Ezê li pey xeyalên xwe biçim’

- Diren ŞİYAR
573 views

IMG_2359Zerê Kakoyan Şinad ji malbatek Kurdên Êzîdî ye û mala bavê wê di sala 1915’an da koçê vir kirine. Wek tevahî civaka me ya Êzîdî, malbata Zerê jî ji ber bayê fermana Osmaniyan neçar dimîne dest ji warê xwe ber de û bikeve ser rêya koçberiyê. Malbata Zerê di sala 1915’an de ku wê demê devleta Osmanî li ser serê gelê Kurd de ferman rakiribû, ji neçariyê derbasê aliyê Ermenîstanê dibin û careke din navegerin welatê xwe. Destpêkê tên Talinê li gundê Bayisizê bi cih dibin. Di sala 60’î de kalê Zerê ku ew Zerê mêze dike, ji bo ku zarokan bide xwendin dikeve nav hewildanan. Ji ber ku li gundê wan dibistan nîne û zarok nikarin bixwînin, ji ber vê çendê jî mala wan derbasê aliyê bajarê Guymrî yê dibin û li gundeke Ermeniyan a bi navê Hayrinasî yê bi cîh dibin. Zerê wek keçek Kurd dibistanê heya refa 12 û bi serkeftî dixwîne. Piştî ku dibistan qedan şûnde ji bo zanîngehê amadekariyê dike, di demeke pirr kin de jî serî li zanîngehê dide û bi rêjeyek bilind ezmûnê derbas dike. Zerê beşa zimanê Elmanî qezenç dike û li Erîvanê dest bi xwendinê dike.

Niha jî jiyan û serpêhatiya Zerê Zerê Kakoyan Şinad emê bi we xwendevanê hêja re par we bikin. Helbet her jiyanek serpêhatî û her serpêhatiyekê jî çîrokek xwe heye. Lê a herê balkêş jî ev e ku her serpêhatî herikîneke bê rawest a di jiyana her jineke Kurd de ye.

Hûn dikarin xwe bi xwendevanê me yê hêjare bidin nasîn?

Navê min Zerê, ez ji malbateke Kurdên Êzîdî me û milbata me bixwe ji aliyê Qersê di salê 1915’an de, ji ber fermana dewleta Tirk a li dijî Êzîdiyan neçar dimînin li ser axa xwe koç bikin. Bab û kalên me ji ber fermana Roma Reş, li Qersê derbasê Ermenistanê herêma Talinê gundê Bayîsizê dibin. Demekê dirêj li wir dimînin û kalê me xwedî 10 zarokan bûye.

Kalê min li wir derbasê bajarê Gumrî gundê Hayrînasê dibin. Ji bo ku zarokên wî bixwînin û weke wan zelûl nebin pirr hewildanên wî çêdibin. Ji ber vê jî hemû mam û metên min xwendina xwe diqedînin û em wek nivşê nû jî di vê mijarê de bi israr in. Ez jî weke hemû xwîşk û birayên xwe çûm dibistanê, min heta koma 12 li gund xwend û paşê jî ez ketim azmûnê û min beşa sosyolojî beşa ziman û civak de zanîngeh qedand. Niha jî ez li ser beşa polîtîkayê mastir dikim. Lê, armanca min eve ku ez di mijara Kurd û siyaseta jin de Doktora bikim. Lê mixabin ev beş li vir tûne, tenê beşa polîtîka û civakî heye. Ez jî dixwazim di beşa mafê mirovan de bikevim nav hewildanan û weke çalakvan ezê herim Kurdistanê bixebitim.

Ji bo jinekê kar û xebat dana meşandin, bitaybet jî di nav şert û mercên civakî yên heyî de zehmetiyên xwe çine? Ji bo ku feraseta şaş a jin nikare û ne raste biçe kar bê wala derxistin, çi pêwîst e bê kirin?

