Hêviyên ji bo azadiyê

- Zeynep MURAD
570 views

Kurdên feylî ji neteweya Kurd ne cûda ne, mirov nikare wan wisa binirxîne an jî bigire dest. Herçend tê xastin ku di hişê mirovan de hişmendiyek wiha bê rûnişkan din jî heta niha ev yek nekarîne bi ser bixînin. Ew perçeyek ji vê neteweya mezin a Kurd in. Bi zaravayê kurmanciya  jêrîn diaxêvin û bi hezaran sal in li van herêman ku heta niha li ser bi cîh û war bûne, dijîn.

Di her du aliyên sînor de, di navbera dewletên Iraq û Îranê de dijîn. Ji Xaneqîn bigire heta ber bi  bakûr, ji Kût û Emare li başûrê Iraqê û ji Îlam, Kirmanşan û Luristan û hin cihên din yên Îranê bi cih û war bûne. Hejmareke mezin a ber bi çav yên Kurdên Feylî jî li paytexta Iraqê Bexdayê dijîn. Heta niha bi awayeke berfireh lêkolîn an jî xebatek di derbarê Kurdên Feylî û hejmara wan nehatiye kirin, ji ber vê jî baş nayê zanîn ka hejmara wan çiqas e, lêbelê bi giştî tê gotin ku nêzî sê mîlyon Kurdên Feylî hene. Helbet a tê zanîn ev e, dibe ku hejmar ji vê jî zêdetir be.

Armanca min bal kêşandina ser doza Kurdên Feylî yên li Iraqê û pirsgirêkên wan e. Pirsgirêk berê her tiştekê bi damezirandina dewleta Iraqê hat destpê kirin, ev jî piştî şerê cihanê yê yekemîn e û ligor rêkeftina Sakes Pîko ye. Di yekemîn biryara yasayî a ji bo hemwelatiyên Iraqî de ji bo Iraqiyên ser bi Osmaniyan ´hemwelatiyên asta yek´ û yên girêdayî Îranê jî wek ´hemwelatiyên asta du û sê´ bi nav kirin hatiye çêkirin; desthilatdariya Iraqê Kurdên Feylî ser bi Îranê hesibandin û wê demê hemwelatiyên hijmar du û sê ji nû de hatine hijmartin. Di dema ku Kurdên Feylî yên wek hejmar du dihatin binav kirin, wek hemwelatiyên Iraqê dihatin hesibandin, yekser ji aliyê dewletê we beştar bûna wan a di nav karên aboriyê de hat çêkirin. Di aliyê siyasî de jî beştarbûneke çalak tê çêkirin, di nav kar û barê siyasî yê Iraq û Kurdistanê de dibin xwedî rol û mîsyon. Her wiha wan di avakirina kar û barên hûnerî de jî cih girtiye, beştariyek mezin dane çêkirin, di xebatên wêjeyî û rewşenbîrî de jî bûne xwedî ked û gotin ê. Gelek zimanzan, helbestvan û nivîskar di nav vê civakê de derketine, heta di warê hunerî de gelek stranbêj, muzîkjen û di beşa şano û dram de jî kar û xebat dane meşandin. Di heman demê de, li Iraqê ji spor bigire heya gelek beşên din yên civakî de xwedî gotin û mîsyon bûn.

Peşdarîya Kurdên Feylî a di nav jiyana siyasî ya Iraqê de û di refên hêzên demokrasî û pêşvero yên Iraqê de pirr ber bi çav e. Di heman demê de, beşdariya Kurdên Feylî a di nav bizava rizgarîxwazî tê çêkirin. Her wiha weke damezînerên sereke yên Partiya Demokarat a Kurdistan, di sala 1946´ an de li Bexdayê bûn. Piştî sala 1975´an şûnde jî Kurdên Feylî di damezirandina Yeketîya Nîştimanî Kurdistan û Partiya Gelê Demokratî Kurdistanê de cih girtin.

