Her kêliyek ji jiyana wê bi têkoşînê rêsaye

- Site varsayılanı
692 views

YADE ANA-5Dayika Samiye dibêje; jiyana min her tim bi êş û zehmetiyan derbas bû. Zarokatî, nûciwantî û her kêliya ji temenê min bi zor û zehmetiyên jiyanê hatibû rêsan. Ew zaroka ku li hemberî her cûre çewisandinê serî ditewand ne ez bûm, ew ciwana dil bi êş jî ne ez bûm, ez ew kes bûm ku her kêliya jiyana wê bi şer û têkoşînê dagirtî bû. Ez hevrêyê têkoşeran bûm ku bi hêviya jiyanek azad li rawestgehên berxwedanê bêhn didan. Ez îro wek ciwanekê ku dilê wê di her kêliyê de ji bo pêşerojeke bextewar lê dide, kêfxweş û di çavê her zarokeke wî welatî de hêviyeke nû me. Ez kêfxweşî û hêviya di çav ên Gulçînan de me. Û bi gotina ez navê têkoşînekê me ku di nav her zor û zehmetiyan de dengê xwe digihîne min, dest bi axaftina xwe dike.

‘Zilma ku jinên Kurd dîtine, ti kesî nedîtiye’

Samiye Dogan qala zor û zehmetiyên ku dîtiye dike û wiha dibêje: “Ez li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo hatim dinya yê. Heta nû ciwaniya xwe ez li rojava bûm û piştre em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Birayê min bê ku haya min jê hebe zewaca min a bi kesekî re erê kiribû, lê min ev yeka han nepejirand û li dijî birayê xwe derketim. A rast di wan deman de qebehetek mezin bû dema keçek zewicandiban û wê jî gotiba na. Wek niha nebû û te nedikarî li hemberî bira û bavê xwe dengê xwe bikî; ez bê çare ma bûm û min nedizanî ka çi bikim. Min digot ez ê xwe bikujim û dema xwişka min a bin xetê bihîst ku ez naxwazim bizewicim, xeber şand û got ku ger ne bi dilê te be we re gel min. Lê min got ku wê çawan çêbe ez herim, her kes wê bêje keça biroyê Miho çû û min ji bavê xwe şerm dikir. Di dawiyê de ez dam û nextek zêde ji wan girtin; ji ber ku mala bavê min nextek zêde ji mala hevserê min girtibûn, ev yek her tim li hember min dihat bikar anîn û xwesiya min bi gotina, ‘jina panzdeh hezara rabe hundir bimale’ gotin diavêt min. Di dawiyê de min zêrê xwe firotin û xaniyek pê çêkir. Li gund keç û kureke min çêbûn û dû re em çûn Midyadê. Li Midyadê jî sê çar zarokên min çêbûn.“

Dogan wiha pêde diçe: “Sal û nîvê birayê min winda bû. Cihek nema ku em lê negeriyan û di dawiyê de me birayê min di çalekê de ku cerdevanan ew piştî ku kuştibûn xistibûn tê de, dît. Hevserê min jî bavê kesê ku ev bûyer dikirin stûyê wî de tanî dikana xwe û ez jî li dijî wî derketim, min jê re got ku çawan rê dide tişteke wiha. Piştî ku me şer kir, min jê re got ku ez û tu xwişk bira ne û vir şûn de ez li cem te namînim. Dest bi lêdana min kir. Bi qasî ku jinên kurdan lêdan xwarine û zilm dîtine, ti kesî nedîtiye. Ji bo vê jî ez her tim dibêjim; ger emrê zilama xistibana destê min, min ê di sê rojan de yek li ser pêyan nehîştiba. Li me didan, dijûn didan û heqaret bi me dikirin. Digot ku ma jin çi ne, ji bo jin bisekine herin jineke din bi ser de bînin ku bisekine. Ez, çar keç û kurek min ji malê  derxistin. Em tazî û birçî ji malê avêt in. Em çûn dadgehê, ji xwe hemû zêrin min jî wî zeft kiribûn û nedidan. Min ji bo ku heya meseleya me safî be hemû zêrin xwe danîn cem melayekê û jê xwest ku heya rewşa me ya aloz zelal be ev zêrên min li gel be, lê mela yek ser zêrên min birin û dan hevserê min. Hevserê min di dadgehê de xwest ku zarokên me Rehîme, Ezîze û Kelsûm li cem wî bin, min ev yek bi ti awayî nepejirand. Min bi nifaq û tezmînatê zarokên xwe ji hevserê xwe kirîn. Ji bo ku zarokê xwe qet nedimê û neşînim gel jî min pênç milyon danê. Ji xwe di wan deman de gelek zehmet bû ku jinek hevserê xwe berde, lê min li ber xwe da û zilma wî qebûl nekir. Min serê xwe li hember zilma wan netewand.“

