Di xefika Kurd de qonaxa nû: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê

- Newaya Jin
749 views

SONY DSC

“Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de destpê kir, ket sala xwe ya 20’an. Komploya Navneteweyî ya ku Rêber Abdullah Ocalan dema ji Sûriyeyê hat derxistin dest pê kir, bi operasyonekê taybet ew ji paytexta Kenyayê Naîrobiyê revandin û di 15’ê Sibata 1999’an radestî Tirkiyeyê kirin.”

Rêber Abdullah Ocalan ku ji Suriyê ber bi Yewnanîstanê dikeve rê, piştî daketina ji balafirgeha Atînayê dema dibîne sozê jê re hatibû dayîn, nayê cî, dîsan ber bi Moskovayê dikeve rê.

Ocalan 33 rojan li Rusyayê dimîne, di nav vê demê de jî daxwaza serlêdana penaberiya siyasî ji Rusyayê dike. Pêşnûmeya mafê penabertiyê ku bi raya 298 parlementerî di Meclîsa Dumayê de tê erê kirin, rastê mudaxelaya berdefkê demê yê wezîrê karûbarên derve yê DYE’ê tê. Di daxuyaniyê de hatibû diyar kirin ku erê kirina mafê penaberiyê a ji aliyê tu welatekê wê neyê pejirandin.

Rusya pozîsyona ku Ocalan di nav de bû bikaranî, ji bo vê li pey berjewendiyan bû, ji IMF’ê 8 mîlyon dolar kredî, ji Tirkiyê jî projeya gazê a dinavbera Tirkiye û Rusyayê digire û Ocalan der sînor dike. Ocalan di Mijdara 1998’an de ji ber komploya qirêj a ku Rusya jî di nav de cî digirt, bera xwe dide Îtalya yê.

Îtalya her çend temînat dabû Ocalan jî lê, piştî Ocalan dikeve axa wan şûn de, di derheqê wî de biryara girtinê tê dayîn. Serokwezîrê demê Massimo D’Alema, di destpêkê de dide diyar kirin ku ew ê Ocalan radestê welatekê ku tê de cizayê dardekirinê heye, nekin û dibêje ew ê ligor qanûnên welatê xwe darizandinê çêbikin.

Çemberek ji agir

SONY DSC

Rexmê ku li Elmanyayê biryara girtinê hebû jî bi awayek lez û bez saziyên dadweriyê yên Elmanyayê dicivin û bi hinceta “li ser dozê de dem bihoriye ” dan diyar kirin ku doz ketiye û ji ber vê çendê ew Ocalan naxwazin. Dewleta Îtalyayê ku germ nêzî daxwaza radest kirina  Ocalan a Tirkiyê nedibû, ji aliyê Enqerê ve rastê tehdît û tacîzan dihat. Di heman rojan de ku bi deh hezaran Kurdistanî li Ewrûpayê dijîyan, herikîn Îtalyayê û Rêberê xwe bi tenê nehîştin. Kurdan di tevahiya pêvajoya ku Ocalan li Îtalyayê ma, li ber mala Ocalan çalakiya roniştinê lidarxistin.

Piştî 66 rojên li Îtalya yê, di hundir de muxalefeta rastgir, li derve jî welatên wek DYE, Îsraîl, Elmanya û Tirkiye zextên xwe zêde kirin û di encama van zextan de hikûmetê gav paş de avêt. Dema ku mandina Ocalan a li Romayê jî nemimkûn bû, Ocalan 16 Çileya 1999’an de ji Romayê derket. Ocalan vê rewşê bi gotina; “hebûna me ji Ewrûpayê re giran hatibû” carekedin balê dikşîne ser durûtiya welatên Ewrûpa yê. Ocalan piştî 66 rojan şûnde, dîsan bera xwe dide Rusya yê. Lêbelê piştî ku Rusyayê daxuyaniya ku ew ê Ocalan nepejirînin da, rota ber bi ciheke der kontrolê hat zivirandin, Ocalan li paytexta Tacîkistanê Duşanbeyê tê daxistin. Ocalan li Duşabeyê tê tecrît kirin, êdî nedikarî biryara di derheqê xwe de jî bide. Her tişt derveyê daxwaza Ocalan pêş diket. Ocalan bi gotina; “ger min qîr bikira jî kesê dengê min nedibîhîst, ger ez miribama kes nedikarî bigihe meytê min” bi awayek zelal tecrîta 6 rojî vedigot. Ocalan dîsan vedigere Yewnenîstan ê, lê rê nayê dayîn ku li wir bimîne.

Girava Korfu

Ocalan vê carê pêşniyara çûna Hollandayê ji rayedaran re radigihîne. Balafirekê wê Ocalan ji Atînayê biribaya bajarê Minskê yê Rusyaya Sipî, li vir jî bi balafira duyemîn ji bajarê Minskê biribaya Lahey ê. Dema ku Ocalan li balafirgeha Minskê tê xwarê, dibîne ku balafira ku biçe Laheyê di ortê de nîne. Ji ber ku destûra balafirê a balafirgehên Hollanda û Rusyaya Sipî nehatibû dayîn. Bi vî rengî Ocalan dîsan neçar dimîne vegere Yewnenîstan ê, lê ji bo ku di demeke kin de welat biterikîne zext li Ocalan tê kirin û vê carê bi lez û bez, bi heman balafirê Ocalan dişînin girava Korfu yê.

