Hilbijartin û daxwazên jinan yên tên rûpûş kirin

- Zeynep ERDEM
587 views

FOTO IRAN 2Di 19′ ê vê mehê de li Îranê hilbijartinên serokkomariyê tên lidarxistin. Ev hilbijartinên serokomariyê yên 12. nin ku wê bê lidarxistin. Bi giştî 1636 kesan ( jin û mêr) ji bo namzetiya serokkomariyê serlêdan kirin. Ji van kesan serlêdana 1630 kesî hatiye red kirin û tenê berendamtiya 6 kesan hate pejirandin. Her wiha serlêdana namzetiya 137 jinan hat red kirin.

Tişta tê niqaşkirin û dîtin ew e ku esas hilbijartin wê di navbera Hesen Ruhanî yê ku niha serokkomare û weke reformxwaz tê pênasekirin û Îbrahîm Reîsî yê ku oldare de derbas bibe.

Bi wesîleya hilbijartinê em dixwazin balê bikşînin ser rewşa jinên Îranê û mafên wan.

Bi giştî di pergala Dewlet-netew de ji  jin û civakê re cîh tuneye. Pergala Dewlet-netewe antî demokratîk e.  Lê, li Îranê ev rewş hê girantire û hema bêje jiyan li jinan û civakê hatiye teng kirin û ji holê rakirin. Fetwayên ji bo hemû qadên jiyanê tê dayîn, li dijî jinan in; ev fetwa di her kêlî û cihekê de derdikeve pêşberê ciwan û civak ê. Jiyan bi qanûnên olî ku desthilatdariya zilam dixe bin ewlekariyê hatiye dorpêçkirin.

Ev qanûnên ku jiyana civakê birêve dibe, jinan bê kar dihêle; di bin navê sîxe (zewaca demkî) fuhûş di asteke gelekî bilindeye. Jin gelek caran rastî êrîşên bi asîdê tên ku hin ji wan jinan jiyana xwe ji dest didin, gelek ji wan jî perçeyek ji bedena xwe didin û hemu jiyana xwe di nava êşê de derbas dikin. Li Îranê rêjeya madeyên hişbir bi kar anînê di asta herî bilind deye. Ev pirsgirêkên hene hemû bingeha xwe ji pergala zilam ya antîdemokratîk, dij jin û dij civakê digrin.

Di hundirê Îranê de heya rêjeyek bilind pirsgirêk hene; bêkariyê bi xwe re pirsgirêkên aborî gelekî mezin derxistiye holê. Li Rojhelatê Kurdistanê tekane riya debarê kolberî û kasibkariye. Roj nîne ku li ser sînoran kasibkar û kolberek neyê qetil kirin. Pirsgirêkên jingehê her ku diçe zêdetir dibe. Di serîde gola Urmiyê ku tewazûneke jiyaniye ji bo gelê herêmê, lê xweza hişk dibe û bi sedan kaniyên xwezayî di bin bendavan de tên hîştin. Xweza û însan di bin polîtakaya molayên paşverû de têk diçin.

FOTO IRANLi gel ewqas pirsgirêkên navxweyî û pergala desthilatdar, Îran mudaxaleyî welatên cîranên xwe dike. Di serî de li Iraq û Suriyê, Îran li herêmê polîtîkayên li derve hespê xwe bezandinê heya dawî dide meşandin. Îran pirsgirêkên li Rojhelata Navîn ku di encama polîtîkahên pergalên desthilatdar û hegemon rû didin, durî xwe dihesibîne. Xwe weke hêza mudaxele ya van pirsgirêkan dibîne. Ev rewşa ku şer li derveyî axa xwe meşandin hayanî kuderê wê bidome nediyare. Lê, tişta diyar ew e ku wê bi vî şêwazî heya serî nikaribe biçe.

Yan pergal wê di nava xwe de biçe guherîn û veguherînên bi kok û pirsgirêkên gelan, jinan, ciwanan çareser bike, mafê wan yê hatiye desteserkirin radest bike, an jî wê bi mudaxaleyeke derve û serhildana hundirîn re rû bi rû bimîne.

Di vî warî de KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê) bi çend xalan projeya jiyana azad û Neteweya Demokratîk pêşkêş kir. Ev proje ger bikeve meriyetê dikare Îranê ji destwerdana hêzên derve jî biparêze. Bêyî ku hilweşandinek çêbibe, bi tevlîbûna gelan û îradeya wan ya azad pergaleke demokratîk dikare were avakirin.

Em vegerin ser rewşa jinan a di hilbijartinê de: Li Îranê ji serê sedsala 20. an û vir de mafê jinan yê dengdanê heye. Ji ber ku ji nîviyê zêdetirê civaka Îranê ji jinan pêk tê, kî dengên jinan bigire ew bi ser dikeve. Ji ber wê jî her desthilatdariya tê ligor berjevendiyên xwe li ser jinan polîtîkayeke taybet dide meşandin ku bikaribe jinan bigire gel xwe. Refsencanî, Xatemî û Hesen Ruhanî bi dengên jinan hatin ser kar. Tişta sereke ew bû ku wan kesan soz dan di birêvebirina dewletê-burokrasiyê de, dîsa di qada aborî, siyasî de bihêlin ku jin xwe îfade bikin.Weke tê zanîn ev soz bi cîh nehatin.

Îsal jî bi dehan jinan ji bo namzetiya serokomariyê serlêdan kirin. Serlêdana hemû jinan ji aliyê Şûrayê Nêgehban (Konseya Parastina Destûra Bingehîn) ve hate redkirin. Lêbelê tişta herî balkêş ew e ku ji jinan re nabêjin ku ji ber tu jinî em serlêdana te qebûl nakin. Ji wan re dibêjin ku ji ber ev taybetmendiyên ji bo serokkomariyê pêwîst in, bi wan re tuneye û ji ber wê jî ew serlêdana wan red dikin.

Berdevkê konseya ewlekariyê Ebas Elî Kedxudayî daxuyaniyek da û got: “Ew jinên ji bo namzetiya serokkomariyê serlêdan kirine, ne ji ber ku jin in me daxwaza wan red kir, ji ber ku ew taybetmendiyên me xwestibûn bi wan re tuneye, me red kiriye.” Di madeya 115. an ya qanûna bingehîn ya Îranê de dibêje; ´serokkomar gerek zilamekî bi aqil, siyasî, oldar, bi îman, ji mezhebê şîa û Îranî be.´ Ev tê wateya ku hemû jinan di heman demê de bê aqil dibînin.

Di roja hilbijartina serokkomariyê de hilbijartinên konseyên gund û bajaran jî heye.

Konseyên gund û bajaran rêveberiyên herêmîne. Li vir jî serlêdanên jinan zêdene. Lê, jin li derveyî vê sîstemê jî tên hîştin, mafên wan tên binpêkirin. Dewlet piranî kê û kesek çawan bixwaze, ew di hilbijartinan de dibe endam û bi ser dikeve.