Ji bo şoreşa gelên Îranî hicet û derfet pir in

- Suna TUNC
616 views

Rejîma Îranê ya di rojên destpêka meha Sibatê de 40 sal li du xwe hişt, li gorî gelek derdoran ketiye qonaxeke guhertin û vegûhertinê. Lewra dibêjin, êdî Rejîm nikare bi vê pergala şaş qeyrana aborî, siyasî û civakî çareser bike. Di dawiya sala 2017’an de serhildanên gel hêviyek wiha çêkiribû ku bi dînamîkên hûndirîn şoreşa gelan destpêbike. Lewra di çalakiyan de mirin ji dîktatoran re dihat xwestin. Di navberê de zêde dem derbas nebû ku geşedanên heyî pirsên weke, Rejîma Welayetî Feqîh ya Îranê ber bi kurderê ve diçe? Pirsên gelo gengeşiya di navbera DYA û Îranê de wê rê li ber şerekî hilweşêner veke yan na, tên kirin. 

Xwerakêşana her du hêzên hegemon û zêdebûna aloziyan 

Niha di rojeva dîplomasî û siyaseta cîhanê de aloziya di navbera Îran û Emerîqayê de heye. Ev alozî, xwe dispêre sala 1979’an. Wê demê li sefaretxaneya Emerîqayê ya li Tehranê 52 kes demeke dirêj rehîn hatibûn girtin û ev yek bibû sedema qutbûna têkiliyên aborî û dîplomatîk ya her du welatan.

Di sala 2013’an de têkiliyên Îran û Emerîqayê hinekî nerm bûn. 14’ê Tîrmeha 2015’an Emerîqa, Elmanya, Fransa, Çîn, Rusya, Îngîltere peymana Nûkleerê bi Îranê re îmze kirin. Piştî vê lihevkirinê guvaşên li ser Îranê rabûn û bi derfetên ku derketin holê zêdetir destê xwe avêt welatên weke Yemen, Iraq, Sûriye, Filîstîn û Lubnan ê. Hêzên weke Heşdî Şabî, Hîzbûllah, Hûsî  û heta Hamas fînanse kir. Lê destkariya Îranê û zêdebûna bandora wê nerehetî jî çêkir. Taybet  Donald Trump piştî ku bû Serokê nû yê Emerîqayê, di 8’ê Adara 2018’an de xwe ji peymana Nûkleerê paşve kişand û xwest Îran di serî de Sûrî, destkariya welatên din neke. Tevê vê 12 şert danî pêşiya Îranê û got: Eger ev şert pêk neyên, em ê guvaşên herî giran li ser bisepînin.  Di Tebaxa 2018’an de qonaxa yekemîn a guvaşan û di 5’ê Mijdara 2018’an de jî qonaxa duyemîn a ambargoyê destpêkir. Di serî de şîrketên mezin xwe ji Îranê paşve kişandin. Zêdebûna guvaşan, xistina Sipahê Pasdaran a lîsteya terorê, şandina keştiyên şer û firokan a Kendavê, êrişên li ser keştiyên neftê, di navbera her du hêzên hegemon de alozî zêdetir kir. 

Herkes li pey berjevendiyên xwe ye

Li ser vê yekê  Îranê  gefa girtina Tengava Hurmuzê xwar û niha li derdora tengavê tevlîheviyek mezin heye. Li aliyekî tengavê Îran û li aliyê din jî welatên Ereb ên hevalbendên Emerîqayê hene. Her du jî ji ber êrişên ser keştiyan hevûdin tawanbar dikin û dibêjin em şer naxwazin. Lê di heman demê de hewldanên navbeynkariyê yên ji bo kêmkirina aloziyê jî vala derdixîn in. 

Li gel vê ji Netewên Yekbûyî bigre, heta welatên Kendavê gelek derdor dibêjin, em ji rewşa heyî bi fikar in. Lê belê divê şaş neyê fêmkirin. Xema wan ne rewşa gelên li Îranê ye. Gotinek pêşiyan heye. Dibêjin, ’haya zikê têr ji yê birçî nîne.’ Zikên têr ditirsin ku darbe li hinardekirina neftê bê xistin û berjewendiyên wan têk biçin. Bêguman dema mirov li trafîka neftê ya rojane dinêre, dibîne ku di fikarên xwe de mafdarin jî. Lewra rojane pêdiviya cîhanê bi 100 milyon varîl neftê heye û rojane herî kêm 19 milyon varîl neft di Tengava Hurmuz re derbas dibe. Di rojên pêş de em ê bibînin ku alozî ber bi kuderê ve biçe. 

Baş e, rewşa gelên li Îranê çawa ye. Dîsa gotinek pêşiyan heye, dibêje “Rezê me ne ti rez bû, îcar teyrokê jî lêxist”. Ji xwe 40 sale gelên li Îranê di bin pergala Welayetî Feqîh de tên çewsindin. Bi destpêkirina ambargoyê re jî hem Rejîma Îranê û hem jî rêveberiya Waşhîngtonê xwestin nerazîbûnên gelan bikarbîn in. Rejîmê li şuna polîtîkayên xwe yên şaş, bi temamî sedema bêkariyê, bûhabûnê, enfalsyonê, feqîriyê, hilweşîna aboriyê bi ambargoyê ve girê bide û berê bertekên gel bide derve. 

