Em gelek biriya te dikin

- Ronahi SERHAD
720 views

IMG_1689

Şoreşger wek pêwîstiya xwezaya xwe asî ne, di qalikê xwe de hil nayên û pîvanên civakî ji wan re teng tê. Bi ya heyî qayîl nabin, heta ku ya nû nebînin di cihê xwe de nasekinin û hem bi coş û hem jî jêhatî heta ku navekî li vê lêgerîna xwe nekin, aram nagirin. Hevala Sara yek ji wan şoreşgeran bû ku hertim coş û heyecana roja destpêka rijandina bizrên şoreşgeriyê heta roja dawî jî jiyan dikir. Kesayetên bi vî rengî ku wusa serxwe, zindî  û bi bawerî be, kêmin. Yek ji wan bû ku hertim cudabûn diafirand. Jiyan û tekoşîna wê di nava hemahengiyê de bihevre dimeşiya û hewil dida di bin her şert û mercan de ev rastî pratîk bibin. Ji pirsgirêkên mezin bigire heta yên biçûk ji herduya re jî bi heman ciddiyet û kûrbûnê nêz dibû. Ne mumukine mirov ji keseke ku ewçend cudahiyan biafirîne, bandor nebe. Ew yek ji afirênerê vê şoreşê bû. Yek ji taybetmendiyên wê yê balkêş ewe bû ku bi hêza rexne û rexnedyînê bawer dikir. Kesên li hember wê herçiqas sînorên famkirina xwe bi temamî girtibe jî lê dîsa bi kedeke bêdawî dikarî misoger bikeve cihana wê kesê.

Dema hevala Sara tê gotin, hezkirin dikeve bîra mirovan. Hezkirin ava jiyanê bixwe ye. hêza manevî ya îradeyê ye û mayeya baweriyê ye. ji bo ku mirov wek wê hez bike, divê mirov hezkirinê fêr bibe. ji ber ku tekoşîna azadiyê, guertin, jiyan, şoreş, hevalên xwe, gelê xwe û hemû gelên cihanê ji kurahiya dilê xwe ve hez dikir. Hevala Sara ji mêj ve bû ku bibû ya hemû cihanê.

Di şert û mercên mêtîngeriya li ser Kurdistanê de wek kesayetek ku ji komkujiya Dêrsimê ve derbas bibû, ji bo bersiva vê komkujiyê bide, ev yek jî di tevlîbûna di nava tevgera PKK’ê de ku wek zayînekî bi pêşengiya Rêbertiya me bû, dît. Dibe ku bê gotin PKK’ê ew nedît, wê PKK dît. Ji xwe dilê wê yê tije îsyan û lêgerîna wê ew ber bi heqîqeta PKK’ê ve bir û bi vî awayî bû yek ji avakerên PKK’ê.

Ne tenê ji bo jinên kurd ji hemû jinên cihanê re rûpelek nû vekir. Şoreşa Kurdistanê sînorên netew, ol, ziman ji mêj veye ku derbas kiriye lê belê wê tu caran rastiya kûr a mêtîngeriya gelan û di navê de jî statuya ku ji jinan re hatiye dayîn, nepejirand. Jiyana wê  hertim bi şert û tekoşînê derbas bû. Hertim rexneyên xwe yên ji bo pergala modernîst a Kapîtalîst û pergala netew dewlet a înkarger, zayendparêz, hirareşîk ku polîtîkayên xwe yên desthilatdar li hember jinan dimeşîne, berdewam kirî ye. ger ku şoreş guhertin be û guhertin jî bi rexneya destpêdike, rexneyên xwe berdewamî dikir. Ji bo wê jî li kuderê xebat û tevgerek heba, hevala Sara jî li wir bû. Wek jin kevneşopiya çanda xwedewendan di kesayeta wê de bicih bibû, ji xwe hêza xwe ya mafdar jî ji vê yekê digirt, cudahiyek bû,  herwiha pêşengek bû. Hevala Sara dîroka zindî û jiyankirî bû. Qet bi vê serdemê  re lihev nedikir. Ji bo wê jî hertim rêya derketina ji vê kaosê digeriya, hêvî bi rêxistin dikir, bawerî pêş dixist û çavkaniya van hemû tiştan bû. Nirxên moral û etîk di nav xwe de dihewîne. Bi wê re jiyanê coş, pirrengî, dewlemendî û esnekbûn bi dest xist.

