Helwestek ne demokratîk û zagonî ye

- Evin ZİLAN
565 views

Li başurê Kurdistanê bi pêşniyara dewleta Tirkiy3e û bi destûra hikûmeta herêmî ku nû qonaxa 5’min a hilbijartinê bi encam kiribûn, navendên Tevgera Azadî yên li bajaran Silêmanî û herêmên din hatin girtin. Di heman demê de xebatên rêxistinên jinan jî asteng dikin. Encama hilbijartinên li başûrê Kurdistan ê, destkeftiyên netewî ên ku ji bo gelê Kurd li başûrê Kurdistanê p3eş bixîne, bandor kir; ji xwe encama wê a pêşerojê çawa be, diyar e.

Tevgera Azadiyê ku bi awayek fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye pejirandin, destûra tevlîbûna hilbijartinê jê re hatiye dayîn, ji xwe endameke xwe a jin niha di parlementoya Iraqê de cih digre; lê li herêma Kurdistanê nikare bi fermî be, ji ber ku rewşeke siyasî li holê ye.

Li gor zagonan tevgerîn

A rast biryarên ku hikûmeta herêma Kurdistanê girtiye, ne biryareke demokratîk û zagonî ye. Ji ber ku li gor zagonên Iraq ê, Tevgera Azadî ji Zaxo heya Besrayê û li hemû eyalet, bajar û navçeyan dikare navendên xwe vebike. Bê guman li gor zagonên Iraq ê, ev yeka han ji aliyê hikûmeta Iraqê jî hatiye erê kirin. Li got zagonên Iraq ê; pêwîste her herêmên federal destûr û zagonên xwe, li gor zagon û destûrên Iraqê amade bikin. Ev di rewşekê deye ku herêma

Kurdistanê heya niha tu destûra xwe nîne. Herêma başûrê Kurdistan ê, hema bêje li hemû bajaran û li gor destûra Iraqê dimeşe, lê ji bo mijara Kurd û netewebûnê jî berovajî tevdigere. Li gor zagon û destûrê nameşe.

Lewma jî ev helwesta hikûmeta herêm ê, ne helwestekî zagonî ye. Di heman demê de, di vê mijarê de jî nêzikatiyên

ne demokratîk û dûr ji pîvanên mafê mirov pêş ketin. Ew jî ne li gorî zagonên xwe, lê li gor zagonên dewletên derve de pêş dikeve. Li gor zagonên Iraq ê, hikûmeta herêmê pêwîste destûr bide Tevgera Azadiyê, lê vê yekê nake û raste rast nade diyarkirin ka sedema van nêzikatiyên wan çine. Ji ber ku ne zagonî ye, helwesteke siyasî û ne demokratîk

e. A girîngtir jî vîna xwe bi dewletên dagirker ên derve de dane girêdan. Ev yek jî ji xwe helwesta herê xirabe ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tê raber kirin.

Ev yek xizmetê
ji gelê Kurd re nake

Ger em ji aliyê din de jî li mijarê binêrin, dikarin hîn baştir hay ji kiryarên hikûmeta herêmê bibin û helwesta wan a ne xizmeta netewî dike, bi eşkere bibînin. Ji ber ku dewletek wek dewleta Iraqê ku Şîe ye, serokwezîrên xwe Şîe ne, serokê parlementoyê Sûnî ye, wezaret bi gelemperî di destê wan dene, lê dîsan jî Tevgera Azadiyê ku tevgerekî siyasî, netewî û demokratîk e, dipejirînin. Lêbelê hikûmeta herêmê ku bi Kurdî dizane û her roj banga Kurdbûnê dike, nikare demokratîk nêz bibe û rêz li rêxistinên din re raber bike. Helwestên bi vî rengî ne tenê xizmetê ji netew

bûnê re nakin, di heman demê de li dijî netew bûnê jî li ser kar in. Lazime gelê me vê yekê baş bibîne û bizane,

ji ber ku hikûmeta herêmê vîna vê yekê nade nîşandayîn û her dayîm serê xwe li hemberî dagirkerên axa Kurdistanê ditewîne, nikare xwe, nirxên xwe û gelê xwe biparêze. Ji ber vê yekê ye ku dewletên derve bi çavekî eşîrtî û malbatekî biçûk li gelê Kurd û bi taybetî jî li herêma Kurdistanê dinêrin.

Êrîş li ser vîna azad a jinê ye

Bê guman Tevgra Azadiyê li başûrê Kurdistanê yegane partiye ku hejmara herê zêde jin di nav de xwe birêxistin  ikin û jinên xwedî vîna azad in. Jinan karîn di nav Tevgera Azadiyê de bi hebûna xwe û pirr bi dilsozî nêzî pirsgirêka

jinê a di nav civakê de bibin, li gor wê bixebitin. Jinên ku di nav Tevgra Azadiyê de cih digrin, ne ji bo desthilatdariya partiyek siyasî, lê ji bo bi dest xistina vîna azad û parastina mafê jinê dixebitin. Lewma her tim rastê êrîşên dagirkeran û bi taybetî jî rastê hişmendiya pergala zilam a serdest, pergala jinê dixe hedef û dikuje, pergala herêmê Kurdistanê re rû bi rû dimînin.

