Divê mirov li hemberî nexweşiya pençeşêrê çawa hişyar be?

- Site varsayılanı
562 views

Devrîm Alp di sala 1981`an de li bajarê Wêranşarê hatiye dinê. Di nav malbateke dilnimiz û welatparêz de jiyanê nas dike. Li ser hîmên kevneşopiya raman û felsefeya Zerdeştî fêrê feraseta jiyanê dibe. Di nav qeyrana civakî ku ji aliyê deshilatdaran ve hatiye afirandin de, tevî malbata xwe bûye lêgerînerê xwebûyinê. Her çend tevger û hewildanên Devrîm û malbata wê çareseriyek mayînde neafirandibe jî lê, ji bo parastina çand û ola Êzdatiyê gavek giranbûha davêjin. Rexmê zulim û zordariya neyaran jî bi nasnameya xwe a netewî berxwedane. Dema alozî û qeyrana li welat zêde dibe, malbata Devrîm di sala 1986`an de koçi Ewrûpa yê dikin û li bajarê Elmanya yê bi cih dibin. Devrîm di temenek biçûk de deriyê jiyanek nû û xerîp vedike. Bê guman ew jî wek her welatiyekê hesta dûr ketina welatê xwe ji kûr de dijî. Piştî koçberiyê demek kurt diçe dibistanê. Dibistana navîn dixwîne û sê salan jî di beşa tenduristiyê de perwerde dibîne. Dema pîşeya xwe hildibijêre, dibîne ku nexweşên pençeşêrê gelek in. Li ser vê rewşê jî biryara xwe dide ku di beşa nexweşiya pençeşerê de bixwîne. Di beşa xwe de serkeftî dibe û niha jî di vê beşê de şagirtan perwerde dike.

Devrîm Alp li gel nasnameya xwe a pîşe, di heman demê de xwedî nasnameyek siyasî ye. Di nav kar û xebatên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de bi awayek çalak cîhê xwe digire. Xebatkara meclîsa jinan a Ronahî û endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê TJK-E  ê ye. Wek rojnameya Newaya Jin me bi Devrîm Alp re hevpeyvînek çêkir û niha jî emê nêrînên birêz Alp bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

Ji ber çi we ev pîşe hilbijart?

Di malbata min de nexweşiya pençeşerê hebû û min di temenek piçûk de dayika xwe bi nexweşiya pençeşêra pêsîrê winda kir. Dûv re jî  birayê min bi nexweşiya pençeşêrê ket, lê jê rizgar bû. Di vê dema dawî de jî biraziyê min nexweşiya pençeşêra xwînê derbas kir. Hem bi awayek giştî belevbûna nexweşiya pençeşêrê û hem jî rewşa malbata min li ser min bandorek mezin avakir û hîşt ku ez vê beşê hilbijêrim.

Ji bo baş bûna kes hûn kîjan rêbazan bikar tînin?

Mirov bi wan nexweşan re dibe dost û yar. Ango dibe mirovek ji malbatê. Ji ber ku nexweşên pençeşêrê her tim li pey hêviyekê digerin. Dema em bi wan re mijûl dibin, ew jî di me de hêviyê dibînin. Çiqas derfetên tenduristiyê di destê me dibînin, ewqas ji me hêviya wan çêdibe. Dema rewşa xwe dişopînin fêm dikin ka wê ji nexweşiyê rizgar bin an na. Di tenduristiyê de şêweyê axaftinê jî bandorek gelek erênî li ser nexweşan dike. Bi taybetî divê pilansaziya bijîşkan bi vê rêbazê be. Hin nexweş ji rewşa xwe gilî û gazinan dikin, divê em bibin guhdarwanê wan. Pêwiste em rê û rêbazên tenduristiyê û çareseriyê bi awayek eşkere li gel  nexweşan parve bikin. Di heman demê de rewşên ku bi awayek neyînî wê bandorê li ser tenduristiya wan bike, em wan agahdar dikin da ku ew jî xwe biparêzin. Bedena nexwşên pençeşêrê ji ber dermanên giran gelek diweste û pêvîste her gav xwe biparêzin. Piraniya nexweşên rewşa wan giran li mal dimînin. Em hewil didin ku ew rojê xwe yên dawî  li gel  malbatên  xwe derbas bikin.

Bi nexweşan re elaqeder bûn ji hêla derûnî de bandorek çawa li ser we dike?

Dema min nû dest bi karê xwe kir, bi rasti jî ez ji nexweşan gelek bandor dibûm. Dema ez dihatim malê li ser wan gelek difikirîm. Her roja ku min bi wan re nîqaş dikir ez gelek hestiyar dibûm û  têşiyam. Rewşa wan karê min bandor dikir. Dema wan dixwest hîn zêde xwe nêzî me bikin, ji ber ku ji bo wan nebaş dibû, me destûr nedida. Divê bê ku em wan biêşînin vê sînora heyî biparêzin.

Nexweşiya Pençêşêrê dinav civakê de tê nasîn?