Rejîm êdî nikare bersiva daxwazên gel bide 

DYA’ê jî ji bo xwe bike xwediyê nerazîbûnên li Îranê qala zext û binpêkirina mafên gel kir. Hin komên çavê wan li hêzên derve bû, hêviyên wan bi gotina Trump a  ‘tu daxwazek me ya guhetina Rejîmê nîne’ ber avê ve çû. Vê heqîqetê careke din nîşan da ku tenê derdê her du hêzan jî serweriya li herêmê û parastina berjewendiyên desthilatdariya wan a zilamsalar e. 

Li alîkî din Rejîma Îranê her çiqasî ji derve de gefan bixwe û hewl bide xwe bi hêz bide nîşandan jî heqîqet cûda ye. Rejîm di nav xwe de riziyaye û nikare bersiva daxwazên gel bide. Tevî vê yekê jî ji polîtîkayên xwe yên asimîlasyonê ya li ser gelên Kurd, Belûç, Azerî, Ereb û kêmnetewên din paşve gav navêje û di aliyê guhertin û veguhertinê de nêzîkatiyekê nîşan nade.  

Ji ber newekheviya aborî, siyaseta birçîhiştinê, serdestiya Sipahê Pasdaran a di qada aboriyê û ambargoyê de, hejmareke mezin a gel di bin rêjeya feqîriyê de ye. Tevî vê yekê lehiya ji ber polîtîkaya şaş a kendavan li 23 parêzgehên Rojhilatê kurdistanê û Îranê pêk hat,  malwêranî bi xwe re anî û Rejîmê di vê karesatê de jî mîna erdheja li Kirmaşanê, gel bi tena serê xwe hişt.

Zextên li ser civakê zêde bûne

Kirinên milîtarîst ên li ser civakê jî ranewestin. Rejîmê di dema karesata lehiyê de ji bo pêşî li nerazîbûnên gel bigre hêzên çekdar li parêzgehan zêde kir. Lê bi taybetî piştî aloziya bi Emerîqayê re zêde bû, hêzên Heşdî Şabî li bajarên Kurdan ên weke Sine, Kirmaşan, Urmiye, Qesrî Şîrîn, Banê bi cih kir. Hema bêje her roj hêzên çekdar ên Rejîmê kolber û kasipkarên Kurd û Belûç dikujin. Li dijî hemû beşên civakî ên nerazî tundî tê bikaranîn, çalakvanên siyasî û mafê jinan, jîngehparêz, parêzer, mamoste, karker tên girtin û sizayê giran ên zindanê li wan tê birîn.  

Ji ber qeyrana aborî hêjmara zarokên karker û zarokên di temenê biçûk de tên zewicandin gelekî zêde bûne. Kuştina jinan û xwekuştina jinan mîna birîneke timî xwîn  jê diçe didome. 

Ev jî ne bese ji niha û pê ve wê zarokên Netewên li Îranê bi pêkanînên faşîzan re zêdetir rûbirû bimîn in. Lewra Elî Xameney asta polîtîkaya asîmlasyonê ya li ser zarokan kêm dît û got, metirsî li ser hebûna zimanê Farsî heye. Wezareta perwerdeyê jî yekser biryar girt ku zarokên 4-5 salî yên nû dest bi dibistanê bikin, di aliyê zimanê Farsî de bên kontrolkirin û eger Farsî nizanibin, mîna kêm endaman nêzîkatî li wan bê kirin.

Li hemberî vê rewşê çareserî çiye gelo? Weke Welayetî Feqîh dibêje, divê gel li hêviya mehdiyekî bimîne û jê re koletiyê bike. An jî hêzên kapîtalîst modernîst yên her tiştî dikin mijara kirîn û firotinê dikarin bibin mehdiyên serdemê? Bêguman mînakên Efganîstan û Iraqê li ber çavan e. Pêdivî bi şîroveyê nake. A ku yegane rê û rêbaza çareseriyê dikare bi xwe re bîne, şoreş e! Pêdivî bi şoreşa gelan heye, veguherînek ku xwe dispêre hêza gel û dibe rêya çareseriyê.   

Di serî de jin, gel li berxwe dide

Divê mirov destnîşan bike ku di serî de jin û piraniya gelên li Îranê zexta li ser xwe qebûl nakin û ruhê xwe yê berxwedêr diparêzin. Ev yek ji bo paşerojek azad hêviyê çêdike. 

Ji bo çareseriyê jî bi taybetî Tevgera Azadiyê ya Rojhilatê kurdistanê timî qala tekoşîneke hevpar a li dijî faşîzma Rejîma Îranê û avakirina bereyeke demokratîk dike. Baş e zemînê vê yekê û ji bo têkoşîna hevpar hicet çine? Bêguman dema mirov li gotina Rêberê Gelê kurd Abdulla Ocalan a ’tenê di temenê biçûk de zewicandina zarokan, dikare bibe hiceta deh şoreşan’ binêre, ji bo şoreşa gelên Îranî hicet û derfet pirin. Dema mirov li mînaka Rojava-Bakur û Rohilatê Sûrî binêre, dibîne ku dema gelan hinekî yekîtiya xwe ava kirin, karîbûn rêveberiyeke hevpar ava bikin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinê bi dest bixin. Her wiha bi têkoşîna xwe ya jinan jî ji bo cîhanê bibin mînak. 

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan KJAR’ê jî heta niha her dem li ser bingehê hêza xwe meşiya û têkoşiya. Bedelên giran da û bû hêzeke pêşeng a têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Rojhilatê kurdistanê û Îran ê. KJAR bi nexşwerêya xwe ya ji bo çareseriyê dibêje, li ser xeta Netewa demokratîk gel dikare pirsgirêkên xwe çareser bike, alternatîfa xwe biafrîne û jiyaneke hevbeş ava bike.