Bê goman wek her jinekê ez jî bi van pirsgirêkan re rû bi rû bûm. Min wexta ku beşa sosyolojiyê qezenç kir, min ji diya xwe wan ra negotibû. Diya min wer dizanîbû ku min beşa wergerê qezenç kiriye û ezê bixwînim û herim li gel kesekî ango di çapxaneyekê de wergerê bikim. Min beşa xwe qedand û dest bi kar kir, lê min ev yek ji kesekê re nedigot û ji ber vê jî ji min re hertim dihat gotin ma çi bû ku ev dibistan xilas nebû. Ji min re digotin: ‘tu êdî mezin buyî û xelk gotina dibêjên, xelk dibêje ma tu çima qîza xwe nadî mêr.’ û hwd.

Min ji diya xwe re got ku hîn 2 salên min ê din jî maye û ez ne beşa werger, beşa Sosyolojiyê dixwînim. Diya min şaş ma û got: ‘te çima wiha kir, te çima ji min re negot.’ Lê meta min û her wekî din xalê min, apê min wan jî piştgiriya min kirin û min beşa xwe berdewam kir. Min îsal qedand û ez niha dest bi mastirê dikim.

Lê ez vê jî bibêjim ku ji bo keçên Kurd yên li Ermenîstanê xwendin heram kirine. Ji bo jinekê jî ev rewş gelekî zehemet e. Ji aliyekê zext û çewisandina malbatê, ji aliyê din jî zext û çewisandina derdor,  heval û hogirê te, ap û pismamên te, her kes keleme li pêşiya te. Ji ber zextên civakî gelek caran min digot ku xwezî ez ne jin bama. Tê bîra min gelek caran min ji xwedê daxaz dikir ku ez zilam anîbama dinya yê. Ji ber ku atmosfera em têde dijîn, civaka me a em di nav de dijîn, hemû bi yek dengî bi ser me de tên û li dijî me derdikevin. Dema mijar dibe jin ji xwe hemû deng dibin yek û li dijî jinê radibin. Ferasetên wek çawa dibe ku keçek Êzîdî ta ji bajarê Kurmriyê were Êrîvanê, nizê 150 km dur û were li wir bi tena serê xwe bimîne û bixwîne. Mijarê tînin bi namusê didin girêdan û hwd. Ji ber wê yekê malbata min jî di vê mijarê de gelek ber xwe diket û ji ber wê diya min digot: ‘qîzamin tu dev ji beşa xwe berde û tenê wergerê zû biqedîne û were mal ê. Ji ber ku tu yê bizewicî û weke her jineke Kurd tuyê bibî diya zarokan û bibî jina mal ê.’ Lêbelê piştî ku min dest bi xwendinê kir û şunde, min dît ku ez dikarim hên baştir û tiştên din jî bikim. Ji xwe piştî ku min zanîngeh xilaskir, min xwest li ser politikayê û li ser civaka Kurd mastir bikim. Her ku min xwend û min kar kir, min baştir dît ku ez dikarim gelek tiştên din jî bi ser bixînim.

Hûn hem dixwînin û hem jî dixebitin, ev yek ji bo we zehmet nabe?

Raste gelek zehmet e. Ez perwerdeye zimanê Elmanî Didim 8 kesan û bi pereyê ku ji wir bidest dixim, hem dixwenim û hem jî heqê kiriya xwe didim. Herwiha ez niha di partiya Cumuriyetê de di beşa ragihandinê da Sekreter im. Di nav kar û barê siyasî de ez hem siyaseta Ermenistanê hîn dibim û hem di mijarên wek polîtîka û civak de lêkolînan çêdikim.

