Helwesta li dijî dagirkeriyê

- Zeynep ERDEM
685 views

Artêşa Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe yên teknîka pêşketî axa Başurê Kurdistanê gav bi gav dagir dike. Hinceta vê dagirkeriyê jî tinekirina Tevgera Azadiyê ye. Dixwaze Tevgera Azadiyê di nava rojekê de ji holê rake; weke ku tu caran hewldanên wiha yên pûç nekiribin. Bi vê dagirkeriyê hem li dijî PKK’ê şerekî qirêj dide meşandin, hem jî faşîzma AKP-MHP’ê xeyalên xwe yên li erdnîgariya komara Tirk hinek din ax zêdekirinê pêk tîne.

Tişta ku li ser were ponijandin bê guman ne meseleya dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ye. Ji ber ku her kes dizane faşîzma Erdogan bi tu awayî mafê jiyanê nade gelê Kurd. Li Bakurê Kurdistanê mirov bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Bajarên Kurdistanê xera kirin. Xelkê Efrînê ji cîh û warên wan derxistin. Bi dehan kesên medenî li mala wan, li ser axa wan qetilkirin. Di pêvajoya referandûma Başurê Kurdistanê de, yê ku despêkê li ser Kerkukê îdia heq dikir û xwest Kurd ji wir werin derxistin, faşîzma Erdogan bû. Li gor faşîzma Erdogan Kurd li ku dibe bila bibe, mafê wan yê jiyan kirinê tuneye. Gerek ji holê werin rakirin. Her çiqas qirkirina Kurdan bi desthilatdariya Erdogan ve tê bilêvkirin, lê ji avakirina komara Tirk û heya niha polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tê ferzkirin, nehatine guhertin. Ev mijar ji aliyê gelê Kurd ve pirr baş tê zanîn. Lêbelê ya girîng ew e ku yên pêşengiyê ji dijmin re dikin û dijmin tînin nav axa Kurdistanê werin lêpirsînkirin û pêşî li vê yekê were girtin.

Gelê Kurd bi caran xwest ku Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Ev hewldan bi ser neketine. Kurmê darê nehiştiye ku dar şîn bibe. Lê, vê carê bi Tevgera Azadiyê re hêviyeke nû şîn bûye li her çar beşên Kurdistan ê. Bê hêvîtiya di dîroka Kurdistanê de derketiye holê di van çil salên dawî de veguherîye hêviya serkeftinê. Di vî warî de gelek destkeftiyên gelê Kurd çêbûye. Erka sereke a gelê Kurd jî parastin û mezinkirina van destkeftiyane.

PDK axa Başurê Kurdistanê pêşkêşî artêşa Tirk a dagirker dike. Di çapemeniyê de jî gelek caran ev rastî derdikeve; herêmên di bin desthilatdariya PDK’ê dene bûne baregehên artêşa Tirk. Ji xwe dijmin dagirker e, gilî û gazinc jê nabe. Lê, yê ku hevkariyê bi dijmin re dike nikare were efû kirin. Niha PDK yekser li gel dijminê gelê Kurd disekine û dibe hevkarê vê dagirkeriyê. Tişta ku vê hevkariya dijmin darizîne, dawî li vê polîtîkayê bîne û nehêle dijmin di nava axa welatê me de bicîh bibe, helwesta xelkê Başurê Kurdistanê ye. Ji xwe a pîroz û bi wate jî ev nêzikatiya bi rûmet a gelê me ye.

Gerîla li dijî vê dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Bi lehengiyeke mezin li hember dijmin disekine. Erka xwe pêk tîne. Tişta ku dimîne di serî de jin, erka ku dikeve ser milê gelê me yê Başur e. Ji xwe hikumeta herêma Kurdistanê tiştek nemaye ku ne anîbe serê gelê me yê Başur. Gel ji tî û birçî hiştinê bigre heya ewlekariyê, di nava zor û zahmetiyên mezin deye. Di ser vê de jî derî ji dijminê Kurdan re vekirin, ev yeka han jî hincetek başe ji bo red kirin û bê bandor hiştina vê desthilatdariyê.

Hêza herî mezin ne desthilatdariye, gel bi xwe ye. Gelê Başur lazime di vê demê de hem li hember êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk, hem jî li dijî desthilatdariya ku pêşengtiyê ji hatina dijmin re dike, bisekine. Di vî alî de rojeveke germ li herêmê heye. Gelê Başur jî di nava hewldanan deye. Lêbelê ev yek têrê nake. Ger hewldan ne di astekê de be ku vê hevkariyê bide sekinandin wê -ji ber ku ger PDK piştgiriyê nede artêşa Tirk, ne gengaze ku tenê gavekê jî pêşde biçe- bi xwe re encamên xerab bîne. Ji bo ku em bi van encaman re rû bi rû nemînin, demek ji ya din zûtir ketina nav tevgerê û xurtkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji av û nan zêdetir pêdiviyeke bingehîne.