Pençeşêr di nav civakê de tê nasîn. Lê mixabin heya ku mirov pê nekeve nakeve ferqê. Ev jî dibe sedem ku pêşiya nexweşiyê neyê girtin. Ji ber vê çendê jî xwe parastin lewaz e. Gelek aliyê wê yên hesas hene ku mirov nikare xwe jê biparêze. Lêbelê gelek aliyê wê hene ku moriv hîn di ciwantiya xwe de dikare pêdiwiyên xwe bicih bîne. Derbarê nexweşiyê de bîrewerî lewaz e.

Herê zêde jin an jî mêr bi nexweşiya pençeşêrê dikevin?

Nexweşên min herî zêde jin in û ew jî nexweşê pençeşêra pêsîrê û malzarokê ne. Her çiqasî nexweşên min yên mêr hebin jî lê, hêjmara nexweşên jin bêhtir in. Her ku diçe jin pîr dibe û dema di hormonan de guhertin çêdibe, ango çêkirina zarok û mijandina zarok rê li nexweşiya pençeşêrê vedike. Pençeşêra pêsîrê sedi 95 di jinan de çêdibe, bi mêran re jî heye lê, bi taybet di jinan de zêde tê dîtin. Ger hûn pirsa gelo sedema vê çiye ? bikin, birastî jî hê nayê zanîn. Mirov dikare bêje irsî ye û dibe ku ji guhartina hormonên di laşê mirovan jî çêdibin. Heta mirov dikare bêje ku ji hewayê jî ev nexweşi çêdibe.

Pençeşêr di hêla derûnî û bedenî de bandorek çawa li ser mirov dike?

Dema nexweş nû bi nexweşiyê dikeve demek dirêj pêwist e ku mirov pê bide fêmkirin. Ji ber ku nexweş zû bi zû nexweşiya xwe qebûl nakin. Dema ku mirov nexweşiyê qebûl bike, tê wê weteyê ku gava destpêkê a girîn hatiye avêtin. Hin mirov hene ku vê nexweşiyê qebîş nakin, hin jî hene ku dest ji xwe berdidin. Dibêjin ku ez bi vê nexweşiyê ketim û êdî  ezê bimirim, lê mirov çiqasî li hemberî vê nexweşiyê li ber xwe bide ewqas wê biserbikeve. Ji aliyê bedenî de bê taqet dibe, dermankirina fizikî dihêle ku laşê mirov de westandin çêbibe. Wê demê jî kesa/ê nexweş naxwaze jiyan bike. Deprasyonê dijî. Moralê wan xirab dibe û di atmosfereke negatîf de dimînin. Pêwiste nexweş li hemberî nexweşiyê têbikoşe.

Divê mirov li hemberî nexweşiya pençeşêrê çawa hişyar be? Nexasim jî jin pêwiste di çi astê de li xwe bipirse?

Jixwe ji aliyê pisporên bijîşkî we tê gotin ku jin dema bûn 30 û 35 salî divê hîn hişyartir tevbigerin. Ango  hin kontrolan bikin. Pêwiste ev kontrol her şeş mehê carekê bi awayek rêkûpêk pêk bê. Ji ber ku dema ev nexweşi bi mirov re çêdibe, mirov dizane ku zû de bi mirov re heye. Kes nikare bêje ku ez îro pê hesiyam. Dibe ku ew bi salan be di laşê we de bê ku haya we jê hebe, xwe bi cih kiribe. Ji ber vê cendê jî kontrol kirin girînge. Di heman demê de her jinek bedena xwe nas dike û dikare bixwe bedena xwe kontrol bike û li ser xwe serwext be. Ka di laşê wê de girêk hene an na. Dîsan di ketina cilan de, xwîna zêde û bê wext ne normale. Herwiha piştî ku zarok hat dinyayê û şûnde, divê dayîk kontrola piştî zayînê çêbike. Ji ber ku ev kontrol hem girîng e û ferze. Şîr dayîna zarok, ji bo dayîk gelekî baş e. Ji ber ku bi hatina şîr re pêsîr xwe nû dike. Gava şîr ji pêsîrê neyê dibe ku dema pêş de bibe sedema nexweşiya pençeşêrê. Xwarina ku mirov dixwe pirr girîng e. Lazime ku tu bizanibî ka çi bixwî an jî nexwî. Mînak dibêjin pincar pirr baş e. Ji ber ku di nav pincar de vîtamîn heye û hormonan nû dike. Jixwe ji pincar re jî gîhayê şaneyan nû dike, tê gotin. Di heman demê de xwînê jî paqij dike. Diyalok û hewayê paqij jî bandorek erênî li ser nexwaşiya pençeşêrê dike. Kîloyên zêde nebaş in.

Hûn xebatê jinan jî dimeşînin û dikarin hinek behsa xebatên xwe jî bikin?

Ez endamê meclîsa jinan a Ronahî me. Meclîsa jinan a Ronahî li Hannoverê ye. Ez di heman  demê de di nav meclîsa jinên Êzdi de jî kar dikim. Em ji bo jinan semîner û panelan amade dikin.  Em hewil didin ku ji bo jinan bi pêşengiya meclîsên jinan semîner û panêlan lidarbixin. Niha jî li mala Êzdiyan amadekariyên me yên ji bo hin dersan hene da ku em bi zimanek civakî vê nexweşiye bi jinan bidin fêm kirin.