Ligor min xwendina zarokên Kurd û bitaybetî jî zarokên keç pirr girîng e. Di heman demê de lazime ku em xwe bixwe, xwe peş bixînin. Gerek em nebêjin ku em jin in û malbat nahêle em bixwînin. Pêwîste em jî di xwendin, pêşketin û xwe pêşxistinê de bi israr bin. Lê mixabin di qerna 21.an de jî em wek jin hîna bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Mînak ji bo ku ez beşa sosyolojiyê bixwînim û biqedînim, pêwîst bû ez her kesekê re direwan bikim û gotinên nerast bînim ziman. Ji ber ku ger di destpêkê de bizanîbana ku ez vê beşê dixwînim wê qet nehiştibana ez bixwînim. Ger ez îro di vê astê deme, ji ber ku xeyalê min ê xwe peşxistinê hebûn û min ji bo bi cih anîna wan xeyalan her tişt kir. Ji bo mirov xeyalên xwe pêk bîne, lazime zêdetir bixebite. Ji vir şûnde jî ezê ji bo civaka xwe bixebitim û li ser rastiya jin li Kurdistanê, rastiya qehrimantiya jina Kurd lêkolînên xwe pêş bixînim. Ez dixwazim sosyolojiya civaka Kurd baş têbigihêjim û fêm bikim, ji bo vê jî pêwîste ez hîn zêdetir lêhorbûnên xwe pêşbixînim.

Di nav civaka Ermenî de tenê dibêjin bila keçên me bixwenin û ger piştî xwendinê karek jî ji xwera dîtin bes e. Ji ber ku jinên Ermenî bawariya wan a bi mêr gelek e û qîmetê mêr gelekî zêde ye. A rast lêgera azadiya jinê di nav wan de gelek lewaz e. Ev jî tê wateya ji xwe ne bawer kirin ê.

IMG_2349Gelo sedemên zû zewicandina zarokên keç û kur di nav civaka me a Êzîdî de çiye û çima zarokên keç nadin xwendin?

Min berê yekem sedema vê yekê nexwende bûna civaka Kurd digirt dest, min digot ji bo vê yekê wiha zû zarokan dizewicînin. Lê dema ku ez hîn zêde li ser van mijaran fikirîm, min dît ku ne wisan e û armanca wan zû serê zarokan girêdan e. Feraseta bila keç biçûk bizewicin da ku bi tu xurtên din, xurtên biyanî re têkiliya daneynin û di temenê biçûk de zilam çawan xwest bila wisan rabike, li pêş e. Nêzikatiyek din jî ev e ku zaroka keç dema biçûk bizewice çêtir dikare bi xwesî û xweziyê xwe re li hev bike. Helbet ez vê zîhniyetê şaş dibînim û zirarek mezin dide jin ê. Tirsa civaka me ya Êzîdî ev e ku zarokên wan çanda xwe ji bîr bikin, dest ji çanda xwe berdin. Lê nizanin ka wiha jî zirarek çawa didin civaka xwe. Em du malbatên Êzîdî di nav 200 malên Ermenî de man, me ne ziman, ne jî çanda xwe ji bîr bir. Li wir a girîng ev bû ku her kes bi hurmet nêzî çand, ziman û dînê hev dibû. Di nav civaka me de bi navê parastina çand û zimanê xwe gelek şaşiyên mezin tên kirin. Zewicandina zarokek keç yên temen 15 û 16 di bin navê parastina çand û ziman de wê tu caran neyê pejirandin. Zarokek di vî temenî de çawa dikare bibe dayîk, zarok xwedî bike û malekê birêve bibe. Banga min ji hemû civaka me a Êzîdî heye, bila zarok bixwînin û xwe pêşbixînin, bibin kesên kêrhatî ji civaka xwe re.     

Gelo di serê we de profîla jineke çawan heye û hûn dixwazin vir şûnde çibikin?

Berê dema ji min re qala azadiyê, an jî qala azadiya jinê bikirana, dibe ku min tiştek jê fêm nekiriba. Min wateya rastîn a azadiyê nedizanî. Ji ber ku ligor zanebûna min ya berê, ger mal û perê mirov heba mirov azad bû. Bi kinahî min azadî di wateya wê a rast de fêm nekiribû, lê dema mirov fêm kir jî ne pêkane ku dest jê berde. Lê ez niha baş tê digihim ku azadî xwe ji nû de xuliqandin e.

