Ji bo zarok an tu der ne ewleye

- Zîn ZAL
567 views

Li gorî qanûnên netewî kesên ji dayik bûyî û heta hijdeh salî “ZAROK” têne hesibandin û bi tu awayî nikarin biryarên xwe yî/yên şexsî bidin. Li gelek welatên cûda jî mafê zarokan ji mafê mirovan pêştir û girîMANSETngtir in. Ji ber ku zarok pêşeroja mirovan in, divê mafê zarokan û derûniya wan baş bê nirxandin û bi wî rengî nêzîkatiyek bê raber kirin. Lê mixabin dema em li hinek welatan dinêrin zarok di rewşeke pir xirab de dijîn. Ji wan welatan yek jî Tirkiye ye ku her cûre maf û heqê zarok an tê binpê kirin.

Li Tirkiyê jiyan ji bona her mirovekî pirr bi zehmet e. Ji ber ku mafê mirovan tenê di qanûnan de heye û ew qanûn jî nayên dîtin, nayên meşandin û yên hene jî niha li gorî daxwaza hikûmeta AKP´ ê têne guhertin. Ji xwe dema mijar dibe zarok ev rewş hîn dijwartir dibe. Sedem  jî ev e: Dema welatek bixwaze di pêşerojan de xwestekên xwe bi hesanî pêk bîne yek ser dest diavêje mafên zarok an. Ji xwe dema em van demên dawî dinêrin, em hîn baştir dibînin ka hikûmeta nêr a AKP´ê bi çi awayî dest dirêjî li mafê jin û zarok an dike, ji bo wê jî bi lez û bes guherînên qanûnî pêk tîne. Sazî û dezgehên dadê jî di her mijarekê de, bi taybetî di xwendinê de, di zewacê de, di têkîliyên civakî û yên şexsî de jî biryarên xwe li gorî daxwaza AKP´ê didin.

Girtîgeh bûne navenda çewisandina zarok an

Ger em bixwazin hîn bibin ka welatek çiqasî li pêş e, berê her tiştekê divê pêşî em li wî welatî de li mafên zarokan binêrin. Li nêzikatî û feraseta wan a ji zarok re binêrin. Wexta em li Tirkiyê dinêrin bi hezaran zarok bi gelek sedemên cûda di girtîgehan de ne. Em dikarin bibêjin girtîgeh mirina jiyana zarokan û mirina azadiyê ye. Bi girtina zarokan hewl didin civakê dîl girtî bigirin; bi tirs, dest dirêjî û çewisandina zarok an dixwazin vîna wan têk bibin û bi şikandina vîna wan jî kesên kêrnehatî radestê civakê bikin. Ji ber ku em di demê cihê de bûn şahidê gelek bûyerên cûda yên wek dest dirêjî, şikence; ji xwe em ne tenê qala şikenceyek fîzîkî dikin, ji hêla ruhî de jî dextek giran li ser zarokan dan meşandin, hîna jî didin meşandin. Zarok di nav şert û mercên nebaş yên nexweşî, birçîbûn, destdirêjî û di gelek rewşên xirabtir de dijîn.

Kiryarên AKP´ê destavêtinê meşrû dike

COCUK ISTISMARILi Tirkiyê destdirêjayiya  zarokan ji nişka ve nederket holê. Her ku hikûmeta AKP´ê bêdeng ma, ev rewş roj bi roj zêdetir bû. Daxuyaniyên rayedarên AKP´ê û diyanetê yên li ser zarokan didan, derî heya dawî ji bûyerên destavêtinê vedikir. Ji xwe sedema zêde bûna van bûyeran jî nêzikatî û daxûyaniyên wan bûn û vê yêkê jî rê li bûyerên mezintir re vedikir. Dixwazin zarokan di biçûkatiyê de wekî “jin” û “mêr” ji hev cûda bikin. Loma ji tecavuzan re bêdeng man.

Piraniya destavitinan ji aliyê kuran-mêran ve li keçan-jinan tên kirin. Piraniya destavêtinan li malê ji aliyê ferdekî malbatê, yan jî xizmeke ve li kes tê kirin. Ji bo kesê ku destdirêjî kiriye wek sûcdarek bê qebûlkirin, divê kesê/kesa ku destdirêjî lê hatiye kirin li gora hîn ditinên kevnar be, ger ne wisa be wekî ‘qûrban’ nayê qebûlkirin. Li gorî desthilatdariya AKP´ê, ji bo na ku destdirêjî wek sûcek bê hesibandin:

– Di dema destdirêjiyê de gerek ‘kes’ ne serxweş be

– Divê kincên kin û vekirî ne li wê/wî kesê/î bin

– Divê berî destavêtinê ‘qûrban’ bi kesekê/î re neketibe têkiliya cînsî

– Divê di wê rewşê de ‘qûrban’ qîr kiriya be

– Divê kesê destdirêjî kiribe nenas be û beriya wê têkiliya cînsî pêk nehatibe

Travmayek civakî tê jîn

Yanî bi kurtasî Tirkiye dibêje yan bimire yan jî dengê xwe neke. Ji ber ku ev rewş ji bo wan normal tê dîtin. Yanî dîsa dixwazin bibêjin heger destdirêjiyek hebe, wê demê jî sûcdar dîsan kesa destdirêjî lê hatiye kirin e, ji ber ku ligor feraseta desthilatdariya AKP´ê ger destZAROK-1-dirêjî hebe, li holê dîsan ‘qûrban’ bi awayekî bingeh amade kiriye.

Destavêtin bi serê xwe trajediyek mezin e. Piştî destavêtinê ji xwe derûniya zarokan têk diçe, pirr xirab dibe û ev xirabûn xwe wisa dide nîşan:

– Naxwaze kes bizanibe û dixwaze bi tena serê xwe çareser bike

– Şermek mezin heye

– Xwe sûcdar  dibîne

-Ji xwarinê dikeve

– Dixwaze tenê bimîne

– Ji her dengî ditirse

– Ji civakê dûr dibe

– Di aliyê xewê de pirsgirêkên mezin dijîn

– Xewnên nebaş dibînin ango her tim bi kabûsan hişyar dibin

– Li mirinê difikire û gelek caran  dixwaze bibe kujerê xwe

– Tenduristî bi tevahî xirab dibe

Êrîş bi zanebûn tên pişxistin

Mixabin mirov dikare van xalan dirêjtir bike. Ev xal her yek bi serê xwe trajedî ne û derî li travmayên giran vedike. Helbet ev travmayên ku em qalê dikin yek ser bandora xwe li ser civakê jî çêdike. Mînaka herê ber bi çav jî daxwaza ji civakê dûr bûn an jî jê rew yek ji van sedeman e ku bi zaroka/ê ku destdirêjî lê hatiye kirin, pêş dikeve.

Tirkiye welatekî îslamî dixwaze û her ku diçe qanûnên şerîetê derdixîne holê. Gelek rayedarên hikûmeta AKP´ê di daxûyaniyên xwe de bi awayek eşkere tînin ziman û dibêjin; ´zarokên keş di temenê xwe yê 9 salî de dikarin bizewicin, ew êdî zarok nayên hesibandin.´

Daxuyaniyên bi vî rengî bandoreke mezin li civakê dike û bingeha tacîz û destavêtinê amade dike. Ji ber ku li gora wan kesan; ne ev daxuyanî ne jî destavêtin ne sûcek e û tiştekî ji jiyanê kêm nake. Ji xwe dema ku em lê dinêrin, li Tirkiyê tu deman bi qasî dema desthilatdariya AKP´ê êrîş û destdirêjî li mafê jin û zarok an nehatiye kirin.

Di nav civakê de tirs tê avakirin

ZAROK-2Şaşîtî şaşîtiyan tîne, heger ev daxuyanî negatibana dayîn yan jî rê li ber destavêtinan û zewaca zarokan nehatiba vekirin, yan jî bi daxuyaniyên rayedarên hikûmeta AKP´ê ku bi her awayî piştgirî dide van kiryaran, nehatiba kirin, wê zarok jî zarok bimana û wê xwe di tehlûkê de nedîtibana. Dema ku em rewşa heyî a Tirkiyê dibîn, em baş pê agahdar dibin ku îro bi tu awayî zarok di ewlehiyê de nînin. Lê, mixabin êdî zarok li vî welatî ne bextewar in û ya herî girîng bêbawerî  ye.

Tirseke mezin di nav civakê de heye. Êdî dê û bav naxwazin li vî welatî zarokan mezin bikin. Ji ber ku dibistan, zanîngeh, cîran, heval û civak hemû tijî tehlûke ye. Ji bo zarok an tu der ne ewleye. Di qûrsên  olî de ev rewş zêdetir xwe nîşan dide; sedema vê yekê bi xwe jî desthilatdariya AKP´ê ye!

Kesên derfetê wan hene ji bo xwendinê zarokê xwe dişînin welatên biyanî.

Ya dawî divê bê zanîn ku jiyan bi hebûna zarokan berdewan dike lê, dema zarok di welatekî de ji aliyê fîzîkî û derûnî di rewşeke xirab dede, ew welat wê timî li paş bimîne û bi tu awayî pêş nakeve.

Destên bi gul dirêjî zarokan bikin da ku pêşeroj bibe bexçê gulan….