Gelên Îranî dikarin di diyarkirina çarenûsa xwe de xwedî gotin bin

- Lîlyan ÇIYA
595 views

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn di derbarê rewşa bi aloz, xwe rakêşan û embargoya DYE’yê a li dijî Îran ê, dîsan li ser girîngî û rola Îranê a li herêmê û têkoşina ku di pêşengtiya jinê de pêş  dikeve, nêrînên xwe anî ziman û nirxandinên girîng kir:  

Hûn rewşa Îranê a li herêmê çawa digirin dest û dinirxînin?    

Şerê Cîhanê yê 3. di rewşa kaosa li Rojhilata Navîn de didome. Yên ku ev kaos afirandine desthilatdarên herêmî û hêzên navnetewî ne ku heta niha li Rojhilata Navîn bi bandor bûn. Hêzên navnetewî wê bixwazin ji vê rewşa bi kaos ku bi hilweşandina hevsengiyên kevin û avakirina yên  nû pergaleke nû ya ku berjewendiyên wan biparêze, derkevin. Lê belê di navbera berjewendiyên blokên klasîk ên desthilatdariyê û pêdiviyên kapîtalîzma gerdûnî de hin nakokî derdikevin holê. Îran jî yek ji wan dewletane ku dixwaze li gel van hemû aloziyan statûya xwe ya heyî bi şêwazekê ku ew dixwezin, biparêze. Polîtîka û stratejiya şer a li ser esasê ku xwe li dervede bi hêz bike, bi vê şêwazê jî tehlûke û tehdîdên li ser xwe kêm bike, birêve dibe. DYE’yê li hemberê Îranê şerek ne bi giştî hilweşandin, belku şer û polîtîkayek teslîm girtinê dimeşîme. Yanî ne şerek berfireh, ne jî çareseriyek mayînde û aştiyane. Nakokiyên di navbera Emerîqa û Îranê de ne tenê siyasî û bi pergalê ve girêdayî ye. Nakokiyek bîrdozî ye. 

Îran li herêm ê, hema bêje li her welatekê hêza xwe ya leşkerî avakiriye. Dibe li ser axa Îran ê, bi Îranê re şer pêşneketibe, lê li Iraq, Suriyê û Yemen ê, DYE û Îranê li hemberî hev hêzên girêdayî xwe dan şer kirin. Rewşa enbargoyê bandorekî ciddi li ser Îranê kiriye. Dibe ku weke Emerîqa dixwaze nekare Îranê biguhere; ji xwe plana DYE û YE yê jî ne li ser vî esasî ye. Di vê rewşê de ku embargoyê Îran pirr cidî xistiye nav tengahiyê de, wer diyare ku wê neçar bimînin li hemberî hev tavîzan bidin. Ji xwe Îran di pozîsyoneke xwe parastinê deye. Herê zêde jî pêwendiya xwe a bi dewletên herêmî ên wek Tirkiye û Iraqê re pêş dixe. 

Pozîsyona heyî a dînamîkên civakî ku di destpêka salê de serî rakirin, çiye? 

A rast ji her tiştî zêdetir rewşa ku bandor li ser siyaset û rewşa Îranê dike, rewşa dînamikên civakî ye. Dorpêça embargoya li ser Îranê her ku dem derbas dibe, teng dibe û Îranê tengav dike. Bê guman ji vê rewşê herê zêde civak bandor dibe. Ji bo vê, ji her demê zêdetir di vê demê de civak wek jin, ciwan, karker, mamoste, karmend, xwandekar û baweriyên ku fermî nayên naskirin û mafê wan tên binpêkirin, li ser pêya ne. Civaka Îranê xwedî teybetmendiyên cûda ên ziman, çand, terîqet û netewî ne. Di tevahiya dîroka civaka Îranê de hertim daxwazên wan yên demokrasî û aştiyê li pêş bûye. Niha rewşa Îranê ne tenê bi siyaset û gefên DYE’yê ve gêrêdayî ye. 

Ger DYE’yê Îranê qebûl bike jî civaka Îranê pergal û siyaseta heyî napejirîne. Ji ber ku civak di bin dîktatoriyekê de tê birêve birin. Şoreşa ku gelên Îranê û dînamikên civakî pêkanîn ji rastiya dîrokê bingeha xwe digire. Hem hikûmeta Şahenşahî hilweşandin hem jî rê nedan ku tu hêzek din mudaxeleyê vê yekê bike. Lê mixabin encama vê şoreşê bi dîktatorî û pergala oligarşîk bidawî bû ku ev pergal ev 40. sale li ser kar e. Çil sal li ser şoreşa gelên Îranê re derbaz bû, êdî emrê xwe dagirtiye û neçarê guhertinek bingehin a li ser daxwazên gelên Îranî ye. 