YADE ANA-17‘Ji ber sekna min a ji xwe bawer her kes li pişt min bû ‘

Samiye Dogan balê dikşîne ser nêzikatiyên li dijî xwe û dibêje: “Bavê min çûbû rehma xwedê û ji xwe birayê min jî nebûn ku li hemberî min derkevin. Diya min jî pirr pîr bû. Biraziyê min hebû ku jê re Elî digotin û mezinê eşîra xwe bû; wî ji min dixwest ku ez jî biçim bi yekî re bizewicim. Lê ez li dijî wî derketim û min jê re got ku nema ez wan gulî sorên xwe dixim destê kesî de. Malbata min alikarî nedidan min, ji xwe aliyê din jî bibûn dijminê min. Ji ber sekna min a ji xwe bawer gel destek, hêz dida min û li pişt min bû. Ez bê tişt û bê mal mabûm. Kesek Asûrî ku mirovên wan çûbûn Ewropa, du doşek û lihêfên wan anîn û dan min. Her wiha sê balge jî dan min, min hemû anîn û şûştin. Me doşekek didanî bin xwe û yek jî dikir balge ji xwe re.”

Dogan wiha didomîne: “Pênc keç û kurek min hebû. Min keça xwe ya mezin zewicandibû. Ez tevî keça xwe diçûm metrepolên Tirkan û me di nav bax û bexçeyan de kar dikir. Min xwarina ewçend palan çêdikir. Ji ber ku min ti carî kar nekiribû, ji bo min ew kar pirr zehmet dihat. Ji bo ku zarokên min ji dibistana xwe nemînin, min kar dikir û heqê dibistana wan derdixist. Bi hezar zor û zehmetiyan min ew dan xwendin û keça min Gulçinê qezenç kir, wek nivîsevan li dadgehê dest bi kar kir. Lê di demeke kin de hin kesan bi hinceta ku pismamê wê gerîla ye giliyê wê kirin û ew ji kar dûr xistin.”

