Ev şive rê…  

- Gulan AVRÊL
582 views

MANSETDi vê şive rêyê de kî hatiye, kî derbas bûye û kî henaseyek kûr ji nava dilê xwe de lê kêşandiye. Kî bi rojan di vê şive rêyan re derbas bûye. Bi ew westandina xwe ya bi rojan re pala xwe daye qiraxa ev şive rê yê. Li ser vê şive rêyê şopa çend solên meqaban derbas bûye, çend şop ji xwe lê hiştine? Ne tenê şopên solên xwe, di heman demê de, her yek ji wan henaseyek ji xwe jî li van deran daniye. Şopên çavên xwe, hest û dilen xwe li ser ev şive rêyan hiştine!

Li ser van şive rêyan gelek ba, bahoz û firtone derbas bûn, gelek tişt bi xwe re birin, lê nekarîn şopên solên kesên ku dildarên welatê xwe ne bibin. Her tiştek li ber ew bayê ket, lê şopên ku hatine danîn li hember tu tiştekê neket.

Hûn dizanin li ser vê şive rêyê çiqasî hêvî, bawerî û rihên azad derbasbûne. Li ser vê şive rêyê gelek dem û serdem xwe pênase dike. Ji ber ku ev şive rêyê şahidî ji gelek gotin, deng û qêrînan re kiriye! Gelo çiqas dayîkan li ser van şive rêyan ji bo zarokên xwe lorîn gotine? Çend caran hawara xwe gihandine van şop û rêyan..!? Ya jî çendîn bejn û balên bedew porên xwe li ser van şive rêyan de kirine kezî, nava keziyên xwe de kêfxweşî û hêviyên xwe hûnandine.
GelIMG_1545o paşeroja vê şive rêyê çî ye û ne çî ye?

Yan jî pêşeroja wê çawan e û wê çawa be..?

Kîjan rêwiyê azadiyê bi ew hestên xwe yên bedew li ser vê şive rêyê re derbas bûye. Xeyalên çend kes ji rêwiyên azadiyê li ser vê şive rêyê pêk hatiye û li ser vê şive rêyê berbi xeyalên xwe ve ketine rê.

Erê! Ma vê şive rêyê şahidî ji kêre kiriye û ji kêre ne kiriye…

Di vê şive rêyê de dildarên azadiyê berbi jiyaneke rasteqîn ve diçin. Ev şive rê şahidiyê ji gelek serpêhatiyan re dike. Guhdar dike, temaşe dike û dibîne! Gelek dildarên azadiyê dilê xwe li ser van şive rêyan ji xwezayê re vekirine. Gelo ev şîve rê li hember çiqasî şeml û şemalan heyrantî jiyan kiriye? Bê ku çavên xwe tenê ji bo bîskekê be jî nadeyne ser hev û  bi heyranî li wan bejn û balan rûniştiye temaşeyê.

Ev rê di her werzê de, di her kêliyekê de bi dildarên welatê xwe re dibe rêwî û bi dirêjiya rojê re bi meşa wan re ew jî di meşe ber bi bê dawîtiyê ve… Bi wan re dibe rê û rêwî.

IMG_1401Erê, ev rê rêya rûmetê û ya azadiyê ye. Di vê rêyê de çarenûsa gelekê ji nû de dibişkivî û jîn dihat. Di vê rêyê de jin bû xwedî vîn û bi gotina, “başe, ez jin im” dengê xwe berz dikir heya ku digihan lûtkeya çiya.  Jin di vê rêyê de bû xwedî nasname, beriya her tiştekê jî di vê şive rêyê de soza xwe bûyînê da, bi xwe re ehd û peyman danî. Gelek jinên bedew, çelenk û şepal di vê rêyê de xwe gihandin azadiyê, bi xwe re tovên azadiyê reşandin û azadî afirandin. Ji bo wan azadî xwe ji nû de avakirin bû, ´xwebûn´ bû. Destxistina hebûna xwe bû. Ji bo wan azadî ew bû ku bi ziman, çav, dil û mêjiyê xwe jiyana xwe avabikin. Ji bo wan di kêliyê de xwe ji tevahî qirêjiyên pergala baviksalarî pak kirin û xwe bi zelaliya fikir û rihê azadiyê ji nû de afirandin bû. Li ser vê şive rêyê jin bû ya xwe û bi çavê xwe li xwe meyzekir.

Ev şive rê di destpêka jiyana mirovahiyê heya roja me ya îro bi xwe re gelek nirx daye avakirin. Li ser van şive rêyan mirov bi awayek herê zelal dikare rist û mohra jinê bibîne. Şopên ked, xwêdan û westandina salan a jin ê ku bi salan bi zehmetiyên herê mezin dixwest jiyanê ji nû de biafirîne. Bi taybetî jî ji bo guhertin, veguhertin û pêşketina civak ê.

Çendîn bejn û balên bedew li ser van şive rêyan de meşiyane û dimeşin. Ev şive rê şahidiyê ji gelek salên dîrokî, mirovên dîrokî û demên dîrokî re kiriye. Hêja jî dike…