Ocalan li girava Korfuyê, li baregehên leşkerî yên Emerîqa û Îngîlîzan ku navenda îstîxbaratê bû, tê ragirtin. Li Korfuyê nêzikatiya wekî ku Ocalan girtî be tê raber kirin û şensê ku bi vîna xwe giravê biterikîne jî nedidanê. Ligor planê; vê destpêkê Ocalan bişandina welatek Efrîqayê, li vê derê jî bibirana Komara Efrîqa yê. Yewneniyên ku ewlehiya vê yekê dabûn, qet qala Kenyayê nekiribûn, tenê gotibûn Efrîqa. Lê rêgeha balafirê di roja 2 Sibatê de zivirandin Kenya yê. Ocalan dibin mala sefîr George Costoslas. Dema ku Costoslas Ocalan li hemberî xwe dibîne, dibêje; “di nav NATO de, ez ev 20 sal in li beşa ku her tim di derbarê te lêkolînan dike, mêze dikim. Dema ku ez li esimanan li pey we me, ez we li erdê dibînim.” Costoslas bi vê gotina xwe îşare bi êdî ber bi dawî hatina komploya navnetewî dike.

Sibeha 16ê Sibatê

ROT01D:OCALAN-DUTCH:THE HAGUE,NETHERLANDS,18FEB99 – Kurds march through the streets of The Hague as they carry flags with the image of their leader Ocalan February 18. The Kurds demonstrated in The Hague to protest against the arrest of their leader Ocalan by Turkey. jfl/Photo by Jerry Lampen REUTERS

Agahiyên di derbarê komploya navnetewî ku yekser ji aliyê DYE’ê we hatiye amadekirin, di rojnameyan de, bi belgeyan hat weşandin. Li gor vê; di navbera CIA û MİT’ ê de protokolek tê çêkirin. Li gor protokolê, Ocalan vê bê girtin û ji bo anîna Ocalan a Tirkiyê jî îstîxbarata Tirkiyê MİT û servîsa îstîxbarata Emerîqayê CIA bi hev re tevbigerin û operasyoneke hevbeş pêk bînin.

Ocalan ku bi mehan ji welatekê dişînin welatek din pê dihese ku Kenya rawestgeha dawî a komployê ye. Tîma ku hatibû plan kirin Ocalan ji Kenyayê bigire, 10 Sibata 1998’an de, li ser Misrê derbasî Ugandayê dibin. Tîma ku di 10 Sibatê de digihin Uganda yê, heya 14 Sibatê li benda xeberê dimîne. Di vê navberê de, ji bo ku Ocalan bigirin du caran dikevin tevgerê. Lêbelê Ocalan li Kenyayê, li beramberî zextan berxwe dida.

Kenya di 15 Sibatê de biryara dersînor kirina Ocalan daxwaz dike. Ocalan jî bi şertê ku biçe Hollandayê derketina ji avahiyê dipejirîne. Lêbelê erebeya ku Ocalan dibe balafirgehê ji nişkave ji konvoyê vediqete, berze dibe. Ocalan di roja16 Sibatê li derdora saet 03:00 an de dibin Tirkiyê.

Înkar û îmha

Di sibeha 16 Sibata 1999’an de, di serî de Kurd tevahiya cîhanê bi şoqeke mezin hişyar dibe. Cîhan vê şoqa ku jiya bi demê re li ser xwe avêt, lêbelê Kurd ev 20 sal in vê êşa mezin di dilê xwe de dijîn. Bi demê re ev êş veguherandin zanebûn, birêxistinbûn û vîna hevpar.

Hêzên herêmî û emperyalîst ku înkar û îmhaya Kurdan rewa didîtin, Rêberê Tevgerek Azadîxwaz ku seyra dîrokê diguherand, di encama bazariyek qirêj a navdewletî û komployekê de êsîr girtin û radestê Tirkiyê kirin. Armanca vê hevalbendiyê ji holê rakirin û bê Rêber hîştina Tevgera Azadiyê bû ku Ocalan jê re Rêbertî dikir. PKK’ê, di bin Rêveberiya Ocalan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştiyane gelek hewldan kirin, a ewil di sala 1993’an de, her wiha bi dehan caran agirbestên yek alî îlan kirin û di vê mijarê de daxuyanî dan. Bi vî awayî, di sala 98’an ku wek destpêkirina komployê tê zanîn, PKK agirbesteke nû eşkere dike û ji bo tu hêzekê bi tu awayî nebûye mijara ‘xeterî’ yê.

Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên sedsalan di nav lêger û hewldanek aştiyane debû, lê hêzên navnetewî û Tirkiye jî li pey hesabên ka çawa Ocalan û di şexsê Ocalan de jî PKK’ê û nasnameya Kurd ji holê rabikin bû.

