Encama dijminatiya Kurdan: Qeyrana aborî

- Nesrîn NAVDAR
599 views

Ev çend mehên dawî li Tirkiyeyê erdhejeke aboriyê rû dide. Lê ya rastî ev ne rewşa çend mehan e, encama şaşiyên çend salên dawî ye. Herwiha qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê ne wek tê gotin ji ber girtina Brûnson e. Ev qeyran ji ber nêzikatiya rayedar û desthilatîya hikûmata AKP’ê a li hemberî gelê Kurd e û ne niha, ji zû ve dest pê kiriye. Heta em dikarin bibêjin ku hilbijartinên pêşwext bi xwe jî ji bo beriya ku raya giştî û civak hay ji vê qeyranê hebe, hat lidarxistin. Rayedarên vê hikûmata ku neyartiya Kurdan ji xwe re esas digre pirr baş dizanî ku ger hilbijartin zû nehatiba kirin, dibû ku ev qeyran aşkere bibûya û wê demê jî gelê Tirkiyeyê vê bertek nîşan bidaya û desthilatdariya tekparêz, talanker û dizek di sindoqan de bihişta.

Şerê ku ev çar salên dawî li ser gelê Kurd tê meşandin, dagirkirina Efrînê û planên qirêj ên din ku li ser gelê Kurd pêk anîn û hê jî pêk tînin, bi tevahî xwe di aboriyê de dide der. Wekî em dizanin tenê îsal ji sedî çil û yekê budçeyê ji şerê qirêj re hatiye veqetandin. Ev hejmarek gelek zêde ye û mixabin ku fatoreya wê jî ji gelê xizan, belengaz, karker û kedkaran tê derxistin. Bi milyonan malbatên ku xwediyê dahatineke diyarkerin roj bi roj di bin bareke girantir de dimînin.

Xapandineke trajîk

Digel vê tengasiya ku civak ji ber qeyrana aboriyê dikşîne, di serî de Serok Komarê dewletê, desthilatdar û rayedarên vê hikûmetê di nav dewlemendiyeke zêde de xenî dibin. Tirkiye kirine welatekî ku hemwelatî di nav deynan de dixeniqe, rayedarên dewletê jî di nav pere û zêran de dixeniqin. Di ser de jî vê ne li rêtî, dizekî û talankeriya xwe rewa nîşan didin û bê nirx mayina lîreyê Tirk bi gotina ‘leystika hêzên derve ye’ dinixumînin û dixwazin van ne li rêtî û şaşiyên xwe bixin stûyê hêzên derve, xwe jê paqij derînin.

Her wiha bi gotina yekîtiya milî dixwazin hestên gelê Tirk îstismar bikin, li gor berjewendî û dilê xwe teşeyê bidin wan. Lê, ger gelê Tirk û hemwelatiyên din ên Tirkiyeyê bizanibin û hinek li rewşa heyî binêrin vê fêm bikin ku di nav xapandineke trajîk de ne. Serok Komar bê ku behsa zêr, eûro û dolarên di sindoq û qutiyên jin, keç û kurê xwe bike, bê ku behsa çavkaniyên dewlemend ên vê xwezayê ku çawa pêşkêşê nas, dost û hevkarên xwe kirine bike, derdikeve û ji hemwelatiyên belengaz, karker û kedkar dixwaze ku çiqas zêr, dolar û eûroyê wan hene, bila veguherînin lîreyên Tirk. Lê gotineke pêşiyan heye dibêjin, ‘te dinê çawa dît, mîna dilê xwe dît.’ Herhal ew jî tevahiya civakê wek xwe dewlemend û xwediyê heyînek baş dibîne. Gava van gotinan bilêv dike ji bîr dike ku ji xwe ev hemwelatî bi zorê dawiya mehê tînin. Ev daxwaza wî nîşan dide ku qet rewşa hemwelatiyan ne di xema wî de ye. Di encama polîtîka û hewldanên rayedarên vê hikûmatê ku zorê dide civakê û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û derdorên xwe hemû rêyan rewa dibînin, dewlemend bêhtir dewlemend dibin, xizan jî bêhtir xizan dibin. Dema dor tê fedakariya milî jî ji xwe çavên wan tenê xizan, karker û kedkaran dibîne.