Dogan balê dikşîne ser zextên artêşa Tirk û îşkenceyên giran ku di bin çav an de dîtiye û wiha behsa wan rojan dike: “Rojekê xeber hat ku lazime ez biçim dadgehê; keça min jî wisan texmîn YADENIN KIZLARIdikir ku bavê wê gilî kiriye. Ew çû ser kar, ez jî çûm qereqolê. Ji min re yek ser gotin:’Samiye Dogan tu yî?’ Dema ku min ji wan re got erê, gel kesek din axivîn û ji wan pirsîn ka em vê kesê bibin Mêrdînê an li vir lêpirsîna wê bikin. Ez qet ji bîr nabim, çarşeva min li ser min bû û ji min re gotin ku ez çarşeva xwe deynim. Çavên min girêdan û ez birim. Ez ji çavên xwe gelek bêzar dibûm. Ji bo vê jî gelek caran Gulçîna keça min digot, ‘ger çavên diya min bigirin, wê her tiştî bibêje.’ Ez girtim û birim, haya kesekê ji min nîn bû. Cihê ku ez dibirim ku der bû hîna jî nizanim. Ji ber ku çavên min girtî bûn, tenê hin caran ji min re digotin lingê xwe rake û wê gavê min dizanî ku derence hene. Ez anîm ber deriyeke reş sekinandim û hîna jî dema ez deriyên reş dibînim ditirsim. Du kesan dest bi lêpirsîna min kirin; lê min ji wan fêm nedikir, ji bo vê jî gazî bînbaşiyekê ku kurmancî dizanî kirin. Ji min re digotin ka bêje kê li mala te civîn çêkiriye. Ger tu ji me re rast bibêjî em ê te berdin. Min yek ser ji wan re got ku kesê li mala min civîn çênekiriye û bi vê gotina min re dest bi lêdana min kirin. Ez li wê derê dirêj kirim û bi saetan li min xistin. A rast min texmîn dikir ka wê çi bê serê min, ji bo vê jî min çarşeva xwe nedidanî û min digot ku dibe dema pirr li min bixin ez bi xwede bikim. Her derê min bibûn birîn û ez wisan birim avêtim hucreyê. Ber bi êvarê dîsan bang li min kirin, ez rabûm, min dest û rûyên xwe yê bixwîn paqij kirin. Dema ez çûm cem wan, ji min pirsîn ka ji ku me û min jî got ez ji Kercewsê me. Dîsa bi israr digotin ka bêje kê li mala te civîn çêkiriye, min jî wek her car yek ser ev yek red dikir. Di dawiyê de em pê hesiyan ku kesek ji Hezexê giliyê me kiriye. Li benda wî kesî man heya bê û di der barê min de agahî bide wan. Ji êşa birînên xwe min nedikarî ser pêyan bisekinim û ji tirsan direcifîm. Piştî ku demek derbas bû çavên min girtin û ez birim. Min nedizanî ka wê min bi ku we bibin, çi bi serê min bînin. Wextekê çavên min vekirin û ez li ser rêyekê danîm, ji min re gotin here. Dema ku min hinek li derdora xwe nêrî, min dît ku ez di nav kaşê Mêrdînê me û wê demê min zanî ka ez li ku derê me. Li ser rê û bi birînên xwe ez li benda maşînekê mam ku bê û ez lê siwar bim, xwe bigihînim mal ê.”

‘Rêya min ji xwe diyare û yê bixwaze dikare li pey min de bê’

Dogan behsa têkoşîn û wêrektiya keça xwe Gulçîn dike û dibêje: “Saet 8’ê şevê keça min Gulçîn ji ser kar hat. Keça min Rehîme û birayê wê jî hatin û me piştî ku şîva xwe xwar, yek ser em li ser rewşa girtin, îşkence û ger em bên girtin ka çawan li ber xwe bidin, axivîn. Min ji keça xwe re got: ‘ger ji we re bêjin xwe tazî bikin, cilê xwe deynin û tazîbûn ne şerme a girîng berxwedan e.’ Di kêliya ku me qala girtin, îşkence û li dijî her cûre zilmê ka em ê çawan li ber xwe bidin dikir, hinekan derî da. Dema ku ez tevî zarokên xwe derketim derve, min dît ku her çar aliyên malê dorpêç kirine û devê hemû sîlehan dane xanî. Dema ku me pirsî ‘hûn kî ne?’, vê gavê yek ji wan kesan got em heval in. Lê min dizanî ew ne heval in, ji ber ku deng û tevgerên hevalan pirr cûda bûn. Min ji wan DSC01143re got ku em hevalan nas nakin û ji vir herin, vê gavê yek ji wan kesan got, ‘ez qomsêr im û derî vekin.’ Gulçîn û Enwer tana cilên şev ê, xas girtin û birin. Ez jî ketim pê zarokên xwe, lê bi qontaxa sîlehê li pişta min dan û ez li vir xistim. Roja paştir hatin û telefona me birîn. Sibehê bi hilanîna rojê re Enwer berdan. Lawê min Enwer di rewşeke pirr xirab de bû û di nav xwînê de mabû. Min yek ser jê re got ka xwîşka te, wî jî wisan texmîn dikir ku Gulçîn berê wî berda ne. Zarok pênc roj li Midyadê di bin çavan de dihêlin û piştre dibin Mêrdîn ê. Gulçîn ji min re got, ‘dayê ez di bin çavan de di hucreyekê de ragirtim û ji bo ku mişk di hucreya min de kom bibin, pêlav û kincên du hevalên ku şehîd ketibûn jî anîn avêtin hucreya min de.’ Di her serê saetê de Gulçînê dixin bin îşkencê û destê wê ji ber îşkencê seqet kiribûn. Mehekê sax di bin îşkencê de dimîne û piştre dibin dadgeh ê. Ji xwe piştî dadgehê digirin û dibin girtîgeha Amed ê.”

