Diyardeya jiyanê

- Herdem BOTAN
597 views

Heval Sara bi tevlîbûn, sekin û helwesta xwe a jiyanî diyarker bû. Her cihê ku lê dima, lê dibohirî, li peyî xwe cih û dorhilek diyar ku mirov dikarî pir eşkere texmîn bike ku ew lê derbaz bûye, dihêla. Mîna wêneyekê ku hatibe xîzkirin û bi derba her firçeyekê rengên cihê, hor û kûr li ser hatibe hîştin…

Herkesê/î behsa vê jina por sor dikir; qala heybeta wê, rûkeniya ku di çavên her rêhevaleke wê de wiha bi dîtina wê dikeve reqsê. Jixwe hevalên ku ew nedîtibûn jî timî di nav meraqan de bûn, meraqa ka rojekê em ê bikarin vê keça por sor a Dêrsimê bibînin. Yên ditîbin jî jixwe ji mêjde xwe bi hesreta wê şoştibûn, ji enerjiya wê a bi hêz, herikbar, hêz digirtin.

Helbet gelek gotin hene ku mirov ji bo heval sara bibêje… Gelo hestên min wê bikaribin bi rengê wê biherikin? Çavên min wê bikaribin vê keça por sor wiha wêrek li esimanên we xêz bikin? Ez ê bikaribim bi wêrekî dest bavêjim pênûsa xwe û rê bidim hestên şikestî ên ku niha peyvan di diqirika min de dikujin? Tu dibê ez ê bikarim te di xweşikahiya welatê xwe de bixemlînim?!

Çehreyek niha zindî dibe

Ez ê îşev hemû hevokên xwe li esimanê tenêtiya xwe ji bo te hilweşînim. Ji bo te ez ê biherikînim deryaya ku di çavên min de wek du cot avan wiha ber bi te de diherike.

Ne wisa! Hûn jî dixwazin bibin rêwî di nav van hestên bê rawest ên ber bi vê jina çeleng de dibeze? Başe, wê demê ez ê we jî di bîranînekê de bikim rêwî û bibim cih û warê Sarayê. Hêvîdarim bi vê bîranîneke heval Sara re bikaribim we jî bikim mêvanê dilê wê, bikarim wê di çavên we de vebêjim û dengê wê di dilê we de lêbixim ku ka çawa jî ji nêz de tê. Bîranînek ku wê bi qasî di hişê min de zindî dihêle, di dilê we de jî wiha xweş û roneq bixemilîne.

Despêka havîna sala 2008’an bû û heval Sara nû ji Ewrûpayê hatibû. Niha jî li gel me di Akademiya Zanistên Civakî ya Rêbertiyê de dimîne.

Tişta ku yek ser bala me hemûyan dikşand ser xwe disîplîna wê a jiyanî bû. Jixwe ew timî bi heskirin û girêdana xwe a jiyanê, werzîş û paqijî, baldarbûna wê a ji hawirdorê re dihat nasîn.  Di nava me de her kes heval Sara wiha dizane, wiha nas dike. Ev aliyên wê êdî bi hebûna wê re bibûn yek. Wek perçeyek ji wê lêhatibûn. Peljeniya wê ya ji bo paqijiyê di asta hîjiyenîkdebû. Wê paqijiya hawirdor, kes û dorhêla ku lê dimînin perçeyek ji rastiya jiyanê ditît û dibû wisa nêzikatî bihata kirin.

Mîna av ê diherikî

Cihê me li pesarê çiyayê Şekîf bû, li her çar aliyên Şekîf û bi taybetî jî cihê ku em lê diman  ava zozanan diherikî. Demsal payîz û av gelek sar e!

Li gel ku hewa pir sar bû jî, di her berbanga sibê de heval Sara radibû, xwe amade dikir û di nav ava çem de melevanî dikir. Heval Sara li ser avê solên xwe dişûştin. Ez hêdî hêdî ber bi wê ve çûm! Dema ku min nêrî solek a berê ku êdî nema heval xwe dikin, li xwe kiriye û niha kes naxebitîne di lingên wê deye, min got; “Heval Sara ev sol nepak e, dibe ku bibe sebebê nexweşiyên ling, ne başe tu dikî lingê xwe.” Lêbelê heval Sara bi rûkenî û dilnêzmiyê li min zivirî û bal kêşand ser girîngiya nirxan û da zanîn ku ger ev sol pir ne kevin bin, ne hewceye mirov bavêje, mirov dikare demdirêj bikar bîne. Ji ber ku ev nirx e, nirxek ku bi hezar zor û zehmetiyan tê bidest xistin. Ji ber ez wê dinasim, ew mirovek bi hestiyar, bi wijdan û xwedî refleksên bi hêz bû. Ji bo heval Sara tiştek biçûk heya mezin, tu tişt ne ji rêzê dihat dest girtin, ji ber ku her tiştek yek ser jiyan bandor dikir. Her gotineke wê kûr û ewçend jî bi wateyê barkirî bû. Ez li ser her peyveke ku heval Sara tanî ziman kûr dihizirîm… Mînak peyva exlaq ku gelek caran tanî ziman; di encama lêhûrbûnên min ên ser vê peyvê hînbûm ku ehlaq bi gotinek teng a bûye navgînên siyasetê nîne. Hemû dan û sitandinên mirov an, berpirsyariya jiyanê, peywendiyên hevaltiyê digire nava xwe. Ji ber wê, min her dem heval Sara ji xwe re mînaka jiyanê dîtiye û dê tim jî wiha bimîne.

