Her wêneyek kêliyekê nemir dike

- Ruken CEMAL
588 views

Objektîfa me rojnemevanên çiyê herdem li kêliyên herî bi watedar ên jiyana hevrêyên me yên gerîla digere. Hemû hewldana me dibe ebedîkirina kêliyên herî bi watedar. Carnan bitaybetî jî dema ku mirov dibe rêwî di nav her kêliyek ji vê jiyan ê, wisa dibe ku mirov HELIN - DOZA - STERKdixwaze her kêliya vê heqîqetê nemir bike,   ji dîrokê re bihêle. Ji ber em di zanebûna girîngî û wateya van kêliyên dîrokî de ne. Ji ber wê jî em bi eşqeke hê mezintir wênekêşa xwe hembêz dikin… Ji ber wê mîna hevrêya me Delîla jî dibêje, dil dixwaze meyzandina herî beriqandî, kenê herî bedew û rêwîtiyên herî dirêj derbasî objektîfa xwe bike… Bikaribe bibe rengên ku di nav bedewiya xwe de me hembêz dikin. Bikaribe her nêrandinekê ku me ber bi rêwîtiyeke din we dibe û di nav dengên ebedî yên vê xwezaya bedew ku bi dengê berz yê van jinan me pêşwazî dikin.

Bi kurtasî, dikarim bibêjim ku tu caran ev lêgerîn û meşa me xilas nabe. Di kêliya ku tu dibêjî min wêneya herî bedew kişand, lêgerînêna te ji nûve destpê dike û tu xwe di nav rêwîtiyeke din de dibînî. Tu ferq dikî ku ev bedewî, ev xweşikbûn bê dawiye..! Mîna perperîka ku tu caran ji lêgerîna xwe venagere û her li pey raz a agir, raz a heqîqetê digere. Di vê lêgerînê de helbet mirov pirr digere, pirr dimeşe, xwêdan dirêje, diweste, heta carnan dikeve, lê tu caran ji rêya xwe venagere. Bi her ketinê re hîn qehîmtir radibe û dibe rêwî di nav van kenên berz û bedew de.

Kêlî dema dibe rêwîtiyek ebedî

Bi vê zanebûnê, her sal, bi hatina her biharekê re cardin destpê dike ev rêwîtiya me. Li gel pênûs û wênekêşa xwe, em hêvî û hezkirina hevrêyên xwe, baweriya serkeftinê dixin tûrikê xwe yê dilnizim û bi gotina “Serkeftin” mîna tevahî hevrêyên xwe yên gerîla, dest bi meşa xwe dikin. Carnan berê me li Zagrosan, carnan li Zapê, Carnan li warê Bêrîtan an Xakûrkê û carnan jî li qadên herî pîroz yên Bakurê Kurdistanê ye. Li Botanê ye, li Amedê ye, li Xerzanê ye… Carnan jî meşa me dibe meşa ebedî a di her demsalekê de dibe rêwîtiyeke nû a di nav  xeyalên bedew yên van jinên rûbiken de.

Di van rêwîtiyan de tu şahidî ji gelek kêliyên watedar re dikî. Tu gelek hevrêyên dilnizim, rûbiken nas dikî. Vê carê hemû hewldana te dibe nasîna jiyana van hevrêyan. Jiyana ku di wechê her yek ji wan de bi awayeke herê xwezayî û bi xweşikî xwe dide der. Di her wechekê de em îro jiyanekê diresimînin ser van rûpelên sipî. Rûpelên ku jiyan li ser hatine xîz kirin. Bi rojan tu li temaşeya van wêneyan rûdinê, yan jî dibî guhdarvan ji her çîrok û serpêhatiyek ji vê rastiyê.

Ji ber wê gelek caran bê rawestandin, tu bi seatan rûdinî û li serpêhatiya hevrêyên xwe guhdar dikî. Her ku tê ziman tekoşîn û bedelên jiyana azad, mirov zêdetir diheyre ka gelo ew ê çawa vê serpêhatiya ku bi fedekarî û wêrektiyê dagirtiye, bi rengê wê yê herî xwezayî û watedar ji mirovahiyê re ragihîne.