Têkilî û bazariyên qirêj

BON04:GERMANY-KURDS:FRANKFURT,GERMANY,16FEB99 – A Kurdish protestor makes a victory sign outside the Greek consulate in Frankfurt February 16. Hundred’s of activists from Germany’s large Kurdish community occuoied Greek and Kenyan missions and staged demonstrations in eight cities across the country to protest that Kurdish leader Abdullah Ocalan had been detained and sent to Turkey by Kenyan authorities. mur/Photo by Kai Pfaffenbach

Komloya 15 Sibatê ku di 9 Cotmeha 1998’an de bi derketina Ocalan a li Suriyê hat destpêkirin, di sala 1999’an de, bi revandin û birana Ocalan a li Tirkikî pêk hat. Kurd carekedin dibûn qorbanê şerê li ser esasê ‘bê baweriya’ aliyan ku di navbera hêzên emperyal de hatibû avakirin. Gelek hêzên mezin-biçûk, têkildar-netêkildar ku li pey berjewendiyên siyasî û ekonomîk bûn, di nav vê hevalbendiya qirêj de cih girtin. Emerîqa, Îsraîl, Rusya, Yewnenîstan, Misir, Elmanya û Kenya ku yek ji welatê Efrîqayê ye û gelek caran cîhan ji hebûna wê ne agah e, peymanek wiha tarî ku dirêjî van hemû welatan dibe, li hemberî kredî û hin sozên li ser esasê bazariyê tên pêş xistin, ev yek jî di nava van 19 salan de bi hemû rastiya xwe yek û yek derketin holê.

Ocalan vê bûyera revandinê wê dovre wek komploya navnetewî a di bin berpirsyartiya DYE û NATO’yê de pêk hatî, binirxanda. Pirsgirêka Kurd ku bi sedsalane didome û tê wateya gelek nakokiyên di hundirê hev de, di van du sedsalan de jî bûye şahidê serhildan û tevgerên hatine çewisandin, lê ji bo cara ewil di sala 1999’an de gihiştiye xala xedar a werçerxê. Dema ku her kes di çerçoveya şereke di navbera Kurd-Tirk li benda derketina qiyametê bû, Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên siyasî, ji bo carekedin bi rola Rêbertiyê radibe û pêşî li qiyameteke wiha ku rû bide, digire.

Ocalan ev 19 sal in li girava Îmraliyê ku wek Herêma Ewlekariyê a Taybet hatiye îlan kirin û li Girtîgeha Yek Kesî a Ewlekariya Bilind, di nav şert û mercên giran yê tecrîtî de tê girtin, bi projeya ‘Komara Demokratîk, Welatê Hevbeş’, derî bi ser felsefeya jiyanek nû vekir û miradê komplogeran di qirika wan de hîşt.

‘Netewa Demokratîk, Jiyana Azad’

SONY DSC

Girava Îmraliyê ku kesek normal nikare tenê çend mehan lê bimîne, Ocalan ew der veguherand navendek avakirina hizr û berxwedan ê. Gotinên, “ Li şona jiyan kirina bi kesên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ji rêya heqîqetê hatine dûrxistin, ez tercîh dikim bi tena serê xwe, di hucreya xwe de heya henaseya xwe ya dawî bijîm” îfadeya azadbûna sînorên ruhî û kûr bûna ramanên Ocalan e.

Ji aliyê din de, gelê Kurd li hemberî vê komplo û îxaneta navdewletî 19 sal in bê navber li Kurdistan û çar aliyên cîhanê di nav çalakiyan dene. Gelê Kurd, jinên Kurd ku Ocalan wek vîna xwe a Siyasî ditîtin, şîara “Bê Serok Jiyan Nabe” ji siloganekê wêdetir, ji bo xwe wek felsefeya jiyanê esas digirtin. Gelê Kurd ku di her firsendê de azadiya Reberê xwe diqêra, bi çar destan kete nav înşaya projeya ‘Netewa Demokratîk, Jiyana Azad’ a ji aliyê Rêbertiya wan de hatibû erê kirin. Hêzên ku îro hewl didin projeya Ocalan ya Konfederalîzma Demokratîk ku îro di şoreşa Rojava de şînber dibe, bi xwe we bidin girêdan, ji holê rabikin, heman hêz û aktorin ku di 15 Sibata 1999’an de rol lîstine.

Aliyên ku 19 sal berê ji bo dîl girtina Ocalan hatin cem hev, îro jî ji bo Efrînê ku ruh û felsefeya Ocalan cara yekê tovên xwe lê reşandin, dicivin û li pey bazariyanin. Ew tovên ku nû hêşîn dibe, Rojava ber bi qonaxekê ku xwe bi xwe têra xwe bike, dibe. Tişta ku hêzên komploger ditirsîne jî ev rastiya gel e ku di bin siya tu hêzekê de namîne, nakeve xulgeha tu hêzî û ji bo azadiya xwe amadeye her berdêlê bide. Her çend hêzên ku îro êrîşê Efrînê dikin heman hêz bin ku komploya 15 Sibatê pêk anîn, lêbelê Kurd ne ew Kurdên sala 1999’an in.