Civakê bê henase dihêlin

Ew di civînên xwe de ava fêkiya Ejder ku hîna hemwelatî navê wê nizanin, nebihîstine; ji xwe ger bihîstibin jî nikarin bikirin, vedixwin. G

el di taya ka di nav vê qeyranê de vê çawa ava sade bikaribin bistînin dene. Ji xwe koşka Zivistanê têra wan nekir, dest bi lêkirina koşka Havînê kirin. Heta vê jî çavê wan têr nekir, ji ‘welatê dost’ Qatarê koşka ku difire (balafira VIP) daxwaz kir. Lê hemwelatî

nikarin kirêya xwe a mehekê bidin. Em koşkan li cihê wan bihêlin, em dibînin Wezîrtiya Xezîneyê, Fona Heyînê û bi peywirdahiya xwe ya seroktiyê re dixwaze her tiştekê bi malbata xwe re bide girêdan. Ev jî dide nîşandayîn ku fikara wan ne rewşa civak an jî hemwelatî ne. Ew tenê difikirin ka dikarin çiqas heyîna dewletê bişelînin û keda civakê desteser bikin, bi vî awayî jî li ser heyîna xwe ya şexsî heyînek din zêde bikin.

Qeyrana aboriyê derûniya civak, jin, mêr, zarok, ciwan û êxtiyar, hema bêje ciheke civakê ku têk nebiribe, nehiştiye. Ew di xema kêf û rihetiya xwe dene ka çawa bêhtir bikevin nav zewq û sefayê, civak jî di xema debara xwe de ye ka çawa bikaribe dawî li meha xwe bîne û xwe li jiyanê bigire. Her çiqas di medyayê de zêde neyê destnîşankirin jî lê qeyrana aborî li ser derûniya civakê bandoreke xerab çê dike. Ji niha ve di nav malbatan de ji ber tengasiya debarê neberbihêrî derdikevin, ji ber deynên zêde kuştin û xwekuştin zêde dibin, û ji ber stres û kêmxurekiyê nexweşî çê dibin. Ev qeyrana ku bi mehan ji civakê hat veşartin niha bi carekê ve bi stûyê civakê girtiye û wê ber nade.

Civak ber bi kortalê ve dibin

Ji kesên bi çandinî, sewalkarî, pêşesazî û heta kesên ku bi bazirganî, esnaftî, înşeatê re elaqedar dibin, hema bêje tevahiya civakê bi awayek neyînî ji rewşa heyî bandor bûye. Her wiha li ser qada perwerdehî û tenduristiyê jî bi awayekî cidî bandorê çê dike. Ev qeyran dibe sedem ku bi hezaran kes bêkar bimînin. Lê ev rewşa civakê qet ne di xema rayedar û desthilatdaran de ye.

Em di pratîkê de jî dibînin ku xema wan ne tenduristiya civakê ye û ji bo berjewendiyên xwe tenduristiya civakê jî dixin xeteriyê. Ji hêla saziya wan a goşt û mehsiyan bi hezaran dewarên ku bi nexweşiya hebreşkê (şarbon) ketine ji Brezîlyayê kirîn û derbasê welat kirin; bê ku kontrola wan a tenduristiyê bê kirin xistin nava civak ê. Piştî ku pêncî dewar ji wê nexweşiyê telef bûn hê nû agahiya raya giştî jê çêbû. Heta niha bi dehan mirov ji vê nexweşiyê ketine û herî dawî zarokek heşt salî li Fakulteya Dîcleyê ya Amedê ji vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Wekî em dizanin ev ne cara yekemîne ku civak bi tiştên wisa re rû bi rû tê hiştin. Piştî ku ji hêla desthilatiyê peywira kontorla dewar û sewalan ji Wezareta Tenduristiyê hat girtin û dewrê Wezareta Çandiniyê hat kirin (ku bi vî awayî li şûna tenduristiya gel berjewendiya xwe danîne pêş) wir ve, ev çendîn carin ku nexweşiyên bi vî awayê dikevin nav civak ê. Ji 2010’an wir ve bi dehan caran bazirganiya dewar û sewalên nexweş hat kirin û civak di nav xetereyê de hat hiştin. Heta niha ji ber dewar û sewalên ku ji Fransa, Polonya, Îtalya, Bûlgarîstan, Romanya û herî dawî jî ji Brezîlyayê hatine anîn, nexweşiyên wek Mizoka Dîn, Zimanê Şîn, Weba, Pasteurelloza Dewaran û Scrapie û niha jî Hebreşkê anîne Tirkiye yê. Ev tenê hêla ku xûya dike ye, ya ku xûya nake ji vê qat bi qat zêdetir e.

