Îksîra berxwedana gelê Kurd Ocalan e

- Zeynep ERDEM
618 views

Sibat meheke reş û tariye ji bo Gelê Kurd. Herwiha di vê mehê de ji tarîtiyê ronahî jî hatiye avakirin. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê sibata Sala 1999’an de bi qomployeke navnetewî radestê dewleta Tirk hate kirin. Dost û dijmin hema bêjin her kesî digot; ´êdî dawîya pêvajoyekê hat´, PKK wê biqede, aqubeta serhildanên gelê Kurd yên demên derbasbuyî bi serê PKK’ê de jî hat´.

Bê guman vê rewşê di nava PKK’ê de jî hejandineke mezin pêk anî. Ji ber ku PKK tevgerek Rêbertiyê bû. Ji aliyê Rêbertiyê ve bingeha wê hatiye avêtin û di pêvajoyên herî bi zehmet de, taktîk û stratejya wê ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye diyar kirin û tevger ji têkçûnê rizgar kiriye û biriye serkeftinê.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya qomployê de gotibû; ´ji ber dostên sexte û rêhevaltiya kêm, qomplo pêk hat´. Lê, rêhevalên wî, ji despêka qomployê û heya roja me ya îro, ketin nava hewldana derbas kirina vê rêhevaltiya nebes. Xwestin xwe bighinin asta hevaltiyeke li gor terz, tempo û kurahiya Rêberê xwe.

Bê guman ev jî ne hêsan bû. Ji despêka pêvajoyê de, ji heft salî bigire heya heftê salî herkesek bû xelekeke ji agir li dora Rêberê xwe. Şîara bingehîn ‘Bê Serok jiyan nabe’ bû. Ji ber ku ev Rêbertiyê jiyana bê wate, tije wate kiribû, jiyana ku hatibû tune kirin, careke din ruh dabûyê, hêviyên hatibûn tune kirin, careke din ji nû de şîn bibûn û weke dareke ji zivistaneke zor û zahmet derkeve buharê, hêvî bişkivîbûn, kulîlk dabûn.

Li cihê ku her kesî digot; ´dawiya rê hat´, Rêbertiya gelê Kurd dawî kir despêk. Di nava çar diwaran de bu karkerê evîn ê. Evîna xwezayê, evîna civakeke azad, evîna jineke azad, evîna pêşerojeke azad ya ji bo hemû gelan..!

Herî zêde jî jinên Kurd bi qomploya navnetewî hejiyan. Ji ber ku Rêbertiya wan kêlî bi kêlî bi wan re di nava têkiliyê debû. Teoriya bîrdoziya rizgariya jinê ji aliyê wî ve hatibû îlan kirin. Roj bi roj bingeha vê bîrdoziyê ji aliyê civakî, leşkerî û rêxistinî ve dihate xurt kirin.  Ev xebat bi dawî nebû û di nava çar dîwaran de jî hat berdewam kirin.

Rêberê gelê Kurd bi parêznameyên xwe yên nû û projeya konfederalîzma demokratîk, ji bo gelê Kurd, hemû gelên li herêmê asoyek nû vekir. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst bi  destverdana Rojhelata Navîn dixwest hebûna xwe mayînde bike û xwe ji kaos û aloziya heyî rizgar bike. Pêvajoya destverdana Rojhelata Navîn bi qomploya navnetewî a li dijî Rêberê gelê Kurd re yekser girêdayî bû. Bi vê qomployê pêvajoya destverdana herêmê hat destpê kirin. Lewaz bûn û têk çûna dewlet-netewe, qeyrana li herêmê ku di encama van polîtîkayên pergala modernîteya kapîtalîst de rû dabû; dihat xwestin bi destverdanên nû pergala xwe ji  van kaos û aloziyan xelas bikin, temenê xwe dirêj bikin. Her wekî ku projeya dewlet-netewe nekarî bibe perspektîfek xurt a ji bo çareser kirina pirsgirêkên herêmê, berovajî rewşa heyî a li herêmê hîn aloztir kir. Ji xwe piştî mudaxeleyên li herêmê, pirsgirêk berde çareser bibin wek girêyek kur her ku diçû, kurtir dibû.

Pêşdîtin û pergala modernîteya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan we hat pêş xistin, hîşt ku gelê Kurd ji her pêvajoyê re amade bin û hîn baştir tevlî bibin. Her wiha dahûrînên di derbarê têk çûna dewlet-neteweyên li herêmê, di şexsê figurên weke Sadam Huseyîn û Hisnî Mûbarek de gelekî girîng bûn. Di heman demê de pirr rengiya Rojhelata Navîn, hebûna çand, ol û baweriyên cûda yên li herêmê rewşeke taybet bû. Pergaleke navendî di bin kontrola hêzeke desthilatdar de avakirin zahmet bû. Hêzên derve yên ku qaşo bi destverdana li herêmê dixwestin herêmê ji gengeşeyên heyî rizgar bikin, berde gengeşeyan çareser bikin, heya roja me ya îro rewş tam ber bi kaosekê re kêşandin û bi xwe jî di nav van aloziyan de asê man. Rêberê gelê Kurd ev rastî pirr zû dît, tahlîl kir û ji bo rizgariya ji van pirsgirêkan rê û rêbazên çareseriyê pêşkêş kir. Ji ber wê jî perspektîfa pergala konfederalîzma demokratîk derfetek gelek baş a derketina ji kaosê derdixist pêş.

Bi êrîşên DAIŞ´ê yên li ser herêmê, gelê Kurd di pêşengiya jinan de ketin nava şerê parastina rawa. Esas bi salan bu gelê Kurd li dijî zilmê û desthilatdariyê şer dikir. Bi taybet jinên Kurd bi salan berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Di warê fikrî, zanyarî de jî pêşketineke mezin bi dest xistin. Lê, bi giştî piştî tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ´ê û berxwedana Rojava û Şengalê, berxwedana rawa ya gelê Kurd deng veda.

Berxwedana ku bi derfetên kêm û serkeftinên mezin pêl bi pêl dihat belav kirin, her kes matmayî dihîşt. Şerê îradeyê hete dayin. Bi taybet berxwedana Kobanê di nava cîhanê de bû sembola gihîştina hest û bihevrebûna enternasyonalîst.

Her kesî ev hêza berxwedanê meraq dikir. Û ji xwe dipirsîn; ev hêz xwe dispêre çi?

Bê guman ev hêz xwe dispêre Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan. Wî şoreşeke civakî û sosyal pêk anî. Sînorên civakê yên azadiyê bilin kir. Civakeke difikire, dikare bibe xwedî hêzeke mezin. Ew hêz jî dikare gelek tiştan bike. Îksîra berxwedana gelê Kurd Ocalan e.

Mercên esaretê û tecrîta girankirî ya 18 salan ku îsal dikeve sala 19. an, bi hemû giraniya xwe didome. Dijminên gelê Kurd bi her awayî dixwazin Ocalan û gel ji hev qut bikin. Lê nizanin ku ev ne gengaz e.

Di serî de jin, gelê Kurd ji bo pergala Îmraliyê a qirkirinê têk bibin û sînorên di navbera xwe û rêbertiya xwe de ji holê rabikin, bi îdiayeke mezin di nava berxwedanê dene. Ev berxwedan wê bigihêje serkeftin ê.