We ti carî nedikarî wê bi temenê wê re fam bikin. ger pêwîst bikira li Zagros û Çarçêla wek xezalekî bû, bi gel re bû, bi hevalên xwe re can bû, bi ciwanan re heval û bi zarokan re rêheval bû. Ji bo jinan bi qasî deryayekî çavkaniya çareseriyê bû. Mirov nizane ji kuve destpê bike û çawa vebêje û dizane ku di vê mijarê de kêm dimîne. Çawa bawer dikir wusa jiyan dikir. Gotin û kiryarên wê tucaran ji hev cuda nebû. Rûmeta jinbûnê di kesayeta hevala Sara de carekedin bû nasname. Di tekoşîna tevgera me ya azadiay jinê de ku bi tekoşîna azadiya PKK’ê re 40 salan bênavber berdewam kir, heta nefesa xwe ya dawî ji bo serketina vê tekoşînê xebitî. Bû yek ji rêberên afirandina kevneşopiya berxwedana zindanan. Faşîzm û vehşet li hember sekna hevala Sara binket. Gotina wê ya destpêkê û dawî çalakî bû. Dîroka tekoşîna hevala Sara di heman demê de dîroka tekoşîna me ya azadiya jinê ye jî.

Jiyan bi hevala Sara re xwedî wate û cêwaz bû. Li kuderê germatiya hevaltiyê heba, heta nedîta û neaxiviya nedikarî bisekine.

