Gotina ewil û dawî jî wê jin bibêjin

- Newaya Jin
466 views

Endama rêveberiya TEV-DEM’ê û Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif mijarên di rojevê de, bi taybetî jî salvegera berxwedana Kobanê, pêşengtiya jinê a di nav vê şereşê û rola wê, alozî û geşedanên li herêmê, mijara ‘Herêmên ewle’ û rewşa li Îdlibê, ji rojnameya me re nirxand:

Hûn berxwedana li Kobanê ku di navbera 6-8 Cotmehê de giha asta herê bilind; bi taybetî di pêvajoyekê de ku herkes li bendê bû ka wê çi biqewime û destverdana gelek dewlet û hêzên navdewletî yên herêm û derve de mijara gotinê bû, di serî de jî çembera berxwedanê a di pêşengtiya gelê Kurd de ku hat avakirin û li tevahiya cîhanê belav bû çawa dinirxînin?

Rastiyeke berbiçav heye û kes nikare vê yekê ji nedîtî bê, ew jî ev e ku ger şervanên azadiyê û gelê me yê Kobanê li berxwenedana û hemû cihan nehejandiban, ne pêkan bû ku ev serkeftina îro em gotûbêj dikin, pêk bihata. Têkoşîn û berxwedana ku di pêşengtiya jin û ciwanan de hat destpêkirin û di demeke kin de dengê xwe gihan hemû cîhan ê.

Di bingeh de çeteyên DAIŞ’ê ne li Bahoz ê , li Kobanê têk çûn. Ger çeteyên DAIŞ’ê karîban Kobanê dagir bikin, wê serkeftina xilafeta xwe li wir îlan bikiriban. Lê belê serketina Kobanê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê bişkên û rizgarkirina cihên din jî gelekî hêsan bibe.

Piştî serkeftina li Kobanê, çeteyên DAIŞ’ê ji pêvajoya êrîşê kirinê derketin, ketin nav pêvajoya parastinê de. Lewma rastiya Kobanê mîladek bû, ji ber ku rê li pêşiya rizgarkirina hemû deverên din vekir. Û hişt ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê a ku ji Kobanê dest pêkir, li hemû Bakur û Rojhelatê Sûrî belav bibe. Her wiha baweriyek mezin di gelên li herêmê de avakir û hîşt ku ew daxwaza azadiyê bikin; jixwe vê serkeftinê jî rê li avabûna QSD’ê vekir. Ger Kobanê têk biçûya îro nepêkan bû ku mirov bikare behsa rêveberiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyê bike. Lewma serkeftina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî ye, ew di heman demê de serkeftineke siyasî ye, ji ber ku baweriya pêkhateyan bi projeya rêveberiyên xweser û netewa demokratîk zêde kir. Bêguman serdeftina herî girîng û mayînde jî ev e.

Jin di pêvajoya piştî vê serketina mezin, di guherîn û veguherîna herêmê û bi taybetî jî rewşa herêmê a îro de xwedî roleke çawa bûn?

Bi vê mijarê ve girêdayî rola jin, rola YPJ’ê mijareke serekeye ku mirov hewceye li ser rabiweste. Pêşengiya jinê a di her qadeke têkoşînê û sekna wê a bi vîn hişt ku hem li herêm û hem jî di asta cîhanî de bandoreke xwe a mezin bide çêkirin. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê artêş têk çûn, lê belê a ku rê li binketin û tune bûna çeteyên DAIŞ’ê vekir jî vîna jina Kurd bû. Vê yekê hîşt ku ne tenê di civaka me de, belku di civaka Ereb û Sûryan de jî guhertin çêbibe. Îro bi sedan keçên Ereb tevî nav refên xweparastinê dibin. Bêguman bi vî rengî zayendperestiya civakî jî darbeyek mezin xwar.

Ger em çeteyên DAIŞ’ê weke pergala herî zordar a baviksalar pênase dikin, helbet serekeftina jinan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî baweriya jinan a bi azadiyê mezin kir û rêxsitina jinan bihêztir kir. Her wiha pergala baviksalarî jî carekedin bi rêya çeteyên DAIŞ’ê îflasa xwe eşkere kir; li pêş çavên cîhanê têk çûna zîhniyeta nêr û kujer ya zilam, di heman demê de bû rê û rêçek bi hêz a têkoşînê ji bo jinan. Yanî vê pêvaejoyê ji bo gelên herêmê rêya netewa demokratîk, ji bo jinan jî rêya netewa azadîxwaz vekir.

Alozî û geşedanên li herêmê, dîsan mijara ‘Herêmên ewle’, rewşa li Îdlibê, her wiha danûstandinên di navbera aliyan de ger mirov bigre ber çav an, gelo mirov dikare behsa rewşeke a bi muhtemel a bi çi rengî bike?