Di rêwîtiya me ya Zagrosê de, yek ji kêliyên ku qet ji bîra min naçe, gotina watedar a fermandar û hevrêya me ya dilnizim Devrîm Amed e. Wê demê cardin em li ser kar bûn û cardin hewldana me ebedîkirina yek ji kêliyên jiyana li Zagrosê a tije zorî û zehmetî bû. Heval Devrîm jî piştî meşa bi seatan hêdî hêdî berbi me ve hat; çeka wê li milê wê bû, darek xistibû destê xwe û ber bi jor ve hildikşiya. Dema nêzî me bû, berê xwe da objektîfa me û wiha got; “Hûn wîcdanê PKK’ê ne… Ger hûn nebana dibe ku fedekariyên ku îro li Çarçêla tên jiyan kirin tenê bi me re sînordar bimana. Lê îro her kes Diljîn, Hîwa, Dîcle û Med an nas dike.” Belê, rast e! Em îro ne tenê dibin dengê wan, di heman demê de em dibên wêneyek a xwe her kêliyê de li ser rûyê wan dide der.

Kêliyên ku jiyanan vedibêje

Vaye niha jî dema li vê wêneya hersê hevrêyên xwe dinêrim, cardin gotinên fermandar Devrîm tên bîra min. Ji ber îro ev wêne li her derê ye. Îro Hêlîn, Doza û Stêrk li her derê ne. Îro herkes dinase ka Hêlin, Doza û Stêrk Kîne… Ev wêne hêviyên wan ên bi salan di yek kêliyê de diresimîne. Wêneya ku Hêlîn, Stêrk û Doza aniye gel hev, hêviyên wan jî aniye gel hev. Meyzandina wan, kenên wan mîna stêrkên beriqandî dimîne, hêviyan dirêjîne, rastiyê diteyîsîne di çavê herkesekê ku lê meyze dike de.

Heval Hêlîn ji sala 1997 heya sala 2017. an, ango di tekoşîna xwe ya 20 salan de tenê ji bo yek rojê jî ji mereq, coş û kelecana xwe tu tişt winda nekir. Parve dikir û bi qasî ku parve dikir jî bi kelecan bû û tenê  ji bo carekê be jî tiştek ji vê kelecanê kêm nebû. Ew kelecan û nêrandinên bi çoş wek her carekê li pey kelecan û rastiyan bû. Ji bo wê jî lêgerîna wê tu caran bidawî nedîbû, her tim razek hebû ku ew bi kelecan bigihîne me û em bikaribin xîz bikin li ser van rûpelên sipî yên lênûsa ku îro ew jî şahidiyê ji vê heqîqetê re dike.

Her li pey nepeniya jiyanê bû. Ji bo bighêje heqîqeta vê jiyanê jî hemû civata li derdor xwe dixiste nava lêgerîn ê. Bi van parvekirinên xwe, bi germahiya dilê xwe û bi rûkeniya xwe di dilê hemû rêhevalan de cih girt. Îro her kes heval Hêlîn bi dilnizmî, germahî û hevaltiya wê ya bedew nas dike û bibîrtîne. Îro heval Hêlîn li Zagros ê, li Gar ê, li Rojava û li warê xwe yê pîroz li Dersimê mîna destanek a awaza azadiyê bi dengê bilind diqêre tê ser ziman.

Heval Doza jî mîna hevrê Hêlîn, tekoşînek dûr û dirêj a 20 salan li pey xwe hişt. Di ciwantiya emrê xwe de di sala 1996’an de beştarî nav refên gerîla bû û heya sala 2016’an, ango heya henaseya xwe ya dawiyê her li qadên cengê yên herî dijwar bû. Bi dilnizmî û hevrêtiya xwe ya germ herdem bû mînak ji bo me tevahî heval an. Bu dengê têkoşîna jinan a ku îro gihiştiye lûtkeya herê jor. Ew meyzandina wê qet ji ber çavên min naçe. Aram, bi kelecan û bi hêvî dinêra, mîna ku bixwaze her kêliyê bi hêviyan watedar bike.

Di sala 2015’an de dema me xatir ji hevûdu xwest… qet tiştek negot. Ji xwe pêwîst jî nedikir. Ji ber ku çavên wê, hemû hestên wê bi rengekî sade tanî ziman. Di wan çavan de hem xemgînî, hem kêfxweşî hebû, lê herê zêde jî hêvî… Xemgîniya qutbûn û dûrbûna ji rêhevalan…Kêfxweşîya çûna qadên pîroz. Lê, a herê zêde xwe di wechê wê de dida der jî hêvî bû, hêviyên ku ji bo pêşerojên hîn baştir bên jîn. Lê, wê ji me hemûyan baştir dizanibû ku encex di qadên cengê yên herî dijwar de, mirov bikare deynê xwe yê li hember rêhevaltiya pîroz bide. Ji ber wê jî her rûbiken bû. Coş û kelecana vê rastiyê jî ji dil de jiyan dikir.