Feyliyan bi giştî bi destvalayî piştgîrîya siyasî, aborî û leşkerî dan dewleta Iraq ê. Di dezgehên ragihandin, kar û barên akademî, bijîşkî û endaziyarî de jî xwedî kar cikeke girîng bûn. Ji ber van alî û taybetmendiyên xwe Kurdên Feylî bûn hedefa rejîma Iraq ê. Ji ber vê yekê jî dewletê di salên 1969-1972´an de dest bi zordarî, binçavkirin û girtina pêncî hezar ji Kurdên Feylî kir. Êrîşa bi zor veguhestina Kurdên Feylî ji 4´ê Nîsana 1980´an de dest pê kir û heta sala 1990´î dom kir. Piştî ku nasnameya wan a Iraqî ji dest wan hat girtin şûnde, dest bi desteser kirina mal û milkên wan hat kirin. Her wiha gelek dokoment û belgeyên fermî û ne fermî yên ku di dest wan de hebûn standin û bi hezaran Kurdên Feylî yên di navbera 11-30 salî de desterser kirin, bê ser û bibî kirin ku heya roja îro jî kes ji aqibeta van kesan nizane. Hejmara kesên ku hatine winda kirin ji bîst hezar ( 20.000) kesan zêdetir e. Di heman demê de şeş sed hezar Kurdên Feylî hema bêje li tevahiya Iraqê de di beregehên komkirinê de anîn cem hev û yek ser ew veguhestin ser sînorê Îran ê.

Piştî hilweşîna rejîma Bas a li Iraqê, di sala 2003´an de Kurdên Feylî hejmarek pirr kêm be jî  karîn vegerin ser mal û milkên xwe. Lê, piraniya wan kesan mixabin ku nekarîn carekedin vegerin ser cih û warê xwe. Heya niha hikumeta federal a Iraqê li ser aqibeta wan kesên winda tu kar û xebatek nedaye meşandin. Heya niha lêkolînek a ji bo bê fêmkirin ka çawa û çiqas kes di vê komkujiyê de hatine qetil kirin, nehatiye meşandin. Ji ber vê jî heya roja îro jî nayê zanîn ka gora wan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li kuderê ye. Mixabin heya niha ne hikumeta herêma başûrê Kurdistanê, ne jî tu partî û aliyên siyasî ji bo mafê Feyliyan erk û berpirsyariya ji wan tê xwestin bi cih anîne. Ji sala 2013´an û pêve jî Kurdên Feylî dîsan bi karesatên dij mirovî re rû bi rû man. Vê carê jî  li Diyana, Xaneqîn, Mendelî, Şareban, Seadiye û Celewla û çend cihên din, di nav dest û lîstokên çeteyên Beas, selefî û çeteyên wek wan û DAIŞ ê de man.

Kurdên Feylî piştî ku li Iraqê rastê gelek karesat û bûyerên dij mirovane hatin, bê hêvî man, lê piştî ku kongreya netewî a Kurdistanê KNK ê biryara xwedî derketina ji Kurdên Feylî da û dest bi kar û xebatek berfireh a di vê mijarê de kir, ev hêviya ku hatibû tune kirin dîsan ji nû de şîn bû. Ev çîroska ronahiyê ku di dilê Kurdên Feylî de hatibû tefandin, dîsan ji nû de şîn bû. Bê guman du konferansên ku di dîrokên cûda de, yek di 2 Gulana 2016 û ya din jî di 27 ê Nîsana 2017´an de li parlemena Ewrûpayê a ji bo çarenûsa Kurdên Feylî hat lidar xistin pirr girîng bû. Ev yek jî kêfxweşiyek mezin di nav piraniya Kurdên Feylî de da avakirin. Em di vê baweriyê dene ku her kar û xebatên di çerçoveya netewî de ji bo çarenûsa Kurdên Feylî bê lidarxistin, wê bi xwe re hêviyek nû bide avakirin.

Rexmê ku Kurdên feylî hertim bi qirkirin, zext û zordariyê re rû bi rû mane jî tu caran dest ji Kurdayetiya xwe bernedane, bi netew û çanda xwe re girêdayî mane. A ji vir û şûnde tê xwestin birêxistin kirina civaka Feyliyan e û parastina wan ji her cûre êrîşên derve ye. Ji ber ku ger îro têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê, dîsan berxwedana li Şengalê wiha pêş ketibe, ev yek encama têkoşîna 40-salan a Tevgera Azadiya Kurd e. Îro Kurdên Feylî pêşketinên li Rojava û Şengalê bi heyecaneke mezin dişopînin û bandorek mezin li ser wan daye çêkirin. Ew bi xeyalên ku Kurdên Feylî jî rojekê bikaribin wiha xwe li ser axa xwe birêxistin bikin, bikaribin bi vîna li Rojava û Şengalê xwe biparêzin dijîn. Ji bo civaka Feylî avakirina civakê li ser bingehê Neteweya Demokratîk û modela bi hev re jiyanê a gelan cihê serfiraziyê ye. Em di vê bîr û baweriyê dene ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd birêz Ebdullah Ocalan bikare bibe modeleke nû a ji bo civaka Kurd û Rojhelata Navîn. Ev jî dikare bi xwe re çareseriya pirisgirêkên Kurdên Feylî bîne û hêviya jiyana nû biafirîne.