Dijminatiya Kurd

Serok Komarê vê hikûmetê devê xwe vedike û digire dibêje milîtî û xwecihtî, polîtîkayek wisa daniye ber xwe ku Tirkiye kiriye pêgirtiyê bazirganiya derve. Îro dema em dinêrin ji pîvazê bigire heya kartol, firingî, sêv û heya dewaran, ji şîr heya hemû berhemên wek, gûz, toximê genim û heçî tişta tê bîra we, tevahî ji derve tên û vê yekê jî bê ku tenduristî û saxlemiya wan binêre, di nav civakê de tê belav kirin. Bi gotinek din vê desthilatiyê ji ber polîtîkayên xwe yên şaş civak kiriye mehkûmê zadên nexweş û xerabûyî yên bazirganiya derve. Ev erdnîgariya me ya ku bihuşta çandînî û sewalkariyê bû û di dîroka mirovahiyê de jî cara yekemîn çandînî û sewalkarî li vir destpêkiriye, bi destûra vê desthilatiyê ku bi qasî dijminahiya bi gelê Kurd re dike, wisa jî bi erdnîgariya wan dike û her roj çiya û daristanên me tên şewitandin; ev der veguherandine dojehê. Îro yek ji sedema vê qeyrana aboriyê jî ev polîtîkayên li dijî gelê Kurd û li ser erdnîgariya wan dimeşîne ye.

Ger em bandora vê qeyranê ya li ser jinê bigirin dest vê mijar bêhtir kûr bibe. Ji ber ku di demên qeyranên aboriyê de ya pêşî tê mexdûrkirin jin e. Li gor tespîtên ku heta niha di demên qeyranên aboriyê de hatine kirin, herî zêde jin ji karê xwe tên avêtin û bêkar tên hîştin. Yanî jî ji her hêlê de barê jinê tê giran kirin. Heqdestê xebatkaran qet naguhere lê, ji derzî bigire heta ta, ji xurekê bigire heta fêkî û zebze, bihayê her tiştî zêde dibe. Jina ku bixwaze ji bo pêdiviya malê ya rojane heman tiştan dabîn bike lazime vê carê du qat zêdetir pere xerc bike. Dema pereyê di destê wê de têra nake vê carê dikeve stresê û xeman dixwe. Ev tenê xalek ji pirsgirêkên cidî a debarê ye ku rojane jin pêre rû bi rû dibe. Ger ji kar hatibe dûr xistin, yan jî kar nebîne, wê demê ji bo wê rewş hîn aloztir dibe.

Qeyranê rewş girantir kiriye

Helbet ji kar derxistina jinê bandorek neyînî li ser derûnî û tenduristiya wê dike. Ji hêla din, ji ber dabînkirina pêdiviyên malê barê wê girantir dibe û ya herî xerab, dema mêr ji karê xwe tê avêtin hemû hêrs û stresa xwe li ser jinê de vala dike û ev rewş heya tundiya fizîkî jî diçe. Bi kinasî em dikarin bibêjin ku hem ji hêla jiyana civakî ya jinê, hem ji hêla derûnî û ewlehiya wê ya jiyanî de, qeyrana aborî rewş jê re girantir kiriye.

Em dibînin qeyrana aborî ya ku îro di encama polîtîkayên şaş ên vê desthilatiyê de derketiye ka rê li rewş û qirîzeke civakî a çawa vedike. Ew wekî her carekê dîsan dixwaze fatoreya vê qeyranê ji gelên kedkar, karker û bi taybetî jî ji jinê derxîne. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, divê di serî de gelê Kurd û Tirk, gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn li hember vê desthilatiya ku li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ye der bikeve û doza mafê xwe bike. Divê di serî de gelê Tirk, hemû gelên li Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin ku heya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane neyê çareserkirin, heya Kurd negihin mafên xwe yên bingehîn û rewa, heya dev ji dijminahiya Kurdan neyê berdan ne pêkane ku qeyrana heyî ya siyasî û aborî dawî lê bê. Lazime ev yek bê zanîn ku pirsgirêk ne tenê aboriye, ji bo vê jî çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyê di çareseriya pirsgirêka Kurd de derbas dibe.