Ez dixwazim behsa gereke meya bihevre bikim. Sala 2006’an em li Xinêre tesaduf rastî  hev hatin. Şevê pêşniyar kir ku em derkevin serê çiyayê Şekîf. Min beriya wê plan kiribû ku ji wê qadê derbikevim lê ji ber wê ew pêşniyar kiribû, min pejirand. Ji nîvê şevê heta sibê me hêjmarek heval komkirin û em ketin rê. Hertim di pêşiya komê de dimeşiya. Piştî seatan ku em gihiştin lûtekya çiya, ez ji wê enerjiya wê ya qet xilas nedibû û bi taybet dema em gihiştin jor, şaş mabûm. Emê derketana bilindahiyekî, hilkişandina ji çiya ve ku em dizanin. lê te digot qey yekm care ji çiyayên Kurdistanê ve hildikişe û min navê kêfxweşiyê, evîn û girêdan danîbû. Evîndarê çiya bû. Ji mêjve bû ku bi rastiya çiyan re lihev kiribû. Wateya çiya ji bo me hemiyan bi vî rengî ye. lê belê em gelek caran nizanin bedewaiya çiyan jiyan bikin. di çiyan de azadû tendurustî, ruh û jiyan heye û di çiyan de heval heye. Hevala Sara yek ji wan hevalan bû ku bi van hemû wateyan hewaya çiya dikşande hinavê xwe. serê sibê dema hewa rohnî bû, me bi bi koka dirikan ji xwe re çayê çêkir û bi erzqê ku me bi xwe re anîbû, taştêya xwe kir. Çiqas jî xweş bû tama wê. Emê biçûyana gel taximek hevalên ku li Şekîf diman. Hilkişandina me nêzî 3 seat û nîv berdewam kir. Taxima hevalên xort bi kêfxweşî û merax em pêşwazîkirin. Çi li gel wan hebû ji bo taştê danîn pêşiya me. Di wê sibeha havînê de dema mirov ji wê lûtkeyê li Xinêre temaşe dikir, bedewiyeke wê ya cêwaz hebû. Di nava wan de hevaleke ku min berê nas dikir, hebû. Piştre me ew hemû nas kirin û dûr û dirêj em bihevre ketin suhbetan. Hevala Sara civînek çêkir, bi her hevalekî re cuda cuda nîqaş kir. Hevalê xort li hember vê elaqe û hezkirinê şaş mabûn. Wek ku bi salane bi wan hevalan re di heman taximê de maye ku ewqas ji dil û germ nêz dibû. Ji bo ku westandina nîvro li ser xwe bavêjin, me hinekî istrahet kir. Piştî xwarina nîvor ma kê hevala Sara bigirta. Bêsebarane li pey wê bû ka bizane li derdor çi heye ji bo wê jî dixwest her tiştî bibîne û dest lê bide. Derket ku li erazî ji xwe re bigere. Me ji kaniyan av vexwar, hinek gihayê ku ku me nas dikir, me  berhev kir. Me ciheke wek ziyaretê dît ku xelkê ku berê li van deran mane, kevir danîne serhev û me gelek li wir wêne kişandin. Lê belê qereqolên Îranê din ava wê bedewiya xwezayê beloqî disekinî. Heta ku roj çû ava, em ji xwe re geriyan û em li temaşaya sorbûna rojê ya demsala havînê rûniştin. Paşê ji bo ku em vegerin kampa xwe, ketin rê. Dîsa bi komê re em ketin nava sohbet û nîqaşan. Îja şevên Şekîf, gelekî sar bû. Her çend ku demsala havînê jî bû û me ewqas betanye bi ser xwe de kiribû jî lê em dîsa germ nedibûn. Em bêsebrane li benda sibê man. Me dixwest carekedin rojê himbêz bikin ku germ bibin. Bi qasî ku roj germ bû, şevê jî ewçend sar bû. Vê hewayê rûyê hemû hevalan qimirandibû ku tenê diranê wan spî dikir. Piştî nîvro em ketin rê û daketin. Her kaniya ku me li ser rêya xwe didît, rawestgeha me bû. Ji bo min bû gera gerîla ya herî biwate û xweş ku ez qet ji bîr nakim.

Xwedawenda me ya porsor, hevala Sara ji vî warî neçû. Gelekî dest li her tiştên li van deran gerandibû, ked dabû û şopa xwe bicih hiştibû. Ji her kesî hez kiribû, ji şervaneke ku nû tevlî bûye bigre heta hevaleke herî kevin, ji herkesî re wextê xwe parve dikir. Ji bo wê jî hevala Sara ne tenê ji vegotina dîroka me ya azadiyê, ji aliyê gelek kesan ve dihate naskirin. Ji ber wê bû herkes gotinek wan ji bo vegotina hevala Sara hebû. Bi kesayeta xwe ya civakî, heta ku karîbe bigihêje qadên cuda, nirxên jinê bi xwe re biribû û dabû naskirinê. Emê gotina xwe ya bicih mayî, bi pratîkkirina xeta wê bêjin. Kesên komkuj negihiştin armanca xwe. hemû rêheval, dost û kesên demokrat û li dijî pergalê, bi hevala Sara re biryardayîna wan ya tekoînê bihêz bûn. Tevlî mîrateya şoreşgerî bûn û soaz pêşxistina şoreşê dan. Nirxên şoreşgerî, sosyalîstê azadiya jinan di nava PKK’ê de gerdûnî kir. Di dîroka şaristaniya demokratîk de bû pêşeng û navê nirxên azadiyê di dîroka jinan de nivîsî. Me hevala Sara ji bîr nekir û emê ji bîr nekin û heta ku em hesab ji kujeran bixwazin emê tekoşîna xwe berdewam bikin. ji bo wê jî ez careke di hevala Sara ku karî bi awayekî herî bedew bi Rêbertî re jiyan bike û bibe rêhevalê wî, bi hurmet bibîr tînin.