Her serpêhatî çîrokek e

Di sala 2010’an de jî di çiyayên asê yên Kurê Jaro de, şensê min yê naskirina heval Stêrk çêbû. Di wî temenê xwe yê ciwan de fermandariya yekîneya me hilgirte ser milê xwe. Ev erka xwe jî bi hostatiyeke mezin pêk tanî. Her wiha di her kêliyên jiyanê de bi me re bû. Bi qasî dil nizmiya xwe, xwedî sekneke bi bawer û coş. Di her erkê de li pêşiya me hemûyan de bû. Xwedî berpirsyarî û feraseta jiyanek wisan bû ku bala me hemûyan dikêşand. Ji me hûmayan re dibû sirûşta jiyan ê. Yek rojê ji fedekariya xwe tewîz neda. Ji ber wê baş dizanibû ku fermandariya PKK’ê, tê wateya xizmetkirina bê sînor û tevlêbûnek bê hesab ya her kêliyek vê jiyan ê. Wisa fêr bibû û dida fêr kirin. Ne tenê di gotin de, her wiha bi sekn û feraseta xwe a jiyanî de jî ev yek bi awayeke herê zelal dida nîşandayîn. Barê wê ji yê me hemûyan girantir bû. Wê berpirsyarî û erka herê bi wate û pîroz hildabû ser milên xwe. Baş tê bîra min, wê demê jî hertim hesret, bêrîkirin û daxwaza xwe ya çûndina qadên Bakur bi me re parve dikir. Carnan wisa bi coş û kelecaneke mezin qala vê daxwaza xwe dikir ku me hemû hevalan wisa hîs dikir ku em li qadên Bakur in. Kelecana wê em jî bi coş dikirin. Her kelecan û coşa wê dibû hesret di dilê me her yek rêhevalên wê de. Hesreta çûn û têkoşînê di qadên pîroz yên ku ev çendîn dem in ew hesreta wê dikşîne.

Niha jî wêneyek heye, wêneyek a ku jiyanek tije a ku her kêliyek wê bi wateyê hatiye honandin li pêşberê me ye û em xwe di wechê wan de carekedin ji nû de dibînin.  Wechên ku em perçeyek ji wan û ev rastiyek ji me. Ango di vê wêneya ku niha li pêşberî me ye, li ser rûçikê hersiyan jî heman coş û heman kelecan hatiya xêzkirin. A li ser wechê wan tê xûyan, jiyan û hêvî ne ku di her yek ji kêliyên hatine jîn de dîsan ji nû de tê xwendin. Coş û kelecana çûna qadên cengê ye…çûna warên hesretê ye ku îro ji me re dibe hembêzek ji hesretê!

Heval Hêlîn dibe rêwiya Zagros ê, Heval Doza dibe rêwiya Amed ê, heval Stêrk jî dibe rêwiya warê Arjîn an Xerzan ê. Her rêwîtiyek serpêhatiyekê û her serpêhatî jî çîrokekê îro vedibêje û em rêwî di van çîrokan de.

Mîna ku di wêneyê de jî tê xûya kirin, her sê jî rojên xwe yên dawî bi hev re derbas dikin. Berê ku bibin rêwî, hesretê hembêz dikin di hembêzên hev û du de. Bi hev re bi gotina, “Serkeftin” xatirê xwe ji hevrêyên xwe dixwazin, piştre jî hersê hev û du hembêz dikin û berê xwe didin cih û warên xwe.

Vaye îro ji nûve zindî dibe ev kêlî, di asoyên me yên çiyayî de. Ji nûve şadibe dilê me, bi coş û kelecan dibe, bi kenê van hersê jinên şoreşger re. Vaye em dîsan rêwî di her bîranînên wan de û ew kêliyên ku di her nêrandinên vê axê de dîsan xwe didin der.

Mîna ebedîbûna vê wêneyê, wê hevaltiya we, jiyana we, tekoşîn û kenê we herdem ebedî be di dilê me de. Wê lêgerîna me ya heqîqetê, lêgerîna me ya jina azad, jîna azad bilindtir bibe. Wê cardin hemû hewldana me, bibe ebedîkirina kêliyên herî bedew yê hevalên weke we xweşik û delal…