Di rêbazên xwe de zelal bû

Di sekna xwe de bibiryar, şoreşgerek pêşeng û ji dil bû. Di her kêliya jiyana xwe de ev yek jî dida hîskirin. Li gelek deveran mirovên dixwestin di jiyanê de nerm nêzbibin, xwe pir nedin zorê ji wê sekna heval Sara acizdibûn. Ji ber ku bi vî rengî jiyankirin tam jî ligor dilê wan bû. Lê, heval Sara qet tawîz nedida û di rêbazên xwe yên jiyanê de zelal bû.

Her ku min gotinên li ser sekna wê ya milîtanî a li gorî giyana demê dibihîst, min hîn zêdetir ew mereq dikir. Ji ber ku her kêliyên jiyana wê bi feraset û felsefeya Rêbertiyê dagirtîbû.

Di lêgerîna min a li ser gotina wê ya exlaq de jî ez hîn zêdetir gihiştim encamek zelal. Bi vê gotinê li gel xwe ez jî xistim nava lêhûrbûnê. Êdî min jî bi pirsekê despêkir, li ser wê gelek pirsên dinê berdewam dikir. Ew gotina wê gelek tişt dan min, ez hînî gelek tiştan kirim.

Ji ber wê jî heval Sara ji biçûk heya mezin, hemû tevger û gotinên wê bi hesapkirî bûn. Di zanebûna hemû tevgerên xwe de bû. Her gotin û tevgera wê bi pîvan bû.

Bê dudilî û metirsî nêz dibû

Dema ku min îro di tv. yê de dengê wê guhdarî kir, min dît ku me pir bêriya wê kiriye. Sedema ku me bêriya heval Sara kiriye jî ew e ku tim û li hemû qadên leşkeri li gel me bû. Ew bi me tevan re bû! Her çendî di salên dawî de bi awayek fîzîkî ne gel me bû, lê dîsan jî ew germahî û heskirina wê ji nêz de dihat hîskirin; mîna ku tim li gel me be. Em hîs dikirin! Weke roniyek zelal û enderûn bû. Timî bê dudilî û metirsî nêz dibû.

Tucarî ferq nedixist di navbera heval an. Kes bi qasî wê xwedî seknek tekoşînê nebû. Kes weke wê xwediyê seknek civakî a ku bi hêz dikir, hêz dida nebû. Ticarî nêzîkatiyên weke jineke ji rêzê li xwe nedinêrî, ji xwe bawerbû. Ji rexneyan neditirsiya, bi xwe jî pir rexne dikir û tişta ku ew ji herkesê/î cihê dikir jî ev taybetmendiya wê bû. Di her karekê de bi baldar û bi tevger bû. Di dema rêwîtiyan de tim destê xwe dirêjî giya û gulan dikir. Timî bi watedar û baldarî li derdora xwe dinêrî. Xwediyê asoyek berfireh bû, ji bo wê jî baldar û bihedef bû.

Xezalek ku ewîndara dar û beran bû

Di wê pêvajoya ku ez qal dikim de heval Sara berpirsiyara qada Xinêre bû. Her çend rojê carekê serî li hemû hêza xwe a qadê dida; li gel ku derfetên me pir bûn, lê ew tim bi meşê diçû her derê û tu caran siwarê erebeyan nedibû.

Li gel ku rêvebera me ya gişti bû û temenê wê jî mezin bû, lê belê tucarî, tenê rojekê jî li benda wesayîtan nema. Weke xezaleke sivik dikete ser rêyan û diçû! Heval Sara xwediyê giyanek biwate a jiyankirinê bû. Her devera ku diçûyê divêya bû derdora xwe bidîta, keşf bikira.

Tenê kêliyek dema wê vale nebû. Ji bo wê dem girîng, kêlî bi wate bû. Ji ber ku gelek sivikbû, karê xwe jî zû diqedand û tim jî ji her karî re amadebû. Temaşekirina darekê, kevirekê an jî cihekê ku lê dibûhirî biwate bû. Dema ku li ber dareke kezwanê re derbas dibû, teqez hewce bû destê xwe bidayê û ew hîs bikira; dîtina av, giya, gul û kulîlkekê jî bi heman şêweyî bû…

Ew jinek azad, militana PKK’ê, rêhevala Rêbertiyê bû. Tu pirsgirêk nebûn ku wê çareser nekiribana û ji navê dernekeve, ji ber wê jî xwe tenê di serkeftinê de kilît dikir û hemû lêhûrbûna wê ser vê yekê bû.

Sara heqîqeta Apoyî bû

Her dem kêlî jiyan dikir, ji bo wê dem giring bû. Weke mînak dema ku kesek kêmanî jiyan bikira, lê dovre tevlîbûna wê baş dibû, ji bo wê a niha dihat jîn girîng û bingeh bû. Sara cewhera mirovbûn, pakî, heqîqeta Apoyî bû û jiyan li dora wê dihonand. Tucarî dibin pirsgirêkan de nedima, timî li giyan û hişê xwe guhdar dikir û wiha nêz dibû. Pir nirx dida mirovên li hemberî xwe. Hinek caran mirov ji nêzîkatiya wê ya dilnizm ji xwe şerm dikir. Heval Sara baş anîna ziman hêzê dixwaze, zanebûn û têgihiştinê dixwaze.

Ji bo me hevalên jin û mêr hemû tevgerên heval Sara mijara lêgerîn û dana fikirandinê ye. Ew jina bihêz a ku bi nasnameya xwe ya Apoyî gihiştiye nasnameya jinên Rojhilata Navîn û cîhan ê. Ew ji bo me hemû jinan mînaka jiyan û xwe nasînê ye.