Jixwe herêmên me ewlene û gotina herêma ewle jî şaşe. Lewma em dibêjin parastina xeta sînor. A rast û di cih de ev e ku ne em ji dewleta Tirk re, belku dewleta Tirk tehdîdek cidî ye ji bo me û herêmê. Ji destpêka vê pêvajoyê heya roja îroyîn ew dewleta Tirkiyê ye ku êrîşê welatê me dike. Efrîn dagirkirin û komkujî pêkanîn, hîna jî pêktînin. Tişta ku têkirin û dixwazin bikin, qirkirin û paqijîya nijadî ye, em dixwazin pêşiya van karesatan bigrin. Erdogan dixwaze li herêmê şer û aloziyan derxîne, bi vê yekê jî armanca wî qezenc kirina dengên nijadperest ên Tirk e û desthilatdariya xwe ku di hilbijartinên şaredariyan de dengên zêde winda kir, ji hilweşandinê rizgar bike. Ev şer vê ji bo me û gelê Tirkiyê jî bi xwe re encamên nebaş derxîne holê. Yên ku ji vî şerî sûd verbigirin jî, Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo wê, çiqas pêşî li şer bê girtin, wê ewqas pêşî li siyaset û tifaqa faşîst ya di navbera Erdogan û Bahçelî de bê girtin.       

Ji bo rewşa Îdlibê; li gor nêrîna min Tirkiye û Rûsya çiqas agirbes ragihînin jî wê aloziya heyî berdewam bike û ev agirbes bi ser nekeve. Ji ber ku Tirkiye ji Îdlibê dernakeve û wê hewl bide hêzên girêdayî xwe bi çek û amade bike, ev jî tê vê wateyê ku wê gengeşeya li herêmê bidome; gengaze ku şer her tim di rojevê de bimîne. Heta ku çareseriyek mayînde çênebe û dagirkeriya Tirkiyê bi dawî nebe, wê aloziya li Sûrî jî bidawî nebe. Diyare ku hemû aliyên li Sûrî dimînin û destwerdana wan a li Sûrî didome, ji çarseriyêye re ne amadene, lewma jî gelek zehmete ku em bibêjin wê di demeke nêz de gav bên avêtin. Rewşa heyî dide diyakirin ku hîn rêyek dirêj a ji aloziyan li pêşiya me ye.

Rayedarên rêveberiya Rojava çend caran behsa hevdîtinên di navbera dewleta Tirkiyê û rêveberiya Rojava de kirin. Gelo hûn dikarin hinekê behsa vê yekê bikin?

Rêveberiya xweser heya niha bi dewleta Tirkiyê re tu hevdîtin çênekirine. Ew bi rayedarên Emerîqî re lihev dirûnên û Emerîqî jî di wateyekê de navbertî dikin. Tiştên ku hatine dest girtin, ev in; yek divê Tirk bi tu awayî destwerdana herêmê neke, didu divê demografiya herêmê neyê guhertin. A sisêyan jî divê ev herêm zêdeyî ji 5km heta 14 km derbas neke. Jixwe gelek tiştên din jî hene ku hîn li ser tê nîqaş kirin, ji ber ku Tirkiye dixwaze bi rêya vê lihevhatinê daxwazên xwe ên xirab pêkbîne, lê ev yek jî ji aliyê rêveberiya xweser û QSD’ê ve nayê pejirandin.

Di pêvajoya ji nû de şikil girtina herêmê de rola dikeve ser milê jinê mirov lazime çava şîrove bike, ji bo çareseriya geşedanên li herêmê plan û xebatek a jinê ku bikare yekser mudaxil an jî bi civandina hemû jinên li herêmê tê de cih bigire, mijara gotinê ye an na?

Di vê beriya her tiştî jin pergala xwe a parastinê bihêz bikin, ji ber ku herî zêde jin dibin êrîşan dene û xeterî pirr in. Her wiha di demên dawî de Meclîsa Jin a Bakur û Rojhelatê Sûrî  hat avakirin. Ev gaveke girîng bû, ji ber ku wê ev meclis rola perlemana jin bilîze û ev tê wateya ku wê jin rêxistinkirî û bi vîn tevlîbûna xwe a di qada siyastî de bidin çêkirin.

Heta niha jinan roleke sereke lîst, bêguman di pêvejoya siyasî a ku em têre derbas dibin de jî jin xwedî rol in û beşdarbûna xwe didin çêkirin. Di mijara azadiya jinê de gelek gavên dîrokî hatin avêtin, lê ev nayê wê wateyê ku me hertiş temam kir. Em hîn di despêka rê dene. Divê em li ser hişmendiyê rawestin, ji ber ku zanîn û têgihiştina azadiyê di nav civaka me de hîn lewaze. Lewra perwerde, xwe birêxistinkirin û parastin yek ji mijarên jiyanî ne ku hewce dike em li ser rawestin. Mirov dikare bibêje ku erkên me yên sereke ên dem kin û dem dirêj ev in.