Li herêmê jin ji ber sedemên cihê tên qetil kirin, di bin navê namûsê de tên qetilkirin, di bin navê şerîetê de, di temenên biçûk de tên zewicandin. Êrîşa li ser hêzeke wisa a siyasî û demokratîk, di heman demê de êrîşeke li ser

raman û vîna azad a jinan. Dagirker, pergala baviksalarî herê zêde êrîşê jinê dike. Li herêm Kurdistanê zagon ne serwer e; ji xwe ger hebûya jî ne gengaz bû ku ji rewşa heyî cihê baya. Di rewşa heyî de jî zagonên heyî ku bi eqlê

zilam hatiye amade kirin, li dijî jinê ye. Mînak zagona pirr jinî li herêmê qedexe ye, lê ev zagon nakeve meriyetê. Dîsan qaşo qetilkirina jinan a di bin navê namûsê de qedexe ye, lê ev yek jî nayê jiyanî kirin û pêşî li kuştina

jinan nayê girtin. Li şûna vê, hema bêje her sal efûyê derdixînin û heçî zilamên kujer hene tên berdan. Ji bo vê jî tu caran kuştina jinan nayê ronî kirin. Ji xwe kujer jî dizane wê di demek kin de bê berdan; yan jî qet hewce bi girtina wî jî nayê dîtin.

Naxwazin hêza jinê bibînin

Hikûmeta herêmê ji hêla zagonî de, ji xwe piranî dewletên desthilatdar esas digre. Çi di mijarên siyasî debe û çi jî mijarên girêdayî jinê bin, ji xwe re a esas digre û pêk tîne, zagonên dewletên desthilatdar in. A rast dewletên desthilatdar, dagirkerên axa Kurdistanê jî destûr nadin ku herêma Kurdistanê ji hêla zagon de, bi taybetî jî di mijara jinê de bi vîn tevbigere û bibe xwedî biryar. Ev yek ne li gor berjevendiyên aliyane jî. Ji ber vê ye ku nikarin xwe li

hemberî çalakbûna jinan a di nav Tevgra Azadiyê de rabigirin, hebûna Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bipejirînin û her carekê bi sedemên cûda astengiyan li pêşiya wan derdixînin. Ji ber ku hemû qadên siyasî, civkî, abûrî û leşkerî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye dagirkirin. Dewleta faşîst a Tirk dixwaze hemû nêrînên dijber ên heyî bi siyaseta xwe çewisadinê bêdeng bike, desteser dike, mafê parlementeran ji wan digre, her rê û rêbazê bikar tîne ku li pêşiya vîna gel bibe asteng. Û a îro nikare li Tirkiyê bike jî li başûrê Kurdistanê dike. Êrîşên herê dawî yên li dijî wargeha Ş. Rûstem Cûdî a Mexmûr û Şengal ê, şehadeta çar jinan, rastiya heman hişmendiya dagirker û dij jinên azad dide nîşandayîn.

Tirkiye dibê, ew dikin

Di demên derbasbûyî de, li herêmên di bin desthilatdariya PDK’ê de, gelek rêxistin û xebatên demokratîk ên jinan hatin qedexe kirin û niha jî dixwazin heman siyasetê li tevahiya herêmê pêk bînin. Di rastiyê de, di her du  êzikatiyan

de jî yek encam derdikeve, ew jî ev e ku di her du pêvajoyan de bi daxwaza Tirkiyê ev nêzikatî û helwest pêş ketin.

Bê guman di pêvajoyekî bi vî rengî de ku êrîşên dagirkerên axa Kurdistanê di asta herê bilind de bûn û dixwazin di şexsê jina Kurd a azad  de derbeya dawî li Tevgera Azadiya gelê Kurd bidin. Lê tiştekê ji bîr dikin, ew jî asta ku Kurdê

azad gihayê ye! Ev êrîş berdewamiya kompluya li dijî Rêber Apo ye ku îro li dijî Tevgera Azadî û jinên azad ketiye qonaxeke nû. Armanc tune kirina Kurdê azad û vîna azad e!

Hemû hêzên dagirker di vê pêvajoyê de bûne yek û li dijî Tevgra Azadiya gelê Kurd, nirxên ku avakirine, ketine nav  evgerê. Dibe ku îro bera êrîşan li ser raman û felsefeya Rêber Apo be, lê armanc bê vîn hiştina civaka Kurd e, bi taybetî jî êrîşên li herêma Kurdistanê xwe bi şêwazên cihê dide der, berdewamiya pêvajoya kompluya mezin a sala 1999’an e. Lewma nabe ku enê bi rexne kirin û şermezar kirinê, em sînordar bimînin. Di demên bi vî rengî de, herê zêde jî pêwîstî bi helwestên radîkal hene ku bikare li dijî dagirkeran bisekine. Encax helwestek bi hêz û wêrek dikare dagirkeran ji axa me derbixîne. Ji bo vê jî ji her demê zêdetir pêwîstî bi helwestek hevbeş a jinan li başûrê  urdistanê heye. Ger ne wisa be, wê demê her roj em ê nûçeyên komkujiyên nû ên jinan bibihîsin û dijmin jî wê tu qadeke  jiyanê ji bo jinan nehêle.