Zîhniyeta komploger a dewleta Îranê xwedî kevneşopiyekê ku li ser kedxwariyê heya roja îro hatiye. Em di dîroka têkoşîna gelên Îranê de dizanin ku cara pêşî çanda Mîtrayî û Zerdeştî bi komploya hin hêzên derve de, lê bi destê pergala Xosrewanî rastê texrîbatên mezin hatiye. Naveroka wê hatiye valakirin û ya li gor xwe, di bin navê rastiyê de pêşkêşî gelan kirine. Mînaka herî zelal û ya nêz, şoreşa 1978’an ne. 

Ji bo vê jî guhertina ku çêbe ne bi destê hêzên derve, belku di encama têkoşîna civakê de wê pêş bikeve. Gelên Îranê li dijî pergala emperyalîst û kapîtalîst in. 

Gel guhertinek çawa dixwaze?

Daxwaz û helwesta gelên Îranê pirr zelal û vekirî ye. Gel guhertinek bingehîn a bi awayek hiquqî û qanûnî dixwaze. Pergala heyî di pêvajoyek navber deye, yan wê guhertinek bingehîn çêbike, yan jî wê teslîmbûna ji siyaseta derve re hilbijêre. Rêveberiyek ku ji hêla siyasî, aborî, civakî û dîplomasî de qirîz jiyan dike, li ser kare. Qeyrana aborî û siyaseta ku dewlet û hikûmet dimeşînin civak ber bi feqîrî û bê kariyê ve def dide. 

Daxwaza gel û civaka Îranê pergalek demokratîk û wekhev e. Jiyanek di nava aramî û aştiyê de mafê her civak û gelekê ye. Pergalek ku her netewek bikaribe bi çand û zimanê xwe di nav de jiyan bike. Bikare xwe bixwe, xwe birêve bibe. Di derbarê xwe de bi xwe biryar bigire; ne pergal û deweta ku ji rastiya civak û gel dûr e, li ser civakê biryar bigirin û hikumraniya civakê bikin. Rêveberiya dewletê weke rêveberiyek biyanî û dûr ji rastiya heyî endezyariya civakê dike. Daxwaza hemû gelên Îranê yeke, ji ber ku her beşek civakê ji hêlekî ve ji mafên xwe yên rewa bê par hatine hiştin û li ser vîna wan nêzikatiyek ji rastiyê dûr tê ferz kirin. 

Pergal û siyasetek demokratîk hem wê pirsgirêkên heyî çareser bike, hem jî wê pêşî li destverdaneke muhtemel a derve de bigire. Aboriya welatê Îranê nakeve bin xizmet û berjewendiya gelên Îran ê. Daxwaza gel ev e ku dawî li vî bêkarî û feqîrtiyê bê û li şûna ku ev çend pere ji bo şerên derve de tê dayîn, ji bo pêdiviyên gel bê veqetîn e. 

Gelo pêkane ku bêkarî, xizanî, bê hêvêtî, ol û cihêtiyên qewmî ku li welat her ku diçe kûr dibe, bi serobinbûneke civakî bi encam bibe? 

Di rewşên wiha bi aloz de tespîtek şênber û zelal kirin zehmet e. Raste, rewşa ku gel jiyan dike, rewşek pirr aloz û xirabe, bê karî û feqîrtî di asta herî jor deye. Rewşek bi kaos ku ne zelale ka vê bi xwe re çi bîne, heye . Lê gel bê hêvî nîne, ji ber ku gel bi hêza xwe bawer e. Ger tifaqa di navbera hemû beşên civakê de ava bibe, ji xwe wê demê bi tu avayî rewşa heyî nikare bidome. Ji bo wê jî dewletê her tim xwestiye bi avakirina nakokiyên di navbera cihêtiyên olî û qewmî de civakê perçe bike. Ev potansyel û hêza civakê heye ku bi serhildanên girseyî pergala heyî neçarê guhertinê bike. Gelên Îranî xwedî tecrûbe ne; gengaze ku bi pêla serhildanê gel vê guhertinê pêk bîne. Eger Emerîqayê heya niha nekarîbe li dijî Îranê destverdaneke leşkerî bike, ev yek ji ber vê yekê ye ku piştgiriya civakê negirtiye û gel li dijî destverdanek bi vî rengiye. Di her du ihtimalan de jî wê pêla serhildanê encamên ber bi çav bi xwe re bîne. Gel ev du sale bê navber di nav çalakiyan deye û qonaxa destpêkê ya vê guhertinê pêk aniye. Hem pirsgirêkên heyî tespîk kiriye, hem jî hemû dînamîkên heyî şiyar û birêxistin kiriye. Helbet şoreş jî merheleyên xwe hene, li Îranê ev merhele, merheleya 3’emîn e ku em wek merheleya davî bi nav dikin.  

Rejîma Îranê a ku gelek aktîvîstên Kurd dardekirin, polîtîkaya wî a Kurd ya îroyîn çiye?  