Dogan dide diyar kirin ku Gulçîn di girtîgehê de biryara xwe a çûna çiyê dide û bi biryardariyeke mezin biryara xwe bi me re parve kir. Dogan di berdewama axaftinên xwe de balê dikşîne ser sekna Gulçîn a ji xwe bawer û wiha pêde diçe: “Gulçîn berdan û hat malê. Êvarê em hemû kom kirin û ji me re got ku herkesa/ê ku bixwaze dikare bizewice, rêya min ji xwe diyare û yê bixwaze jî dikare li pey min de bê. Xwişk û birayên wê jî jê re gotin: ‘xwişkê em ê li pey te û têkoşîna te bin.’ Niyet bû roja din sibehê ez keça xwe Gulçîn bigirim û bibim Kercewsê, li vir jî bibim gundê mala bavê xwe Hermêsê û li vir jî teslîmê hevalan bikim. Lê xeber hat ku dîsan polîs û esker li ser malan de digirin û gelek kes birine. Ji bo vê jî Gulçînê ji birayê xwe re xwest ku zû maşînekê bîne û wê ji vir bibe. Gulçînê dida diyar kirin ku ger vê carê wê bigirin nema berdidin û wê bikujin. Ji xwe roja din dîsan bi ser malê de girtin û pirsa Gulçînê kirin, dema ku Gulçîn nedîtin vê carê xwestin keça min Rehîme bibin. Ez li hember wan derketim û min ji wan re got ku ger dest ji me bernedin, ez ê zarokên xwe bigirim û bibim çiyê. Wan jî bi gotina ji xwe ev hemû fêlên te ne bi ser min de hatin. Rehîme mehekê di bin çavan de ma û rastê îşkenceyek giran hat, lê ti tişt li ser xwe neda. Xeber hat ku berdane, em jî bi lez û bez çûn wê bînin; wextekê min dît yek dibêje ‘Bijî Serok Apo, berxwedan jiyane’, ez yek ser gihiştmê û min jê re got keça min tu çi dikî, qey tu dixwazî dîsan bê girtin. Wê jî wiha bersiva min da: “Dayê min soz dabû ger ez nekarim di bin îşkencê de li ber xwe bidim, ez xwe bikujim û ger min karî li ber xwe bidim jî ez vê kêfxweşiya xwe bi sloganan bînim ziman.”

Samiye Dogan bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Carnan dema ku ez wan tiştên îro jî tên jiyîn û zilma ku gelê Kurd li her derê rastê tê dibînim, dibêjim xwezî ez ciwan bûma û çûbûma serê çiyayên Kurdistan ê, bibûma şervaneke rêça azadiyê û min karîbûya heyfa zarokên xwe û hevalên wan hilanîba. Lazime em jin rabin ser xwe, ma wê heya kengî ev koletî ser me be û em ê heya kengî vê yekê ji xwe re qebûl bikin.“