Di encama têkoşîneke bê rawest de min dest bi dibistanê kir û bi teybetî jî min pirtûkên birêz Ebdullah Ocelan xwendin û li ser pirsa jîn, azadiya jin, azadiya welat û azadiya civakê, hîn zêdetir jî li ser rastiya civakî a Kurd kûr bûm. Min wê demê zanî ku azadî tiştek din e. Bi teybetî jî ji bo jinê azadî tê wateyeke din. Azadî ne tenê ew e ku ez li nav civatê runêm û cigareya xwe vexwim û bibêjim ka lazime ez çawa li xwe bikim û lingê xwe bavêm ser hev. Ez tê giham ku azadî di fikir de dest pê dike. Û min dît ku azadî ji bo jinê tê wateya xwedî li xwe, diroka xwe û li çanda xwe derketin e. Ji ber ku em jin temsila tevahiya jiyanê dikin. Dema ez dibêjim, ‘Jin Jiyan Azadî’ wê wextê ez xwe hîs dikim û ez pê dihesim ku êdî xwedî nasname me û ez êdî ne namusa tu kesî me, xwedî vîna azad im.

Bêgoman ji bo ku mirov hemû xeyalên xwe pêk bîne, lazime bera xwe bide welat. Ez dixwazim demeke kin de bera xwe bidim welatê Êzdîxanê, rojava û biçim Şengal ê. Ez dixwazim herim şervanên azadiya Kurdistanê, ,jinên YJA Star û YPJ û bi teybetî jî gelê me bibînim ka jiyana wan çawan e û ji nêz de bişopînim.

Di vê navberê de ez dixwazim behsa bîranîneke xwe bikim. Berê vê bi sê salan, ji bo cara ewil ez beştarî meşek a 8 Adarê dibûm. Ji bo amadekariyên belavok û pankartan hevalên jin xwestin ku ez arikariya wan bikim. Ji min hat xwestin ku ez nivîsên bi kurmancî wergerînim bi zimanê Ermenî. Dema ku min nivîsên wek ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em ne namusa tu kesîne’ û bila kes destê xwe dirêjî jinê neke’, dît, ez şaşmayî mam. Ji ber ku berê vê 8 Adarê hertim bi ger û geşt, çûna resturanta û yan jî bi hezkiriyê xwe re dem derbas kirin, dihat bihorîn, lê cara ewil bû ku jin vê 8 Adarê bi coşa serhildanê pîrov bikirana. Û vê yekê jî heyecanek mezin bi min re dabû awa kirin. Pişt re ji min hat xwestin ku belavokê jî ez bixwînim û heya min belavok qedan jî min tiştek jê fêm nekir. Ji ber ku hemû hevok û peyvên di vê belavokê de derbas dibûn, ji bo min biyanî bûn. Bersivên li hemberê her pirs û meraqa min a ku hevalên jin didan, ez zêdetir matmayî dihîştim. Min belavok bi çend hevalên xwe re jî parwe kir, lê wan jî wek min tiştek jê dernexist û matmayî mabûn. Lê paşê min naveroka belavokê qasî ku hevalên jin yên li cihê çalakî ez pê agahdar kiribûm, min jî da wan û wan bi gotina: ‘bi rastî hûn jinên Kurd gelekî pêş de diçin. Sedema vê jî ev e ku êdî gelê Kurd û bi teybetî jî jina Kurd xwedî fikir û hêz e.’

Di dawiyê de ger gotinek we hebe, em bigirin?

Ezê di dawiyê de dîsan bêjim ‘Jin jiyan Azadî.’ Ji ber ku pêwîste ev dirûşm bibe sonda me. Ez di dawiyê de dibêjim, zilam çi bikin bila bikin ev ê nekarin li pêşiya me bibin asteng. Jin vê bi ser kevin û emê jiyana zilaman jî azad bikin. Min sond xwariye, ezê li pey xeyalên xwe de biçêm, heya ku ez negêhêjim xeyalên xwe ezê nesekinim.