Rejîma Îranê her tim bi siyaseta qirkirin û milîtarîze kirinê bi ser Kurdan den çûye. Bi kiryarên xwe yên dij mirovahiyê her sal bi dehan ciwanên Kurd darde dike. Bi taybet di van demên dawî de bi dewleta faşîst a Tirkiyê re di nava tifaqên qirij deye, hem li hemberî tevahiya Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd, hem jî li dijî Rojhilatê Kurdistnê ketiye nav bazariyan. Di nav civaka Îranê de beşa herî zindî, çalak, civaka Kurd e û xwedî potansiyela guhertin û veguhertinê ye. Ji bo wê jî dikare li Îranê rola pêşengtiyê bilîze. Ji ber vê, dewlet her refleksekê ku di civaka Kurd de dema li hemberî xwe dibîbe, êrîş dike, wan mehkumê girtin, şikence û dardekirinê dike. Îran rola Kurdan a li Tirkiye û Rojavayê Kurdistabê dibîne. Li Tirkiyê hêza dijber a herî bihêz ya demokratîk Kurd in ku li hemberî dagirgerî û faşîzmê têkoşîn didin meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê bi heman rengî, Kurdan xweseriya xwe bidest xist û ji bo yek parçeyî û demokratîzekirina Suriyê şer û têkoşîn didin meşadin, xwedî plan û proje ne . 

Heman pêşeroj li pêşiya Îranê ye jî.  Ji bo vê jî bi her awayî li ser civaka Kurd de diçe. Kurd ji ber bêkarî û xêzaniyê her roj xwe li sînoran dixin, tên kuştin. Bi siyaseta belavkirina madeyên hişber, pêşxistina fuhûş, besîc, dixwezin exlaqê civakê lewaz bikin, di nav civakê de bê baweriyê bidin avakirin û jiyanek ji rastiyê dûr pêş bêxin. Her çar aliyên sînorên Kurdistan ê, ji Bakur û Başûr bi qereqolan hatiye dorpêç kirin. Hêzên Spahê ku ev 40. sal in di hemû şerên dij bi Kurdan de cih girtiye, pêştî ketina nav lîsteya terorê, li Rojhelatê Kurdistanê wek rêxistinek sivîl hat birêxistin kirin. Ji xwe piraniya nawendên xwe yên leşkerî li Kurdistanê damezirandine. Dewleta dagirker ya Îranê li hemberî Kurdan her tim siyaset û şereke weşartî daye meşandin. 

Jinên li Îranê ku ji raperînan re pêşengtiyê dikin, xwedî statûyek çawan in, daxwazên wan ên bingehîn çine? 

Yên ku herê zêde ji mafên xwe ên bingehîn bê par dimînin jin in. Ji bo vê jî di her qada jiyanê de serî radikin. Di pergala Îranê de, di bin navê hicab û qanûnên girêdayî ol û şerîetê de jin rastê zehmetiyên pirr mezin tên. Di her qadeke kar de qedexe li ser tên sepandin. Bi taybetî pergala “Welayetê Feqî” di serî de jin mafê tevahiya civakê bin pê dike. Li Îranê herê zêde jin bi zîhniyeta zayendperest û olperest re rû bi rû dimînin. Li gor zagonên Îranê derveyê dardekirinê, sengsar kirin jî yek ji wan sizayane ku li hember jinê tê bikaranîn. Di her saziyên dewletê û siyasetê de a xûyanî ye, rengê zilam e. Jin xûyanî nabe. Di zagona bingehîn de hemû xalên di derbarê jinê de bi nêrina zilam û “Welayetê Feqî” hatine nivîsandin, erê kirin. Mînak zewaca di temenê biçûk de ket rojeva parlemenê, lê mixabin nêrîna jinê a di vê mijarê de nehate girtin. 

Ji sala 2017’an ve pêleke serhildanê ji aliyê beşên cihê ên civakê ve hat destpêkirin ku pêşengtiya wê jinan kir. Jinan ev tirsa ku ji aliyê dewletê ve hatibû avakirin, bi beştariya xwe a çalak şikandin. A rast ev ne tenê helwestek dij zîhniyeta dewlet ê, di heman demê de li hemberî zîhniyeta kevneşop ya civakê jî bû. Li Rojhelatê Kurdistanê di bin navê “namûs” ê de kuştina jinan zêde ye. Li aliyê din de jî dewlet dixwaze daxwazên jinan ên azadî û wekheviyê lewaz bike.  Pergala “Welayetê Feqî” ji zêde bûna asta daxwazên jinan ên siyasî ditirse. Ji ber ku têkoşîna di qada siyasî û bîrdozî de derba herî mezin li pergalê dixe. Jin potansiyela herî bi hêz ya şoreş û guhertina li Îranê ne.