîn Adil Ebûbekîr bin Eyûb e. Ev jina ku di sala 656.H (1258.M) de jiyana xwe ji dest dide, mînaka herê baş a qenciyê bû. Ji mêvanxaneya Helebê a El Kamîliye yê re gelek weqfan dibexşîne.

5-Fatma Xatûn: Keça Muhemed bin Muhemed bîn Ebûbekîr bin Eyûb e. Yek ji wan jinane ku di dema xwe de bi fezîlet û jêhatîbûna xwe dihat nasîn. Li Mekkê ders daye Lîsanûldîn el-Hatîb.

6-Fatma Xatûn: Keça El Bedîr Muhemed bîn el-Cemal Nefîh el-Tayîb Yûsif e. Di sala 794.H (1392.M) de tê dinyayê. Destûra zanistê ji zanyarên wek Îbnî Siddik û Ebnî Kavam digire. Di sala 873.H (1469.M) de jiyana xwe ji dest dide.      

Rola jinê a di avakirina Medreseyan de

Xatûn: Bi vî navî du jin hene. A ewil, dayîka El Melîk el-Adil Seyfûldin Ebûbekîr bîn Eyûb e. Di sala 593.H (1197.M) de, diçe ser dilovaniya xwe. Jinek salih û xêrxwaz dihat nasîn.

Ya din jî keça El Melîk el-Eşref Musa Îbn el-Melîk el-Adil e. Her wiha hevjîna El Melîk el-Mansûr Mehmud bîn Salih el-Eyûb e. Medreseya El Hatûniye a li Şamê avadike. Di sala 697.H (1295.M) de jiyana xwe ji dest dide.

Zumrût Xanim: Keça Necmedîn Eyûb û xwîşka Sûltan Selahedîn e. Zumrût Xanim ku li Tel El-Sealîp Camiya Zumrût Xanim el-Kebîr avadike, her wiha gelek dibistan û camiyê din jî avadike. Di tevahiya jiyana xwe de, bi kar û xebatên xwe yên baş tê bibîranîn. Li camiyên ku wê avakiribûn de, bi xwe mele û bangevan wezîfedar dikir. Ji bo ku bikare destheqê wan jî bide, gelek weqfan avadike. Gora wê û her wiha ya Birayê wê Şemsûd devle û hevserê wê Hikûmranê Hema Nasirûdîn jî li Şamê, li medreseya ku wê bi xwe avakiribû deye.

Zeynep Xatûn: Ew bi qencî û xêrxwaziya xwe bi nav û deng bû. Wê jî gelek medrese avakirine. Medreseya ku dikeve rojhelatê El Medrese el-Haşîmiye a li Helebê, El Nasiriye Hanakasi, rû bi rû yê (mêvanxane ya şêxan) El Medrese el-Zeynebiye jî ji aliyê Zeynep Xatûn we tê avakirin. Beşek ji mal û milkê xwe ji bo van medrese û camiyan xerc dike.

Sît el-Şam: Sît el-Şam ku bi fezîlet, xêrxwazî û rastbînî dihat nasîn, deriyê mala wê her tim ji bo herkesekê vekirî bû. Sît el-Şam, li bakurê Şamê, li El Uveniye yê dibistan û tirbeyekê avadike. Bi wan jî weqfekê dide girêdan. Sît el-Şam ku di 618.H (1221.M) de jiyana xwe ji dest dide, li Medreseya El Şamiye ku li Şamê bi navê xwe avakiribû de, tê defin kirin.

Wechên di nav rûpelên dîrokê de

Zûhret Xatûn: Keça El Melîk el-Adil Ebûbekîr bîn Eyûb e. Di sala 656.H (1258.M) de, li Şamê, di nav Bab el-Ferec el-Şerkî de, El Medrese el-Adiliye el-Sugrayê avadike. Ew bi xwe ji vê medreseyê re mamoste, mele û bangvedanan wezîfedar dike. Mezinahiya vê medrese biqasî ku  bikare bîst xwendekaran bihewîne ye. Ji bo vê medreseyê du gund tên bexşandin. Gundê Beytûdil û hemama bi nav û deng a El Asrûniye ku dovre dişewite, ji bo kesên li wir kar dikin, tê bexşandin.

Safiye (Deyfiye) Xatûn: Keça El Melîk El-Adil Ebûbekîr bîn Eyûb e. Di sala 581.H (1185.M) de, di Qela Helebê de tê dinya yê. Piştî mirina El Melîk el-Ezîz Muhemed, li şûna neviyê xwe El Melîk el-Nasir dibe hikûmrana Heleb ê. Şeş salên temam, bi awayek herê baş welat birêve dibe.

Di sala 633.H. (1236.M) de, li Helbê, El-Firdew Medreseyê avadike. Ji vê medreseyê re gelek xwendevan û hiqûqnasan (feqih) wezîfedar dike. Ji ber ku ev medreseye li qadeke berfireh de hatiye lê kirin, bûye cihê hatin û çûna gelek kes an. Ev medreseya ku di nav dîroka Helbê de cihê xwe digire, bi berên mezin û stûnan hatiye lê kirin, di nav de jî hewzek pirr xweşik hebûye. Ev hewza ku bi xwe berhemek dîrokî ye, bi hewzên ku di qesrên Padişahan de heye, wek hev tê girtin. Mêvanxaneya Safiye Xatûn ku di sala 635.H (1238.M) de hatiye avakirin jî girêdayî wê derê ye. Safiye Xatûn di 11 Cemaziyulevvel (yanî meha 5.an) a 640.H (1243.M) de jiyana xwe ji dest dide û li Qela Helebê tê bin ax kirin.

Fatma Milyeldîn: Ew bi xwe jî ji bo kêm û kurtiyên ji hêla perwerdehiyê ya gelê xwe ji holê rabike, gelek kar û xebat dane meşandin. Li Silêmaniyê di sala 1926.an de dibistaneke jinan a bi navê El-Zehra dadimezirîne. Bi xwe jî wê li vê dibistanê mamostetiyê bike û rê li pêşketina gelek jinên ser bi 25 salî de vebike. Bê ku cûdatiya di navbera xêzan û dewlemend de bê raber kirin, gelek jin di vê dibistanê de tên perwerde kirin.

Çavkanî: Ji pirtûkên/ Ji dîrokê heya roja îro Jinên Kurd

                                             Navdarên Kurd û Kurdistan ê